Mankurt,mankurt

Mankurt

A+ A-

 „Mankurt“

Ertugrul Kürkçü  26. 10. 2022  „Yênî yaşam“

 

Mîna Cengîz Aytmatov di berhema xwe ya bi navê „Roj dibe rojên hêjayê sedsalekî“ de karekterekê populize kirîye, we jî di bin serenavê „Mavî Vatan“ (Xaka Şîn) de rewakirina çalakiyên xwe yên korsanî, li gel wê ji bo bikanin rupoşekê bikişînin ser armancên xwe yên kontrolkirina înternetê, lihevanîna „Welatê Sîberê“ bi devê Erdogan daxistin nava çanda siyasî.

 

Mirov di MSPeya Erbakan û di nava belgeyên damezrandina AKPê de rastê van têgînan nayê. Pêşîyên van têgînan jî tine. Di rastiyê de êdî vegotinên bi navê AKPê jî tinene. Berdevkê AKPê Arketîpekî ye (bê agahiyeke dîrokî, psişologî û wêjeyîya têgînan e. Şiroveya peyva aketîp  j. M) ango „Mankurt“ e.

 

Nivîskarê Kirgiz Aytmatov ê ku ev romana navborî di sala 1980 de bi rûsî nivîsîbû, wergera wê ya bi îngîlîzî di sala 1983 an de tê weşandin. Wergera wê ya tirkî jî di sala 2020 an de bûye. Lê wan ev têgîna „Mankurtî“ berê wê, taa di sala 2015 dan de bi navê „cîgehî û netewîtî“ yê bi rêya Erdogan xistibûn nava wêjeya me ya siyasî.

 

Dema Erdogan peyva „Mankurt“ bikaranî, bi wê ew rewşenbîrên ku ziyareta Serokwezîra Alman Merkel a di 15ê cotmeha 2015an de ji bo Tirkiyê rexne kiribûn, hedef girtibû. Di pêvajoya hilbijartina bi kotekê de şerekî giştî li dijî Kurdan dabûn destpêkirin, a di vî şerî de bi giranî kurdên muhafazakar ên bi hestên netewî û welatparêzî bi kotekê hatin tirsandin. Di vê dema kotekkirina Kurdên Muhafazakar de sermayeya Ewropayê bi giranî piştgirî dan Erdogan. Erdoganê ku bi sermayeya Ewropayê re peymana „têciriya mislimanên dîl“ imza kiribû, ew rewşenbîrên ku hatina Merkel rexne kiribûn bi têgîna „Mankurt“ reş kiribû.

 

Anegorî vegotina Aymatov „mankurt“ leşkerekî Kirgiz yê dîlketî ye. Dijminê wan Juan-Juan in, dema Juan -juaniyan leşkerên Kirgizan dîl digirin di êşkenceyên pir giran re derbas dikin, girtî di wan  êşkenceyên giran de hemû têgîhîştin, çand, sincên xwe yên mirovbûnê wenda dikin. Anegorî  romana bi navê „Roj dibe rojên hêjayê sedsalekî“ eger kesekî di wan îşkenceyan de bifilite jî, tevahiya hişê xwe wenda dike, dibe Mankurd (mejîkor) yanê dibe koleyekî bê bîra rabirdûya xwe(...) Mankurt hîç nizane ka ew kî ye, dê û bavê wî kî ne, ji kîjan ezbet û gelî ye, zarokatiya xwe nizane, heta ne di têgîhîştina mirovbûna xwe de ye jî. Ji ber ku bê hiş, bê bîr û bê têgîhîştin e, dibe koleyekî bêpirs û sûdwer (…)

 

Ne mumkune ku Eerdogan di sala 2015 an de ew xwendibe, Lewre wê demê hê wergera vê romanê di tirkî de tinebû. Li gel wê ti ananeyek û hobûneke Erdogan a roman, bi giştî pirtûkxwendinê tine. Ya duduyan jî dema Erdogan pesna heredariya xwe dabû, gotibû; ji bo pirtûk xwendinê hîç dema min tine. Hevalên min ji min re kurtenaveroka pirtûkan tînin, ez wan dixwînim!“ Yanê hevalên wî anegorî pêdiviyên xwe „kurte naveroka pirtûkan“ pêşkêşê wî dikin!...

Xwerû ev biwêja „hevalên min mijareyan hildibijêre“ pir girîng e. Ev rejîma ku „teşeyê ser û berê xwe girtî“ erk û fermanên wê; ji kar û barên Erdogan yê herî girîng e. Guhên wî gotinên ji devê wî derdikevin bibîhîse nebîhîse, di têgîhîştina gotinên ku ji devê wî dişeqitin de be, nebe, her biwêj û gotinên ku propagandistên rejîmê ji bo pêdivîyên xwe dixwazin daxînin rojeva siyasî, heta galgalên ser tendûran jî bi wî didin gotin. A ev têgîna „Mankurt /mejîkor“ jî bi vî şêweyî ketibû nava vegotinên siyaseta rojane. Bi tevahî wekî berê, mînak di sala 1913an de ji bo komkujiya Parîsê „pevçûnên nava rêxistinê“ yan jî çend sal dû re bi awayê wê tarz û zimandirêjiya wî gotina; „Ti fikreke şexsî yên wezîran tine!“ ji devê wî derketibû.

 

Niha li dor Erdogan kesên AKP damezirandibûn tinene. Ew qadroyên di wê serdema ku ew bi Fetullah re di nava kar û tewanbariyan de bû, ji wan deyn hatibûn girtin, tinene. Piştî serkariya AKPê xwe guhezand serkariya serokkomariyê, xwerû di pêvajoya geremola 15ê Tîrmehê de di bin de mabû, bi neçarî xwe avêt hemêza MHP û Ergenekonê û wisa ji wê têkçûnê filitî. Ji wê xewna kabosî ya ku serkariya xwe bi Kurdan re parvekirinê, bi „plana êrişên ji hev xistinê“ ku afrîndeya Ergenekonê bû, hişar bû. Bi vê planê re cihên kadroyên Fetullahî qadroyên MHP û Ergenekonê yên her ji vî erkî re amade bûn dagirt. Van qadroyan bi xwe re dosya, plan û projeksiyonên xwe jî anîn û danîn ber Erdogan. Ji ber vê rastiyê hefteya çûyîn di dêlindêza ji qadroyên Ergenekonê serpêl Çelebîyê xanenîş girtina nava partiya xwe de, gotina xwe anî ser mijara zayînê û got; „kargeriya girîng zarok  çêkirin e. Zarok pir girîng in, em ji xwedê bixwazin“ piştê wê jî, ev lê zêde kir; „Yên PKKê 5 heb, 10 heb, 15 heb hene!“ Ev stratejiya şêniyan ya di serdema 28ê Sibatê de dema Erbakan ji ser text anîn xwarê de jî hebû. Vê stratejiyê weke „Mankurt“ dubarekirina wî ne tişteke ji tengalê avêtine bû.

Du meh berê darbeya 28ê sibata 1997an di 12ê kanûnê /berfembara 1996an de Rapora Kurd hatibû pêşkêşkirin. Di wê raporê de wiha dihat ragihandin: „(....) şêniyên Kurdan bi vî awayî bidome, dibeku ew di sala 2010an de xwe bigîhîne ji % 40î ya şêniyên giştî û di sala 2025an de jî ji % 50 yî derbas be. Dema mirov li ser vê zêdebûna şêniyan û netewperweriya kurdayetî ya ku li der û hundir zindî tê girtin bi kurahî dihizire, têdigihîje ku teyîsandina wê ya li ser parlamentoyê di pêvajoyê pêş de dikane ji bo Tirkiyê bibe talûkeyeke mezin. Ji wê jî seferberîya plankirina şêniyan ji bo tirkiyê divêtiyeke jiyanî ye (…..)

 

Kurdên muhafazakar ên ku demekê Erdogan ji xwe hesibandibûn, ketibûn nava xewn û baweriya wê Erdogan bikane pirsgirêka kurd li ser bingehê biratiya îslamê çareser bike. Ji bo vê jî gelek eger dîtibûn. Hêviya xwe wê di rêberiya wî de deriyeke biratiyê vebe ve girêdabûn. Lê Erdogan çawa di 2014an de ji bo Kobanê bi qêrîn gotibû, „Kobanî ha ket, ha bikeve!“ re hemû xewn û xeyalên muhafazakarên Kurd bi yek hevokek ji holê rakir. Îslama siyasî, ji bo ku bikane dewleta Tirk bi dest bixe, gelek rê girtibû, lê Tirk û tirkayetiyê ew cardin girtiye nava pencên xwe, Erdogan û AKP yê xwe guhezandiye karektera „mankurt“,  her wiha di nava qalibê dewleta nijadperestî de ku ew Kurd û Kurdên îslama siyasî ji bo xwe wek talûkeyeke xeternak dibîne de teşe girtiye.

Êdî dem dema bi rastiyan ve rabûnê ye: Jiyaneke nû ya di nava qalibên dewleta berê, qalibên dewletên berêberê wê de derê derfetan e.

 

Werger: Fêrgîn Melîk Aykoç


Gotinên miftehî :