1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. KURDÊN ANATOLYA NAVÎN Û SERPÊHATIYEKÎ
KURDÊN ANATOLYA NAVÎN Û SERPÊHATIYEKÎ,kurdên,anatolya,navîn,û,serpêhatiyekî

KURDÊN ANATOLYA NAVÎN Û SERPÊHATIYEKÎ

Bi hezar salane hêzên desthilatdar û dagirker bi siyaseta pişaftin, perçekirin û qirkirinê hebûna xwe li ser kurdan ferz dikin

A+ A-


Ev rê û rêbaz hin jî di meriyetê de ye. Yek ji qurbaniyê vê rêbaza giran jî Kurdên Anatoliya Navîn in.

Kurdên Anatolya navîn, digel hemû hewildan û polîtîkaya serdestan, hê jî qismek li ser eslê xwe ne û bi ziman û çanda xwe dijîn.


Li gor hin çavkaniyan tê gotin, koçberiya Kurdên Anatolya navîn, di sala 1184'an destpê kiriye heta nîvê sedsala 19'mîn dewam kiriye.

Koçberiya herî zêde di serdema împaratoriya osmaniyan de (1470-1520 Selîmê 1'mîn) bi navê siyaseta îskanê çêbûye.


Pirahiya van koçberiyan ji ber sedemên siyasî û aborî ne.

Bi taybet pêkhatina koçberiya di dema Împaratoriya Osmaniyan de, ji ber sedemên ekonomî û siyasî çêbûne.

Rêveberiya împaratoriyê, ji bo veguhestin, perwerdehî û hilberandina leşkerî, xelkê herêmê mecbûrê koçê kirine. 

Ji ber ku Împaratoriya Osmanî di vê pêvajoyê de hebûna xwe xurt bike bi van rê û rêbazan dagirkeriya xwe xwestiye ferzbike. 

Li aliyekî, li ser kurdan siyaseta qirêj meşandine, li aliyekî jî bi dewletên cîran re hevkarî çêkirine û digel kesên ku dixwazin serxwebûna xwe bi dest bixin siyaseteke qirêj meşandine.


Ji sedsala 18'an heta nîvê sedsala 19'an eşîrên wek, Rişwan, Şexbizinî, Canbeg, Têrkî, Mîkaîlî, Yambekî, Badilî, Koyîbanî, Seyfanî, Atînanî, Mahasî, Pisiyan, Beskî ji herêmên wek Licê, Pîran, Hezro, Karaz, Hezo, Xana Hewêl, Qabilcewz û hwd ji aliyê Împaratoriya osmaniyan ve koçî Anatoliya Navîn hatine kirin.

Qismek jî tê gotin ji ber sar û sermaya Şeşadarê koç kirine. Şeşadar, yek ji cejnên destpêka biharê ye, li hin herêman bi navê sibatok jî tê zanîn.

CIH Û WARÊN KURDÊN ANATOLYA NAVÎN

Li Haymana û li Qonyeyê 75 gund, li Cihanbeyli, Încow, Yunak, Qulî, Bala, Polatlî û Enqereyê 102 gund, li Kirşehirê 52 gund, li Nevşehirê 50 gund , li Çîçekdagi û Aksarayê 39 gund û li Koçhisarê çend gund hene.

Xelkê navçeyên Cîhanbeylî, Qulî, Yûnak, Yenîceboca yên Qonyayê hema hema hemû kurd in.

Navçeyên Haymana, Polatlî, Şereflîkoçhîsar, û Bala yên Enqerê, navçeyên Kaman, Çîçekdagi û Boztepe yên
Kirşehîr û nîvê gundên girêdayî navendê gundê Kurdan in.

Dîsa bi van navçe û gundên sînorê Aksarayê ve kurdên Kirmanç (Zaza) hene.

Li Yozgat, Tokat, Çorûm û Amasyayê zêdetirî 40 gundê kurdên Zîlanî hene..

Van gundên kurdên Zîlanî pirahî di nav sînorên navçeyên Zîle, Çekerek, Alaca û Ortakoy de ne.

Kurdên aliyê Elbistana Mereş û Sariza Qeyseriyê zêdetir bi erdnîgariya Kurdistanê ve girêdayî ne.


SERPÊHATIYA KURDEKÎ JI PÎRANÊ

Piştî koça kurdên Anatolya navîn, Kurdekî ji eşîra Têrkiyan demekî dirêj şûnda ji bo pirsa bav û kalên xwe bike ji aliyê Pîrana Amedê bi siwarî diçe mêvaniya kurdên Anatoliya Navîn.

Di çanda eşîran de taybetmendiyeke heye, sebebê çûna mêvanan heta sê rojan nayê pirskirin.

Mêvan jî heta jê neyê pirsîn xwe nade nasîn.

Ev camêr, bi şev û rojan dikeve ser rê û dirban û piştî demekî dirêj digîje gundekî Konyayê û li malekî dibe mêvan.

Piştî xêrhatin û hal hewalan, xwediyê malê jê dipirse; "Tu ji çi xwarinê hesdikî, ez bêjim bila kevanî ji te re çêbikin."

Mêvan dibêje; "Ji min re GEBOL'ê çêkin."

Gebol, xwarineke kevn e û kevneşopiyeke bav û kalan e.

Armanca wî ew e ku ceribandina xwediyê malê bike, ka li ser esl û feslê xwe ne an na.

Xwediyê malê jî nizane ka xwarina gebolê çi ye û bi çi şêweyî tê çêkirin.

Ji kevaniya malê re dibêje; "mêvanê me got ji min re Gebolê çêkin, ez bi xwe nizanim gebol çi ye lê min fedî kir bêjim nizanim, ger tu dizanî jê re çêke" 

Kevanî jî heyr û miheyrî dimîne û dibêje; "weleh ez jî nizanim bê ka Gebol çi ye û bi çi tê çêkirin."

Xwediyê malê yek du zarokên xwe dişîne malên ciranan dipirsin lê cîran jî nizanin.

Netîce ji kî dipirsin kes nizane ka Gebol çi ye û çawa tê çêkirin.

Jinekî pîr û temendirêj di gund de hebûye, êdî hema hema li ber mirinê bûye, diçin ji wê dipirsin, ka Gebol xwarineke çawa ye û bi çi tê çêkirin


Her çiqas pîrê temendirêj be jî li ser hişê xwe bûye û ji çanda xwe dûrneketî bûye. Pîrê ji wan re tarîfa xwarinê dike, lê ji ber kêmasiya Çortan bi orjînalî nayê çêkirin.

Ji toraqa ku kund dikin û li ber tavê hişk dikin re Çortan tê gotin.

Taybetmendiyeke gebolê heye, dewê çortan nebe tehma wê nexweş dibe.

Çortan, di qehfikek cerê avê de bi darikan tê tevdan û helanîn (pişaftin) û dewekî taybet jê derdike. Ev dew tenê ji bo gebolê tê bikaranîn.

Gundî li ser pêşniyara pîrê hewl didin ku çortan peyda bikin lê nayê peydakirin.

Li ser tarîfeyê pîrê, simêdiya xwe di nav avê de dipêjin û pûndik û rûnê xwe diqijilînin lê dewê çortan kêmasî dimîne.

Dibêjin em ê dewê meşkê têxin ser gebolê wê çi bibe, qey mêvan me rezîl nake.

Dema xwarinê amade dikin mêvan li tama xwarinê mêze dike û diponije, dibêje; "hûn ji eslê xwe, ji koka xwe, hatine dûrketin û wekî çortanê dewê gebolê hûn hatine pişaftin."

Diçin ji pîrê re dibêjin ku mêvan kêmasî di xwarinê de dîtiye,

Pîrê dibêje ew kî heye kurdê bi esl e û ji eşîra me ye.

Pişaftin tenê ne di warê zimên de ye. Ji xwarin û vexwarinê bigirin heta deng û awaz û devokê, ji cil û bergan bigirin heta liv û tevgerê jî divê mirov hayî li xwe hebe ji koka xwe dûr nekeve.

Bi hêviya ku her Kurd, bi hişmendiyekî zanyarî li esl û feslê xwe û li zimanê dayîka xwe xwedî derbikevin.

Mordem Zel
21/02/2019 Licê