1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. MA, ÊDÎ MIROVATÎ LI K’U MA?!
MA, ÊDÎ MIROVATÎ LI K’U MA?!,ma,êdî,mirovatî,li,k,u,ma

MA, ÊDÎ MIROVATÎ LI K’U MA?!

A+ A-

 

 

Piştî vê bir’yara vê dawîyê ya Dêpartamênta Dewletê ya DYA li dijî sê r’êvebirên PPKê – Mûrad Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan, camêrekî ji min r’a t’êlêfon kir û bi hers û gef û gur’k’ela dilê xwe r’êt: 

– Ma wisa jî dibe, çima em – k’urd jî wek DAÎŞê li dijî wan şer’ekî venakin, evana t’enê hêjayî DAÎŞê û şer’ê wê ne?!

Ez vebeşirîm û min jêr’a got:  

– Ji xwe yek ji armancên wan jî ev e! Ev şêwazê têk’oşînê dijî felsefeya R’êber Apo û T’evgera Netewî ya Azadîxwaz û t’evahîya gelê k’urd e, gelek r’ê û rêbazên têk’oşînê yên dêmokratîk û dîplomatîk hene … T’evgerê anegorî merc û derfetên heyî her tiştî bike,  yên ku ev bir’yar girtine, li ser van kirên xwe r’awestin, ewê li ber ç’avan r’a derbaz bikin … Gelê me jî dê li şoreşgerên xwe, yên ku ji bo mafên wî t’evahîya jîyana xwe gorî kirine, xwedî derk’eve! 

Ewî camêrî hizingek r’ahişt, wek ku bibêje – Xwedê dengê te bibihê, û ev gotinan anî zimên:

– Dibe k utu r’ast dibêjî, lêbelê evana dilê me p’ir’êşandine! – Ewî gotina xwe bir’î û t’êlêfona xwe girt…

Bi r’astî jî, dilê gelê me p’ir’êşandine!

Ma ewqas jî dibe?! – R’êberê gelê k’urd – bir’êz Ocalan, ewana girt û r’adestî T’irkîya faşîst kirin! Li dû têr’ora dewletê ya rêjîma T’irkîyayê va hertim jî ew hebûne, eger wana nînbûya, dibe ev şr’ê neheq ê li dijî gelê k’urd ewqas nedomya jî!

Naha jî dîtin, ku di herêmê da di şer’ê dijî DAÎŞê da k’urdên R’ojava (PYD/YPJ/ YPG) pêşeng in, bi wan r’a di nav hevk’arîyê da ne, dibêjin – ew bi lehengî li dijî têr’ora navnet’wî (DAÎŞ û hwd!) ditêk’oşin, ew hevpeymanîyên me ne!… 

Di destê wan û gelek dewletên dinê da belge hene, ku r’êjîma faşîst a T’irkîyayê serk’êşîya têr’ora DAÎŞÊ dike, ku Erdoxan bi xwe jî yek ji emîrên wê r’êxistina têr’orê ye, û PKK jî, ya ku bi serê xwe di cîhaneê da r’êxistineke dijî têr’orê ye, ev derdorê 35 salan e, ji bo mafên gelê k’urd li dijî têr’ora dewletê ditêk’oşe, Amêrîka bi T’irkîya hevk’ar û hevalbenda xwe va wê wek r’êxistineke têr’orîst dihejmêrin! 

De, îcar were, evê nak’okîyê têbigihîje! Di serê mirov da jî cî naabe, dema mirov bi heşmendî li pirsê dinihêr’e, divê DYA, eger ne li r’ex PKKê bûya jî, divê li dijî wê r’anewastya!  

Lê çima ew li dijî PKKê dertê?

Çima? Tenê ji bo wê, ku T’irkîya endama NATOyê ye? Ma eyb nine, mirov jî bixwaze, bi dewleteke îslamîst-faşîst r’a, ya ku vekirî li dijî şaristanîya mirovahîyê ye, di nava p’êwendîyan da be! Anegorî heşmendîya mirovî ya ne nexweş, îro divê DYA, wek ku li dijî DAÎŞê, li dijî T’irkîyayê jî r’awestya!

Lêbelê, her tişt berovajî ye!

Wê demê çi mafê wan heye, ku li ser têk’oşîna dijî têr’orê biaxivin?!

Wê demê bila yekîtîya DYA-T’irkîya-DAÎŞê r’agihînin, ji bo ku cîhan jî bizanibe, her çiqas ew bêyî wê jî êdî dizane!

Ez dibêjim, li vir pirsa r’ûmeta mirovî ya gelê DYA jî tê lewitandin, ma xwe hemû amêrîkî wek van şer’xwazan ninin, ma ne di nav wan da gelek mirovên humanist û dêmokarat jî hene – nivîsk’ar, zanîyar, hunermend, siyasetmeder û gelek-gelekên dinê?!

K’îyê dengê r’astîyê, dadwerîyê û mirovîyê bigihîne wan?!

 

Ezîz ê Cewo

Zimanzan, lêkolîner, nivîskar

 

09. 11. 2018

Paytîgorsk/R’ûssîya


Gotinên miftehî :