LÊGERÎN,lêgerîn

LÊGERÎN

A+ A-

 

 Leyla Saraç

Asîman wek arava cilan şêlo û gewr bûbû. Şîrqîna birûskan asîmanê gewr diqelişand ewran wek ku lêdan xwaribû hêdî hêdî li ser hev peşk peşk her der şil kir.

Qasek şûnde miş mişa baranê lez û xurt bûbû.

Ew demeke dirêj bû li ser wî kevirê rût û tazî yê di nav ava herîkbar de rûniştibû miş mişa avê bû. Li çar alî, li dora kevir av diherikî kevirekî pehn û kevnare bû, wexta ku li ser vî kevirî rûniştî asîman sip û sayî bû. Tirêjên rojê her der diberiqand.

Cotên keziyên xwe hêdî hêdî vekirî bû porê xwe yê reş ê qetran bi ser nav milan de berda bû. Bi her du destan çekên li ser sînga xwe girtibû.

Av diherikî awirên wê di nav herîkbarînê de wenda bûbû, ya rast ew ê bi xwe, xwe wenda kiribû di nav herikandina çem de… Ewqas kûr çûbû di nav herikandina avê de raman û hestên xwe xeyalên xwe jî herikandibû.

Tenê bedena wê li ser wî kevirê rût û tazî ma bû. Carinan awirên xwe li derdora xwe digerand, her kevirek, her darek tiştek zarokbûna wê dianî bîra wê.

Bişîrînek nerm xwe berda ser rûyê wê.

Haya wê çê nebûbû ku ewrên biharê xwe komî ser hev kirine ji bo baran bibarînin. Ji nîşka ve ferq kir ku şil û pil bûye.

Xweşa wê çûbû, kenekî şîrîn li ser rûyê wê ava bûbû, porê xwe ji ser milê xwe da alîkî, wek ku bi avê re diaxivî û bi avê re bibe rihek awirên xwe ji avê neda alî. Peşkên baranê li ser avê peq peqoqan çê dikir û ava herîkbar peq peqoqan  bi xwe re diherikand û dibir.

Nêrîna wê li ser peq peqoqan bû lê di rastiya xwe de ji wê demê zûde bihorî bû pir dûr çûbû. Avê ew bi xwe re herikandibû biribû rojên zarokbûna wê. Ew rojên ku her havîn rojên çarşeman dihatin ber vî çemî…

Germava tarî bi nav û deng bû li wê heremê.  Gelê heremê, gundî û bajariyên vê heremê bi taybet rojên çarşeman dihatin ser germavê xwe diavêtinê.

Ew rojên çarşeman wek şahî û seyranê bûn. Şikefta tarî jêrê dibêjin ‘’ Germava tarî’’ di nava wê de sê av diherikîn, yek sar bû, yek germ, yek jî avekî tirş bû ji tehtên di nava şikeftê de dilop dilop kom dibû li ser kevirên şikeftê de. Rojên çarşema ketina germavê wekî xêr dihat zanîn.

Şikefta tarî li ber çem bû li derdora şikeftê tevlî lat û kevirên mezin darên cûr bi cûr yên fêkiyan hebûn. 

Germava tarî nêzî gundê wan bû, her havîn dihatin ser germavê. Dema dihatin ber çem di rê de satilên xwe tijî hêjîr û tirî dikirin. Li ber derê germavê her malbat sivrên xwe li binê darekê, li binê latekî dadianîn û xwarîna xwe dixwarin. Bi cilên tenik diketin germavê. Her yek di destên wan de findek û wisa diçûn germava tarî…

Dema ku dihatin ser germavê, ew û hevalên xwe direviyan dihatin ser vî kevirê pehn û mezin yê di nav çem de her carê dêya wê heman tişt jê re digot; 

‘’ Qîzê neçe! Ew der kûr e, tu yê di bi avê re biçî bixeniqî’’.

Kê dayik gohdar dikirin, ew û hevalên xwe her tim li ser wî kevirî bûn. Li ser kevir rûdiniştin xwe dirêj dikirin û xwe ji ser kevir diavêtin avê…

Guh nedida dêya xwe, her carê bi dengekî bilind dikeniya û xwe diavêt avê wek masiyan di binê avê de diçû û dihat.

Her havîn ew çem û germava tarî ciyê seyrana wan bû. Ev çem, ev dar şikeft bûbû parçeyek ji jiyana wan. Hema hema hemû havînên xwe li dora vî çemî bihorandibû li wir mezin bûbû…

Ew û hevalên xwe gelek caran bi nepenî dihatin ser çem xwe li ser vî kevîrî dirêj dikirin xwe diavêtin avê. Çawa masiyek bê av, ajal bê daristan, balinde bê asîman wek sêwiyan bin nikaribin bêyî xwezaya xwe bijîn, ew jî wisa bûbûn. Bê çem nikaribûn havîna xwe derbas bikin.

Rojekê hê di bihara emrê wê de bû, bêyî dilê wê ew zewicandin. Piştî ku ji wan deran dûr ketibû, weke di cîhanekî  din de dijî xwe li hember her tiştî biyanî dîtibû û wek darekî ter şikestibû. Ketibû wê erdê şewqa çavên wê çilmisî bû, kenê wê yê li ser lêvan qerisî bû, her tişt di şevekê de qewimî bû.

Serê xwe bilind kir çavên xwe  girt, rûyê xwe da ber dilopên baranê. Her peşkekî baranê wek ku êşekî wê bişo hêdî hêdî rihê wê sivik dikir.

Xwe wek wan rojên di zarokbûna xwe de hîs dikir, rûyê wê dikeniya dilê xwe gohdar dikir. Tovên azadiyê diherikîn rihê wê û bi ya xwe bû, kesekî jê re ti gotin nedigot, wan kêliyên ku tenê dima jiyan dibû ya wê.

Piştî ku ew zewicandibû cara yekê bû bê agahdarî ji malê derketibû, rasterast berê xwe dabû ciyê zarokbûna xwe û hatibû li ser vî kevirî rûniştibû.

Tenê demên ku bi tena serê xwe dima xwe aram hîs dikir. Wexta ku bi tena serê xwe di rê de dimeşiya yan jî bi tenê dima wê çaxê ferq dikir ku cudabûnek di rihê wê de tê avakirin. Bêhna wê fereh dibû aramiyek xwe li hemû avahiya rih û dilê wê dipêça. Ew û ramanên xwe, ew û xeyalên xwe bi hev re diman.

Lê derfetên tenê bûnê bi tena serê xwe mayîn zêde jê re çê nedibûn. Her tim li dora wê hinek hebûn. Tu carî bi tena serê xwe nedikarî bi ciyekî ve biçe.

Zewacê hemû xeyalên wê bi hev re xeniqandibûn, wek ku di binê bîrek kûr û tarî de be bêhna wê teng dibû…

Dizanibû tişta herî xweş ji bo wê tenêbûne. Di wan demên bi tena serê xwe dima de difikirî xwe gohdar dikir. Tenê di wan deman de wekî xwe…

Di ferqê de bû dema ku mirov bibe xwe jiyan yê ew çax rast be.

Ji xwe re digot: Ez ê çawa ji vê jiyana xapînok xelas bibim.

Her tim di nava rihê xwe de di nav lêgerînekê de bû. Jiyana tehl ew bi xwe ve girêda bû. zewac bûbû girêkek ew jî bi vê girêkê difetisiya di nav rihê xwe de.

Gotin û hîskirin ne yek be, ken ne ji dil be, girî ne ji dil be, rastiya min li ku dimîne gelo? Digot di dilê xwe de.

Her tim gotin a mezinan bû. Di serî de jî a mêran…

Qey ne wisa bû, bavê min ne bi xwesteka min bi xwesteka xwe ez zewicandibûm.

Xwestekên min her tim di dilê min de man. Tu carî min fahm nekir ka ji wî mêrî hez dikim an na. Tişta ku baş dizanim şevên bi wî re razan hemû bi êş û tehdayî dibohorî…

Milên xwe rast kir

Ji her carê ji xwe bawertir serê xwe bilind kir. Taviya baranê sekinî bû, rojê rûyê xwe yê germ û zêrîn ji bin ewran derxistibû. Her der di nav berqandinekê de bû. Bi awirên nerm û şil li avê dinêhêrî.

Got; va gavek bû min avêt. Vêga vê çiqas hêstên xweş bi min re avakir êdî ez ê bi gotina xwe bim. Ew çax tehma jiyanê hê xweştir e.

Li ser kevir daket xwarê berê xwe da tirêjên rojê wek ku çavekî li jiyanê bişkênîne li ser rûyê wê kenê ji zarokbûna wê ava bûbû.

Ber bi çiyan ve meşiya…

 

 


Gotinên miftehî :