Kevok /Gogerçîn,kevok,gogerçîn

Kevok /Gogerçîn

A+ A-

Fêrgîn Melîk Aykoç

Werin em hinek li ser peyva „gogerçîn“ rawestin. Lewre, ji ber ku tirk dibêjin „Güvercîn“  her kes vê peyvê weke peyveke tirkî dizane, yan jî wekî peyveke tirkî destnîşan dike. Lê ev ne rast e. Her tiştên ku Tirk ji xwe û zimanê xwe re dikin mal, ne yê wan e. Em jî hînbûne û her peyvên di tirkî û erebî de hebe, wek peyvên tirkî /erebî destnîşandikin, ev şaşiyeke mezin e. Em mînaka uygurî bigirin; berê li cihên Uyguran mîrîtîyeke bi navê Taxorî hebû, ji nava eşîra Taxoriyên (Kurd in)  ji Albanya Kafkasyayê koçberê wir bûbûn, bi têkçûna wan re, hemû peyv û ananeyên wan ji Uyguran re ma. Dîsa em dizanin hin nivîsên li ser gorên nêzî çemê Yenêsey jî bi kurdî hatine nivîsandin. Belgeyê vê henin, hem jî di nava belgeyên Macarîstanê de. Macar dema li Asyayê li bingehê xwe digerin vê dibînin û dinivîsînin.

 

Derewên etîmologên tirkan

 

Etimologên tirkan ji zanist û exlaqê etimolojiyê pir dûr in. Di nava çarçoveya „Güneş-dil teorîsî» de tevdigerin. Ji wê jî dema bingehê peyvekê bigihîje Kurdî, bi giranî peyva „eskî türkçe“ bikartînin. Nizanim ka ev „eskî türkçe“ li ku hatiye axaftin û li ku heye? Lê em dizanin ku piraniya peyvên weke „eskî türkçe, yerli dîl,“ tên destnîşankirin, bi giranî ne peyvên tirkî ne, ji % 80 yî wan peyvan bi kurdî ne. Lê dîsa jî em ji etîmologek wan çend gotinên li ser vê peyvê gogerçîn bigirin.

Seven Nîşanyanê wan di vî warî de piştî him û ciman wiha dinivîse: «Eski Türkçe: [ Kaşgarî, Divan-i Lugati't-Türk, 1073]kögürçgǖn: al-ḥamām [güvercin]» 

Lê ev tenê di kigizî de heye û Kirgiz dibêjin:„көгүчкөн“ (Koguçkon), yanê etimologên tirkan ev jî rast nenivîsîne. Ev jî ji devokek tacîkî «gogcta /kogcta» hatiye girtin. Rast çi têkiliya peyva «güvercîn» û «Koguçkon» bi hev re heye? Ma di dîroka dengzanîna tirkî de gühertineke wiha heye?

.

Pirs: 1. Rast, zimanê Kaşgarli Mehmud çiqas Tirkî bû? Dema mirov li zimanê Kaşgarli Mehmud binêre, bi zelalî dibîne ku zimanê wî ji % 80 Arî û erebi ye. Em hîndî çînî û taxorîkîya di nav zimanê Kaşgarlî de bidin aliyekî, wê çaxê tenê sed peyvên dibe ku tirkî bin jî namîne. Yanê Kaçgarlî ne ferhenga tirkî ye. Her wiha di nivîsên Orhunê de jî tenê li dora sed peyvî heye ku ew jî gişt ne tirkî ne. 

 

Pirs 2. Gelo di zimanên wek koma zimanê tirkî tên bi navkirin de ev peyva „güvercin“ heye?

Mongolî „тагтаа“ (tagtaa), Özbekî „kaptar“, Kirgizî „көгүчкөн“ (Koguçkon), Uygurî „galemb“

Ji ber ku kazakî û azerî gelek gotin ji tirkiya Antolya girtine, pêdivî bi wan tine.

 

Pirs 3 – Di tirkî de kîteyên weke „ger“ û „çîn /cîn“ hene?

Min li ferhengên wan nêrî, tê de nedit, yan jî ez rastê nehatim. Bi hêviya keseke din çend peyvên bi van kîteyan bibîne û lê zêde bike. 

 

Pirs 4. Welatê „kevokan /gogerçînan“ yê qedîm ku derê ye? 

Anegorî lêkolînên zanistî bi giranî cih û ware kevokan Rojhilata Navên, başûrê Asyayê hetanî Avusturalyayê ye. Kevoka ku li Ewropê weke kevoka Tirkan tê nasîn jî, welatê wê Anatolya ye. Yanê ti têkiliya wê bi Taklamakanê re tine. Anegorî lêkolînan kevok pir dû re li her derê belavbûne. Bi gotineke kurt kevok dû re li navenda Asyayê jî belavbûye. 

Ji ber van rastiyan mirov nikane peyva «Gogerçîn» bi zimanê tirkî ve girê bide. Divê ti kes vê gotinê neke malê tirkan.

 

Pirs 5. Di zimanên din de navê vê balendî çi ye?

Sankristî = Ta /Tago,  Rusî = golube, Sirbî = Golubica

Tişta balkêş ev e. Di zimanên silavî de kîteya «go» kîteya sereke ye. Her wiha ev kîteya «go» di sankirîstî de jî heye. Hele peyva «Golubica» ji peyva «gogerçîn» ne dûr e.

 

Pirs 6. Ma peyva «Gogerçîn» bi kurdî ye?

Bêguman pêdivî bi lêkolînên gelek kûr û berfireh hene. Lê nîşaneyên vê peyvê yên ku rastiya wê ya bi kurdî re têkildar dide dest jî, hene, ezê li ser wan rawestim. 

Carê di pirtukên Tirkan ên berê de ev mijara Kaşgarli Mehmud, Uygur û muygur zêde tine. Bes zimanzanên tirkan ev peyv anegori lihevanîna dengzanîna li ser bingehê «Güneş Dîl Teorîsî» dane rûniştin  û «gogerçîn» qurifandine û kirine «güvercîn» yanê ev çêkirineke pir dû re ye. Têkiliyên bi zimanên Asya yên tirkî re jî piştê hilweşîna pergala Sovyetê zêdetir bû. Jixwe ji wê vir ve jî etîmologên Tirk her tiştî bi Taklamakane ve girêdide.

 

Em li nava Kurdan dinêrin; Navê «Gogê» yên pir berê li keçikan kirine, gelek in. «Gog» ne tenê di wateya «topê» de ye, her wiha giloveriyeke xweşik û bi endam jî dinimîne. Mînakeke balkêş ji stran û lawjeyên gel «Gogê, gilorê, stû morê! Ceger li min neyne xwarê!» 

Bêguman peyva «Go,» li gelek cihan di cihê «guh» de jî tê bikaranîn. Dîsa peyva «Gobel» (Li hin deverên Anatolya di wateya zarokan de jî were bikaranîn) di kurdî de di wateya kes, ajal û çivîkên zu dibîhîsin, haydar dibin, zu vediciniqin û diperin jî, tê bikaranîn. Taybetiyeke kevokan jî ev e. Em dizanin di kurdî de hin navên ajalan ji tevgerên wan tê.

Dîsa kîteya «ger» di kurdî û zimanên arî de gelek tê bikaranîn. Mînak «cîger, tevger, şevger, bager û û. Lê ev kîte ne kîteyeke tirkî ye. Peyva «gerdek» ya di tirkî de peyveke arî-farsi ye. Ev kîteya «ger» di gelek zimanên ewropî de jî heye. Mînak: Holger, Gerhard, German û û» yanî bingeheke xwe yê Îndo German jî heye.

Peyv yan jî paşgîna «çîn»: Di kurdî de peyv û kîteya «çîn» tê wateya neqişandin, hîlebazi û deqdeqîbûyinê. Mînak: Derewçîn, Gulçîn, darçîn, perçîn, karçîn, çînçînî, hilçîn û û.

Ango her parçeyên vê peyvê bi kurdî ye. Nizanim hin kesayetî ji bo çi vê peyvê bi tirkî ve girêdidin.

Têbinî: Di zaravaya Kirmanckî (Zaza) de jî navê wê «gogerçîn» e.

 

Pirs 7. Lê peyva «kevok» ji ku tê?

Em dizanin gelek cisnê kevokan hene. Heta fatfatok /Kotir jî dikeve nava cisnên kevokan, ji xwe Soran ji kevokê re «kotir» dibêjin. Kevokên spî, kevokên ser sorahiyê, kevokên stuxelek, kevokên çîm bi pûrt û kevokên bi gewrahiya rengê şîn, yan jî rengê kufikê jî hene. Di kurdî de ji vî rengî kufikê re Kewikî /kevokî jî dibêjin. Yanê peyva «kevok» ji rengê cisneke gogerçînê tê. Fars jî jê re کبوتر Kebotir /Kibotr dibêjin. Ew jî rengê cisneke kevokê ye. Tacîk jî «Kabutar» dibêjin. Özbekan jî ji tacîkî girtine.

 


Gotinên miftehî :