1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Hîlekarîyên Muawiye, Berxwedana Huseynî û Peyama Ocalan
Hîlekarîyên Muawiye, Berxwedana Huseynî û Peyama Ocalan,hîlekarîyên,muawiye,berxwedana,huseynî,û,peyama,ocalan

Hîlekarîyên Muawiye, Berxwedana Huseynî û Peyama Ocalan

"Em hîleyên Muawiye pir baş dizanin. Em ê li dijî hîleyên Muawiye berxwedaneka Huseynî jî bikin," Abdullah Ocalan

A+ A-

Mahabad Felat 

Yek ji xalên herî girîng ên dîroka Îslamî, têkoşîna siyasî û leşkerî ya navbera Elî û Muawiye ye. Di wê serdemê de, Muawiye ibn Ebû Sufyan bi aqil û jêhatîbûna xwe ya siyasî xwe diyar kir, lê di heman demê de di dîrokê de bi "dek û dolab, xapandin, propaganda û lîstikên desthilatdariyê" jî hate zanîn. Rêbazên wî bêrûmetkirina dijberên xwe bi rêya propagandayê, kirîna serokên eşîran bi berjewendiyên madî û darayî, bi rêya lîstikên dîplomatîk manîpulekirina demê ji bo berjewendiya xwe û ya herî girîng, di Şerê Sifînê de, rûpelên Quranê bi serê rimên leşkerên xwe ve kir û leşkerên li dijî wan şer dikirin di rewşeka bêbiryar û aloz de hişt. Ev bûyer wekî "Hîlekarîyên Muawiye" ya herî navdar hat tomar kirin.

 

Berevajî Muawiye, Huseyn û pêgirtiyên wî di dîroka Îslamê de wekî "sembolên rastî û edaletê" hatine dîtin. Berxwedana Huseynî li dijî lîstikên desthilatdariyê prensîb û durustiyê, li dijî xapandinê rastiyê û li dijî zilmê edaletê temsîl dike. Serhildana Îmam Huseyn li Kerbelayê, ligel hemî şêweyên manîpulekirina siyasî jî, bû sembola rûmet, exlaq û berxwedana bi prensîb. Xeta Huseynî vê yekê destnîşan dike ku, li şûna serkeftineka bi rêya dek û dolaban, berxwedana domdar a fedakariya di rêya rastî û edaletê ye ku ji dîrok û mirovahiyê re dimîne.  

 

Loma ku daxuyaniya birêz Abdullah Ocalan a 3`yê Cotmeha 2025an, "Em hîleyên Muawiye pir baş dizanin. Em ê li dijî hîleyên Muawiye berxwedaneka Huseynî jî bikin," pir balkêş e. Li vir, Ocalan peyama xwe bi rêya metaforek dîrokî radigihîne, bêyî ku rasterast aktorên siyasî yên îroj destnîşan bike. Her çend navê Muawiye di siyaseta nûjen de bi "xapandin, lîstik û manîpulekirinê" re hemwate be jî, navê Huseyîn bi "berxwedana bi rûmet, durustî û edaletê" re hemwate ye. Bi vî awayî, Öcalan têkoşîna xwe li ser bingeha rastî, rewatî û rûmetê bi cih dike û rêveberên dewleta dagirker dişibîne Muawiye, ango li ser rêya xapandin û manîpulekirinê bi cih dike.

 

Ev retorîk hişmendiyeka kûr û bi hêz e. Lewra şîrovekirina siyaseta heyî bi rêya sembolek dîrokî û çandî, ji gotina rasterast a peyamê pir bi bandortir û ewletir e. Peyam bi hêz e ji ber ku berxwedana Huseynî bi taybet di hiş û bîra civakên Rojhilata Navîn de xwedî wateyeke kûr e. Ev şibandin ne tenê helwesteka siyasî ye, lê di heman demê de serdestiya exlaqî û etîkî jî derdixe pêş. Anîna ziman a berxwedana Huseynî, peyama "Em rast in, em rastiyê temsîl dikin, em li dijî xapandinê rastgoyîyê, berxwedanê diparêzin" dide gel û dijminan.

 

Dijberiya navbera dek û dolabên Muawiye û berxwedana Huseynî, bi taybet di nav civakên Rojhilata Navîn de, ji bo roja me jî bûye sembolek, zimanek, rawestanek. Ji aliyê Ocalan ve anîna ziman a vê dijberiyê, têkoşîna siyasî dike nav çarçoveyeka exlaqî û rewatiya berxwedanê xurt dike. Loma ku peyama Öcalan ji ber hem hêza xwe ya sembolîk û hem jî dengvedana xwe ya kûr, di bîra civakî de pir bi bandor e.