1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. Kî zarokan direvînin?
Kî zarokan direvînin?,kî,zarokan,direvînin

Kî zarokan direvînin?

Li gorî te zarok çawa tên revandin?

A+ A-

 

Îbrahîm Osman 

Ma hewceye ku ez ji te re behsa siyaseta dewletên dagirker bikim bê çi tînin serê zarokên me? 

Ji dibistanan, medreseyan, mizgevtan hetanî birina leşkeriyê çi tînin serê zarokên welatê min? 

 

Hewce bi tu çîrok û çîvanokan nîne. Ez ê fotografekî parvebikim û kurteçîroka zarokrevandinê ji te re binivisînim. 

 

Ev fotograf beriya 40 salan hatiye tomarkirin. Binêre tev ciwanin. Yek jê ez im. Berkolê dikin û pereyan dişînin ji ên li welêt re ku pêdiviya wan hebû.

 

Wexta me li ewrûpa dest bi xebata xwenasînê kir. Tu endamekî tevgêra azadiyê li ewrûpa nebû. Tevgêr li me negeriya, aqilê me ne şûşt, em ne xapandin û nerevandin. Em bi xwe li tevgêrê geriyan û me xwe da “revandin.“ Ew xortên tu di fotograf de dibînî, tev bi nava salan de çûne lê hê dijîn. Eger xêlifî di gotina min de hebe bira min derwîn derxînin. 

A hîna wê demê jî hinekan digotin tevgêrê aqilê vana şûştiye. 

Ez ji te re bibêjim; di dîroka tevgêrê de carekê bi tenê biryara zagona leşgerî hate dayin. Li welêt li hin deveran hinek ciwan hatin desteserkirin. Vê yekê jî encamek xerab derxist holê û zirar da tevgêrê. Bû sedem ku gelek eşîr bibin cerdevan. Tevgêrê demildest ew zagon ji meryetê rakir. Ji bilî wê pêvajoyê, ne li welat û ne li derveyî welat, kesek nehatiye revandin. Kî çûbe bi vîn û riza xwe çûye. Ên ku berovaji vê angaşt dikin, ji heft bavên xwe ve bêbextiyan dikin. 

Yeke din jî: tu ji serxwebûnê kiyêmtir naxazi. Zarokên xelkê şer dikin, tên kuştin ji te re nexeme. Lê gava ku yek ji derdorên te diçe, tu qiyametê radike. 

Ma wa dibe nivîsker? 

10.12.21


Gotinên miftehî :