1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Komên inîsiyatîfan û lobî divê
Komên inîsiyatîfan û lobî divê,komên,inîsiyatîfan,û,lobî,divê

Komên inîsiyatîfan û lobî divê

A+ A-

Me bi giranî nekanî ku em derfet û firsendên dîrokî bi kar bînin. Firsenda yekem di dema Dariosê de ku bi awayê cuntayeke leşkerî li ser textê Persan rûniştibû, bi dest me ketibû. Eleman, Babîlonan, Kurdên Horasana jor (Massagetan) tev de serî hildabûn. Di nava Medyayê de jî ji Ragayê (Tehran) hetanê Hewlêr û gola Wanê serhildan hebûn. Lê ji kêmasiyên koordîne û stratejiyeke sererkanî nekanîn ku wê firsendê veguhezînin serkeftinê.

Ez behsa tevgera Selhedîn Eyubî nakim, lewre ew bi navê îslamê û tenê di bendekariya îslamê de bû. Firsenda din ya Mervaniyan bû. Mervaniyan dikanî hemû mîrên derê serweriya xwe bi azînên cuda bi xwe ve girêda, berê xwe bida deryayê û biba împaratoriyeke mezin. Lê sebeb û eger çi dibin bila bibin, ew di vî warî de bi ser neketin.

Di dema şerê cihanê yê yekem de her çendî bîrdoziya gelbûnê di berhema “Mem û Zin” a Ehmedê Xanî de hebû jî, civaka Kurdistanê bi baweriya îslamî parçe bûbû, ji wê beşeke wan xwe li Osmaniyên bi navê dîn tevdigeriyan, girtin. Her mîritiyeke bi serê xwe navê mîrîtiya xwe bi hêzên cûde re têkilî dadanîn. Li gel wê ne di têgîhîştina hestên netewbûnê de bûn. Ji wê jî nekanîn saziyên ku bikane tekoşîna rizgariya netewî werbigire biafirînin. Mînaka herî balkêş; bi tena serê xwe mayîna tevgera Şeyx Mehmud Berzencî ye.

Di pêvajoya şerê cihanê yê duyemîn de Kurdistan di nava çar dewletan de parçe parçe bû, têgîhîştina serdest ji hemû nirxên netewî dûr û ketibû pêvajoya têkçûnê. Ji nava civakeke wiha derketina rêveberiyeke netewî derê derfetan bû. Yanî em wek gel ne di wê asta afrandina saziyên netewî de bûn. Wê dema firsendê jî rê ji me re venekir.

Çil sal berê xwendekarên şoreşger bîrdoziyeke bikane rêveberiya rizgariya netewî werbigire afirandin. Ev çil sal di nava tekoşîneke gelek dijwar û xwînîn de derbas bû. Lê mixabin ku dem ne wekî dema şerê cihanê yê yekem e. Mînak eger wê demê hêzeke wekî YPG /YPJ heba, bi hêsanî dikanî tevahiya Kurdistanê rizgar bikira. Lê niha dema teknîkê, dema medya û teknîka dîgîtal û hewayî ye, demeke gelek dijwar e. Di nava vê dijwariyê de jî Tevgera Rizgariya Netewî gihîştiye merheleya rizgarkirin û azadiya tevahiya Kurdistanê. Yanê di warê birêkxistinî, tekoşîna çekdarî û di mejiyan de bicîhbûna hestê netewî de gihîştiye xala herî berz. Em li ber deriyê rizgarî û Azadiyê ne. Bes em vê firsendê baş bikarbînin.

Bi vê êrişa dagirkerên Tirk a faşîst ya li ser Rojava re li tevahiya cihanê xwerû di wîjdan û bala giştî ya gel û çapemeniya cihanê de rêbayeke piştgirîya ji bo Kurd û Kurdistaniyan derketiye xala herî berz. Li gel wê dagirkerên Tirk jî cara yekem e ku di nava cihanê de ewqas îzole û rezîl bûye. Her wiha navê Kurd û Kurdistaniyan di asteke herî bi nirx û xwedîlêderketinê de ye. Jixwe hetanî ku dagirker di vê pîleyê de teşhir neba, derfeta piştgiriya navnetewî ya di vê astê de bi destneketa jî, serkeftin ne pêkan bû. Ev ji bo me firsendeke herî destdayî ye. Divê çi dibe bila bibe, em vê firsendê biguhezînin bi rêkxistinî û lobiyên xwirt. Ji bo vê:

1 – Divê em li her bajarî hewl bidin ku însyetîfên dostên Kurdan damezrînin. Lê gelek girîng e ku di nava wan însiyetîfan de ji rayedarên partiyan bigire, hetanî hiquqzanan her kes tê de cihê xwe bigire. Ji siya me bêtir, ev kom bikanin bi insiyetîfên xwe bikevin nava tevgerê.

2 – Divê em van însiytêfên bajaran di qada eyaletên wan welatan de bigîhînin yektiyeke mezin, ji wan jî li her welatî “Komê Lobiyan“ pêk bînin. Heke em jî di van koman de cih bigirin, baş dibe, lê yên di van koman de cih digirin, divê  bêhnfireh bin, haya wan ji dîplomasiya cihanê, ji çanda polîtîkaya wan welatan hebe. Bikanin di her rewşê de zimanê diplomatîk bi kar bînin.

3 – Divê bi navendî saziyeke bikane bi van insiyetîf û komê lobiyan re tevbigerin hebe. Gelek girîng e ku ev sazî serbixwe tevbigere, li her devera Kurd lê hene xebatkarên wan ên tenê li gor rênîşandana vê saziyê tevdigerin hebin.

Eger em bikanin însiyetîf û komên lobiyan ên ku di encama van însiyetîfan de pêk tên, baş organîze bikin, li gor çanda wan tevbigerin, ji rexneyên wan re rêz bigirin, yan jî bêhnfireh bûn, bikanin bêjin; “Bila du kuçên wan li me keve, bes piştgiriya dagirkeran nekin, bikanin kuçên herî mezin li dagirkeran werkin, di warê Kurd û Kuristanê de polîtîka welatê xwe têkin nava tevgerê, em ê bikanin di warê qada navnetewî de pêşî li dagirkeriyê bigirin, herî kêm bêhnê li wan teng bikin. Ev jî dikane ji bo serkeftina me bibe bingeh.

YENI ÖZGÛR POLITIKA