1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Kilîta serweriya cihanî hê jî Kurdistan e
Kilîta serweriya cihanî hê jî Kurdistan e,kilîta,serweriya,cihanî,hê,jî,kurdistan,e

Kilîta serweriya cihanî hê jî Kurdistan e

A+ A-

Fêrgîn Melîk AYKOÇ

Her çendî dagirkeran bi hemû derfetên xwe hewl da ku rastiyên dîrokê veşerin jî, bi ser neketin. Bi lêkolînên serê derziyê jî be, yek bi yek derdikevin. Mînak, Xirabreşkê bi hezaran salan di bin axê de ma, dema derket jî, xwestin bi komên nayên nasîn ve girêbidin. Lê DNA´ya hestiyan hemû lîstik pûç kirin. Êdî gelek zelal e ku ew DNA yên gelê herêmê, yanê yên Kurdan in.

Bavê Kuroşê Mezin, Kambîsê dekbaz gotibû; “Hetanî em li hemberê Medan bi ser nekevin, derê cihanê ji me re venabe!” Piştî serweriya Med ruxandin û dest danîn ser hemû nirxên Medan û kirin malên xwe, hê nû bûn împaratoriyeke cihanî. Lê ditirsiyan û êriş dikirin. Bes çiyayên Zagrosan hemêza xwe vekiribû, zarokên xwe bi nirxên wan ve diparast.

Ji ber ku rengekî Medan di kesayetiya konfederasyona Massegetan (Reşkotan, Masekan, Sakan û eşîrên din) de dijiya, Persan bi hovane êrişê wir jî kir. Kurê keyxatuna Massegetan Tomrîsayê (Tomyris /Tamrisa) Spargapî bi zindî parçe kiribûn û jê re şandibûn. Tomrîsa jî Kuroşê xwînxwar girtibû, serê wî jêkiribû, kiribû meşka xwinê û ji Persan re şandibû.

Dema em nivîsên mixî yên Behistûnê, yên şahê Persan Dariyûs daye nivîsandin, dixwînin, dibînin ku wê demê serhildanên Medan di rêvebiriya Gaumada de ji Ekbatana (Hanedan), Arîzana (Bakurê gola Wanê) hetanî Hewlêr û Elamê bê navber didome. Dariyûs ji bo li hemberî Kurdan serketinê û kilîta cihanê bi dest  bixe, wehşeteke nayê hişan pêk tîne û wehşta xwe jî bi xwe dide nivîsandin.

Hêzên Îslamî jî ev rastiya kilîta cihanîbûnê dîtibûn. Wan fêm kiribû ku bê serketina li hemberî Kurd û Kurdistaniyan, wê nikanibin bibin oleke cihanî. Berê bi fetwayan mal, can û jinên Kurdan li xwe helal kirine, li pey jî di bin fermandariya xwinxwarên wek Xalid bin Welîd û Weysel Qaranî de berê xwe dan Kurdistanê. Li ser naveroka vê mijarê behsa nameyeke şahê Îranê yê wê demjiyanê Yêzdangard ji Omer bin Xetab re şandiye tê kirin. Piştî artêşa îdeolojiya Ereb Îslam li Kurdistanê bi ser ket, hê Îslam bû oleke cihanî.

Gava Tirk, yan jî komên îro ji wan re Tirk tê gotin, li navenda Asyayê hatin, dizanîn ku bê alikariya Kurdan, ne kilîta deriyê Anatolya, ne jî ya cihanê bi destê wan dikeve. Wan kanî bi hêsanî piştgiriya Kurdên ku di bin êrişên Romayiyan de bûn, bigirin. Piştî Anatolya dagir kirin jî, gav bi gav berê xwe dan Kurdan ku hêza wan bişikînin.

Hêzên cihaniyên demê Ingilîz, Fransiz di dema şerê cihanê yê yekemîn de, têgîhîştibûn ku Kilîta cihanê li Rojhilata navîn e û Kurdistan e. Bîsta Kurd û karektera Kurdan baş nasîn, ji bo ku ew nebin hêz û xwedî li wê kilîtê dernekevin, berjewendiyên wan di qirika wan de nefetisînin, berê eşîrên Kurd yên Bakurê Hewlêrê kişandin aliyê xwe û êrişên tevgera Şêx Mehmûd Berzencî kirin (polîtîka parçekirin û kontrolkirinê). Bi plana Sykes-Picot jî Kurdistan di nava dewletên bi destê xwe afirandî de parve kirin.

Da dewleta Tirk bikane bi kêmasî kilîta Anatolyayê bi dest bixe, xwe li Kurdan girtin, bê hejmar çîrokên biratiya Îslamî û qaşo dîrokî vegotin, heta sozên ewê komara Tirk û Kurdan be, dan û qanûna bingehîn ya 1921´ê li gorî vê amade kirin, ev di nava belgeyên Lozan û di axaftinên Mustafa Kemal de jî heye. Lê piştî kilîta Anatolyayê bi dest xistin, vê carê jî dest bi komkujiyên li Kurdistanê kirin ku wê giyana Kurd bikujin.

Hêzên li paş perdê berê bi xwînxwarên DAIŞ´ê dan zanîn ku bê parçekirin û şikandina hêza Kurdan, kilîta Rojhilata Navîn bi dest nakeve. Her wisa, ji bo ji nû ve dizaynkirina Rojhilata Navîn û şikandina raperîn û vejîna giyanê Kurd, rasterast berê wan dan Kurdan. Fetwayên mal, can û kuştina Kurdan derxistin û ew di hoperlorên mizgeftan de jî xwendin. Hêzên fermandêr bajarên wek Mûsilê bi destên xwe teslîmê wan kirin. Lê giyanê Med, giyanê rastiya xwedanê Rojhilata Navîn û hêza rastiyê ev di qirika wan de hişt.

Partiyên Tirk di her hilbijartinê de ji bo serketinê berê çekên xwe dane Kurdistanê. Wek mînak, hilbijartina şaredariya Stenbolê. CHP ti carî nedikanî bê dengê Kurdan li Stenbol û bajarên Tirkan yên wek Antalya, Mersîn, Edene bi ser ketana. Niha jî AKP bi gefxwarinan û alîkariya cehşan hewl dide ku Kurdên li Stenbolê bikişîne aliyê xwe! Ango Kilîta Stenbolê ji êdî di destê Kurdan de ye.

DYE, ji bo ku kilîta Rojhilata Navîn di deste xwe de bigire, xwest têgihîştina Kurd û kurdistanîbûnê parçe bike û bigire bin kontrola xwe. Jiwê, li Kenyayê ji rêberên gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan girt û teslîmê Tirkiyeyê kir, ji PDK Iraqê re jî rê vekir. Li Sûrî jî li dijî DAIŞ´iyên ji kontrola wan derketibûn, piştgirî da YPG´ê, lê li aliyê din ji bo girtina rêberên PKK´ê bi wezîrê dada xwe ferman derxist. Rûsya jî ev kilîta Rojhilata Navîn dîtiye, lê tim berê li rûyê Kurdan keniyaye û paşê jî bi bêbextî pişta xwe di Kurdan de kiriye, hewl daye dagirkerên Fars û Tirk bikişîne aliyê xwe û wisa kilîta Kurdistanê bi dest bixe. Elmanya jî li ser heman xetê meşiye. Li aliyekî qedexeya PKK´ê anî, li aliyê din ji wan koman re ku di kontrola wê de ne jî, rê vekir. Ev nakokiya niha di navbera DYE û Îranê de rûdaye jî li ser kilîta dewlemendiyên Kurdistan û giyanê Kurdan e.

Bi gotineke kurt û Kurmancî hê jî Kurdistan kilît û navenda serweriya cihanê ye. Her şer, ji bo bi destxistina vê kilîtê ye. Hemû hêzên cihanê ji yekîtiya giyanê Kurdistanî ditirsin, her hewl didin parçe bikin û hin parçeyan bi xwe ve girêdin, da ku kilîta Rojhilata Navîn û cihanê di destê wan de bimîne. Her dem jî kesên wek Herpago, Taxmas Pada, Idrîsê Bedlîsî, Rayber û xayînên li beşên din dibînin. Bi hêviya Kurd bikanin di ronahiya vê rastiyê de li xwe, dîrok û rastiya xwe binêrin.

ÖZGÛR POLITIKA