1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Keleha Ribat Çarşîkelta (Bajarê nav kelehê)
Keleha Ribat Çarşîkelta (Bajarê nav kelehê),keleha,ribat,çarşîkelta,bajarê,nav,kelehê

Keleha Ribat Çarşîkelta (Bajarê nav kelehê)

A+ A-

Keleha Rabat/Ribatê her çendî ji zû ve jî tê zanîn, li ser hê jî lêkolînên arkolojîk ê zanistî pêknehatine. Bes Serkan Erdogan ê di warê arkolojiyê de pispor bi alikariya  Prof. Dr. Turgut Yigit ê ji zanîngeha ziman û dîrokê ya Enqerê destûr ji wezareta Çandê sitandiye, bi alîkariya berpirsiyarên herêmê û keyayê gundê Çemçê çûne mezra Ribatê, tenê bi lênêrîneke destpêkî hin agahiyên girîng bi destxistiye û ev ragihandiye bala giştî. Min di nivîsên din de ji ragihandibû ku welatê me di warê lêkolînên arkolojîk de hê jî wekî xozaneke ji ber çavan wenda ye. Em nizanin çi rastiyên dîrokê yên di xaka me de veşartî hene.

 

Gundê Çemçê û mezra wê Ribat di sêkoşeya xaka Çemîşkezek, Xozat (Hozat) û Dersimê de ye. Li ser rêyên kevn ên çend gelî û newalan ji hev diqetîne û ciheke herî stratejîk e ku herêmên Xozat, Çemişkezek û Mamikiyê bi hev ve girê dide hatiye avakirin. Li Bakurrojavayê keleha ribatê Geliyê Ribatê heye. Ev gelî geliyekî gelek kûr, asê û cihên bi sedan şikeftan e. Her wiha di gelî de avşareke ji zinareke 50 – 60 mêtro bilind tê xwarê jî heye û gelek balê dikişîne. Hima li ber derê newalê pireyeke kevir ya ji dema împaratoriya Roma maye hê jî li pê ye. Ev xweşiya gelî, avşar, cih û awayê avakirina pirê, gelek tûristan dikişîne herêmê. Bi restore û reklamekê baş dikane aboriya heremê re bibe alîkar.

 

Cihê kelehê gelek mezin e, bi qasê sê qaden pêgogê ye. Li gorê pîvana fermî 300 x 200 m. Ev tê wê wateyê ev dever bi zimanê Hûrî û Mîtaniyan “Çarşî-kelta” yanê çarşiya (bajarê) nava kelehê ye. Me çawa di pêş de jî nivîsiye, hê lêkolînên bingehîn ên bikane agahiyên têr bide li vir pêknehatine, tenê agahiyên nîvco hene. Lê ji berhemên Dema Hesin, ferfûrên dema Mîtaniyan bigire hetanê ferfûr û kûzên bi sorahiya Ûrartûyan, ji berhemên dema Girêkan bigire hetanê Selçûkiyan berhemên gelek serweriyan li vir hatine dîtin. Keleha bingehîn ya devereke piçûk digire ji ber avahiya wê, Teraştina keviran, deriyên bi derence di şikeftan re derdikeve kelehê bi zelalî nîşanê me didin ku bingeh di dema Ûrartûyan de hatiye avêtin. Lê sûra dorê di nêrîna yekem de forma surên Serkariya Roma nîşan dide. Eger arkologên pispor bi bingehîn li ser vê heremê têkevin nava kolan û lêkolînan wê bikanin gelek aliyên dîrokî yên vê herêmê zelal bikin. Her wisa ji tûrîzmê re vekin. Ji ber ku bi aliyê xwezayê ve jî ciheke bêmînak e. Xweşiya xwezayî ya li vir heye li ti erdnigariyê tine.

 

Bi lênêrîn û lêkolînek tiştên li rûyê erdê kelehê xuya dike, nîşanî me dide ku ev dever herî kêm berê 3000 salî ji jiyana mirovan re malxweyî kiriye. Di nava kelahê de li gel gelek avahiyên rêveberiyê ku mirov dikane tenê bi derenceyan re hilkişe têkeve hundirê wan. Her wiha ev avahî bi tunêleke di bin erdê de bi hev ve girêdayîne. Li nava kelehê çalav, kevirîn aş û binkevir, sîndîr, sarinc û di zinarên nêzê kelehê de jî gelek gorên di zinaran de hatine kolan bê zirarekê hetanê îro hatine. Di geliyê Ribatê de jî şikeftên bi destan hatine çêkirin hene.

 

Gelê herêmê navê “Bajarê Morahiyê” li vir kiriye. Hin jî “Şarî Mor” dibêjin. Ev dever 29 km li Başûrrojavayê Mamikiyê (Dêrsimê) dikeve. Di nava xaka Dêrsimê de cihê dîrokî yê herî mezin û lêkolînên bingehîn li ser pêknehatine ev der e. Tê gotin ku peyva “Ribat /Rabat” peyveke Erebî ye. Di dema şerên Îslam û Bîzansan de ev der wek qorziya herî bakur hatiye binavkirin û ev nava ji wê demê ve maye. Li gor daneyên Osmaniyan ev der di sedsala 16 de wek Ribat hatiye binavkirin û ev der bi awayê nahîye bi Sancaxa Çemîşkezekê ve girêdayî bûye. Ev cihê dîrokê niha di belgeyên dewletê de wek ciheke dîrokî divê were parastin hatiye tomarkirin, lê bê tespîtkiran xebateke rû hê ti xebatê pêdivî pê hene pêkneanîne.

 

Çawa di tevahî nivîsên min yên li ser kelehan de bi zelalî derdikeve pêş, cîh, keleh û bajarên dîrokî yên li welatê me jî di bin kareseteke têkbirinê de ne. Gelek caran qaşo bi navê xwedîlederketinê, tên xirakirin, rastiyên tê de tên belovajîkirin, yan jî ji diz û talankerên dîrokê re tên hîştin. Gelek zelal e ku ew jî bi hêviya azadiyê dinalin, li benda rizgariyê ne. Kurtûkurmancî rizgarkirin û azadkirina welatê me ne tenê azadiya gelê me her wisa jî azadiya dîroka di xaka me de veşartiye. Bi hêviya em di agahiyên keleheke din de bi hev re bin, Ji we giştan re serkeftin.