1. Tekst

  2. Gotar

  3. Agit Yazar
  4. Ji devê Ewliya Çelebî Fermana Şengalê -1-
Ji devê Ewliya Çelebî Fermana Şengalê -1-,ji,devê,ewliya,çelebî,fermana,şengalê,1

Ji devê Ewliya Çelebî Fermana Şengalê -1-

A+ A-

Agît YAZAR

Xelek 1

"Ferman bi destê Melek Ahmed Paşa fetihkirina çiyayê bi por, çiyayê Sîncarê.

Ezbenî. Wexta Melek Ahmed Paşa waliyê Diyarbekirê bû, ev Yezîdîyên Çiyayê Sîncarê, êrişî mal û milkên gundiyên Mêrdînê dikir û riyên bazirganan dibirrî û ew dişêlandin. Paşê temamê xelkê herêmê hatin cem Paşayê me yê dilfireh. Gilî gazinên xwe jêre gotin û jê tikaya merhemetê kirin.
 
Paşayê me yê dûr didît xwediyên van gilî û gazincan li Diyarbekirê, li pêş çavên xelkê ji dîwana xwe qewirandin. Ewan jî nifir li Paşê kirin û bi dilên şikestî li Mêrdîn û li gundên xwe vegeriyan.

Lê li hêla din Paşa di dilê xwe de pîlana fermanekê li ser van Kurdên bi por û ser û bi mû saz kir. Paşê di dilê xwe de got: 'wateya şiîrê di dilê şaîr de veşartiye...'

Rojekê Melek Ahmed Paşa bi ûcba cixurandinê nameyeke şermezariyê ji Xanê Bilîsê re şand. Wî jî nexwest di bin şermezarkirina Paşê de bimîne û wî jî nameyeke ne li rê ji Paşê re şand.
Hingê Paşa bû xwê û ket agir. Ferman da ku ew ê fermana Xanê tûj ê Bilîsê rake. Rabû yek nekir dudu li wîyalî şetê Diyarbekir, li gundê Sa'îd kon vegirt û şand dû eskerên wilayeta Wanê. Roj bi roj esker kom bûn. Tevî eskerên Amîde, esker bû derya û çû.
Di vê navberê de Paşa, ji Diyarbekirê 70 beyraq û sekman civand ser hev. Her bayraqek ji sed heb eskerî pêk dihat. Bayraq vekirin qanûn bû. Hin ji wan peyade û hinek ji wan jî siwarî bûn.

Bi vî awayî artêşa îslamê, tevî eskerên paşayên derdorê, wilayeta Wanê û wilayeta Diyarbekirê hejmara 87.000 esker komî ser hev bûn. Esker tev bi rext û rivig bûn. Êdî artêşê xwe ji êrişa bi ser 3.000 eskerên di kela Mâferîka Bilîsê de bûn re, hazir kiribû.

Ji hêla Xanê Bilîsê Abdâl Xan, Mele Mehemedê Hakkarî, Zirikî Mele Cebrâîl, Mûdikî Alî Axa û Alî Axayê Kanhaderelî, bi kurtasî 70 kesên navdar û bi ewle hatin ji bo navbera Xanê Bilîsê û Melek Ahmed Paşa xweş bikin.

Hadîs: ji bo xweşkirina navbera du kesan, bi mebesta dayina xêra şehîdan, 80 kîs harcirah(?), 10 katar hêstir qumaş, zirx zireh-kulah, 6 tavla muteber hesp, 10 carîyên qîz û 10 heb koleyên ciwan yên nola gulmsnên bihuştê, her yek ji wan nola esilzadeyekî bûn.

Xanê Bilîsê bi diyariyan, axayên artêşa Melek Ahmed Paşa dewlemend kir. Tevdek şahî bûn, şikiriya xwe ji Xwedê re anîn û gotin em ji seferê jî pak bûn. Wê şevê, Paşê xebera ku sefera bi ser Bilîsê ve betal kiriye, belavkir. Hingê got; min Mehmed Emîn Paşayê lawê Şemsî Paşa, tevlî 10.000 eskerên wî, peywirdar kir û bi mebesta ez guharekî têxim guha, min bi wateya sond û peymanê tiştek bi guhan ve kir, bi kurtepist û min jêre got 'de haydê bimeşe, Allah rêber û alîkarê te be! Paşê jî min fatîheyek xwend. Mehmed Emîn Paşa cardin derbasî wî aliyê din ê şet bû.

Di vê navberê de gurr û gûmana ti mexlûqatî ji ti tiştî çênebû. Gnaayî Efendî, ji bo li ber dilê wî bigere ji Xanê Bilîsê re nameya dostaniyê nivîsand û bi Ahmed Axayê Bilîsî yê ji Erxaniyê ku bûbû navbênkar ber bi Bilîsê ve şand.

Wê şevê Paşayê xwedî keramet, 70.000 esker derbasî vî alî şet, hêla Diyarbekirê kir û li hêviya berbangê sekinî. Kude Mehmed Kedhuda, li gel Receb Kedhuda kir serdar. Wê şevê zaboqa Zerzevanê derbas kirin, berbanga roja din xwe gihandin Mêrdînê û di konik monikê piçûk de bi cîh bûn. Xwarin û vexwarin. Paşê tew tu nabê Mehmet Emîn Paşa bi 40.000 eskerên siwarî derdora Çiyayê Bi Mû(çiyayê şengalê) dorpêç kirye jî û Yezîdiyê Kurdên bê îman yên ku reviyane Çiyayê Bi Mû(çiyayê şengalê) daye ber guleyan..."

 

Wê bidome.

Têbinî 1: Diyar e hinek hevkarên Osmaniyan ên Kurd(nola kurdên AQPê yên niha) hene.

Têbinî 2: Melek Ahmed Paşayê Osmaniyan bi dekbaziyeke mezin, bêyî ku haya kesekî jê bike, oparasyonê bi rê ve dibe. Da ku kezebşewat û xêrxwazên miletê Kurdên Êzdî, berî artêşa Osmaniyan negihêjine Şengalê, xeberê nedine wan ku ew jî bergiriyên xwe negirin.