1. Tekst

  2. Gotar

  3. Cano Şakir
  4. Leylana Sermedî
Leylana Sermedî,leylana,sermedî

Leylana Sermedî

A+ A-

Cano Şakir

Îşev!
Şev zere wek keskesora kenê te!
Şev lale wek bêdengiya te!
Şev bi êşe wek şewata bêrîkirina te!
Şev meste wek serxweşiya lêvên te!
Şev kûre wek kûrahiya xezalên çavên te!
Şev bi leylane wek sermediya navê te!
Îşev!
Dixwazim dinava nermahiya bayê porê te de rakevin û li ber hîqhîqa azadiya kenê te semaya dawiya şevê bigerînim û li ber tîrêjên çavên teyî sermedî bendemana xwe ji heyvê re şîrove bikim,
Dixwazim li bin dara bendemana şevên xwe de dilê xwe bi bêhna te dagirim û peyvên şevê li ser baskên hêviyan ji te re li ber bayê şevê birêve bikim,
Dixwazim bîranînên şevên teyî sermedî bi tiliyên westiyayî li ser sebeta sînga şeva te vala bikim û strana,
„ŞEV ÇÛ MA ÊDÎ TU HEW TÊ LÊ „
Ez bi devê xwe ji te re wek bilbilê dûrî hêlîna xwe ketî binehwirînim,
Îşev!
Ezê kêrên bêrîkirinê bi peyvên vê helbestê sû bikim û bi ber bi eşqa kenê teyî sermedî ve bibezim,
Ezê ji pencereyên êşa şevan derkevim û di asîmanê bêrîkirina şevên te de bilind bifirim,
Ezê ji li ser pişta hespê helbestê û li ser rimên siwarên şevê nexşeya leylana teyî sermedî bi sirûdên hawarê binvîsim,
Îşev!
Pîroznameyên şevê xwe bi leylana teyî sermedî re jibîr dikin,
Sîberên şevê û xeyalên bêrîkirinê li ber siya leylana te xwe winda dikin,
ji dûr ve dengê nalîna keservedanên bêdengiya te bi guhê vê şevê dibhîzim,
Ji nêzîk ve pêjna dengê ritma lingê te li kolanên vê şeva kerr û lal dikim,
Îşev!
Were û bibe xwedawenda vê şevê ta ku ez tiliyên bêrîkirina xwe li pêşberî hatina te bikim çirayên pîroz,
Were!
Û ....
Bi ser birîna bayê leylana şevên sermedî de wek sira bayekî westiyayî keviyên vê şevê bi pêlên xwe dorpêç bike,
Were!
Bi vê helbestê bi ser dîwarê bendemana xweyî dem dirêj de bi ser hev de bide,
Ferhengên şevê bi bablîsoka şeva xweyî herdemî de bi peyvên vê şevê bixemilîne,
Û....
Bi eşqa şevê sinfoniya dengê xwe bikemilîne,
Îşev!
Kurtepista peyevên şevê bi bayê leylana şevê e pêşwazî bike,
Peyvên ji hembêza pirtûkên şevê derdikevin di nava dojeha porê xweyî qereçî de xwe vedşêrin,
Û....
peyvên xeyidî li ber bayê şevê ber ba dibin,
Li ser sînorên vê şeva bêdeng tu jî bi leylana navê xweyî sermedî re serbasî ferhenga peyvên minî êş girtî dibî.
Û.....
Leylana şevê derbasî nava pêlên bêrîkirina min dibe.

23.05.2019.
Wardenburg

Gotinên miftehî :