1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Keleha Gundê Azû /Tendûrekê
Keleha Gundê Azû /Tendûrekê,keleha,gundê,azû,tendûrekê

Keleha Gundê Azû /Tendûrekê

A+ A-

Fêrgîn Melîk AYKOÇ

Tirkan nave cihê keleh lê û kelehê kirine “Derebogaz Kelesî” Ez derketim nêçîra navê Kurdî lê mixabin tenê navê “Zuxrê Kelê” û çemoka “Azû” bi destê min ketin, bi vê jî kêfxweş im, ew jî mezinên gund dibêjin ku “mezinên wan” wisa gotine. Yên ji pencîyî berjêr tenê û tenê navê “Derebogaz” dizanin. Ji wê çemoka di ber kelehê re derbas dibe re jî “Azû” gotine, lê niha nivşên ciwan vê nizanin, çemê Dereboxazê dibêjin. Ev keleh bi qasî 4 kilometreyan li bakurrojhilatê gundê Tendûrekê (Hasretpinar) û 8.5 kilometre û nîvan jî li başûr Rojavayê bajarê Milazgire, li başûrê rêya Tendûrek û Milazgirê ye.

Navê gund yê herî kevn “Azû” ye. Ev jî berî her tiştî navê yekem paytexta Xaldiyan /Urartuyan tîne bîra mirovan. Paytexta Xaldiyan ya yekem AZAŞKUN jî di nava xaka Milazgirê de bû. Peyva “Azû” ji bo me weke peyama mizgîniyê ye, ev dikane bibe kilîta lêgerîna cihê bajarê AZAŞKUNʼê. Ev navê “Azû” li hawîrdor pir zêde nayê nasîn, bi giranî peyva “Tendurekê” tê bikaranîn. Ha têkiliya vî navî bi çiyayên Tedndûrekêre tine, çiyayê Tendûrekê ji vir heri kêm 150-200 km dûr e. Berê komkujiya Ermeniyan nîvê şêniyên gund Ermenî û nîv Kurd bûne. Wê demê li herêmê gundê herî mezin bûye. Niha li dor 1300 kesî li gund dijîn, her wiha ji ber nebûna kar, herî kêm ewqas jî ji gund derketine û çûne bajarên Rojavayê Tirkiyê. Jiyana gundiyên Azûyê bi giranî bi çandiniya dexl û zexîreyê ye, hinek dewar û sewal jî li gund hene.

Min çawa di paragrafa pêş de jî nivîsiye, “Keleha Azû” li ser girê di navbera çemoka Azû ya li Rojavayê gir û wê çemaka piçûk ya ji aliyê Rojhilat ve tê û di bakûrê girê keleh li ser e de digîhîjin hev, jiwê jî girê zinarîn li bakûrê kelehê wekî çengeyekê asê xuya dike. Girê ji derdora xwe bilindtir, bi qasî 1582 metre ji deryayê bilindtir e. Di tapo qadastroyê de bi hêjmara (J48A18.1.) hatiye tomarkirin, koordînatên wê jî wiha hatine dayîn.39° 06`29“ bakur, 42° 28`50 Rojhilat. Zinar /baxirên aliyê Rojhilat 40 m. bakur 39 m. û nîvê Rojava jî zinarînê bi bilindahiya 40 metreyî weke dîwarekî xwezayî bilind dibe. Keleh ne mezin e, bi pîvana 55,00 x 35,00 metreyî ye û çarnîşkek xwar e. Li aliyê bakurêrojhilat cih bi cih 3 metre li pey hev sê rêz dîwarên sûrê hê li pê ne. Kevirên sûrê hetanî newalê gilorbûne, cih bi cih weke xilxil xuya dike.

Girîngiya ve Kelehê ew e, li bakurê kelehê bi qasî 300 x 200 metre berahiyê, her wiha li aliyê Rojava û başûr jî li herêmeke berfireh goristaneke dîrokî (Nekropole) heye. Goristaneke bi vê mezinahiyê, nîşana cigeheke mezin e. Gorên li vir, bi taybetî jî yên bakur di rengeke gelek taybetî de ye. Gor bi giranî di forma jûran de, cih bi cîh jî gorên weke sandiq bi kevirên birrî hatine çêkirin. Di nava goristana dîrokî de parçeyên kûz, fera û cêrên ji Serdema Hesin ya destpêkê hatine dîtin. Yanê goristaneke Xaldiyan e. Di çend gorên bakur de jî mohrên Xaldiyan (Ûrartû) hatine dîtin. Ewqasa gor û li gel wê hin gorên mirov jê têdigîhîje ku yên rêvebiriyan e û li yek cihekî ne!. Li derekê din gorên bi vî rengî tinene. Hem navê gund ê kevn “Azû” û hem ev goristana mezin bi aşîkarî nîşanê me dide ku paytexta Xaldiyan “AZAŞKUN” li nêzê vê kelehe û goristana dîrokî ye. Ji ber ku êdî bi aşîkarî tê zanîn ku Xaldî ji pêşiyên Kurdan yek e, dagirkerên ku ji hemû rastiyên dîrokî yên bi dîroka Kurdan re têkildar wek ruhustînê wan be jê ditirsin û naxwazin li bajarê Azaşkûnê bigerin. Mixabin ku gelek gorên taybet yên di nava vê goristanê de jî, bi destên gêncînegerên bela serê cihên dîrokî hatine ruxandin. Bi hêviya ev bêwîjdanî ji wan û fermandêre wan re nemîne. Divê gelê me êdî vê bizane gêncîneger, dijminê dîroka me û dijminê mirovahiyê ne!. Bîsta hatin dîtin bila serê wan were pehnkirin!

Ji naveroka vê rêzenîvsê jî tê fêmkirin ku ev ne tenê danasîna kelehan e, bi hin pirs û pirseşanan jî be, ev lêgerîneke bingehê dîroka me ye. Bi hêvîya arkologên pispor li pey vê rastiyê bikevin, da ku bikanin, herî kêm cihê kavîlên paytextê Xaldiyan “AZAŞKUN”ê bibînin. Bi van hêviyên jiyanî, hetanî agahiyên keleheke din bimînin di nava xweşî û tendûristiyeke bijûn de.

 

YENI OZUR POLITIKA


Gotinên miftehî :