JI DOGMAYÊN DÎROKÎ HETA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK
Analîzek felsefî ya bîrdozî, hêz û paradîgmaya ekolojîk a nû
Mahabad Felat
Herikîna bîrdoziyan û warê dîrokê
Dîroka mirovahiyê ne di rêyeka rast de dimeşe û ne jî bi qutbûnên bêserûber pêş dikeve. Ew wek çem diherike û li ser axa dîmenên wê bi dem, zext û berxwedanê teşe girtine, li rêya xwe digere.
Împeratorî radibin, sazî di bin desthilatdariya wan de xwe req dikin, îdeolojî hewl didin rastiyê di nav sînorên xwe yên têgînî de bicemidînin. Lê tevî van hewlan jî, herikîn didome.
Bîrdozî, ol, zanist û teknolojî hemû di nav hewldana teşedana vê tevgerê de ne, lê tu yek ji wan jî ne xwedî wê hêz û karînê ye ku bikaribe wê bide rawestandin. Ew tenê dikarin wê dereng bixin, berê wê biguherin, an jî wê bixin nav newalên tengtir an firehtir.
Mirovahî ne ji ber dogmayan, lê li gel hebûna wan û hewldanên wan ên teşedan û rêlibergirtinê jî, bi pêş dikeve.
Bîrdozî ne rastiyên neguherbar (static) in, lê di nav pergaleka ekolojîk-dîrokî ya firehtir de, xwedî rol in. Ew bi cîhana madî re, bi nakokiyên civakî re û bi strukturên psîkolojîk re (ku rê didin desthilatdariya tirs an meraqê ya li ser serdemekê), di têkiliyê de ne.
Li hemberî vê asoyê, dikare alternatîfeka nû bikeve rojevê û bibe pêdiviyek jî: Modernîteya Demokratîk, paradîgmayeke ekolojîk e ku ji her du aliyan, ji wêrankariya kapîtalîst û ji navendîparêziya Marksîst, wêdetir e.
Bîrdozî wek hêzên madî: Diyalektîkek bê dogma
Bîrdozî, an şert û mercên madî, dîrokê bi rê ve dibe? Ev pirs, demek dirêj wekî pirsgirêkeka dualî hatiye pêşkêşkirin. Ev pirsgirêkeka derewîn e. Tevgera rastîn a civakê diyalektîk e: nakokiyên madî bîrdoziyan diafirînin, bîrdozî strukturên madî ji nû ve bi teşe dikin û civak bi rêya aloziya navbera her duyan bi pêş dikevin.
Ji ber vê jî, ne dogmayên olî û ne jî doktrîna Marksîst tu carî nekarîne pêşveçûna mirovahiyê bi temamî kontrol bikin. Lê her duyan jî reng û teşe danê. Ev yek, caran rola katalîzatorekê lîstibe jî, pirê caran li hemberî pêşketin û pêşveçûnan bûye asteng.
Têgihiştina diyarker ev e: Hêza ramanan ne di rastiya wan de ye, lê di karîna wan a teşedayîna pênaseya tirs, zanîn û rastiyê de ye.
Siyaseta tirs, hêz û zanînê
Tirs, di civakên mirovahiyê de amûra siyasî ya herî kevn e. Ji destpêka xwe ve olan meraqê wekî gunehbarî, ramanên cuda wekî metirsî û lêkolînên zanistî wekî jirêderketin bi nav kirine û wisa jî otorîteya xwe parastine.
Lê ev hişmendî bi rêya modernîteya sekuler ji holê ranebû.
Dewletên Marksîst—ku îdia dikirin bi rêya "sosyalîzma zanistî" tevdigerin— heman strukturên epîstemîk ji nû ve hilberandin. Zanîn, bi destûr û qedexeyan, wekî şoreşger û burjuwazî, materyalîst û îdealîst, hate dabeşkirin.
Li vir, grîngî û hêjayiya analîza Michel Foucault ”hêz/zanîn” xwe dide der: her pergal rastiyên ku hebûna wan rewa dikin, diafirîne. Çi bi rêya qedexeyên dêran, çi jî bi rêya biryarên îdeolojîk ên Stalîn ên li ser genetîk û sîbernetîkê be, pergalên desthilatdar ne bi tenê kontrolkirina tevgeran, lê her di nav hewldana kontrolkirina rastiyê bi xwe jî de bûne.
Li gel dijminatiya nevbera ol û Marksîzmê jî, ev herdu hişmendiyên dijber, di bikaranîna tirsê de dişibine hev.
Marksîzm û paradoksa modernîteyê
Marksîzm wekî rexneyek geş a li dijî wêrankeriya kapîtalîzmê dest pê kir. Lê, piştî hate sazûmankirin, ew veguherî doktrîneka rizgariyê ku li ser zanînê xwe kir xwedî biryara destûrê û sînoran ava kir.
Di bingeha rexneya Marx de hişmendiya wêranker a modernîteya kapîtalîst heye. Di Kapîtal, Cild I, Beş 15 de, Marx dinivîse:
"Hemû pêşketinên kapîtalîst ên di cotkarî û çandiniyê de, ne tenê di hunera dizîna keda karker de, lê di heman demê de di hunera dizîna axê de jî pêşketinek e... Hilberîna kapîtalîst, di heman demê de çavkaniyên resen ên hemû dewlemendiyê - ax û karker - têk dibe."
Ev çavdêriyeka marjînal nîne, lê rastiyeka binesazî eşkere dike: pêşkeftina teknolojîk a kapîtalîzmê, nikare ji hilweşîna ekolojîk û jixwebidûrketina mirovan were veqetandin.
Lê, gava Marksîzm bû doktrîna dewletê, ji heman modernîteya Marx analîz kiribû, ditirsiya. Ev tirs bû sedema van tiştan:
teoriya Lysenko, ku ji aliyê Stalîn ve dihate destekkirin, zanista genetîkê bi dehan sal ser û bin kir,
genetîka klasîk wekî "burjuva" û "dij-Marksîst" hate binavkirin,
genetîstên li dijî Lysenko bûn ji kar hatin avêtin, hatin girtin an jî îdamkirin (Nikolai Vavilov yek ji wan e),
lêkolîn û perwerdehiya di genetîka nûjen de li Yekîtiya Sovyetê hate qedexekirin.
qedexeyên li ser sîbernetîk û zanista komputerê,
êrîşên li ser fîzîka kuantumê,
wêrankirina jiyana akademîk ji aliyê Şoreşa Çandî ve,
dogmatîzekirina huner û çandê.
Bi vî awayî Marksîzmê xeletiyên epistemîk ên olan -ku bixwe ew rexne dikir- dubare kir: parastina dogmayê bi tepeserkirina zanînê.
Pêşveçûna civakî a wekî çem
Pêşveçûna civakî dişibe avê. Ew dikare were bendkirin lê tu carî bi temamî nikare bê rawestandin. Her hewldana bisînorkirina wê, zext, şikestin û encamên nû yên nediyar diafirîne.
Mirovahî îro di serdemeka wisa ya zextê de ye. Krîzên avhewayê, rîskên teknolojîk û hilweşînên jeopolîtîk misogeriyên kevin bêîstiqrar dikin. Lê di heman demê de ew ji bo şêweyên nû yên rêxistinbûnê jî cîh diafirînin.
Pluralîzm, exlaq û asoyên ji dogmayan pakbûyî
Pêşveçûna civakî ya rastîn pêdivî bi van tiştan dibîne: li şûna tirsê vekirîbûn (durustî); li şûna mutleqiyê pirrengî; li şûna serdestiyê rêzgirtina ekolojîk; li şûna navendîbûnê beşdariya demokratîk.
Civakek ne dema nakokiyan ji holê radike, lê dema ku dikare wan bi awayekî exlaqî birêxistin bike, azad dibe.
Modernîteya Demokratîk: Guhertinek ekolojîk û civakî
Abdullah Öcalan, ji her du paradîgmayên têkçûyî wêdetir, Modernîteya Demokratîk wekî rêyeka sêyemîn formule dike:
modernîteya kapîtalîst, ku bi îstismar, komkirin û wêrankirina ekolojîk ve tê pênasekirin;
modernîteya sosyalîst a dewletê, ku bi navendîbûn, homojenbûn û kontrola dogmatîk ve tê pênasekirin.
Modernîteya demokratîk ne li dijî modernîzmê ye, lê ew modernîteya bê serdestî ye.
Stûnên wê ev in: domdariya ekolojî; rizgariya jinan û jîneolojî; piraliya pirçandî; demokrasîya yekser; meclîsên herêmî; konfederalîzma nenavendî; aboriyeke ekolojîk; rêxistinek bê serweriya dewletê.
Ew ne projeyek dijber a utopîk e, lê ji nû ve pênasekirinek bingehîn a modernîteyê bi xwe ye.
Konfederalîzma Demokratîk a di pratîkê de: Rojava
Rojava laboratuareka Modernîteya Demokratîk e û bi van re rû bi rû ye:
Krîza avê: Herikîna ava Firatê hîn jî pir li jêr asta dikare bê pejirandin e. Êrîşên drone pompeyên avê wêran dikin; 250.000 kes bêyî ava paqij in.
Nakokiyên enerjiyê: Rojê bi tenê 15.000 bermîl tê hilberandin û piraniya wê ji bo jeneratorên bingehîn ên herêmî ye. Mazot bi du qat biha tê îtxalkirin.
Vejîna DAÎŞ’ê: Ji meha Rezberê û vir ve li Dêrazorê zêdeyî 120 êrîş pêk anîn. Hevgirtina civakî û parastina civakê hîn jî pir girîng in.
Parçebûna piştî Esed: Tirkiyeyê ji meha Kewçêrê ve bi zêdetirî 300 êrîşan şerê xwe yê bi dronan zêde kiriye.
Di vê kaosê de, Konfederalîzma Demokratîk bi parastina karîna xwe ya xwelêanînê (adaptasyon) berxwedana xwe nîşan dide. Ew, li gel hewldanên astengkirina wê jî. mîna avê diherike.
Encam: ber bi serdemeka piştî-dogmatîk ve
Cîhan li ber deriyekî ye. Hilweşîna avhewayê, leza teknolojîk û bêserûberiya jeopolîtîk bingehên hemî modernîteyên berê dixe ber lêpirsînê.
Modernîteya Demokratîk van pêşkêş dike: demokrasiyek bê navendîbûn; modernîteyek bê serdestî; zanistek bê dogma; ekolojîyek bê îstismarkirin; mirovahiyek li derveyî hiyerarşiyê.
- Ew ne xaleka dawî ye, lê pêvajoyek e û tevgerek e ku bi pêşkeftinên li gorî rîtmên çerxî, ekolojîkî û civakî yên jiyanê re di nav lihevkirinekê de ye.
- Tenê bi dûrketina ji dogmayan mirovahî dikare di vê herikîna ne diyar de, di pêşerojê de rêya xwe bibîne.
- Tenê bi hemêzkirina cihêrengiyê civak dikarin li ser lingan bimînin.
- Tenê bi rêya etîka ekolojîk, modernîte dikare bi rastî modern bibe.
- Loma jî, Modernîteya Demokratîk ne tenê projeyeka siyasî ye, lê ew pêdiviyeka dîrokî ye jî.
2025-12-08
