1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. LI DÛ PIRSA KEKÊ ÎBRAHÎM OSMAN A
LI DÛ PIRSA KEKÊ ÎBRAHÎM OSMAN A,li,dû,pirsa,kekê,îbrahîm,osman,a

LI DÛ PIRSA KEKÊ ÎBRAHÎM OSMAN A

“Êzîdiyan çima Têyrê Tawis ji xwe re kirine sembol?”

A+ A-

 

EZÎZ Ê CEWO

Piştî weşandina hevp’eyvîna malp’er’a Amida Kurdê  ya “Pirsgirêkên li ser rêya avakirina yekîtîya êzdîyan” (a ji 6 xelekan– jêderkên wê di dawîya vê gotarê da ne!) bêdengîyek desthilatdar bû… 

– Û ev r’ewşeke normal e, – min digot, – hevp’eyvîn p’ir’ mezin derk’etiye, û ji bo ku ew bi giştî bê xwendin û  wat’edarkirin, demek pêwîst dike…  

Lêbelê, çend r’oj berê nameyên çend xwendevanan ev bêdengî betal kirin. Van xwendevanan (Deniz Babacanê ji Mêrdînê, Sûrênê Bedir ê ji Ermenîstanê, Berfîn Samedoglûya ji Stambûlê, Besra Seydo ya ji Almanîyayê) piştî xwendina gotara Îbrahîm Osman a “Êzîdiyan çima Têyrê Tawis ji xwe re kirine sembol?” ( https://www.facebook. com/ ibrahim.osman.71653/posts/3171236582918808 ), li bal wan pirs derketibûn holê, û wan jî ew gotar bi wan pirsên xwe va ji min r’a şandibûn. Eger mirov pirsên wan t’omar bike, dertê, ya ku bala wan xwendevanên hêja k’işandye, ew e, k’a, gelo, ev gotar encama wê ye, ku kekê Îbrahîm haya wî bi wan ç’avkanîyan nîne, yên ku di hevp’eyvîna me ya navborî da behsa wan tê kirin, an sedem tiştekî dinê ye?...

Li vira mirov dikaribû çi bigota? 

Di sêrî da divê bibêjim, p’eydabûna nêr’înên cuda tiştekî normal e – çiqs mirov, ewqas jî nêr’în! Û çiqas nêr’înê cuda hebin, ewqas baş!   

Ya dinê jî, eger we bala xwe dayê, r’êzdar Îbrahîm Osman di destpêka wê nivîsa xwe da weha gotye: “Divê hûn zanibin ku di derbarê vê mijarê de tiştekî niviskî li ber dest nîne. Ger hebi jï min nedîtiye û jê agahdar nînim. Lema ger kêmasî yan şaşîtî di şîroveya min de hebe yên zana dikarin sererast bikin û em jî ji zanebûna wan sûd wergirin”. – Ango, ew camêra bi xwe dibêje, ku ewî gotina xwe li ser bingeha wan agahîyan ava kirye, yên ku bi zarkî di nav gel da hene, lewra ku tiştekî niviskî li ber dest nîne, ger hebe jï ewî nedîtiye û jê agahdar nîne...

Min jî ew nivîs bi baldarî xwend, û ew bi min va jî balk’êş hate xuyan, tiştên p’ir’ balk’êş di vê nivîsê da hene, yên ku hêjayî baldarîyê ne...  Bi t’aybet jî, dema mirov wê piştî wan encaman dinirxîne, yên ku di hevp’eyvîna navbûrî ya Amida Kurdê da derk’etibûn holê, ev jî dibe sedem, ku em carekê jî li wê mijarê veger’in û jinûva û ji terefîkî dîtinê yê dinê va wê binirxînin... 

Lewra jî, piştî vê hevp’eyvîna me p’eydabûna vê gotarê ji bo me sûrprîz  nînbû.

R’êzdar Îbrahîm Osman di vê nivîsê da armanc dike, ku “...li gorî lêkolîn û zanebûna xwe ... vê mijarê hinekî rave bike. Pêwendiya Teyrê Tawis, bi navê din “Teyrê Buhiştê“ bi me Êzîdiyan re çiye, ronî û zelal bikie”. – Û, divê bê gotin, ku ew hinek pirsan bi awayekî balk’êş r’ave dike, her çiqas, ew bi xwe jî heya dawîyê di wan dîtinên xwe da ne bawer e... Û ji bo vê rewşê jî sedemên xwe tîne zimên... 

Hema di sêrî da bibêjim, ku kekê Îbrahîm gotina xwe ya di derbarê Teyrê Tawisê da bi berfirehî hiltîne dest: ew ji xweşkîya wî teyrî destpêdike, derbazî ser cî û warên wî – başûrê Hindistanê dibe, paşê tê ser nîgara wî ya di ç’îr’ok û serpêhatîyên Încîl û Quranê da, hewl dide bersîva wê pirsê bibîne, k’a: “Çima Teyrê Tawis ji buhiştê hatî qewitandin?”... Û tiştên dinê. Û piştî van ç’îr’okan ew tê ser mijara xwe: “Êzîdiyan çima Têyrê Tawis ji xwe re kirine sembol?” 

Û hema li vira jî ew kekê hêja mixê gotina xwe sereke lê dide: “Bi qenata min, – ew dinivêse, – beriya serdema Şêx Adî Teyrê Tawis ne sembola Êzîdiyan bû. Vê pêvajoyê bi Şêx Adî re destpêkir”. – A, hema bi vê gotina xwe jî ew t’evahîya r’astîya vê pirsê tîne zimên, û, lewra jî nin dixwast, govtûgoya xwe bi xwendevanên h’êja r’a hema ji vira destpêbikira.

 

Bi van gotinên xwe va kekê Îbrahîm, ne r’astedêr be jî, wê dîtinê piştrast dike, ku sembola teyrê tawisê û têgeha Tawisî Melek’ bingeha xwe di êzdîtîyê da nînin, ew di êzdîtîya piştî Şêx Adî da p’eyda bûne, ya ku, wek ku tê zanîn, bi r’êformên Şêx Adî kirasekî îslamî li stuyê wê hatye danîn, û ew bûye êzîdîtî. Û kekê Îbrahîm bi xwe jî, gotina wî di derbarê êzîdîtîyê da ye, ne êzdîtîyê da. Bala xwe bidinê, di nivîsa wî camêrî da li cîyekî p’eyva êzdî nîne, hemû êzîdî ye!...

Ji bo ku ev cudayî bê têgihîştin, ezê li vir parçeyekî ji hevpeyvîna navborî bînim. Bala xwe bidinê, li wir li ser vê pirsê çi atye gotin:

“... Ya me heya navê me jî guhar’tine, li şûna wî navekî dinê li me va kirine, û em jî vê yekê bi bêdengîyekê dip’ejirînin! Ev ji k’u tê? Ma sedemên vê ji nexwendîtîya olî nayên? Eger gel têgihîştina xwe ya here sade ya olî li ser êzdîtîyê hebûya, dê ev hemû bip’ejiranda, gelo? 

Helbet, na! 

Û pirsa nav jî p’ir’ girîng e, hemû ç’arenûsa her mirovekî, gelekî, heya ya komekê, an r’êxistinekê bi navê wî/wê va p’êwendîdar e. Ew çi ku bi dîrokî pêk hatye an pêk tê, li ser bingeha wî navî pêk hatye û îro jî bi p’êwendîdarîya wî navî pêk tê… Hê bîrewar û zanîyarê antîk ê mezin, fîlozofê herî navdar ê Çînê Konfît’sîûs (sedasalên VI – V ên berî serdema me) di vê derbarê da gotye, eger navê yekê/yekî an tiştekî tê guhar’tin, hemû p’ergala hişmendî ya çarenûs û pêşer’oja xwedîya/yê wî navî t’evlîhev dibe…  

Lê r’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan jî di vê derbarê da weha dibêje: “Eger navê te ji te standine, bizanibe, tu ji her tiştî bêp’ar hiştine, û tu êdî tu nînî!” – Û, her çiqas ev gotin bi boneyeke dinê bi zanistî hatye formûlekirin, lê ew t’am li vê r’ewşa êzdîyan û êzdîtîyê tê!  

Tiştekî nebînayî pêk hatye! Navê me guhartine, lê em haj ji xwe nînin! Çawa dibe, mirov jî ewqas dikare xwe ji bîr bike, an di nava nezanîyê da wisa k’etibe xewa mirinê?... 

Binihêr’e, eger li şûna navê ‘t’irk’ ‘kt’ir’ bi k’ar bînin, li şûna navê ‘ereb’ – ‘ebre’, li şûna  ‘fars’ –‘frsa’, li şûna ‘ermenî’ – ‘enîrem’, li şûna ‘gurc’ – ‘cgur’ û yên dinê bik’ar bînin, dê xwedîyên wan navan ji cî veciniqin, veper’ikin r’ûyê wan, ên ku navê wan digihêr’in û cîhanê li ser serê wan da welger’înin! Û ev helwest û bert’ek jî dê p’ir’ normal û xwezayî  be, lewra ku ew di pirsa p’arastina nirxên xwe yên net’ewî da mafdar in!   

… Lê ya me?

Binihêr’in, çawa hinek k’etine nava me û hêdî-hêdî, gav bi gav navê ola me ya  kevnar guhar’tine, navekî dinê li me va qemitandine û li me dane p’ejirandin, di bin wî navî da naver’okeke bîyanî (xerîb) danê, felsefe, bîrûbanwerî û hemû pîrozîyên me yên olî guhar’tine û em hînî wan kirine (dîsa hêdî-hêdî, gav bi gav, bi berekê va!), hemû p’ergala ola net’ewî – bi felsefe, têgihîştina cîhanê, bîrûbawerî û pîrozîyên me yên kevnar dane jibîrkirin… Û me jî, ji xwe r’a serê xwe kirine ber xwe û ew hemû p’ejirandine. 

Mabesta min navên “ÊZDΔ û “ÊZÎDΔ ye… Û wisa jî hemû navên p’ergalî yên felsefî, bîrûbawerî û pîrozîyên vê olê ne!  

Hem di gotarên xwe da, hem jî di p’irtûka xwe ya “Êzdîtî: divê mirov rastîya wê li ku bigere” da ez li ser vê mijarê r’awestyame û min ew bi zanistî r’avekirye. 

Binihêr’in, Êzdî yek ji navên Xwedê ye. Di êzdîtîyê da weha tê gotin: “Hezar û yek navên Xwedê hene, Êzdî jî navekî Xwedê ye!” Ev tê çi wateyê? Ev p’eyv ji peyver’êza “Yê ez dayî” pêk hatye. Ango, Êzdî tê wat’eya Xwedê – ji vir jî navê Ezda/Ezdan! Û navê bawermendên vê olê jî, wek ‘êzdî’, ji p’eyver’êza “ya/yê ezdayî” pêk hatye, ango, yê/ya xwedayî, ango mirovên Xwedê! Hemû navên Xwedê di k’urdî da wat’eya xwe hene, û hemû wat’eyên wan jî erkî ne (fûnktsînal in!), ango ji wat’eya erkekê saz bûne û wê erkê destnîşan dikin! Mînak, p’eyva Xwedê jî wat’eya xwe heye. Li ser vê jî gotinek di êzdîtîyê da heye: “Xwedê cîhan sêwirandye, lê hîç kesî Xwedê nesêwirandye – Xwedê xwe da ye!”…  Û ji vira jî Xweda/Xwedê!  

Û pirseke dinê jî: binihêr’in p’eyvên Xweda û Xweza çiqas mîna hev in, r’asttir dibe, mirov bibêje, bingehên wan yek in… Lewra jî di dîrokê da ji êzdîtîyê r’a wisa jî gotine ola xwezayp’erest! A, ev e, ku êzdîtîyê ji olên dinê yên kevneşopî cuda duke… Kesekî pîroz, p’êxemberekî ev olla  nesêwirandye, ew di pêvajoyeke demdirêj bi xwezayî di nav civakê da pêk hatye, û efrînerê wê jî gelê k’urd bi xwe ye. Ango, êzdîtî di xwezaya K’urdistanê da, di nava civakê da bi xwezayî pêk hatye û hemû bawerî, p’erstin û pîrozîyên wê bi xaka Welatê me va girêdayî ye… Dibe ku lewra jî, îro di nav k’urdên misulman ên sade da ferzên êzdîtîyê, felsefa wê ya têgihîştina cîhanê bêhtir hatye p’arastin, ne ku di nav wan êzdîyan da, yên ku bûne êzîdî-sofî...  ”

Û hema li vira jî, li ser pirsa Amida Kurdê ya: “Ango, Êzdîtî û Êzîdîtî ne heman ol e…?” – min ev şiroveya daye: “ Belê, û hema pirs jî di vê da ye: Êzdîtî û Êzîdîtî ne yek in, ew du bîrûbawerîyên cuda ne – Êzdîtî ola gelê k’urd a kevnar e, êzîdîtî t’erîqateke îslamê ya sofîtîyê ye. Navê wê jî ji navê yek ji xelîfên îslamê, Yezîd bên Muavî ebî Sifyan ê pismamê Mehmed p’êxember ê dûr tê. Û evê jî olzanên vê tarîqatê yên ku wek pisporên olî di nav civaka êzîdîbûyî da tên naskirin û p’ejirandin, bi xwe di nivîsên xwe da didin zanîn… (Di vê derbarê da bi hûrbînî di gotara mina a “…Çima, divê yên êzdî bibin êzîdî-sofî, û êzdîtî bê t’unekirin û ji hole r’abe?!..” da heye. Ez li vira her p’arçeyekî ji wê gotarê bînim. Li wir min gotinên Hoşeng Broka nirxanine. Weha, ew biradera gazinên xwe çawa tîne zimên: “...Her gava ku zanayek, lêkolînvanek, teyologek yan dîroknasekî Êzîdî rastiya Şêxadî û qonaxa Şêxadiyetiyê wek qonaxeke sufîst a herî berz di Êzîdiyatiyê de, ku wê demê netewayetî û sînorên wê nas nedikirin, bike, nasyonalîstên Kurd dinyayê xirab dikin, mîna ku gunehkariyek hatibe kirinê”– http://www. amidakurd.org/ku/ tekst/çima_divê_yên_êzdî_bibin_êzîdî_sofî_û_êzdîtî_bê_t_unekirin_û_ji_ holê_r_abe ). 

Her çiqas, hîç pêdivî bi îzbatîyan jî nine, ew t’erîqat bi xwe – bi hemû p’ergala xwe, pîrozî,  bîrûbawerî û felsefeya xwe ya olî va, bi têrmîn, nav û qewlên xwe va li hole ye… Kesek nikare wan mirovan bixapîne, yên ku p’ir’î-hindikî dîroka pêkhatina olan dizanin û cudahîyên wan ên bingehîn têdigihîjin… Û li hember pirsa Hoşeng Biroka ya “...mîna ku gunehkariyek hatibe kirinê” jî di nava civakê da du helwest dikarin hebin: ya yekem, ên ku di nav wan da hest û têgihîştinên êzdîtîyê hê t’am nehatine kuştin-t’unekirin, naxwazin, ku êzdîtî heya dawîyê werguhêr’î t’erîqata îslamî-sofîtîyê bibe û bê t’unekirin, ji bo wan, belê,  “... gunehkariyek hatiye û tê kirin”; ya duyem, ên ku êdî di nava êzdîtîyê da kirasê sofîtîya îslamê li stûyê xwe danîne, û daw û delingê xwe hildane jor, k’etine xizmeta îslamîkirina êzdîtîyê, ji bo wan ev pêvajo tiştekî normal tê dîtin, lewra ku bi vê kontsêptê divê bingehên ola kevnar a gelê k’urd bên t’unekirin... Û ev jî, ji bo gelê me pêvejoyeke p’ir’ bi xeter e!...” – Wekî dinê xwendevanê bikaribin di derbarê van pirsan û gelek pirsên dinê yên balkêş da di beşê yekem ê hevpeyvîna Amida Kurdê ya “Pirsgirêkên li ser rêya avakirina yekîtîya êzdîyan” da bixwînin – http://www.amidakurd.org/ku/nuce/PIRSGIRÊKÊN_LI_SER_RÊYA_ AVAKIRINA_YEKÎTÎYA_ÊZDÎYA_I 

Peyr’a, dema tê ser pirsa ç’îr’ok û efsaneyên di derbarê teyrê tawisê da, kekê Îbrahîm  bi t’aybet balê dik’işîne ser vê:   

“ Bê guman ev çîrokeke mîtolojîk a bê bingehe û ji xwe re li hev anîne. Dibêjin Teyrê Tawis pirr xweşik e, bi xweşikiya xwe aqil ji serê mirovan dibe, lê piyên wî pirr çepelin!

Tişta di vir de balkêş ew e ku, ên ku vê çîroka mîtolojîk bawer dikin, beyî ku lê haydar bibin (dibe ku bi aqilê me dilîzin) ew di vê çîrokê de hêza Tawisî Melek ji ya Xwedê mestir dikin. Lerwre ger Tawisî Melek dikare bi dizîka dakeve buhişta di bin kontrola Xwedê de, li ber pozê wî têkeve kirasê mar de, li wir Hewa ji rê derxîne, wê bîne asta hemberî zagonên Xwedê, ev tê maneya ku Tawosî Melek ji Xwedê xurtire.!”  – Û li ser vê pirsê jî ezê ji nûva nek’evim nava govtûgoyan, di vê derbarê da di beşê IV ê hevpeyvîna me ya navborî da bi berfirehî hatye r’avekirin.  

Weha ew: “... bi xwezayî nivşên êzdîyan ên îroyîn jî ji hêlekê va ji ola xwe zêdetir ên bîyanî nas dikin, û ji hêla dinê va li bal wan jî xwestek dertê pêş, ku merc û derfetên wisa ji bo ola wan jî bên afirandi... Lewra jî gelek ciwanên êzdî dipirsin, k’a çima p’irtûkên me yên pîroz nînin, ku em bixwînin, çiama dêr û mizgevtên êzdîyan jî nînin (mabesta wan, helbet, qube û p’erestgehên êzdîtîyê ne!), çima oldarên me ferz û qewl û beyt’ên ola me ne bi zimanê me dibêjin?... 

Û ev pirsana jî li cîyekî vala p’eyda nebûne, divê oldar û ezdazanên ola êzdî û ew kesana, yên ku xwe dilsoz an zaneyên vê olê dihejmêrin, bikaribin bersîva van pirsên ciwanên êzdîyan bidin û ji hêvî û daxwezên wan r’a bibin bersîv! 

Hûn dizanin, dema mirov van gotinan û yên dinê ji ciwanên me dibihê, t’evahîya r’ewşa bêkes û bêxwedî ya vê ola kevnar a gelê me li ber ç’avê wî vedibe, û dilê mirov bi gelê me û  ciwanên wî dêşe – ma ne, ew jî di vê cîhanê da dijîn, li k’u hemû gelên der-dora wan bi sazî,  k’omele, p’erestgeh û p’irtûkên xwe yên pîriz va li ber ç’avên wan in..., lê ya wan tiştekî wan nîne (?!). Tiştê  ku heye jî, bi zimanê erebî tê gotin, li ser dîwar û tûjikê p’erestgehan jî sembolên îsalamê tên danîn – an hêker (hîva kerî), an jî dest (wek sembola îslamê – destê Fatma dota Mehmed p’êxember)!... 

Lewra jî ciwanên êzdî dipirsin – ma, êzdî jî misulman in? 

Û ev jî r’ê li pêşîya wê vedike, ku ew bixalifin û bik’evin hemêza olên dinê!  

Di r’ewşeke weha da mirovê bikaribe çi bibêje, dema hemû nav û têrmîn, têgehên ola êzdî bi yên erebî-îslamî hatine guhar’tin, dema ew qewl û beyt’, ên ku tên gotin, bi erebî ne, û yên ku wan  dibêjin, bi xwe jî ji wan fêm nakin, dema heya navê vê ola pêşîyan, pîrozîyên wê yên sereke kirine erebî-îslamî, heya, li şûna p’eyva k’urdî ya Xwedê, yên erebî yên R’ebê alemê an R’ebilalem tên bikaranîn, li şûna Mêrê R’eojê, Şems, li şûna Mêrê Tav û Sîyê, Melek’î Tawis an Tawisî Melek’ ..., û, wisa jî, cîyekî sereke di nava vê ola wan a net’ewî da dane Sultan Êzîdê xelîfê îslamê yê ereb. Û ji bilî vê, eger mirov di ser vana da wisa jî evan navan zêde bike: Ezraîl, Dardaîl, Îsrafîl, Mik’aîl, Cebraîl, Şamnaîl, T’uraîl, wê demê dê ji bo êzdîtîyê dîmenekî p’ir’ xemgîn û dilkovan derê holê...

Û di vê r’ewşê da gazinên hinek xwendevanên me ne t’enê mirov matma dikin, lê wisa jî dilê mirov dêşînin. Mînak, R’eşad Sarîbaba ji Stambolê dinivîse, ku ew bi xwe ji Serhedê ye, ku du-sê bavan berê  malbeta wan êzîdî bûye, ku, wek ku ew dizane, ev şer’ û buxdanên nep’ak misulmanan bi zanebûn di derbarê êzîdîyan da belav kirine... Û, ji bo ku r’astîya gotina xwe bide xuyan, ev  biradera ji me r’a p’arçeyekî ji nivîseke întêrnêtê dişîne û jêderka wê jî destnîşan dike: “Bi gelemperî wateya êzidî li gor neteweyên misilman an jî cînarên wan û kêmzêde gelên di bandora îslamê de mane ne erênî ye. Di derbarê wan de pênîsên wekî “şeytanperest”, “gawir”, “dijminên elî”, “zindîq”, “kurdên bi porr”, “bi heşt simbêlan” bikartînin...”.   ( http://www.kurdishinstitute.be/ezidi-ki-ne-u-tawise-melek-ci-ye/ ). 

Eger mirov bi baldarî van gotinên R’eşadê hêja bixwîne, dê bibîne, gotina wî di derbarê êzîdîyan da ye, ne – di derbarê êzdîyan da. Ev – yek!

Û, ya dinê, her çi jî hebe, helwesteke weha, ew li hember k’ê dibe, bila bibe, ne r’ast e, ew bêdadîyek e û t’ucar nayê efûkirin! 

Lê, eger mirov hestan dayne alîyekî û bi heşmendî bi ç’avê r’astîyê li vê helwestê binihêr’e, dê hinek r’astîyan ji hev cuda bike. Ji ber ku bersîva gelemp’erî ya van pirsan dê di nava şiroveyên me yên pêş me da hebin, em li vira her li ser gotina “dijminên Elî” r’awestin. 

Ev ji k’u tê?! 

Wek ku me berê jî di gotar û berhemên xwe yên cuda da nivîsî bû, ku di dema xwe da bi çi sedeman, bi çi r’ê û r’êbazan Sult’an Êzîd bên Muewîyê pismamê Mehmmed P’êxember anîne nava Êzdîtîyê, nayê zanîn, lê ji dîrokê tê zanîn, ku dema şer’ê navxweyî yê di nava qewmên P’êxember da hemû endamên malbeta hezretê Elî bi herdû lawên wî – Hesen û Huseyn va, tên kuştin... Û tê gotin, ku ew jî bi destê Êzîd bên Maewîyê pismamê wan pêk hatye! – Belê, dîrok vê dibêje! Lêbelê, ev hemû çi p’êwendîya xwe bi êzdîyan an êzdîtîyê r’a heye? 

Û, lewra jî, li vira pirs dertê holê – ma yên ku Êzîd bên Maewîyê xelîfê ereban ê îslamî kirine pîrozî û anîne nava êzdîtîyê, ev yek nizanibûne? – Helbet, em bersîva vê pirsê ji lêger’înerên pêşer’ojê r’a dihêlin (her çiqas bersîv di pirsê bi xwe da heye!). 

Lê, dîsa, heya îro jî pirsa serê hemû pirsan, ya ku pêdivîya xwe bi bersîveke r’ast û durust heye, ev e: “Ma, gelo, ev hemû çi p’êwendîya xwe bi êzdîyan û êzdîtîyê r’a heye?...  Ev qewalên (mîssîonêr) t’erîqeta sofîtîya îslamî, çima ev pirsgirêka xwînî ya sedsalan a di navbera du şaxên îslamê – sunnîtîyê û şiîtîyê da, anîne û bi êzdîyan û êzdîtîyê va girêdane û îrojî bi delk’ û dolabên cuda evê li êzdîyan ferz dikin? Ma ne bes e, ku ji ber vê sedemê piştî r’êformên bi navê Şîxadî va girêdayî, di şer’ên navbera t’erîqetên îslamê da êzdî kirine t’eref û dane kuştin?” – Û, eger wan t’evkujîyên êzdîyan ên pey serdema Şîxadî r’a r’ast û obyêktîv binirxînin, dê r’astîya wan bûyerên malwêran derê holê! 

Û, eger mirov bala xwe bidê, ev malwêranîya r’ewanî-olî, ya ku xwendevan behsa wan dikin, di eyneya wan p’irtûkan (“Mesheva R’eş” û “K’itêb el-Celwa”) da baş tê xuyan, û ew dibe sedem, ku ne ku t’enê yên misulman, lê, her weha nûnerên olên dinê jî êzîdîyan  (dîsa ne êzdîyan!) bi wan gotinên bêr’ê û nep’ak nav bikin! Û ji bo vê pirsê em divê sedeman ne ku di nava bîyanîyan da biger’in, ên ku wan gotinan dinivîsin (her çiqas gotinên wisa bi serê xwe sûcê dijî mirovîyê ye!), lê di wan da biger’in, ên ku ji bo wan gotinên bêr’ê ev sedemana bi dîrokî afirandine! 

Her çiqas, di nava hinek derdorên hinek r’ewşenbîrên k’urd da tê gotin, ku du  p’irtûkên pîroz yên êzîdîtîyê (dîsa – ne yên êzdîtîyê!) di sindoqekê da di Lalişa pîroz da tên veşartin-p’arastin, hinek jî dibêjin, ku ew (an kopîyên wan) di mûzêyûmeke Londonê da hene, lê heya naha kesekî ew p’irtûk li ber ç’avên xwe nedîtine...  

Di serpêhatîya p’eydabûna van p’irtûkan da tê gotin, ku erkdarekî dêra  kat’olîkan û zanîyarê bi net’ewa xwe ereb, ê bi navê Anastas Marî bertîl daye erkdarekî p’erstgeha Lalişê û kopîyên wan p’irtûkan destanîne û peyr’a jî têkstên wan weşandine... (Marie Anastas. – La decouverte recente de deux livres saccres des Yazidis // Antropos. Internationale Zeitshrift fur Volker- und Sprachen –kurde. Vol. Wienne, 1911). Û piştî du salan  Maksîmîlîan Bîttnêrê zanyarê awstrî li ser bingeha van matêrîalan p’irtûkeke bi vê sernivîsê weşandye:  Bittner M., “Die heiligen Bűcher der Yeziden oder Teufelsambeter (kurdish und arabish)”. Wien, 1913. Ango, eger em navê vê pirtûkê wergerîni kurdî wê derê: “P’irtûkên pîroz ên êzîdîyan an şeyt’anp’erestan”, Vîêna, 1913. 

Ma, gelo, ji bo sernivîseke weha mirov divê ji zanîyarê awstrî bipirse û wî t’ewanbar bike, an hewl bide tê bigihêîje, k’a di wan p’irtûkan da çi hatye nivîsîn, ku vî mirovî li ser bingehaa wê gihîştye nêr’îneke weha?...  

Helbet, ev jî pirseke hrêtorîk e, û bersîva wê bi xwe di wê da heye!

Û ji bilî vê, bi r’astî di serpêhatîya (an ç’îroka) p’eydabûna van p’irtûkan bi xwe da gelk pirs hene!

Tê gotin, ku ew p’irtûk bi têpên t’aybet hatine nivîsîn. – Eger wisan e, Anastas Marîyê erebê erkdar ê dêra kat’olîkan ew nivîsên wan p’irtûkan ên bi tîpên t’aybet ên veşare bi çi armancê wergerandine? Û ev pirseke vala nîne! K’arên weha hema wisa, bê armanc pêk nayên. Wek ku di nav gel da dibêjin –ji bo ç’av û birûyê belek ên êzdîyan ev k’arê giran pêk neanîne!  

Çir’a heya naha r’êvebirya r’ewanî (r’uhanî) ya Şengalê t’u daxwîyanî yan agahîyekê nade? Eger bi r’astî ew p’irtûk li wir hene, çima mirov bi fermî bi navendeke zanistî-lêger’înî, an  înstîtûteke akadêmî r’a p’êwendîyan daneyne, wan li ser bingeha orîjînalan  kopî neke, ji bo ku pispor wan bi zanistî binirxînin û r’avebikin? – Jixwe, em di derbarê wê da nabêjin, ku ew navenda r’uhanîyê ya êzdîyan (Lalişa pîroz) divê heya naha p’erwerdeyeke erkdarên olî pêk anînbûya û pisporên xwe amade kiribûna, yên ku bikaribûna van pirs û pirsgirêkan r’a bibûna bersîv! 

Û pirseke dinê jî:    

– Eger ew p’irtûk ên ola êzdîyan in û bi k’urdî hatine nivîsîn, çima sernavên herduyan ne ku bi k’urdî, lê bi erebî ne (“Meshefa R’eş” û “K’itab el-Cilwa”!). Û, ji bilî wê, nivîsarên wan p’irtûkan (têk’st), ên ku paşê hatine weşandin, bûne bingeh, ku lêger’înerên bîyanî êzîdîyan (dîsa, ne êzdîyan!)  şeyt’anp’erest nav bikin! (?!)  

Û ev jî tiştekî nû nîne – di vê derbarê da lêger’înerên bîyanî êdî jzûva nivîsîne! 

Ji sedsalekê zêdetir e, di derbarê wan p’irtûkan da cîhan dizane (ji bo bîyanîyan hîç sur’ek jî nîne!), wergerên wan hene, lêger’înerên bîyanî di derbarê wan da gotar nivîsîne û îro jî dinivîsin... Lê hê jî ew hemû ji asta destpêkî ya dazanînê derbaz nebûne! Çima?

Eger mirov habûna van herdu p’irtûkan, ên bi vî şêwazî û bi vê naver’okê va baş binirxîne, wê demê dertê holê, ku p’eydabûna van p’irtûkan an pirojeyeke r’uhanîya îslamê bûye, ji bo ku bi navê êzdîtîyê r’a bilîzin, ewê heya dawîyê r’eş bikin û bi wî awahî wê t’une bikin. An jî, eger ew bi r’astî berhemên pênûsa Şêx Adî, an şagirtên wî ne, wê demê mirov dikare t’evahîya vê t’orê jî wek govenîya hebûna projeya îslamîkirina êzdîtîyê binirxîne. 

Ma, xwe têk’nolojîyên weha yên cihêr’eng t’eze îro  p’eyda nebûne?! (di vê derbarê da – wisa jî li vir bixwînin: http://www.amidakurd.net/ku/tekst/GENGEŞÎ_ DIDOMIN).

Belê, ev nêr’îneke p’ir’ ne baş e, lêbelê, wek ku êdî hatye gotin, xwe ev li cîyekî vala yê bê bingeh p’eyda nebûye. Eger hinek bibêjin, ku hinekan şer’ û buxdan avîtine êzdîyan, ewê r’ast bin, lêbelê pirs di wê da ye, k’a k’ê ew şer’ û bûxdan amade kirine? – Ma ev ferz  û nav û têrmînên erebî-îslamî, yên ku anîne nava êzdîtîyê, di wan herdu p’irtûkan da hatine t’omar kirin?! Û ev govenîya çi ye, gelo?... 

Wê demê dertê holê, ku ev hemû ji bo êzdîtîyê, wek ku di nav gel da tê gotin, şer’ û şilt’axekî neşûştî ye, lê ji bo êzîdîtîyê, wek t’erîqeteke îslamê ya sofî – na?! Û ev ji k’u tê? Eger di “Mesheva R’eş” da nivîsîbe, Melek’î Tawis Ezraîl e, û wisa jî di wê da navên pîrozîyên îslamê hatine r’êzkirin, wê demê em çi gazinên xwe ji xelkê dikin?...

Ma ne, mîssîonêr (qewal) û çalakvanên êzîdîtîyê, wek t’arîqeteke sofîtîya îslamî,  ev wisa dane nasîn. Bala xwe bidinê, wênegerê r’ûs ê sedsala XIX Mîxaîl Mîkêşîn hê di sala 1876an da wêneyekî çend binecîyên derdorên Wanê k’işandye. Û di danasîna wî wêneyî da weha hatye nivîsîn: ... Ji çepê berbi r’astê va: du k’urdên şeyt’anperest, kabardîn, çêçên û k’urdê mihemedî yên derdorên Wanê (fermo, jêderk li viraye: https://ru.wikipedia.org/wiki/Файл:Микешин_Типы_Кавказа_1876.JPG ). – Û evî wênegrî jî, ev wêne 37 slan berî derketina pirtûka navborî ya Mak’sîmîlîan Bîtnêrê awstrî k’işandye, ango ev nav û dengê nep’ak bêyî weşana têk’stên wan p’irtûkên navborî jî di nava gelên derdoran da êdî hebûye! 

Êger em van hemûyan bi ker’î bibuhêrin, gelo ev pirsgirêkê ji holê r’abe?! Ma ne, eva ku anîne serê êzdîtîyê, tiştekî r’êal bûye, û heya hinek kes vî k’arê erebî-îslamîkirina êzdîtîyê îro jî bi bir’yar didomînin, û ew jî baş tên zanîn...! 

Wê demê, li vira dîsa pirs dertê holê: “Ma, ev hemû çi p’êwendîya xwe bi êzdîyan û êzdîtîyê r’a hebûye û îro jî he? – Nîne! Lêbelê îro hinek kes evî k’arê malwêranîyê – yê îslamî-erbkirina êzdîyan û êzdîtîyê bi bir’yar didomînin. 

Û eva pirsa her ji ber wê bi êzdîyan r’a têk’ilîdar e,  ji ber ku ew, ên ku îro bûne êzîdîyên sofî, berî wê êzdî bûne û bi r’êya propaganda erkdarên îslamê û wan p’irtûkan dest ji ola xwe k’işandine û bûne sofîyên îslamî?! 

Wê demê, divê gel bi xwe di nava xwe da hêz û bi bir’yarbûnekê bibîne û ji van kesan r’a, yên ku  ji bo êzdîtîyê û êzîdîtîyê t’evî hev bikin, li ser qube û p’erstgehên êzdîyan sembolên îslamê datînin û dibêjin, ku êzdîtî ola “kurmancîaxêv û erebîaxêvan” e, r’awestîne. Divê gel bi xwe ji wan r’a bibêje: “Êdî bese, we çiqas bi vî gelî û bi vê olê lîst, bes e, r’awestin! – Helbet, eger ev civaka îzdîyan li ber vê êkspansîya îslamkirinê êdî têk neçûye û destda nebûye!” 

Û ji bilî vê:

“... Bala xwe bidinê, di wê têk’sta “Mesheva r’eş” da, ya ku îro di weşanên cuda da heye, çi tê gotin: “II. Ȓ’oja yekem, dema Xwedê k’arê xwe yê afrînerîyê pêk tanî, yekșem bû. Xwedê melek’ê bi nave Ezraîl afirand. Eva melek’a Tawis e — ĥuk’mdarê ĥemiyan e!” – Dibe ku ev gotinana ji bo yeke/yekî misulman heya r’adeyekê bên têgihîştin, normal bên dîtin û   p’ejirandin. Lê yeke/yekî hema piç’ekî bîna êzdîtîyê ji cîhana wî ya r’ewanî (r’uhî) bê, dê destxwe da li bal wî pirs derê holê: “Ezraîl bi xwe navekî ne k’urdî ye û têgeha wê jî ji îslamê tê. Gelo çi p’êwendîya wê p’eyvê bi êzdîtîyê r’a heye?” – Û ewê  mafdar be! Binihêr’in, p’eyva Ezraîl (عزرائیل) navê melek’ê mirinê ye – r’uhistîn e... Ango çi dertê – Xwedê melek’ê mirinê kirye hukumdarê hemûyan? = Helbet, ev pirsa ezdazanan e, û bila ew bersîva vê pirsê biger’in. Lê em naha bên ser navê Tawisî Melek’  an Melek’î Tawis. Bala  xwe bidinê li vira hem  p’eyva Tawis, hem jî ya Melek’ ne k’urdî ne – ew herdu jî erebî ne, û t’u pêwendîya xwe bi ola êzdî r’a nînin. Em wê r’astîyê li hêlekê dayninin, ku ew ç’ivîka xweşik û bedew ne di K’urdistanê da, ne jî di Îranê da nînbûye, lewra jî navê wê yê îranî-k’urdî nikaribûye hebe û nîne. Ango ew xerîb e. Û lewra jî îro piştî hatina îslamê navê vê teyrê yê erebî – Tawis (طاووس) di nav gelên misulman da tê bik’aranîn. Lêbelê,  berî îslamê ev teyra di nava gelên iranî da wek teyra çînî (sînî) hatye zanîn – sinamarg (avêsta – saēnô-mәrәγô; pehlewi – sēn-i-murūk; farsi – سیمرغ/sīmurγ; kurdî – sîmir(, ango, sinamarg p’eyveke têk’el e, ew ji p’eyvên sîn (çîn) û marg/morγ pêk hatye – ango, çûka/teyra çînî... Û bi vî awahî bi nîgara ç’ivîka çînî ya xweşik wat’eya pîrozîyeke me xeyîrandine, kirine tiştekî dinê û wat’e û naver’okeke dinê danê... Lewra jî, yeke/yekî hema hinekî têgihîştina xwe bi êzdîtîyê hebe, dê bipirse: “Ma ev ç’ivîka xweşik çi p’êwendîya xwe melek’ê mirinê (r’uhistîn), û, bi giştî, melek’ê mirinê jî bi êzdîtîyê r’a heye?...”  

Min berê  jî bihîstibû, di nav gel da dihat gotin: Mêr-milyak’etê Tav û Sîyê, Mêrê Tav û Sîyê, Xwedayê Şev û R’ojê, Mêr-milyak’etê Şev û R’ojê. Piştî demekê, 15 sal berê min hem di nava k’urdên Bakûr da, hem di nava yên R’ojava da ev gotinana û yê weke van bihîstin. Lê, bi r’astî, çi gunehê xwe veşêrin, wê demê wan gotina zêde bala min nek’işandin, û min zêde wat’e neda wan... Paşê, dema ku ez bi pirsên ola êzdî va mijûl bûm, evê pirsê dem bi dem r’û dida, û bersîva xwe dixwest: “Melek’î Tawis û Melek’ê Tav û Sîyê, Xwedayê Şev û R’ojê û têgehên dinê yên bawerîyê, gelo di êzdîtîyê da heman pîrozî nînin?” Lêger’înê êtîmolojî, û yên pirsên erka pîrozîyên olî her ez berbi bersîvekê va dibirim – belê, ew hemû yek in! Û ez bê r’awestan, bi baldarî di nava civakê û zargotina gelêrî da govenyekê diger’yam, heya ku piştî  demekê p’irtûka “Ayîn û qirarê dînê  êzdîtiyê. Zargotina şêx Xelîfê Şemsanî” k’ete destê min. Ev di dema xwe da r’ewşenbîrê k’urd K’eremê Anqosî ji zarê Şêx Xeloyê Elî girtibûye, peyr’a ew derbazî ser k’axezê kiribûye û sala 2001ê di bajarê T’bîlîsîyê da wek p’irtûk weşandye...   

 

Û, tiştê balk’êş di vê p’irtûkê da ew e, ku, her çiqas, Şêx Xeloyê bihuştî di mala şêxan  da gihîştibûye, ewî li ber destê oldarên êzdîyan li ser bingeha bîrûbawerîya Şîxadî p’erwerdeya olî dîtibûye, lê dîsa jî şopên bawerîya pêşîyên êzdîyan a r’esen di wê p’irtûka wî da li ber ç’avan in... Ji ber ku ev p’irtûk, wek ku her berhemeke zargotina gelêrî, hêjayî lêger’îneke zanistî ye û ez bi bawer im, ku dê dema pêş me da pisporên berê xwe bidine wê, ezê li vira her bala xwendevanên hêja vexwînim ser du tiştan.   

Weha li ser r’ûpelê 13an ê vê p’irtûkê em van gotinên bihuştîyê kekê Xeko dixwînin: “...Ew teyrê Enqer, Dur’ ser piştê Melekê Tav û Sîyê yanê Roj û Hîvê. Pêra dibêjin Tavûsî Melek. ...” 

Lê li ser r’ûpelê 15an kekê Xelo dibêje: “Melek Adî Şemsanîyê ra bav e. Melek Adî di Lalişê da Şems, Ferx, Sica, Nasir ji nûra xa dîhar kir. (Eva nava h`emû xeber û navê erebîne, sirmaniye. Navê eslî başqe ye). Dibêjin: Şemsê Adiya, Ferxê Adiya....”. – Bala xwe bidinê, şêxê êzdîyan, ê ku p’erwerdeya r’ewanî li ser bingeha bîrûbaweîya Şîxadî dest anye, dibêje, ku: “... Eva nava (ango, nav û têrmînên ola êzdî. – E. C.) h`emû xeber û navê erebîne, sirmaniye. ....” – Û bi vê gotina xwe ya kurt û kurmancî kekê Xelo yê bihuştî t’evahîya r’astîya serdema êzdîtîyê ya Şîxadî r’axistye ber ç’avan!  

Her, pêwîst e, ku mirov bikaribe vê bibîne û r’ast r’ave bike!....” – http://www. amidakurd.org/ku/nuce/PIRSGIRÊKÊN_LI_SER_RÊYA_AVAKIRINA_YEKÎTÎYA_ ÊZDÎYAN_IV

Wekî dinê, xwendevanên hêja, govekek a berfireh a pirs û pirsgirêkên êzdîtîyê benda we ne, yên ku ji hêla desteya r’êvebir a malp’er’a Amida Kurdê va di 6 xelekên hevp’eyvîna navborî da bi pisporî hatine govtûgokirin, nirxandin û bi zanistî hatine r’avekirin,! 

Û ez hêvîdar im, ku ew hemû dê wisa jî bikribin şûna wê kêmasîyê dagirin, ya ku kekê Îbrahîm di nivîsa xwe da weha anye zimên: “... di derbarê vê mijarê de tiştekî niviskî li ber dest nîne. Ger hebi jï min nedîtiye û jê agahdar nînim...” 

Fermo, ev jî jêderkên wan in:

 

1. http://www.amidakurd.org/ku/nuce/PIRSGIRÊKÊN_LI_SER_RÊYA_ AVAKIRINA_YEKÎTÎYA_ÊZDÎYA_I 

2. http://www.amidakurd.org/ku/nuce/PIRSGIRÊKÊN_LI_SER_R_ÊYA_ AVAKIRINA_YEKÎTÎYA_ÊZDÎYAN_II

3. http://www.amidakurd.org/ku/nuce/PIRSGIRÊKÊN_LI_SER_RÊYA_ AVAKIRINA_YEKÎTÎYA_ÊZDÎYAN_III 

4. http://www.amidakurd.org/ku/nuce/PIRSGIRÊKÊN_LI_SER_RÊYA_ AVAKIRINA_YEKÎTÎYA_ÊZDÎYAN_IV

5. http://www.amidakurd.org/ku/nuce/PIRSGIRÊKÊN_LI_SER_RÊYA_ AVAKIRINA_YEKÎTÎYA_ÊZDÎYAN_V

6. http://www.amidakurd.org/ku/nuce/PIRSGIRÊKÊN_LI_SER_RÊYA_ AVAKIRINA_YEKÎTÎYA_ÊZDÎYAN_VI

 

Li gel slav û rêzê xwe – E. C.

08. 10. 2019

Pyatîgors/Rûsîya