KOMPLO Û RAMAN,komplo,û,raman

KOMPLO Û RAMAN

A+ A-

Mahabad Felat

Pergala desthilatdar a kapîtalîzma hoveber, xwe li ser tirs û lawaziyên mirovahiyê dijîne û ji bo kûrkirin û berfirehkirina van tirs û lawaziyan, serî li hemû rê û rêbazên dermirovahî dide û bi ser jî dikeve. Dînamîzma mirovahiyê tê kuştin, hest û mêjî têne şemirandin. Lewre yek rêyeka bi tenê ya xweliserlinganhiştina vê pergala hoveber bi tenê ev e.

 

Komploya navneteweyî li dijî ramanekê hate kirin. Ev raman, li dijî hemû êrîş û gemariyên pergala kapîtalîst a hoveber hêviya hemû morovahiyê ye. Rizgariya mirovahiyê ji xwerizandin û tunebûnê, bi serkeftina vê ramanê ve girêdayî ye. Sedema harbûna vê pergala dermirovahî ev e. Lewre tunebûna xwe di vê ramanê de dibîne.

 

Hezar silav li afirînerê vê ramanê Rêber APO

 

”Gelên li hember pêkutiyan serî pêl kiribin koleyên daxistî ne û kole nayêne hezkirin. Şerê me, şerê rizgariya ji vê koletiyê ye, loma jî şerê hezkirinê, yê evînê ye.”

 

”Di nav gemariyên dîrokeka pir kevnar de cewherek veşarî ye. Ew cewhera gelê kurd e û ev şerê me yê mezin ji bo derxistina holê ya wê cewherê ye!”

 

”Şoreşger ew kes e ku dikare ji lerzînên mîkroskobîk ên navbera man û nemanê yên guleka narîn a ji nav qelîştekên wekî mû zirav yên zinarên mezin, peyamên mezin bigire. ”

 

”Heya mirov nebe xwedî kesayetiyeke serhildêr, mirov nikare bibe rewşenbîr.”

 

”Ji bo rewşenbîriyeka resen, kesayetiyeka şoreşger a resen divê.”

 

”Zimanê rewşenbîrê girêdana xwe bi rastiyên jiyanê re nîne, nexweşînên bîr û boçûnî, yên derûnî belav dike.”

 

”Romana kurd beriya bê nivîsîn dê bê jiyîn.”

 

”Hestên bilind bandorê li ser mêjî dikin. Mêjî jî bandorê li ser hestan dike. Lê hestên hatine tengkirin û bi tenê bi ajoyan ve hatine girêdan, mirovan ber bi ajaliyên ve dibin. ”

 

“Raman xwe radestî ajoyan kiribe, qediyaye. “

 

“Mêjiyê mirovên bêyî hest naxebite, ajoyên wan dixebitin. “

 

“Heya mirov xwe negihêjîne rastiyan, ne pêkan e mirov xwe bigihêjîne hêz û kesayet û nasnameya xwe. “

 

“Bibime wekî derdora xwe, dê bilindahî raweste.”

 

“Bixwazî xwe ji yên te dadiqurtînin rizgar bikî dive bibî alternatîf. Dema bibî mîna wan, nikarî bibî xwe. Bi teşeya xwe jî kurd bî, dîsa jî yê wan î êdî. Dema bibî yê wan, çendî şareza û jîr jî bî, tu dê ji aliyê desthilatdarên xwe ve piçûk bêyî dîtin.”

 

”Hezkirina li ser bingeheka rast, edalet, bedewî û kedeka mezin divê, serkeftineke mezin divê. Kesên nikaribin vê pêk bînin nikarin hez bikin.”

 

”Jin, wekî welatekî ku divê bê rizgarkirin e.”

 

”Jina azad Kurdistana azad e û mêrê azad e jî.”

 

”Radeya azadiya jinê, radeya azadiya civakê û ya welat e.”

 

”Em afirînerên evîna kurd a kuştî ne.”

 

”Nakokî neyêne çareserkirin û ji bo wê şerên mezin neyêne dayîn, kesayet ji dereweka mezin pêştir tiştekî din nîne. ”

 

”Kesên nizanibin bi ser bikevin, nikarin parve jî bikin. ”

 

”Grîng e mirov bi rastiyê re xiyanetê neke!”


Gotinên miftehî :