Mejiyê kapikulu,mejiyê,kapikulu

Mejiyê kapikulu

A+ A-

Ev peyv tê wateya “bendeyê ber derî“ yanê kesê ku bê vîneke serbixwe, bi mejiye bende wekî kûçikekî li ber derê kesekî li fermana xwediyê xwe dipê. Yê li ber derê dewletê jî dewletê wek “welînimet û xwedayê” xwe, têkçûna wê, yan jî xisareke li ser wê jî wek birçîmayin û têkçûna xwe dibîne. Polîtik û têgîhîştina dewleta Osmaniyan li ser vê bingehî rûniştibû. Ji rêveberiya li dor Padîşahên Osmaniyan bigire, heta Yênîçerî û notirvanan. Ji Şeyhulîslam bigire hetanê Qadi (dozgerên demê) û meleyan tev de ji kesên di vê pêvajoya Kapikulu de hatine perwerdekirin pêk dihat.

Osmaniyan li gorî dada Îslamî ji sedî pêncên talana ji deverên dagirkirî wek malê dewleta Alîosmanî dipejirand, yên din diket destên fermandar, derebey, qadi, mîr û çeteyên heremî. Her wisa zarokên dîl dihatin girtin jî li gor vê dada Îslamî dihatin parvekirin. Ji her pênc zarokan, yek malê dewletê bû, yê din wek kole, xizmetkar yan jî kapikuluyên derdorên navbirî bûn. Ji van zarokên dîlgirtî re bi giştî “pencik” dihat gotin. Ev pencik jî li gor rêgezeke wiha dihatin dabeşkirin. Li gor salan nav jî li van zarokên dîl dikirin. Ji bebegan hetanî sê saliyan re “şîrha”, ji sê salî ta heşt saliyan re “beççe”, ji heştan hetanê dazdeh saliyan re “gulamçe” yên di dema balixbûnê de ne ji wan re “gulam” yên rîşê wan hatî re jî “sakalli” dihat gotin. Ji dever yan jî dibistanên lêman (qişleyî) ku lê ev zarok dihatin perwerdekirin û tirkkirin re Acemî Ocagi /Acemî Oglanlar Ocagi (mala xeşîman /malên kurên xeşîm) digotin.

Di dema Murat Hanê diduyan de jî, ji welatên wek Arnavut, Yewnanistan, Giravan, Bulgaristan, Sirbistan, Bosna-Hersek û Macaristan kesên xort dîl digirtin, dianîn, dikirin Tirk, ew îslamîze û perwerde dikirin û wek esker bi kar dianîn, ji vanan re jî “devşîrme” digotin. Piştî perwerdeyeke dirêj, ev kes wek esker dişandin wan welatên ew jê hatine, li dij, dê û bav, meriv û xizm, nijada wan didan şerkirin û ew bi destên wan di komkujiyan re derbas dikirin. Îro jî cerdevanan bi wê mabestê bi kar tînin.

Dewleta Osmaniyan li ser bingehê dewleta Bîzansan rûniştibû. Ji ala Tirkan bigire heta ananeyên dewletê, bi rêvebirina dewletê, fend û fûtên dewletê bi tevahî xwe dispartin kevneşopiyên rêveberiya Bîzansan. Jixwe Osmaniyan ji kê çi girtiye, bi mantiqê xenîmetê ji xwe re kirine mal û hewl dane ku wek yên xwe bifiroşin cihanê.

Endamên rêxistina Ittîhad Teraqqî û Tirkên spî bi girani zarokên Kapikulu û devşîrmeyan in. Ji wê jî wan ev mejî û hişmendiya dewleta Osmanî bê guhertin di giyana dewleta Tirk de wek nexweşiyeke derûnî daye rûniştin. Kemalîstên qaşo laîk bi mejiyê Îttihad Teraqqiyê neteweyeke zir ya li ser bingehê bişaftin, talan û komkujiya gelan afirand. Her wisa di sêwîxane û dibistanên lêmanê de wek mînaka Kapikuluyan qadroyên dewletê perwerde kirin. Dema mirov rêvebiriya CHP, AKP, MHP û yên din bi wê pergala Osmaniyan re birûberîne, bi hêsanî dibîne ku ji sedî sed qopyayeke dema Osmaniyan e. Mînak; K. Kiliçdaroglu, Hakan Fîdan, Orhan Mîroglu, Devlet Bahçelî, hetanê RTE û yên din tev de di wê pêvajoya Kapikulu re derbas bûne. Mejî û têgihîştina wan a bi rêvebirina dewletê li gorî bendekarê ber derî teşe girtiye. Ew têkçûn, yan jî teşe guhertina dewletê wek bê xwedî, birçî û bêçare mayina xwe dibînin.


Gotinên miftehî :