1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Ma paşgîna „oglou /oglu / lu, lo lou bi tirkî ne?“
Ma paşgîna „oglou /oglu / lu, lo lou bi tirkî ne?“,ma,paşgîna,oglou,oglu,lu,lo,lou,bi,tirkî,ne

Ma paşgîna „oglou /oglu / lu, lo lou bi tirkî ne?“

A+ A-

 

 Fêrgîn Melîk AYKOÇ

Ezê îro hinek li ser vê peyv û kîteya „oglu“ rawestim. Bîsta em li zimanan mêze dikin, li zimanên xizmên zimanê tirkî tên zanîn dinêrin, digîhîjin wê têgîhîştinê ku ev peyva „oglu“ dû re ketiye nav zimanê tirkî û ji zimanê wan re bûye mal.. Li gel wê dema em li dekbaziyên etîmolog û pisporên zimanê wan û nirxandinen wan dinêrin, dibînin ku ew peyvên biyanî bi paşgîn û pêşgînan yan jî bi guhertina hin tîpan baş vedişêrin, mirov hîç dernaxe ku ev ne peyveke zimanê wan e.

 

Em li hin mînakên guhertina peyvan binêrin.

 

Mînak: Çîrokên bi navê „Gor gotinan /gor Gut“ wisa guherîne ku ti pispor nikane ji nava hev derxe. Ev çîrokana di Azerî û Tirkmenî de weke „gor Gut“ tê bikaranîn. Navê rast jî ew e. Yê ev çîrok civandiye, ji nava Kurdan civandiye û navê rast lêkiriye. Wî camêrî forma kurt ya „gor gotinê  = „Gor Gut“ bi kar aniye. Lê canbazên netew dewleta Tirk ev girtine bi okusfokus guherîne û kirine „Dede Korkut Masallari“

Alman lêkerekê taybet bikartîne. „getürkt“ dema yek tiştekî bi dek û dolaban li hev bîne, dibêjin: „Er hat getürkt!“ yanê wî bi dek û dolaban li hev anî. Ji ber vê rastiyê. Dema ji peyvek, ji gotinek, ji têgîhîştinek re ya /yê tirkî hate gotin, divê mirov bi guman lê binêre, di serê mirovan de sed û yek pirseşan çêbe...

 

 Em niha jî hewl bidin vê peyva „oğlu“ hinek vekin

 

Em li zimanên welatên wek dewletên nijad tirk, yan jî xizmên wan tên hesibandin dinêrin. Peyva „oglu“ di wan zimanan de tine. Di özbekî de hebe jî, bi dîtina min pir dû re ji tirkî derbasê özbekî bûye, lewre di gotarên wan yên kevn de tine. Bi taybetî jî piştî belavbûna Sovyetê, wan komaran di cihên peyvên rûsî de gelek peyv ji tirkî wergirtine, dibe di wê serdemê de derbasî özbekî bûbe. Lê dîsa jî em li wan binêrin.

Di piraniya zimanên wek zimanê koma zimanê tirkî tê zanîn de ev peyva „oglu“ tine û bi rengekî din jî xuya nake.

Mînak: Tirkî = oğlu > qazaxî= ұлы (ulı), >kirgizî = uul, >özbekî =o`g`li m. > moxalî = kuhu

Türkçe „dayî oglu“ > kazaxî = Agasini uli

Anegorî etîmologên tirk(!!??!!)  di zimanê wan ê kevn de tê wateya „ewlad /zarok“, di zimanên din ê qaşo ji malbata tirkî tên hesibandin de ev ji bo zarok û ewlad nayê bikaranîn, di cihê wê de, peyva „bala“ tê bikaranîn.

Min hemû rûpelên bi destê min ketin ser û bin kirin, lê di ti zimanên wek xizmê tirkî, yan jî bingehê tirkî tê zanîn de ev peyva „oglu“ xuya nake.

 

Em li bingehên din bigerin

 

Em dibînin ku di yunaniye qedîm de bingeheke vê paşgîn / paşkîteyê heye. Almanên li ser vê mijarê xebitîne wiha radigîhînin:

„Der Ursprung der Suffixe, die auf -opoulos -oglou -oglo -ou -oglu enden.

Viele enden auf -ou. Zum Beispiel Filipou. Wenn man es türkisch ausspricht, heißt es „Sohn von Filip“

(Kurdiya hevoka almanî: Bingehê kîteyên bi -opoulos -oglou -oglo -ou -oglu diqedin. Piraniya wan bi „ou“ digihîjin encamê, mînak Filipou ev di Tirkî de wek kurê Fîlîp tê bikaranîn)

Ein anderes ist Karalioliou. Das bedeutet „Sohn von Karali“.  (Yeka din jî karalioliou ye, ev tê wateya kurê Karalî) dema em vê pirsê bikin; çi têkiliya „lioliou“ bi peyva „oglu“ re heye? Wê çaxê mirov dikare li ser rastiyê bifikire.

 

(Mehr über den Familiennamen Oglou zu erfahren, bedeutet, mehr über die Menschen zu wissen, die mit großer Wahrscheinlichkeit gemeinsame Ursprünge und Vorfahren haben. Das ist der Grund, warum es häufig vorkommt, dass der Familienname Oglou gerade in bestimmten Ländern der Welt häufiger vorkommt als in anderen. Auf dieser Seite ist es möglich zu wissen, in welchen Ländern der Erde eine größere Anzahl von Personen mit dem Familiennamen Oglou existiert.)

 

Bi kurtî wergera Almanî li pey: Bi zêdehî li ser agahîyên paşgîna „Oglou“ fêrbûn, tê wateya zanîna li ser mirovan, xwerû ji ber hebûna bingeheke pêşiyên mirovan ya hevbeş e. Egera di nava gelan de bi berfirehî xuyakirina vê paşnavî ji ber vê ye. Li cihanê herî zêde paşnavê bi vê paşgînê heye....

 

Disa di zimanên din ên weke rûmanî /îtalyanî de gelek caran ev paşgîn derdikevin pêşberî me.

„Ogle. Oglio, ogley, ogola, ocloo“

 

Em hinek jî, li zimanên bingehên zimanê Aryaniyan binêrin:

 

Em li Sumerî dinêrin, di sumarî de „lu“ heye û di wateya „mêr“ de ye. Mînak „Lugallu“ Mêrê gernas, „lû“ mêr.

Di kurdî de peyva „lo“  di forma bangê /vokatîv de wek artîkila mêr tê bikaranî, „lê“ jî ji bo jinan tê bikaranîn! Ev gelek caran li paş navan jî xuyadike. Mînak „Qasimlo, Hesenlu, Beranlu“

Her wiha dema  di nava kurdan de mêşên hingiv diterqizin, dibêjin; „mêşan „oxil da!“

Oxildayîn ev e: Piştî çêlikên mêşan jî mezin dibin, êdî di kilorên şaneyan de cih nabin, dixwazin koloniyeke din ava bikin, mêş bi komî wan şaneyan li cih dihêlin, ji kewarê derdikevin û li ciheke destdayî bi cih dibin û hewl didin ku li wir ji xwe re cihekê avabikin. Ji vê dîyardeyê re „mêşan oxil daye“ dibêjin. Yanê komeke mêş ji koma berê qetyane.

Gelek caran jî, mezin ji zarokên xwere yan jî dema ji yekî re hêrs diketin , digotin; Law „oxil“  Ji ber ku di salên 1950 yî de mezinan ev bikardianîn, ez bawernakim ev ji tirkî, bi dîtina min ji „oglou“ ya yunan /rûmî derbasê zimanê me bûye.

 

Navê Mîrîtîyên Anatolya

 

Di serdema navîn de  xwerû di wê serdema ku hê zimanê tirkî li Anatolya ne serdest bû, zimanê serdest faris bû û bi rêya Selçûkên Anatolya bûbû zimanê fermî. Piştî hilweşandina Selçûkiyên li Anatolya ev peyva „oglu“ ya Rûm /Yunanan jî bikardianî ji bo  binavkirina gelek mîrekan hatiye bikaranîn. Têkiliya piraniya wan mîrekan bi Tirkan re hîç tine. Mînak:

Germiyanoglu, Saruhanoglu, dulkadiroglu, Menteşoglu, Candaroglu û û û piraniya wan mîrekên Kurdan bûn  Bi dîtina min ev paşgîna „oglu“ ji ber rûmiya (devoka Yunanî) Anatolyayê runiştiye, ev peyv xweber cihê xwe girtiye. Lewre gelek mîrîtî û hevgirtin û pêkhateyan di navbera derya Hezarê û Moxolîstanê de jî hatine damezranin, bes ev pagîna „oglu“ li wê herêmê yanê li Asyayê nehatiye bikaranîn.

Mînak negotine Azerîogullar, tenê Azerî gotine. Negotine Tirkmenogullari. Negotine kirgizogullarî,  ev rastiya bi tena serê xwe nîşanê me dide ku bi dibakû /îhtîmaleke herî mezin ji zimanê Yunanî, devoka Rûmî derbasê tirkî bûye.

 Ji ber van rastiyan, ez dikarim bêjim ti têkiliya „oglu“ bi zimanê tirkî re tine, wan ew peyv jî wekî gelek peyvên girêkî yên mîna nav wergirtine û çawa ku peyvekê zimanê wan be, ji bo navê mirovan bikartînin. Çend mînak ji wan navên girêkî:

„Demet, Defne, Efe, fîdan, Fîlîz, Asya, Açelya, Egehan, Funda, Yakamos û û“ Bi sedan navê mirovan jî ji Kurdî girtine çend mînak: Ajda, Pelîn, Berna, Derya, Gulnaz û û  Tirk vana weke navên xas tirkî dizanin. Pirefesor jî nikarin bi wan bidin îspatkirin ku ev navana ne tirkî ne.

 

Lîsteyeke peyvên biyanî weşandine, bes, di mejiyê wan de zimanekî bi navê Kurdî tine, hin peyvên kurdî wek farsî jî dabin, peyvên kurdîyên di farsî de tine nedane.

 

 

 

Ev îtîrafa wan jî nîşanê me didin ku zimanekî herî melez e û tev de ji vir û wir girtine.  Yê ku ewqas gotin ji der girtibin, çima peyva „oglu“ jî ji girêkî negirin û ji xwe re nekin mal.

 

Hin lêkolîner behsa 190 gotinên kurdî yên derbasî tirkî bûne dikin. Bes gelek peyvên weke peyvên farsî tên destnîşankirin jî ne farsî bi kurdî ne. Peyv li aliyekê gelek peyv û kîteyên lorandin û şahîyê jî ji kurdî wergirtine. Mînak di sitranan de „ley ley, loy loyê, hay hay“ yên ku tên bikaranîn jî ji kurdî derbasê tirkî bûne. Jixwe ji %80 stranên wan ji kurdî hatine DIZÎN.

 

Hin çavkanî

 

 https://eksisozluk.com/soyadi-oglu-ile-biten-yunan--3078416

https://dieherkunft.com/oglou

https://www.google.com/search?q=Gricheesch+endung ou

https://tr.wikipedia.org/wiki/T%C3%BCrk%C3%A7edeki_Fars%C3%A7a_k%C3%B6kenli_s%C3%B6zc%C3%BCkler_listesi

Seven Nishanyan nijadpereste wek nijadperestên tirk e.

https://bianet.org/yazi/dil-ve-dilimizde-kullanilan-sozcuklerin-etimolojik-dagilimi-161389

https://tr.wikipedia.org/wiki/T%C3%BCrk%C3%A7edeki_Fars%C3%A7a_k%C3%B6kenli_s%C3%B6zc%C3%BCkler_listesi

https://kulturveyasam.com/kokenlerine-sasiracaginiz-8-kelime/

https://nek.istanbul.edu.tr/ekos/TEZ/ET000499.pdf

https://www.youtube.com/watch?app=desktop&v=akvuCEMjpFw&t=0s (peyvên kurdi)

www.youtube.com