1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Mirov çewa dibe xayîn?
Mirov çewa dibe xayîn?,mirov,çewa,dibe,xayîn

Mirov çewa dibe xayîn?

A+ A-

 

Pirs jiyanê dibişkêfin. Tiştekî bişkifî be, êdî raza xwe wenda dike û ji bikaranînê re vekiriye. Îcar divê hin pirs bêne kirin, lê ne ji bo kesên bixwe di jiyanê de bişkifî ne, lê ji bo têgihiştina vê birîna reş, derdê bêderman, rîşa mirovxwir, divê pirs bêne kirin.

 

Mînak:

1-    Mirov di rizgarkirina parçeyekî axa welat de cî bigire, lê dema li wî parçeyî teng bû, tam jî di dema xwe de(!) dev ji birayên xwe berde û bireve û yên mayî hemî bêne bidarvekirin, mirov dibe xayîn?

2-    Mirov birayekî xwe bikuje û piştre bike stuyê birayê xwe yê din ku ji bo birêxistinkirina şoreşa parçeyekî welêt di nav hewldanan de ye û wî birayî li gel du birayên din ji ber kuştina bira tewanbar bike û bikuje, mirov dibe xayîn?

3-    Mirov birayekî xwe yê din ku yek ji rêberê şoreşa parçeyekî welêt e radestî dagirkerên wî parçeyî bike û piştre ew birayê mirov bi destê wan dagirkeran ve bê kuştin, meriv dibe xayîn?

4-    Mirov rabe ser tang û topên dagirkerê parçeyekî welatê xwe ku bi alîkariya navdewletî hatiye bidestxistin û ketina wî parçeyî li dagirker hatiye qedexekirin lê dîsa jî bi wan tang û top û çek û leşkerên dagirkeran birayê xwe ji bajarekî welêt bi darê zorê yê dijminan derxe, mirov dibe xayîn?

5-    Mirov di bin çavdêriya dagirkerê parçeyekî welatê xwe de di nav du sê rojan de 800 pêşmergeyan ji hev bikuje dibe xayîn?

6-    Mirov bi hevkarî û çekên dagirkerên welatê xwe li dijî tevgerekî kurd ê din şer bike ji bo wî tevgerî ji nav axa welatê wî derbixe û radestî dagirkeran bike û bi ser de navê ”Çakûç”, ”Sandivîç”, ”Mirad”ê li van operasyonan(!) bike, dibe xayîn?

7-    Mirov mûçe û mafê karker, karmend û pêşmergeyên xwe nede, wan birçî bihêle û pareyên petrola welat bibe radestî dagirkerê xwe bike û bi wan re hevkariyên stratejîk deyne, mirov dibe xayîn?

8-    Mirov di êrîşa herî barbar û hoveber de birayên xwe yên li gel hemû zilm û zordestiyan jî li ser ola xwe ya resen mane bi tenê bihêle û bireve û beriya revê jî çekên di destê wan birayan de ku dikarin xwe biparêzin ji wan bigire û radestî hoveberan bike, mirov dibe xayîn?

9-    Baş e mirov bajarekî azad û aram bi dijminê xwe yê herî har û barbar re bibe yek û bixîne, bi sedan sivîl bikuje, bi sedhezaran derbeder bike û bajêr bike bin lingên gemar û piştre rabe li ser TVyan pesnê ”lehengî”ya xwe û ya dijminên xwe bide, mirov dibe xayîn?

10- Lê mirov 10 salan propogandaya referandûma serxwebûnê bike, lê hema piştî referandûmê ji sedî 55ê axa rizgarkirî, di nava 24 saetan de û bêyî fişekek jî biteqîne radestî dijmin û dagirkerên xwe bike, mirov dibe xayîn?

11- Lê mirov serokatiya rêxistinekî kurd kiribe salên dirêj û piştre rabe li ser TVyên dagirkeran, bi zimanê xwe, faşîstê barbar ê dagirkerê welatê xwe wekî Che Guevara binav bike, mirov dibe xayîn?

 

Pirs dikarin heya bibêjî bêne dirêjkirin, lê ka bêjine min ji bo xatirê Ahûra Mazda, Tawisî Melek, eger mirov bi van nabe xayîn, baş e îxanet çiye?

 

Mahabad Felat

2018-03-25


Gotinên miftehî :