1. Tekst

  2. Gotar

  3. Memê Miksî
  4. Medreseya Mîr Hesenê Welî
Medreseya Mîr Hesenê Welî,medreseya,mîr,hesenê,welî

Medreseya Mîr Hesenê Welî

A+ A-

 

 Memê Miksî

Ev xerabaya ku hûn dibînin , ne xerabeyek ji rêzê ye. Ji sedsala 14 an bigre heta a 19 an, cihê ilm û şaristaniyê bû. 

 

Di vê xerabê da, gelek kesayetên hêja mîna Mîr Hesenê Welî û Melayê Bateyî têda dersa feqehan dane û gelek kesayetên mîna Bedûzzaman Se'îdê Nursî û Hemzoyê Miksî têda xwendine û îcazet rakirine. 

 

Belê ev xerabe Medreseya Mîr Hesenê Welî ye. 

 

Çendî hin lîkolîner dibên di sedsala 16 an da hatiye avakirin, lê ev yek xelet e. Çimku Melayê Bateyî di sedsala 14 an da , ( 1417-1491 ) jiya ye. Ew û Mîr Hesenê Welî destbirayên hev bûne. Ev yek dide xuyan ku medrese 14 an da hatiye avakirin.Ji bo alîkariya Mîr Hesen , Bateyî ji Colemêrgê dihat û bi mehan li vir dersa feqehan dida. 

 

Dema Bateyî di zozanê Berçelanê da ji serman jiyana xwe dest dide, hingî ji vê medresê diçe. 

 

Ev medrese du caran hatiye restore kirin. Carek di 1737 û carek jî di 1858 da.

 

Wêne : Medreseya Mîr Hesenê Welî / Miks


Gotinên miftehî :