1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Ku Kodên dîroka gelekî parçe be!
Ku Kodên dîroka gelekî parçe be!,ku,kodên,dîroka,gelekî,parçe,be

Ku Kodên dîroka gelekî parçe be!

A+ A-

 Fêrgîn Melîk AYKOÇ

Mahabad Felat bi navê „Malabadê koden civakê û vîrus“ gotareke kurt nivîsiye. Bi dîtina min ev ne gotineke ji rezê ye. Bibîranînek, şîyarîyek, pirseşaneke, felsefeyek zanistî ye. Di pêvajoya salên di kûrahiya dirokê de hin xal, nîşane, cigeh, pêkhatinên dîrokî hene ku mohra xwe li bîr û têgîhîştina civakan didin. Hetanê ew kodana neyêm parçekirin, ruxandin, bîra civakê bi bîr û bîrdoziyên biyanî neyên lewitandin û bi kodên din ve neyên guheztin; ew xal, nîşane û cigeh her zindî di têgihiştina gelan de dimînin. Mînak: Vaşukanî, Tûjpa, Ekbatana (Hamedan), Behîstûn, Sîlvan /Mervanî, Mahabad, Komegan, Malabadê, Heskîf, Bazîd, Dêrsim, Pira Ebdurehman Paşa, Biradost. Helepçe û hê gelek cihên din ji bo Kurdan ji navên cigehan bêtir kodên dîrokê, bîra giyana Kurd in. Dema li ser van kodan dilîzîn, ev ne rûxandineke cigehane, ev parçekirin, ji holê rakirina bîra dîrokê, bîr û têgîhîştina gelê Kurd e.

Kêliya em bala xwe didin kûrahiya dîroka Kurd em dibînin ku Biradost hetanî Geverê, yan jî bi gotineke din sêkoşeya Hekarî tim qiblegeha Kurdan bû. Kurd dema diketin tengasiyê berê xwe didan vê qibleya Kurd ya di nav zuxrên Zagrosan de. Qibleya Ûrartûyan Muşaşîr (Newalên gundê Xirvata Geverê) bû. Kêliya hovên wek Kuroşê û Dariosê xwînxwar êrişê Kurdan kir jî berê Kurdan li vê herêma pîroz û parastgehê bû. Kurdên ku vê qibleya Kurdan ango Biradost /dilê Zagrosan nebîne, ji rastiya xwe dûr dikeve, dikeve ser xeta têkçûnê.

Di cihanê de ti serkarî bi qasê serkariyên di bin navê Selçûkî, Atabekî, Osmanî û hetanî hat gîhîşt Ebdulhemît, Kemalîst û vê serkariya Erdogan bi kodên gelan nelîstine. Rastiya kodên gelan bi alîkariya bîrdoziya Ereban parçe parç nekirine. Ew di warê vê xwînxwariyê de, gelek hosta, canbaz û xwediyê azmûnên têr û bêbav in. Ji bo têgîhîştina vê rastiyê, em ji nêz berbi kûrahiya dîrokê ve bi çend mînakan biçin.

Mînak 1 – Dewleta  Tirk giringîya Biradosta giyana Zagrosan ku wek kodeke dirokî û xwe parastina gelê Kurd e, pir baş tehlîl kiriye. Lewre tevgerên Başûr û Rojhilat jî di salên şêstî û heftêyî de weke diroka kevnar li vê herêmê xwe parastine û li pê mane. Ev herêma weke dilê Kurdistan ji bo tevgera Bakur jî jiyanî ye. Dagirkerên Tirk ji bo ku bikane têkeve nava vê dilê Kurdistan û gayna Kurd di dil de parçeke, mixabin ku mîna ku dost be, xwe bi rêvebiriya başûr daye erekirin, Ev dilê Kurdistan parçe kir û niha şerê xwe li vir didomîne.

Mînak 2 – Dewleta  Tirk 1923 de parêzgeha Gêncê ya xwezayî û di dema Osmaniyan de jî bi vî awayî dihat bikaranîn, pejirand. Ev parêzgeha Gêncê ji Pasur, Pîran, Çewlîgê pêk dihat. Piştî serhildana Şeyx Saîd wan di warê leşkerîstratejîk de giringiya vê parêzgehê nasîn û di sala 1929 an de ev parêzgeh parçe kir. Pîran û Pasûr bi Amedê ve, Çewlîga ku wek gundekî mezin bû, kirin Parêzgeh. Gêxiya li ser parêzgeha Erzîncanê (Di rapora Înûnû de girîngiya Gêxiyê heye), Gênc jî kirin navçe, bi tevê Solaxana ku di Serhildana Şeyx Seid de roleke girîng lîstibû, bi Çewlîgê ve girêdan, Di Çewlîgê de îstixbarata xwe da rûniştinû her bi nakokiyên herêmê, zaravaya li herêmê lîstin û hê jî dilîzin.

Mînak 3 – Berê Xinûs parêzgeh bû. Gimgim, Kop (Bulanik), Milazgir, Qereyazî û Tatos navçeyên Xinûsê bûn. Ev der kana wêjeya Kurd bû. Dengbêjên wek Gulê, Ferzê, Hesenê Dengbêj, Şakiro, Husêno û yên din li ser vê kana wêjeya Kurd kulîlk vedan. Lê piştê Serhildana Şeyx Seid ku berê li Parêzgeha Xinûsê berz bûbû, ew Tirsand, Lema Parzgeha Xinûsê jî di sala 1929 de ji holê rakir. Muş a cigehek piçûk û navçeyek Bîtlîsê bû, lîstikên dewletê di dema Osmniyan de li vir rûniştibû. Bi wê mabestê Mûş kirin parzgeh, Gimgim, Kop û Milazgir bi Mûşê ve girêdan. Xinûs û Qereyazî jî kirin navçeyên Erzurimê. Yanê Kodên çanda Kurdayetî, giyana serhildanê ya li Parêzgeha Xinûsê pelqijîbû, parçe kirin.

Mînak 4 – jî Bendav in. Newla Çolî di bin bendava Karakaye, Heskîf di bin bendava Îlisu, Bi dehan cih di bin Bendava Ataturk, Baregeha Ûrartûyan ya Norîkê, keleha Ginc di bin Bendavên li ser çemê Arsînê (Murad), Pira Abdurrahman Paşa, cihê ku Şeyx Seid ji ber îxanetek li ser wê pirê hate girtin di bin bendaveke din de dihêlin.

Divê em lîstikên dagirkeran bibînin, di ronahiya wan de nêzîkê mijaran bibn. Jiwê bi dîtina min Malabadê bi Elîhê ve girêdan her çendî ji bo elihiyan şerefekê jî be, bi vê berhema dîroka welatê xwe serbilind jî bin, Armanca dagirkeran ew e ku Pira Malabadê û Silvana ku wek yekitiyeke kodên dîroka me di mêjiyan de rûniştî, parçekirin e. Divê em vê armanc û nîyeta dagirkeriya Tirk bibînin, li dij wê derkevin. Ev yekîtiya Silvan û Pira Malbadê êdî kodeke netewî ye. Hêvî dikim her kes bi vê mabestê nêzîkê mijarê bibe.