1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. KELEŞO NÛ BI DARO
KELEŞO NÛ BI DARO,keleşo,nû,bi,daro

KELEŞO NÛ BI DARO

Di folklora kurdî de bi hezaran klam û serpêhatî hene ku bandora wan a li ser civakê bi qasî destanekî lehengiyê ne

A+ A-

 

Hin klam jî hene di nav civakê de bûne weke zarokek ji malê û têne heskirin lê hezar mixabin çîroka wan baş nayê zanîn.

 

Yek ji van klaman jî klama Keleşo ye.

 

Ev klam serê pêşî di radyoya Rewanê de hatiye bihîstin û piştre li hemû herêmên Kurdistanê belav bûye.

 

Her çiqas navê klamê Keloşo be jî hin herêmên din weke Mele Îsa û Seyrano jî nav lê danîne.

 

Keleşo, kî ye û ji kî re tê gotin?

 

Wekî tê zanîn çanda me ya folklorîk zêdetir li ser devê dengbêjan hatiye parastin û heta roja îro maye.

 

Ji bo qeyda nivîskî tunebûye bi demê re gotinên vê klamê jî weke gelek klaman hatine guhertin.

 

Klama Keleşo jî yek ji wan e.

 

Keleş, ji bo xortên ku nû dikevin dara xwe tê gotin, di heman demê de, ji bo xortên jîr ê şimşad û wêrek jî tê gotin.

 

Hema hema hemû hunermendên me gotinên klamê weke Keleşo kesekî nobedar bûye berevajî disitirin, lê di rastiya xwe de Keleşo ne nobedar bûye! 

 

Ji xwe dûrî aqil e ku xortekî nû bikeve dara xwe nobedarî bike.

 

Rastiya vê hevokê "Keleşo nû bi daro" ye, û ev jî tê wateya destpêka xortaniyê.

 

Ji bo xortên ku nû dikevin 13, 14 saliya xwe, dibêjin nû ketiye dara xwe.

 

Ev tê çi wateyê?

 

Wekî tê zanîn li ser erdnîgariya me şer û şabaş her tim hebûne û hê jî hene.

 

Berê şer, ne weke niha bi çek û sileh bûn, bi şûr û mertal, tûr û kevan û bi dar û keviran şer dihatin kirin.

 

Dema zarokekî bibûya xortekî 13, 14 salî digotin êdî destê wî darê digire. Yanê dikare şer bike.

 

Di klama Keleşo de, evîndara wî balê dikêşîne ser vê mijarê û jê re dibêje "Keleşo nû bi daro"

 

Rengê dildarî û heskirinên berê cûda bûn.

 

Keçika ku dildarê Keleşo bûye, navê wê Seyran e û emrê wê li gor Keleşo mezin bûye.

 

Ji bo emrê wê mezin bûye û Keleşo biçûk bûye, bêçaretiya xwe weke bendekî ji avê di navbera wan de hebe bilêvkiriye.

Ev jî balkêşiya heskirina wê ye.

 

Keleşo, nû bi daro 

Wey lo lo lo lo wey lo lo lo

Lawiko, nû bi daro

Yar dilê min û emrê te

 

Keçik li vir dixwaze vî bêje;

Keleşo, tu hê nû ketî dara xwe û ez mezin im, ez ê çawa bikim ji dilê xwe û emrê te!

 

Klam wisa didome..

 

Keleşo, pirê çêke

Wey lo lo lo lo wey lo lo lo

Lawiko pirê çêke

Yar dilê min û emrê te

 

De tu kevirê mermer lêke

Wey lo lo lo lo wey lo lo lo

De tu kevirê mermer lêke

Yar dilê min û emrê te

 

De tu navê min û xwe lêke

Wey lo lo lo lo wey lo lo lo

De tu navê min û xwe lê ke

Yar dilê min û emrê te

 

Li vir peyamekî dide Keleşo, ku ji heskirina wê re bibe bersiv û çareyekî bidîne.

 

Çêkirina pirê ya bi kevirê mermer û nav lê dan jî, bi xwe nîşana mezinbûna heskirina keçikê ye û gotineke dîrokî ye.

 

Lewra jî ev klam bûye yek ji klamên herî watedar.

 

Keleşo nû bi daro

Wey lo lo lo lo wey lo lo lo

Lawiko nû bi daro

Yar dilê min emrê te

 

De ji obê were xwaro

Weylo lo lo lo weylo lo lo

Tu ji hafê were xwaro

Yar dilê min û emrê te

 

Berê hevdîtina keç û xortan, li ser kaniyê, li ser xanî û li pişt şibakan bûn. 

 

Di gotina "Ji obê an hafê were xwar o" de dixwaze bêje; ji nav qefleyê (ob) derkev were xwarê. haf jî di wateya cihê bilind an berbiçav de hatiye bikaranîn. 

 

Şev yek e diz hezaro

Weylo lo lo lo weylo lo lo

Şev yek e derd hezaro

Yar dilê min û emrê te

 

Di vê çarînê de keçik dixwaze bêje were min birevîne, lewra jî behsa şevê û hezar dizan dike. 

 

Berê, keç û xort bi şevê direviyan. Dixwaze bêje rev bi dizî ye û şev tarî ye, ez ê li ku bizanibim bê ka kî min direvîne.

 

Gotineke mezinan heye dibêjin:

"Sêv li darê ye hezar kes kevirê davêjin"

 

 

 

Keleşo heşmet heşmet

Weylo lo lo lo weylo lo lo

De tu bajo konê pêş me

Yar dilê min û emrê te

 

Li vir balê dikêşîne ser îhtîşamiya Keleşo.

Gotina Heşmet, peyvekî kevn e û di wateya heybetiyê de hatiye bikaranîn.

 

 

Keleşo mele Îsa

Wey lo lo lo lo wey lo lo lo

Lawiko mele îsa

Yar dilê min û emrê te

 

Qeytana devê kîsa

Wey lo lo lo lo wey lo lo lo

Fîncanê dest û rêsa

Yar dilê min û emrê te

 

Navê Keleşo yê rastî Îsa ye û bavê wî mele bûye, lewra jî keçik van gotinan pê ve girêdide û wî dişibîne qeytana devê kîs an.

 

Paşgotin..

"Bila mirov qeytana devê kîsa be zêr û zîvê qelşikê kuwaran nebe!"

 

Mordem Zel

22/12/2018 Licê


Gotinên miftehî :