1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. LÎSTEYA GOTINÊN MEKANIZMA BIŞAFTIN, TÊKBIRIN û TÊKÇÛYAN
LÎSTEYA GOTINÊN MEKANIZMA BIŞAFTIN, TÊKBIRIN û TÊKÇÛYAN,lîsteya,gotinên,mekanizma,bişaftin,têkbirin,û,têkçûyan

LÎSTEYA GOTINÊN MEKANIZMA BIŞAFTIN, TÊKBIRIN û TÊKÇÛYAN

A+ A-

Gotin nebêjin û derbas nebin. Gotin serê her tiştî ye. Di jiyana mirov û gelan de têgîhîştin bi gotinê dest pê dike. Mînak: Gotina/ peyva „Tirki“ tê wateya dagirkerî, bişaftinê, diziyê, desteserkirinê, çewisandinê, qedexekirinê, îşkencê û her wisa. Heta tê wateya sêdarê /îdamê jî. Di dema dadgehên qaşo serxwebûna (îstîklal Mahkemesî) tirkan de li Amedê xortekî 17 salî digirin, ji ber ku xort bi tirkî nizane, wî îdam dikin. Ango gotin her tişt e. Yê gotinê tênegihîje, ti tiştî tênagihîje. Ev hevok û gotinên li vir her yek bi serê xwe lêkolîn, roman, îşkence û dagirkirina mejiyê Kurdan têne bîra mirov. Her wiha her yek bi serê xwe hêjayê lêkolînên bingehîn e. Eger dewleta Tirk kesê bi dengê bilind qaşo „serxwebûn“ dibêje, nagire, lê yê peyva „demokrasiyê“ bi kar tîne davêje zîndanan, di vir de dekbaziyek, sextekariyeke „geturk“ (li ba Almanan lêkera sextekarî kirinê ye) heye. Min çend hevokên ku divê li ser were rawestan, gengeşekirin, ramandin, li vir parvekiriye. Bêguman mirov dikane hêjmara wan derxe, çend qatên wê. Bes weke mînak ev jî bes in:

 

1 - Delweta Tirk û gelê wan, ên bi mejiyê dewletê hatine perwerdekirin (çi sûnî çi Elewî! Çi kominist, çi faşîst) bi giranî van hevokan bikartînin.

Kurdê baş Kurdê xirab....

Kurdên terorîst, Kurdên me...

Tu qet naşibî Kurdên din, tu gelek baş î!..

Kurdên terorîst, Kurdên ji welatê xwe (Tirkiyê) hez dike....

Em ne li dijê Kurdan, em li dijê terorîstan e!

Kurdên hov, yên di şikevtan de dijîn...

Kurdên terorîst nahêlin em gişt bi hev re wekî Tirk bijîn.

Nimiroya şikefta te çend e?

A a ev jî ji rojhilat e!...

Zavayê me jî Kurd e û pir baş e.

Cîranê me jî Kurd e, lê ji bo Tirkiyê dimire.

Bi tirkî biaxive pir biaxive...

Zimaneki bi navê Kurdî tine!

Zimanê nayê fêmkirin....

Kurdî tevliheviya Tirkî erebî û farisî ye. 

Rojhilatî natirsin, tim li pêş şer dikin!

Ma di nava dewletê de dewlet dibe?

Ti cudahiya Kurd, Laz, Çerkez tine, elhemdullilah em gişt Tirk in!

Kurd nezan û bêhiş in!

Nebin gasikên destê dijmin!

Ma dibe hûn erd ji me bigirin! Herin welatekî din!

Cudaxwazî çehştiya dijmin e!

Kurdên herî baş yê mirî ne.

Yaw hûn Kurd ji me çi dixwazin?

Kurdên Rojava, Şengal, Maxmûr, yên diçin avahiyên HDPê terorîst in.

Na, hûn nizanin, bisekinin, em bi navê Kurd û Tirkan diaxivin!

Dîsa xafikiya Kurd ew girtiye.

Çiyê we kêm e, hûn dikanin bibin perlementer, polîs û esker jî! (le yê kê)

Yaw şerefa dewleta me heye!

Ji daran maşe (gasik) ji kurdan paşe nabe.

Ne zimanê we ye, ne alfaba we ye!

 

Qaşo Dîrok

Derewekî bi sed û yek terî, lê her kesî ev derew kirî

Êlên Oxuz!? Bi nevî „oxuz /Oguz“ tiştek tine, peyva „Buxduz“ kirine Oxuz. Ji Sakan re Buxduz /oguz gotine.... Dibêjin; Kurdê nav Bûxduz çû ye cem pêximber, peximber pirsiye; „Ev kî ye?“ Gotine, „ev Kurd e,“ Pêximber jê tirsiyaye û gotiye: „Xwedê vana neke dewlet!“ (Dû re jî Bûxduz kirin Oguz û her kes bûn kurê Tirk Oguz / Oxuz boylari)

Tirkên ji Horasanê ne! (Horasan ku ye û kê lê dijî?)

Em ji Horasanê hatine!

 

2 – Bangaşiya dewletê ya bi devê qaşo Kurdên kurdewar û xwedigiravî pirrr Kurd tê reşandin.

Dewlet kes û komên xwedan potansiyeleke xurt û dikane wê dagirkeriya wan têke nava xeterî û têkbirinê, bi devê muhalîf /dijberê wan ên qaşo bi navê Kurdan tevdigerin, didin reşkirin. 

Mînak; kî çûne Tirkiyê, berê çûne derê MÎT ê, secde bûne. Niha jî dikevn her qulika dewletê û derdikevin, lê dîsa jî malmîratino kurdewar û şoreşger in!!??

Bes yên li zîndanan di bin îşkence û tecrîdeke giran de ne, re jî ajanê dewletê dibêjin. (Rûçarixino!)

Û dibêjin:

Ne dewlet, a evana rihet naskinin, Kurdan didin kuştinê!.

Hûn çima me digirin, em ne ji wan Kurdan e!

Yê ku Kurdistan xira kir, ew koma bû. (ne dewlet bû ha!)

Eger ew koma terorîst neba, niha me her mafê xwe bi dest xistibû! (Mafê heftêûheft bavê xwe tirkkirinê!?)

Ma şaredarên HDP çi kirine, ti cudahiya wan û AKP tine!

 

3 - Derodorên AKP yî, dostên wan û qaşo dîndarên Tirk jî bi giranî wiha daholê dixin:

„Kurd dîndar in, bi dînê xwe û dewleta xwe ve girêdayî ne!

Kurd terorîstan wek şaredar hildibijêrin! 

Mêze şaredarê Tuncelî kominîst e, em ne li dij im! (Lewra koministê Tirk e)

Bibin kominist, lê nebin kurdçî!

Li doxuyê çi heye? Wê Kurd bê me ji birçiyan bimirin!

Yê li dijê dewletê derkeve bê dîn e!

Çima em Kurdên Iraqê dijmin nabînin?

Evana ajanên emperyalîstan/ welatê xiristiyan, dijminan ne.

Pêximber nifir kiriye, gotiye bila Kurd nebin dewlet.

Evana dolên Ermenî û Yunana ne...

Eger ev Apociyana nebe, mesele namîne.

Kurdên Rojava terorîst in, Kurdên Hewlêrê baş in.

Kurdên Rojhilat terorîst in, yên Hewlêr û Silêmaniyê baş in!

Cîranê me jî Kurd e, bi tevê me tê mizgaftê!

 

4- Kurdê mejî û wîjdan di bêrîkê de.

Ma li Kurdistanê derya heye, em çawa peravên deryayê cih bihêlin û biçin wir!

Xwedê destê dewleta bav ji ser serê me raneke.

Bi tirkî biaxive bila her kes fêm bike,

Bi tirkî binivîsîne, bila her kes bikane bixwîne!
Min kurdî ji bîr kiriye.

Ez kurdî nizanim!

De, êdî ew ziman di tarixê de me.

Xelk way diçe ser hêvê, ma em teze rabin li dû kurdî bikevin.

We „Kurd Kurd“ got, em li paşiya cihanê man.

Yaw tiştên wiha li cih bihêlin, li jiyana xwe binêrin!

Em dixwazin xizmeta Kurdan bikin, terorîst nahêlin.

Li Antalya û Kuşadasî xaniyê min heye!...

Tirkî bi zarokên me bidin fêrkirin, em dixwazin biçin Antalya tehtîlê!.

Û û û û û û................