1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. MALABADÊ, KODÊN CIVAKÎ Û VÎRUS
MALABADÊ, KODÊN CIVAKÎ Û VÎRUS,malabadê,kodên,civakî,û,vîrus

MALABADÊ, KODÊN CIVAKÎ Û VÎRUS

Malabadê Silîva bi xwe ye û hêza tu kesekî wê negihêjê vê rastiyê biguhere

A+ A-

Mahabad Felat 

Ziman erdnîgarî, dîrok, nirx, rûmet û sembolên di nav herikîna dîrokê de hatine afirandin û honandin dibine kodên civakê. Civak hemû reng û teşeyên xwe ji van kodan digire û ew kod êdî hêz, dînamîzm û kesayetiya wê civakê ne jî. Civak bi giranî di zanebûna vê rastiyê de ye. Li van hemû nirx û rûmetên xwe yên bûne reng, teşe, hêz, dînamîzm û kodên wê, bi hesûdî xwedî derdikeve, dijîne, bi pêş dixe. Lewre baş dizane ji derveyê van kodan, an jî bêyî van kodan tiştbûna xwe û pêre jî xwe wenda dike, çelexwarî dibe, wenda ye êdî, gêj e, ne tu tişt e, ker, kor û lal e. Li ku bilitime li wir dimîne, ya wir e êdî û veger bi serûbinbûneka kûr û berfireh a din ve dikare pêkan be êdî.

 

Ne tenê civak lê dagirker jî bi vê rastiyê pir baş dizanin û loma jî ji bo şikandina hêz û dînamîzma civakê, ji bo bêkesayetkirin, rizandin û bişkaftina civakê, beriya her tiştî bi sedemên ku bûne kod û kesayetiya civakê dilîzin û yan wana tune dikin, eger nikaribin tune bikin jî, çelexwarî dikin, dejenere dikin, manîpule dikin. Ji bo vê jî tu sînorên exlaqî û mirovî nas nakin. 

 

Dîroka Silîva jî, ya Malabadê jî, ya Êlihê jî tê zanîn. Êv ên îroj Malabadê dikine rojeva xwe û hewl didin Malabadê bidine ser Êlihê, diranên vê çerxa serxwir in, vîrus in. Ji bo civakê ji hev de bixînin, hack bikin, bi kodên civakî dilîzin. Kî îroj di vê mijarê de çi dike, çi dibêje, hewl dide çi bike, bi zanebûn û bi armanceka genî dike. Bi kevirekî dê li du çivîkan bixin. Yek; wê bi kodên civakeka herî kevnar a dîroka mirovahiyê bilîzin, dudu; wê civaka kurd, ango silîvî û êlihiyan bînine hemberî hev ku ji hev nefretê bikin, dijminahiyê bikin. Wê vê mijarê bikine nakokiyekê di navbera her du bajaran de û wê ji dûr ve ji xwe re lê temaşe bikin û di bin simbêlan de bikenin. 

 

Loma jî, dive her du bajar jî hişyar bin. Beriya her tiştî divê silîvî, ango farqînî xwedî li nirxên xwe derkevin û rê nedine van lîstik û vîrusan, ya din; bi qasî farqîniyan divê êlihî jî vê lîstikê bibînin û nebine amûrên di nav van lepên gemar de, nekevine nav xiyal û kelecana derewîn a xwedîbûna Malabadê. Divê dest bidine destên birayên xwe yên farqînî û bi hev re vê lîstikê vala derînin. 

 

Lewre tişta dixwaze bê kirin, lîstikeka pir qirêj û gemarî ye. 

 

Lewre ew di fermiyetê de bi ser bikevin û Malabadê bidine ser Êlihê jî, Malabadê Silîva bi xwe ye û hêza tu kesekî wê negihêjê vê rastiyê biguhere jî.

 

2020/06/23