KÛÇIK,kûçik

KÛÇIK

(Ji bo bîranîna Kûçikê min ê nemir Êriş...)

A+ A-

 

 

Mordem Zel 

Kûçik ango Se, mensûbê famîleya kûçikan ê bi mezinahî û dîtbariya xwe cûda, heywanekî bi guhan ê zêdetirî 400 cûreyên xwe heye. Yek ji cûreyên gurê boz e û tevî çeqel û rûviyan ji heman malbatê ye. Di nav belavbûna erdnîgariya dinyayê da tevî pisîkan yek ji heywana herî zêde tê kedîkirinê ye. Li gor lêkolîna di sala 2001'an da hatiye kirin di dinyayê da zêdetirî 400 milyon kûçik hene.

 

Kûçik, ji zêdetirî 12 hezar sal berî niha ve weke hevkarê nêçîrê, parastvan û hevalê însanan e. Li gor pêdiviyên cihê, di peresendiya cûreyên kûçikan da rola însan cihekî girîng digire. Kûçikên ewilî, kûçikên nêçîrê yên bi çav û bêhna xwe tûj kûçikên serkeftî bûn. Însanan, ji hevnasîna ewilî ya bi kûçikan ra û virda bi mendîsiya genetîkî gelek taybetmendiyên bifêde yên kûçikan kifş kirine û bûne sebebê zêdebûna cûreyên wan. Weke mînak 7-9 hezar sal berî niha ku cara ewilî heywan di çewlikan da hatin kedîkirin, kûçikan dest bi şivaniyê kirin û di vî alî da bûn bijareyên çêker.

 

Îdraq û fonksiyona kûçikan ji civakê cihê ne. Di Misira antîk da kûçik pîroz dihat hesibandin. Di roja me ya îro da, li gelek welatan weke çavdêr û nator têne bikaranîn. Li welatên rojavayî, bi piranî weke hevalên malê û nobedar têne kedîkirin. Xizmet û derameta ji bo kûçikan, li van welatan bi milyon dolaran bûye weke endustrî. Ji bilî vana kûçik ji bo kesên asteng, lêgerîn û rizgarkirinê jî têne kedîkirin.

 

Beytar, car caran gotina Kûçik tenê ji bo kûçikên nêr bikartînin. Ji kûçikên mê ra dêlik dibêjin. Ji çêlikê wam ra cewr, cewrik ango boc, bocik tê gotin.

 

Li Kurdistanê, di lîteratora zimanê kurdî da bangkirina kûçik Bocî Bocî Bocî, ango Kûço Kûço Kûço tê gotin. Ev bang jî dişibin navê Kûçik. Di zimanê Rûsî da gotina Kobel di wateya kûçikê nêr da tê gotin.

 

Nîşana neqşên ser kevira qebra fîravûnê Misirê yê duyem Antef, nêzikê BZ dawiya 3 hezar salan e. Ji ber ku di Misira kevnare da kûçik pîroz dihat hesibandin, tenê destûra kedîkirina kûçikan ji bo malbata kraliyetê dihat dayîn.

 

Nêzikî 60 milyon sal berî niha li Asyayê guhaniyeke biçûk a dişibiyan bûkaniyê dijiya. Ev zindiyê ku weke Miacis dihat binavkirin bavkalê famîleya kûçikan, (Kûçik, Gur, Çeqel û Rovî) ye.

 

30-40 milyon sal berê, yekemcar kûçikê ewilî yê bi navê Cynodictis ji Miacis hat çêkirin. Ev zindî bi mezinahiya xwe asayî, bi dirêjiya xwe ji bilindiya xwe zêde, boça wî dirêj û guhaniyekî bi pûrt bû. Di nav hezar salên paşî da Cynodictis li şaxên Efrîqa û Avrasyayê belav bû. Şaxê Avrasyayê Tomarctus; bavkalê kûçik, gur û roviyan e. Hin çavkaniyên genetîk ên aydê 16.300 sal berê hene, li Çînê ji bo xwarina goşt, gur hatine kedîkirin.

 

Kûçikên ewilî, ji vir 12-14 hezar sal berê li herêmeka Hindistanê, ji şaxekî Gurê boz hatiye çêkirin. Piştra cûreyên ev Gurê Boz li Ewropa, Asya û Bakurê Emerîqayê hatiye belavkirin. Ji bilî vê îhtimale ku li Efrîqayê, ji guran bêtir bavkalê cûreyên kûçikan çeqel bin.

 

Li gor qeydên fosîlan, beriya serdema zîvî (BZ 4500) li dinyayê pênc cûreyên kûçikan hebûn. Mastîff, kûçikên dişibin guran, tajî, tûle û kûçikên şivaniyê.

 

Bi dehan cûreyên se û kûçikan hene bi rengên xwe cuda ne. Weke mînak kûçikekê Kangal û Qerebaş ji heman cûreyî ne û bi taybetmendiyên xwe dişibin hev. Tevahiya kûçikan xwedî 39 cot kromozom in. Wekî 23 cot kromozonên însan, yên kûçikan jî her cot kromozon ji dayik û bavekî tên.

 

Ji bilî yên bê boç, di laşê kûçikan da 319 hestî hene. Şiklê qas û tendonê wan dişibin yên însan, lê jorê laşê wan berevajî yê însan bi qasî jêr hêzdar in. Giraniya laşê wan di navbera çaqên paş û pêş da hema hema yeksan belavbûyî ye. Kûçik jî, weke hirçan berevajî heywanên ku li ser paniya piyê xwe dimeşîn, li ser pêçiyên xwe dimeşin. Berevajî însanan kemberê wan ê mil tune ne.

 

Kûçik, zindiyên pergalî ne. Lewra jî jiyana bi însan an jî bi kûçikan ra tercîh dikin. Li gor pisporan bavkalê kûçikan Gur e. Digel hezar salane ku bi hevperîna bijarte ya însanan bi însanan ra fêrî jiyanê bûne, li gor xebatekî tovî ya di sala 1950 û 1960 an da hatiye kirin, kûçikên di biçûkî da têkiliya wan bi însanan ra hatibe birandin, berevajî kûçikan dixwazin bi însanan ra bijîn.

 

Kûçik jî weke gurî xwedî hişmendiya xwedî cih û war e. Ji ber ku gur heywanekî kovî û nêçîrvan e, dibe ku hakîmiyeta herêmeke berfireh di destê wan da be. Qada hakîmiyetê ya kûçikan li gor hawirdora xwediyê xwe sînordar e û berevajî ya gurî bêtir teng e. Kûçik, ji bo nîşankirina herêma xwe, mîza xwe li derdorê dike. Gava kûçik li cihên bêteref rastî hevdû bên ewilî hevdû bên dikin, hêdîka xwe kerekaşo dikin, boça xwe dileqînin û bi dîtbariyekî xas aydê xwe silav didin.

Tevî vê, Dêl jî ji bo parastina çêlikên xwe li cihên bêteref jî êrîşî kûçikan dikin. Kûçik, lingekî xwe ya paşî bilind dikin û dimîzin, Dêl jî herdû çokên xwe dişikîne û dimîze.

 

Kûçik, ji bo têkiliyê xwedî repertuarekî berfireh a  dengderxistinê ne. Xwediyê kûçik, li gor dengderxistina wî fêm dike, bê ka çi dixwaze. Nîşaneya cewrikan a destpêka xweseriyê dema bi cewrikên din ra bilîze û biewçe ye. Dema kûçik bitirse an tengezar bibe dikin xirînî.

 

 

Diranên hemû heywanên goştxwar dişibin hevdû. Diranên şîr ê kûçik 28 yên mayînde 42 heb in. Li jor û jêr du diranên dirêj ên tûjik hene li gor diranên din bêtir dirêj in. Diranên kûçikan jî weke yên hemû heywanên goştxwar tûjik û bilindtacî ne. Van diranan ji bilî goştxwarinê weke çek jî têne bikaranîn. Kûçik, bi gelemperî diranên xwe ji bo cûtinê bi kar naynin, bi piranî xwarina xwe nacûnin û diquritînin. Pêvajoya diran derxistina cewrikan bi êş derbas bibe. Goştê diranê wan diêşe, diwerime û carna jî îştaha wan tê birîn û vîjiko dibin.

 

Kûçikên ewilî gotîk û pozdirêj bûn. Di roja me ya îro da xwedî gelek cûre û gewdeyî ne. Kûçik, heywanekî bazdar e. Masûlk, mil û estiyên qoreka pirî cûreyan ji bo bazdanê guncan in.

Weke mînak tajiyê Afganî dema di eraziyeke bi kevir da bi dû nêçîrê bikeve, di kurtenavberekî da xwedî vegerekî lezdar e. Gurê Elmanî gava baz dide, meriv dibêje qey difire, lê yek ji linga wî miheqeq li erdê ye. Tajiyê ku ji bo pêşbirkan hatibe peresendkirin, milê wan bêtir qayîşokin û di bazdanê da her çar lingên wan li erdê têne birîn.

 

 

Laşê kûçikan, bi piranî pûrto ne û eyara germahiya laşî dikin. Kûçikekî navsere xwedî germahiyeke bi dirinceya 38 - 39.2°C (100.5 - 102.5°F) ye. Kûçik, dibe ku xwedî rengên cuda û pûrto bin. Lê, hin cûre hene weke Tûleyê Çînê hema bêje bê pûrt in. Bi taybet, yên pûrtê wan rengvekirî û tazî zêde nikarin li ber tavê bisekinin û bi şewatê ra rû bi rû dimînin.

 

Hin cûreyên kûçikan hene, weke kûçikê şivanan ê Elmanî, li gor yên din bêtir xwedî taybetmendiya bêhngirtinê ne. Yên kûçikan jî weke yên însan pênc sehekê wan hene. Di nav van da, ya herî pêşketî bêhngirtin e. Di nav hemû cûreyên wan da pêşketina bêhngirtinê çêbûye û li gor ya însan bêtir baş e. Hin cûreyên weke gurê Elmanî hene, bêtir xwedî taybetmendiya bêhngirtinê ne. Van cûreyan ji bo dîtina tiştekî hişbir û depreman tên perwerdekirin. Tama devê wan li gor însan bêtir hindik e.

 

 

Mekanîzmaya dîtinê ya kûçikan, bi qasî bêhngirtinê ne pêşketî ye. Bi pîranî meriv dikare bêje tenê bi şevê ji însan baştir dibînin. Di ronahiyeke zêde da bi qasî însan baş nabînin. Eyara zelaldîtinî, jihevderxistina rengan û eyara dûrahiyê kêm e. Ji ber ku çavên wan ber bi kêlekê ve ne ji însan zêdetir xwedî dîtbariyê ne. Dîtbariya tajiyên Afganî yên di dûrahiyekî dirêj da ku nêçîrê ji hev derdixin, li gor yên din bêtir baş e. Di çavê kûçikan da, zarekî weke qapaxeke sêyem tê zanîn heye. Ev jî çavê wan ji madeyên zerardar diparêze.

 

Di dîrokê da kûçikê herî zêde emr kiriye, kûçikekê ber gamêşan ê Awûstiryayî ye. Ev kûçik di sala 1910'an da hatiye dinyayê û 29 sal û pênc meh emr kiriye. Di heman demê da ev kûçik di nav agahiyên Pirtûka Reqoran a Gûînnessê da jî cih girtî ye. Emrê kûçikan li gor cûreyên wan diguhere. Li gor pêşketinên beytarî yên sedsala 20'an emrê wan bêtir zêde bûye. Li Kurdistanê ev bi 12,13 salan sînorder e. Bi piranî cûreyên biçûk, li gor yên gir bêtir emr dikin.

 

DÊL

 

Dêlikên nêçîrê yên Efrîqayî ne tê da, tevahiya dêlikan salê du caran çêle tînin. Cûreyên wek yên Efrîqayî di yek carî da 10-12 heb çêle tînin. Têgihîştina cînselî ya kûçikan, di navbera 6-12 mehan da, têgihîştina pergalî 2 sal e. Kûçikên biçûk, li gor yên gir zûtir digîne têgihîştina cînselî.

Dêlikên cûreyên gir, bi piranî di 8-9 mehî da hilorî dibin. Dêlik, perîyoda ewilî di navbera 6-18 mehî da dibînin û piştra di salê da du car li hev sor dibin. Weke nimûne, tenê dêlikên şivanên Efrîqayî carekî diwelidin.

 

Di memikên dêlikan da bez heye û pê cewrikên xwe dimijînin. Bi piranî cûreyên dêlikan heşt memikî ne. Ev hejmar dibe yek kêm ango zêde be jî.

 

Têgihîştina kûçik a cînselî di şeş mehan da çêdibe û piştra her gavî dikare hevperê. Cûreyên mezin bi derengî digîn asta têgihîştina cînselî. Kûçik, ji hêkên dêlikê yên dema ostrûsê zêdetir avikê çêdikin û hetanî bimirin jî dikarin hevperî bibin. Dêlikên weke teriyerê Yorkshîre her carê 2-3, yên mezin carê 10-12 cewrik tînin. Li gor lêkolînên hatine kirin, Dêlika herî zêde cewrikan aniye, mastîffa Napolî ye. Di sala 2004'an da li Qraliyeta Yekbûyî 24 cewrik anî ye.

 

Hêkên dêlikan, nêzî 48 seetan di rewşa avikbûnê da dimînin. Avik, di navlingê dêlikê da çend rojan dimîne. Piraniya wan xwezayî diwelidin.

 

Pêvajoya sorbûna dêlikan 18-21 roj didome. Asta ewilî ya vê pêvajoyê werimandina navling û xwîn jê hatin e. Di rewşên asayî da 9 rojan didome, lê carna 2-3 roj jî dibe. Di vê pêvajoyê da, dêlik her çiqas kûçikan dilkêşî bike jî, şabûnê red dike. Di pêvajoya asta duyem da, mîqdara xwînê kêm dibe û reng pembeyî dibe. Navling fireh dibe, nerm dibe û di vê astê da êdî ji kirinê ra amade ye. Ev ast 3-4 rojan didome, lê carna hetanî 11 rojan jî didome. Dêlik, piştî dawîbûna avikê, 1-2 rojan jî kûçikan berdide ser xwe.

 

Piştî xilasbûna ostrûsê ku ev nêzî du hefteyan e, pêvajoya dawî yanî diostrûs destpê dike. Rengê nîmê tarî dibe, navling normalîze dibe û dêlik kûçikan red dike. Gava xwîn û werimandin biqede pêvajoya sorbûnê xilas dibe. Hege dêlik ducanî bibe, ev redkirin hetanî zayînê didome. Piştî xelasbûna pêvajoyan û welidînê, hetanî sorbûnekî din, ji vê navberê ra di zimanê tibê da anostrus tê gotin.

 

CEWR

 

Cewrik, bi koranî girêdayî dayîka xwe têne dinyayê. Dêl, weke xweajoyî cewrikên xwe dimijîne û diparêze. Ji bilî kesên pê ewle tu kesî nêzikî wan nake. 10-14 roj piştî zayînê çav û gohên wan vedibin. Cewrik, cih û brayên xwe kifş dike û naxwazin cih li wan bê herimandin. Ev pêvajo ya 20 rojan, ji bo têgihîştina kûçik ji çar pêvajoyên krîtîk a sereke ye. Dêl, di vê pêvajoyê da kurtedemî çêlikên xwe bi tenê dihêle.

 

Piştî hefteya sêyan cewrikên mereqdar hêdî hêdî dinyaya derê cihê xwe kifş dikin û dinasin. Di vê pêvajoyê da hege bibin heywana ber malê têkiliya wan a bi însanan ra pir girîng e.

Yên ku di vê pêvajoyê da bi însanan ra têkilî çênekin tu caran nabin heywanên kedîkirinê û perwerdehiya wan zehmet dibe.

Lê, di navbera 3-7 hefteyan da divê têkiliya cewrik bi dê û birayên wî ra dewam bike. Di vê pêvajoyê de, dêlik tiştên xwaribe dike der û pê çêlikên xwe têr dike. Di her xwesteka çêlan da wan namijîne û hêdî hêdî wan ji şîr dixe.

Piştî hefteya çaran meriv êdî dikare xwarinên nerm û bi av bide wan. Piştî hefteya şeşan cewrik êdî aktîv dibin û bi eleqedariya însanan kêfxweş dibin û bersivê didin.

 

 

Pêvajoya krîtîk a sêyem di navbera 7 û 12 hefteyan da ye. Li gor pisporan ev pêvajo ji bo têkiliya bi însan ra pêvajoya herî berdar e. Di vê pêvajoyê da cewrik dikarin keriya xweajoyê ya ku bi dê û birayên xwe ra derbas kiriye bidin însanan. Xwediyê wî dikare bide fêrkirin ku kûçik xwediyê keriyê ye. Kûçik, fermanên ji rêzê pir bi hêsanî fêr dibe. Hewce bi dubarekirinê nadîne.

 

 

Pêvajoya çaremîn a dawî ya krîtîk hefteya 12-16 an e. Cewrik xweseriya xwe îlan dike û bi wêrekî dikare bi her derê ve biçe. Di vê pêvajoya ku cewrik bi awayekî zîhnî û fizîkî bi awayekî lezûbez têdigihîjin da meriv dikare wan perwerde bike. Diranên wan ên mayînde dertên û car caran ji ber êşê dibe bala wan belawela bibe. Hege meriv pêlîstokên diran derxistinê nede wan, tiştên hawirdorê direvînin û dikojin. Di vê pêvajoyê da cewrik zêde go nadin meriv û bê xwestek tevdigerin.

 

Şexsiyeta kûçik, hetanî têgihîştinê dewam dike. Kûçik jî weke însanan beriya bigî hestiyariya şexsî, digî têgihîştina cînselî. Di guran da têgihîştina cînselî bêtir bi rêkûpêk e. Kûçik, di 7-8 mehan da bi xwe baweriya wan kêm dibe û tirsa wan çêdibe. Hege pirsgirêk rakendî nebe, di navbera çend mehan da nîşane wenda dibin. Hege pirsgirêkeke rakendî hebe, ji bilî ne rihetiyê bi demê ra dijwartir dibe.

 

02.07.2021 Amed


Gotinên miftehî :