1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Magan /Mager / Magien, Stêrnasî (Astrologî) Sêhrnasî
Magan /Mager / Magien, Stêrnasî (Astrologî) Sêhrnasî,magan,mager,magien,stêrnasî,astrologî,sêhrnasî

Magan /Mager / Magien, Stêrnasî (Astrologî) Sêhrnasî

Ji bo me gihîştina hin rastiyên dîrokî gelek dijwar e. Ji ber ku manîpulasyon, belovajîkirin weke laserê li dîroka me qelibandine...

A+ A-

Fêrgîn Melîk AYKOÇ

Ji bo me gihîştina hin rastiyên dîrokî gelek dijwar e. Ji ber ku manîpulasyon, belovajîkirin weke laserê li dîroka me qelibandine... Faris, Tirk, Ereb, Ermenî, Rûs, Grêk û yên din bi giştî di nava çarçoveya têgîhîştin û berjewendiyên neteweyên xwe de nêzîkê mijareya dîroka me û rastiyên me bûne, li gel wê tiştên herî girîng jî dizîne û ji xwe re kirine mal. Lema lêkolînerên me yên her welatekî digîhîjin encamên ji hev gelek cûda. Ya xirab jî mîna rastî tenê ew bin, ti car ji ya xwe jî nayên xwerê. Mînak; „Hîstorya“ Herodot xwendiye, lê haya xwe ji „Kyropedya“ Xanephon tine! Ksitas von Kîndos xwendiye, lê haya xwe ji Plurax tine. Hima bigire yên ku dîrok nivîsîne yekî jî nivîsên Bestûnê ku 2500 sal e, li ber çaven me ye, nexwendine. Nivîsên Menuwa, Sardûr û Rûşa nasnakin. Haya xwe ji Kikulî û Hîksos tine. Lê dîrokzanê mezin ew in!. Gava mirov rastiyekê derdixe pêş jî hima: „Him ev jî ji ku derket? Tişteke wisa tine! Min çi gotiye ew e, hew!“ dibêjin. Ji wê jî dema mirov li rastiyan digere, mina ku mirov bîra avê bi derziyê bikole, şaş û metal dimîne. Li gel vê têkliheviyê em di warê rastiyên diroka xwe û xwe pejirandindayînê de çendî dereng ketibin jî, dîsa dikanin, di nava tevlihevî û talanê de jî bigihîjin hin rastiyan. Bes em di vî warî de piçek jî be, hewl bidin.


Kasta Giyanwer û zanyarîyê, êlata Magan
Ezê vê carê hinek mijara kasta giyanwer (ruhanî) „Magan“ zanyariya wan ya fîlosofîk, Stêrnasî û sêhra rastiyên wan ên veşartî vekim. Berê em hinek li pey lêkolîner û zanyaran li ser vê zanyariya Magan çi nivîsîne bikevin. Ka em ji ku dizanin û çi tê zanîn!.


Herodot di pirtûka xwe ya „Hystoria“ de dinivîse ku Med konfederasyona eşîrên Buser, Budier Paretakener (Part), Struxatin, Arîzanter û Mager´an e. Di hin çavkaniyên Asuran de behsa eşîreke Mihran jî tê kirin, bêguman hin navên din jî henin. Her wiha Magan jî di nava federasyona Med de wek eşîreke yan jî kast û kevneşopiya perwerdeyeke taybet û ruhanî tê destnîşankirin.


Her lêkolîner û dîrokzanên ewropî peyva „Magia /Mager“ bê gotineke din bi Medan yan jî êleke Medan ve girê dide. Mînak: Dema mirov li ser înternetê li peyva „Magier“ digere; berê ev şirove derdikeve pêş mirovan: Magier; „Stêrnas, razperest, bi Latînî „magus“, Grêkî „magos“ ev gotin venivîsandineke giyanwerên Medî ye!“
Hemû lêkolînerên li ser jiyana Zerdeşt xebitîne, digihîjin wê xalê ku Zerdeşt jî di dibistanên Magan de xwendiye, fîlozofiya xwe ya bingehin ji wir wergirtiye. Ji bo Diyako yê bingehê Serweriya Med daniye jî, miroveke kamil û pîrekî zanayê di dibistanên Magan de xwendiye tê gotin. Yanê ew razê giyanweriya wî bûye hevîrê yekitiya êl û êlatên Medan. Lema dîrokzanên cihanê rêveberiya Medan bi Magan ve girê didin.


„Magus /magan navê eşîreke yan jî kasteke rûhanî ye, ev eşira /kasta rêberên ruhaniyên payeberz, li bakurrojavayê Îrana îro dijiyan“ (Peter Fiebek û gelek dîrokzanên din li ser vê mijarê xebitîne.)


Her çendî hin kesên li ser dîrokê xebitîne û di bin bandora Farisan de mane, Medan weke parçeyeke Persan dibînin jî, ev rik û têgîhîştin ne rast e, tersê wê rast e. Yanê Persan her tiştên xwe ji Medan û kevneşopiyên wergirtine. Hew...


Mînak dîrokzanê Rûs Griyeft li ser vê mijarê wiha dinivîse: „Persan ji zimanê xwe bigire ta çanda xwe tev de ji Medan wergirtine!“


Dîsa Elî Şerîetî çanda herî dewlemenda ya Rojhilata Navîn bi Farisî ve û Faris jî bi Kurd û Medan ve girê dide.


Di mijara nivîsên Bestûnê de jî zelal dibe. Ji ber ku arkologê Îngîlîz Henry Creswicke Rawlinsonê îspatkiribû ku nivîsên Bestûnê Medî ye, şah jî ew avêtibû girtîgehê, ev jî di navbera Qiraliyeta Îngiliz û Şahê Îran de bûbû krizeke mezin, piştê Îngîlîz soz didin ku Şah çawa dixwaze, wê wisa binivîsin, hê Rawlinson tê berdan, baş tê zanîn.


Di Încilê (Beşa Matthäus ferza dudyan ya benda 2) de wiha dinivîse: „Dema Îsa li Betlehemê hate cihanê, mizginiya hatina wî digîje sê mirovên kamil /pîrên Zerdeştî, ew xwe li stêrka sibehe digirin û tên Betlehemê...“ Bi baweriya xiristiyanan wan ji ber zanyariya xwe ya Stêrknasiyê ya pêşketê ji tevgera stêrkan ev peyam xwendîbûne û bi rêya stêrka sibê berê xwe dane Betlehemê. Ev stêrka sibê (Venus) salê du caran xuya dike. 1 – di mehên Adar û Nîsanê, 2 di meha Tebax û îlonê de.


Di çiroka Gaumada yê ku bi tevê Fravartîşê neviyê Generalê Med li dij Darios serhildana Medya organîzekiriye jî, wek pîrekî kamil ê di dibstanên Magan de perwerde diye, tê ragihandin. (li Josef Wiesenhöfer binêrin.)


Şiyarî û fîlozofiyên Zerdeşt:

1 – Ramanê qenc, gotinên qenc, karê qenc.

2 – Di têgîhîştina mijara Spenta – Ankara/Ankaryu de jî, yekitiya dijberan derxistina pêş (640 – 583 bere Mîladê) bi serê xwe nîşan dide ku di nava gelên Arî de xwerû di nava Magan de zanyarî û perwerdeyeke gelekî peşketî û kûr hebiye. Ji xwe hemû lêkolîner û dîrokzan Zerdeşt bi dibistanên Magan ve girê didin.


Angaşt / iddia min:
Ez îddia dikim ku Zerdeştê Roştî, wî tirîjê roja pîroz ta ji vir 2600 /2700 sal berê bi pêşdîtina xwe ya ji çavkaniya durreyî asûmanî „Giyana Pîroz“ zaniye ku Ankara wê bibe keleha xwînxwarî û xirabiyê, lema navê giyana xirab „Ankara“ daniye. Û Ji başiyê re jî Spî >Spîtama ronî /ronahî ya li ber çavan gotiye.


Berê Stêrknasî, sêhr, têkiliyê stêrkan xwendin, tevgera Roj û mixladuza /Magneta erdê, mirovan hîpnotîzekirin, vîna xwe kontrolkirin, razên giyanî û têkilî bi giyanên pêşiyan ve danîn di zikhev de bûn, yanê yek zanyariyekê bûn. Ev peyv û têgîna; „Magi /Magya“ ku weke êlatek jî tê zanîn, navê vê zanistiya giştî bû. Zanyarên Ewropî radigîhînin ku hê piştî Ronensansa Ewropê li Ewropayê Stêrnasî û mijara ji têkiliya stêrk û erdê pêşdîtinî bi destxistinê (Astrologî) ji hev hatin qetandin.


Fîlosof Tommaso Campanella (1568-1639) Magî yanê stêrnasiya Magan wiha vedinivîsine: „Her tiştên ku li ser bingehê têgîhîştina xwezayî û ji wê re alîkarbûnê, bi hêz û hunereke nayê zanîn guheztina rastiyê re „Magî“ tê gotin. Jixwe hetanê teknik jî neye fêmkirin wek çalakiyeke magî, yan jî sêhrê tê fêmkirin, tê wergirtin!“


Îbn Haldûn magî yan jî sêhrê wiha vedinivîsine. „Bê ku alîkarî ji giyanê ezmanî werbigirin, li ser bingehê azmûn û têgîştina xwe gihîştina encamê...“


Taşköprüzade Ahmet Efendî Magî yan jî stêrnasî wiha vedinivîse: Li ser bingehên taybetiyên heyîyên ezmanî û têkiliya wan a bi heyîyên li ser erdê re şirovekirinê weke mijar werdigire.


Bingehe zanyariya Magan ya li Medya
1 - Dema em zanyariya li çember û stûnên Girê Mirazan (Xirabreşkê), Newala Çolî û gelek deverên din li ber çavan bigirin, em bi hêsanî dibînin ku li ser xaka me 12 000 sal berê jî, di têgîhîştina mirovan de têkilî di navbera stêrkan û jiyana li ser erdê de danînê, heye. Yanê stêrnasî weke xeteke zanyariyê li ser xaka me rûniştiye.


Taybetiyekê jî ya dema serwerê Mîtaniyan Şuttarna I. (1600 b. M.) û têkiliya wî û zanîna wî ya li ser ajalan e. Ev rastî di sembola wî Faravaharê de ku Faravahara yekem e, bê kêmasî zelal dibe. (Mixabin ku Cihuyan ev taybetiya Şuttarna I. dizine û ji Salomon /Suleymanê xwe yê li dor 1000 b. Mîladê yanê 600 sal dûre jiya ye re kirine mal û me jî bi wan bawer kiriye.)
Li gel wan Hyksos ev zanyari gihandiye Misirê û Kîkuli jî gihandiye Xatîyan (Hîtîtan). Nivîsên herduyan ji îro di destê zanyaran de hene. Yê Kîkulî du levhayên (tablet) mezin in.


Her wiha „aşê bayê“ yê li ser keleha Mêzgirê /Dersim (850 b. M.) anagorî demê zanyariyeke Xwedayî ye. Her wiha Perestgeha Rojê ya li Girêsor (Bostankaya/Milazgir), bi berahiyek 21 x 32 metreyê weke saetekê hatiye çêkirin jî, nîşanê me didin ku bingehê zanyariya li ser Xaka Kurdistanê pir kevn e, dema tê, digîhîje serdema Medan êdî zanyarî di her warî de kemiliye.
Hemû dîrokzan di wê têgîhîştinê de ne ku Sûmeran ev zanyarî ji bakur biriye Mezopotamyayê. Akad û Asûr jî ji wan fêr bûne, Her wisa Grêk jî ji Medan.


2 – Em dizanin ku fîlosofiya Grêkan bingehê xwe ji fîlosofiya Magan (Zerdeşt) werdigire. Mînak yek: Dema generalê Med Madaheas tê Sardes a paytextê Lidyan, Keça Alyattesê II. yanê bûka Medan Alyanîsê ji bo Aştiyago dibe, Talesê Mîlatî û Heraklesê Kalikê Herakleitosê ku Diyalektîk zelalkiriye, mamosteyê kurê Alyattesê II Kroisos bûn (585 b.Miladê). Ew bi Generalên Med Madaheas (Ji ber ku ew jî ji malbata Uvaxştra bû, wî jî bi teve Aştiyago li ber destê Zerdeşt xwendibû) re rûdinin û jê fêrê felsefeya Zerdeştî, xwerû jî fêrê yekitiya dijberan dibin.
Mînak du; Filosof „Diagones Latios III.“ radigîhen ku Platon xwastiye rasterast bi Pîrên Zerdeştî re têkilî dayne. Têkiliya wî û Mithrittadesê Zerdeştî û mijara diyarîkirin peyker, her wisa Gera wî ya li Anatolya hetanê Misirê (wê deme Anatolya û Misir di bin fermana Persan de bû, Pîrên Zerdeştî perwerde didan) jî tê zanîn. Kurt û kurmancî li ser xaka Medya fîlozofî û zanyariyeke gelek kûr û berfireh hebû.


3 – Ne li deştan, li bilindahiyan raçavandin hêsantire û zêdetir agahiyan dide. Lema Xaldiyan (Urartu) ji welatê xwe re Bianî (Banî) gotine. Ango mirov dikane li ser çiyayên bilind, hem giloverbûna cihanê, hem razên xwezayê, hem jî stêrkan û bi giştî ezman baştir raçavîne. Her wiha li bilindan hesteke xwerû li mirovan bar dibe, mirov dike ku bifire. Lema di nava gelê me de hin taybetiyên bi tevgera rojê û stêrkan re gelek pêşketiye, wek mînak; mijara şeva Yelda û Newrozê. Yanê ev taybetiya Xaka me, yan jî welatê me, rasterast bûye bingehê zanyariya stêrknasî û ji wan hin pêşdîtinan xwendinê.


4 – Herodot (490 – 425 b. Mîladê) „Di nava wan de gelek zanayên têgihîştî, xewn dixwendin û li ser Astrologiyê dixebitîn hebûn.“ Ji ber wê ye ku magi (sêhr) û têgîhîştina zanistê wek peyvên sînonîm hatine bikaranîn.


5 – Di vê filosofiya magî de û bi giştî di fîlosofî, stêrnasî û sêhrê de peyva „mana“ yanê „wate“ gelek girîng e. Ez dizanim, kê bixwîne wê hima bêje; „ev peyvake erebî ye.“ Na ev peyv ne erebî ye, dema ev peyv hebû, navê kal û bavê Ereban jî li piyaseyê tinebû. Bi Akadî „Mannu“ = kê, çawa, çi? Bi Somerî = ma-lu / manu-u = çi, çawa, jê tê têgihîştin (Insburger Sumerische wörterbûch Rû:563)


Her wiha li jêrê Gola Urmiyê berê Medan mîrîtiyeke xwerû, mîrîtiya „Mana“ hebû. Di nava wan de jî zanyariya eşîra Magan serdest bû û navê wan jî ji vê wateya peyva „Mane“ tê. Di hin daneyan de tê ragihandin ku Diyako yê demezrînerê Med li wir walîtî kiriye(!?)


Dema mirov van hemû agahiyan digîhîne hev têdigihîje ku, hem bingeh û hem jî zanyariyeke taybet li ser xaka welatê me hebû.


Sêhr, Astrologî û stêrnasî li Welatê Rojava.
Her çendî destpêka dîroka Împaratoriya Roma hetanê 800 b. Mîladê dibin jî, di sala 106 b. Miladê bi Keyser Marcus Tullius Cicero re Împaratoriya Roma derketiye pêş. Bingehê çanda Ewropiyan jî Împaratoriya Roma ye. Ji wê Ewropa di warê stêrnasî û astrologiyê de pir dû re xwerû jî di bin siya fîlosofiya Grêkan ya derbas Romayê bûbû de destpêkiriye. Yanê rasterast di bin bandora Stêrnasî û xwendina Medya-Mezopotamya de maye, lewra Grêk ji zanyariya xaka me, Roma ji Grêkan, Ewropî jî ji Roma fêr bûne.


Peter Fiebag û hevalê xwe di berhema xwe de radigîhîne ku di destpêka dema nû ya Ewropayê de (1450 -1750 piştê Mîladê) li Ewropê di nava intelektuelan de Magiyeke payeberz a Ronensansê hebû. Li gel wê di nava gel de jî pîrên zana hebûn, hinan ji wan re „Pîrhebokên têgîhîştî“ jî digotin. Li herdu aliyan jî gelek azîn û azmûnên cuda dihatin bikaranîn. Li gel wan kesên derman çêdikirin û di pratîkê de hin erkên doktoran wergirtibûn jî hebûn.


Yên di nava Ewropiyan de bi pêşdîtiniya xwe hin tişt pir pêş ve şirovekirine û ew pêşdîtin wekî wan derketine, bi wan navdar bûne, ev in. Yê herî navdar „Michel de Nostredamus“ e. Di navbera salên 1503 – 1566 an (piştê mîladê de jiya ye.


Li pey wî Marie -Anne Lenormand e. (1772-1843) bi taybetî di nava asilzadeyên Fransiz de gelek deng vedabû. Keybanû Josephine û çarê Rûs Aleksander I. jî siberoja xwe ji destê wê xwendiye.


Edgar Cayce (1877 - 1945) yê Amêrîkî jî di vî warê pêşdîtinî û hin pêkhantinan pêşde ragihandinê de navdar bû.


Yek jî Baba Wanga /Dapîra Wanga (1911 – 1996) Ji ber ku gelek tiştên wê bi pêşdîtinî gotibûn, rast derketin, ew ji bo ewropiyan kesayetekî pîroz bû.


Awayê Magî û Sêhrê
Zanyarê Îranê Fexhr Ad -Dîn ar - Razî di warê sêhr û astrologiyê de van awayên wê dijmêre.
1 – Magiya (sêhra Xaldaer (Chaldäer) ya li ser bingehê sternasiyê rûniştiye.
2 – Magiya lêbangî li derûnî, giyan û bedena mirov dike. Mînak hîpnotizma
3 – Magiya bi mijara cinan re têkildar
4 – Magiya bi leza tevgerê nêrînan por dike û pêşî li dîtina çalakiyê digire.
5 – Hunera herî bi wate, ya bi rêye teknîkê
6 – Bi rêya xwarin û vexwarinê tîryakê girtinê.


Yanê mijar gelek berfirehe. Ya girîng berê stêrnasî razpersetî û Astrologî hetanê Remil avêtinê ji wek zanyariyeke taybet bû û bingehê wê jî li welatê me bû.


Hin çavkanî
1 – Peter Fiebek û Rainer Holbe: „Mîstîka – Die grose Rätsel der Menschheit“ Augsburg 2007
2 – The New Encyclopedia Britannika
3 – Victoria Hegner https://reclaiming.de/hexen/entwicklung-okkultismus/
4https://islamansiklopedisi.org.tr/sihir
5https://www.jesus.ch/information/feiertage/weihnachten/magazin/history_special/108426-die_magoi_von_ekbatana.html
6 – N. Adonts, Theophylact (III, 18)’da güçlü Mihran Sulalesini yedi Medyan soyundan biri olarak bahseder
7 – Fabian Teichman https://web.de/magazine/wissen/prophezeiungen-wahr-bekanntesten-fuenf-hellseher-31206168
8 – „The Persian cuneiform Inscriptions at Behistun“ (1846)
9 – Herodot, Hystorien (almanî)
10 – Josef Wiesenhöfer, „Der Aufstand Gaumatas
11 – Lêkolîn û têbiniyên min yên demên cuda