1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mûsa Dojender
  4. Li Kurdistanê her cure kujerî polîtîk e û îdeolojîk e
Li Kurdistanê her cure kujerî polîtîk e û îdeolojîk e,li,kurdistanê,her,cure,kujerî,polîtîk,e,û,îdeolojîk,e

Li Kurdistanê her cure kujerî polîtîk e û îdeolojîk e

A+ A-


Mûsa Dojender

Dergeha herî stratejîk a Terîqeta Nexşîbendî/Xalidî dergeha Norşînê ye ku di destpêka salên 1800î de ji aliyê Şêx Evdirehmanê Taxê ve hatiye avakirin. 

Piştî pêvajoyeka dirêj a amadehî û perwerdehiyê, Şêx Evdirehmanê Taxê xîlafeta tesawifî daye nozdeh kesî û bi vî rengî, li her deverî rê li ber xwebirêxistinkirina terîqetê vekiriye.

Bi rêya van xelîfeyan
Dergehên mîna Dergeha Oxîn (Motkî), Tekkeya Kirtiloglu (Erzincan), Dergeha Çuxreş (Erzurum -Karaçoban), Dergeha Taşkesenli (Erzurum), Dergeha Zuqeyd (Sêrt) û Dergeha Ceznî (Êlih-Hezo) hatine vekirin.

Ji aliyê Şêx Ehmedê Xeznewî ve Dergeha Xeznewî (Rojava) û  bi rêya xelîfeyê wî Şex Evdilhekîmê Huseynê Bilwanisî ve jî pêşî Qesrîk, piştre jî Dergeha Menzîl (Bilîs-Semsûr) û ji aliyê xelîfeyê Şêx Maşûk Mele Burhan Micahîdî ve jî, Dergeha Tilo (Sêrt) hatine avakirin. 

Biryargeha tewre bilind a van hemû dergehan jî, Dergeha Norşînê ye. Heya ji wê derê îcaze ango destûr neyê girtin, ne pêkan e yek gaveka bi tenê jî bikaribin bavêjin.  

Wekî tê dîtin, navenda vê terîqeta xwe li erdnîgariyeke berfireh birêxsitin kiriye, Kurdistan e û li her çar parçeyan jî bi rêxistin e. Navend Kurdistan e, lê di serî de li Sûrî, Tirkiye, Lubnan, beşek ji dewletên Kafkas û li Ewropayê, bi taybet jî li hema bêje her welatên musulman lê ne, karîye xwe birêxsitin bike. 

Ji hêza polîtîk a terîqetê, ez ê du mînak bidim. Yekem; Abdullah Gul wekî Serokkkomarê Tirkiyeyê çû destê şêxê terîqê Şêx Nûreddîn maç kir û ji wê derê re got Norşîn. Ya duyem; Dîsa wekî Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdoğan pêdivî pê dît û hema li kêleka navenda terîqetê Qesra Serokatiyê ava kir.

Û seydayek hate kuştin.
Di 19ê reşemiya sala 2020î de, ji terîqeteka wisa mezin û berfireh, seydayek bi navê Evdilkerîm Cevîk hat kuştin û nûçe di cî de di çapemeniyê de hate dîtin. Piştî vê kuştinê gelek wezîr, parlamenter û burokratên bilind bi hev re “xemgînî“yên xwe anîn ziman. Serleşkerên payebilind jî di nav de, bi sedan burokratên bilind ji bo şîna seyda bi lez berê xwe dane Norşînê. 

Ji ber pêwîst dibînim, dixwazim bala we bidime ser du daxuyaniyan.

Yekem: 
Suleyman Soylu twîteka wiha weşand; "Pir xemgîn im... Mirina alimekî, mirina alemekî ye. Seydayê mezin ê Medreseya Bitlis Güroymakê (Norşînê) Seyda Abdülkerim ÇEVİK, ber bi Xwedê ve çû. Bila Xwedê rehma xwe lê bike...".

Duyem:
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Gelecek (Pêşeroj)ê Vahdettîn Înce wiha got; “Di vê bûyerê de tiştekî veşarî heye? Divê ev buyer bi hûrbînî bê lêkolan. Abdülkerim Çevik xeleka herî dawî ya kevneşopiya medreseyan a Norşînê bû”. 

Dê dem nîşan bide ku ev her du daxuyanî jî pir grîng in. Pêşî Soylu! Pêkan e her tiştî jixwe ji destpêkê ve zanibû. Ya duyem; ew tişta Înce dizane û bi guman nêzîk dibe çiye? Û çima dibêje “xeleka herî dawî ya kevneşopiya medreseyan a Norşînê“? Çi destnîşan kiriye? Bi vê gotinê xwest bala raya giştî bikşîne ser kuderê? “Xeleka dawî” dema biqete dikare çi bibe?

Û ya herî grîng jî; dema ev “xeleka dawîn” biqete, li şûna wê dê kî û kîjan mêzîn bêne lêkirin?

Ez ê li ser aliyê “magazînî” ya vê kuştinê ranewestim. Gelek kitekitên wê hene, lê divê bala mirov li ser mijara bingehîn be. 

Kesê niha li ser postê terîqetê rûdinê Şêx Nûreddîn 97 salî ye û zêde rojên wî nemane. Piştî Şêx Nûreddîn, kesê dê bibûna şêxê terîqê Seyda Evdilkerîm bû ku ji aliyê Şêx Nûreddîn bixwe ve wekî xelîfe hatibû diyarkirin. 

Em careka din pirs bikin: “xeleka dawî” çima hat qetandin? Ji aliyê kîjan hêzê ve hate qetandin? Armancên dihatine pêşdîtin ên dema nêz û dema dûr ên qetandina “xeleka dawî” çibûn?
 
Yê hate kuştin ne bi tenê Seydayek bû. Bi wî Seydayî re gelek tiştên din hatin tunekirin.