1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. JÊDERKÊN AVÊ
JÊDERKÊN AVÊ,jêderkên,avê

JÊDERKÊN AVÊ

A+ A-

 

Mordem Zel

 

Çavkanî ango serçavî, ji avên ku di şikeft, an jî dehlîz û navbirên bin erdê da top dibin û bi basinca hîdrostatîk, carna jî weke bixwaze çemekî bi heybet çêbike tê gotin. Ji avên bin erdê yên dertên rûerdê ra çavkanî têne gotin. Ji van avan ra li gor hin herêman weke bilqik, serçavî, çavkanî, kanî, jêderk jî têne binavkirin. Devernîgariyên çavkaniyan avên rûerdê yên bingehîn di nuqteya cirn û kurnên xêzikî da çêdibin.

 

 

Çavkanî, bi hêzdariyên cuda dertên rûerdê. Hin jê bi qasî ava kaniyekî, hin jê bi qasî çemekî çêkin, tenê ji jêderkekî, hin jê, ji kendalekî şilek ku bi qasî erdê şil bikin dinizilin û dertên.

 

Jêderkên geliyan di rewşên derhatina ava bin erdê da xwe didin rûerdê û av ji jor da diherikin. Di berpalên geliyan da çêdibin. Meriv dikare jê ra bêje jêderkên kendalan jî.

 

Jêderkên xeta erdhejê di xetên fayan da dertên rûerdê. Hege tebeqeyekî xitmandî hebe ev bi şikandina xeta fayê ra rê li ber derhatina avê vedike. Li gor herêmên xwedîbûnê jêderkên fayan bi pirahî jêderkên zêde avî ne.

 

Jêderkên tebeqeyan, ji jor da bi derbasok, ji jêr da jî xitmandî ne. Berê herikîna wan heman in. Avên bin erdê ber bi cihê serejêr ve dest bi herikînê dikin û weke çavkanî dertên rûerdê. Jêderkên ku avên wan ji jor da biherikin piranî wisa ne.

 

Avên karîstîk li herêmên karîstîk dertên rûerdê. Ev jêderk bi qasî çemekî çêbikin hêzdar in.

 

Jêderkên bi navber dertên di dema şilî û şilapeyan da zêde, di dema hişkahiyê da sekan û carna jî zuha dibin.

Yên demborî, li gor asta avên ji bin erdê dertên hêzdar û zehîf in.

Serçaviyên domdarî, tu caran zuha nabin û timî dibilbilin.

Yên ku ji kûrahiya bin erdê dertên jî, di rêwîtiya xwe da mîneral û maddeyan dihelînin û digirin binyata xwe. Van avan pir kêm di aliyê kîmyewî da xwerû dibin. Avên ku maddeyên helandî tê da kêm bin avên şîrîn in. Avên bi xwê avên ku zêde xwê tê da heliyane. Avên bi kirêc di jêderkên wan da zêdetir maddeyên karbonatên kalsiyûm hene.

 

Lewra jî av di jiyana mirovahiyê da cihekî jîngirîngî digire. Av, ne tenê tiştekê ji bo jiyînê, di rastiyê da jiyan bi xwe ye. Li rûerdê cihê ku cara ewilî jiyanê lê destpê kiriye cihê avî ye, Yanî Jîngeha ewilî cihê avî ye.


Gotinên miftehî :