1. Tekst

  2. Gotar

  3. Zana Farqînî
  4. Mîtolojiya kurdan û pîroziya hin ajalan - 3
Mîtolojiya kurdan û pîroziya hin ajalan - 3,mîtolojiya,kurdan,û,pîroziya,hin,ajalan,3

Mîtolojiya kurdan û pîroziya hin ajalan - 3

A+ A-

Zana Farqînî

Me li jorê ji marê reş jî behs kiribû ku em ê piştre li serê bisekinin. Rolyefeke marê reş li ser dîwarê ber dergehê Laleşê heye. Li gorî baweriyeke berbelav, di heyna Tofana Nuh de, gava keştî qul dibe û av jê dikeve hundirê keştiyê, marê reş xwe xistiye wê qulikê û nehiştiye av bikeve keştiyê. Bi saya serê mar, hemû candar û ruhliberên di keştiyê de ji fetisînê rizgar bûne. Îcar baweriya bi êzîdiyan re ew e ku keştiya Nuh li gundê Eynsifnê ku bi qasî 10 km’an li başûrê Laleşê dikeve hatiye çêkirin. Paşê keştî li ser Çemê Dîcleyê dest bi rêwîtiyê kiriye, lê li Çiyayê Şengalê keştî li zinarê lûtkeya “Sîn el Kilûb”ê diqelibe û qul dibe. Marek tê xwe di wê qulikê de asê dike, bi vî awayî keştî xwe digihîne Çiyayê Cûdî û li wir radiweste.[8]

 

Li gorî “çîrok”eke din, wexta ku Zerduşt 15 salan di şikeftekê de çilê xwe tije kiriye li cem, mar û eyloyek hebûye. Hin jî dibêjin ku mar pir ji tavê, yanê ji roniya rojê hez dike loma derdikeve ber tavê. Yan jî wekî êzîdî çawan berê xwe didin rojê û îbadet dikin ew jî wisan bi tavê/rojê diperize.

 

Ne êzîdî ne jî kurdên misliman marê reş nakujin. Bawerî ew e ku heta kes belaya xwe di marê reş nede ew bi kesî venade. Eger mirov jê bigerin, ew tê cem mirovan jî, lê eger ziyanekê bigihîninê, ew pir kîndar e û heta tola xwe nestîne ranaweste.

 

Di gel van hemû tiştan meseleya marê reş û hebûna wê ya li ser dîwarê perestgeha Laleşê hewceyî ravekirineke akademîk e ku çawan di nav kurdên misliman de jî kes têkilî marê reş nabe, wisan dixuye koka vê baweriyê diçe digihîje heta serdemên kevnare. Dîsan mirov difikire ku dibe têkiliyek bi mijara “kirasguhartin”ê, bi reenkarnasyonê hebe. Wekî baweriya ku Ezazîl di dilqê teyrê tawis de xuya bûye.

 

2. Rola mîtan

Di çandên cur bi cur de tesbîtkirina mîtan merhaleyeke girîng e, lê ya girîngtirîn fehmkirina ji wan e. Loma gelek kesên ku li ser mîtolojiyên rawestiyane, wan hewl daye hîm û bingehên wan rave bikin û tê bigihîjin bê ka ji bo jiyana mirovan û heta komên etnîk û neteweyan çi wateya mîtan heye, gihîştine encam û tesbîtên balkêş. Yek ji van jî Anthony D. Smith e ku bi xebatên xwe yên li ser neteweperweriyê tê zanîn û bi awayê etno-sembolîst tê nasandin, li ser koka etnîk a neteweyan pir serê xwe êşandiye û navê neteweyê wiha pênase dike: “Civata ku divê axeke/welatekî wê yê dîrokî, mîtên hevpar û hafizeyeke wê ya dîrokî, çandeke wê ya girseyî, xwedîbûna aboriya hevpar û mafê qanûnî ya hevpar hebin.”[9] Balkêş e ku di nav van mercên rêzkirî de cih daye gotina mîtên hevpar jî, lê Umit Ozkirimli rexne li van peytên Smith digire û dibêje ku piraniya van taybetiyan xwedî wesfekî çandî û subjektîf in.[10]

 

Ev teoriyên li ser kok û çêbûna komên etnîk û neteweyan û rexneyên li van teoriyan em deynin aliyekê, rastiyek heye ku çanda hevpar a civak û neteweyan hîkariyê li ferdên xwe dikin û dikin ku bi wan re ruhekî mişterek çêbe. Wekî ziman, çand jî di vî warî de kartêker e û mît di gel efsaneyan hêmanên çandê ne. Em îro li meseleya Newrozê binêrin, çendî gelek spekulasyon li ser esil û koka wê hebin û ji hêla gelên aryan û ne aryan (wekî tirkên Asyaya Navîn) ve bê pîrozkirin jî, li cem kurdan ew diyardeyeke candar e ku hîn jî tesîr li çanda hevpar, li hesta aîdiyeta hevpişk a kurdan dike û ji bo avakirina nasnameya neteweyî xwedî rol û fonksiyoneke konkret e.

 

Wek encam

Kurdolojî, sedem çi dibe bila bibe, warekî beyar e ku bere bere dikeve rojeva xebatên akademîk û cîhana akademiyayê jî êdî mîna berê bêeleqe namîne. Bi taybetî, ji ber ku di warê mîtolojiya kurdî de têra xwe xebatên meydanî nehatine kirin û di vî warî de lîteratureke baş pêk nehatiye, gelek zehmet e ku xebatên teswîrî, şiroveyî û analîtik bên kirin da ku ev aliyê kurdolojiyê jî têra xwe bê ronîkirin û çarçoveyeke teorîk ji bo mîtolojiya kurdî bê danîn.

 

Çawan ku W. J. Ong dibêje, heta çanda devkî ango zargotin nebe çanda nivîskî, wisan dixuye ew ê xebatên şîtelî (tehlîlî) jî li ser wan neyê kirin. Ji lew re, qet nebe wek gavê pêşîn berhevkirin û tomarkirina mîtan û gava duyem jî lêkolîna li ser wan, divê mirov wek proje planekê deyne ber xwe û amadehiyan bike.

 

Çavkanî:

AZÎZAN, Herekol, “Mil û Zil, Bir û Esasên Eşîrên Kurdan”, Ronahî, Sal 1, Hejmar 12, Şam, 1943.

CASSIER, Erns, Devlet Efsanesi İnsan Üstüne Bir Deneme (wergêr: Necla Arat), Say Yayınları, Stenbol, 2005.

GUEST, John S.; Yezidilerin Tarihi Melekê Tawus ve Mishefa Reş’in İzinde (wergêr: İbrahim Bingöl), Weşanên Avestayê, Stenbol, 2001.

LESCOT, Roger, Yezidiler Din Tarih ve Toplumsal Hayat, Cebel Sincar ve Suriye Yezidileri (wergêr: Ayşe Meral), Weşanên Avestayê, Stenbol, 2001.

ONG, Walter J, Sözlü ve Yazılı Kültür Sözün Teknolojileşmesi, (wergêr: Sema Postacıoğlu Banon), Metis Yayınları, Stenbol, 1995.

ÖZKIRIMLI, Umit, Milliyetçilik Kuramları Eleştirel Bir Bakış, Doğu Batı Yayınları, Enqere, 2008.

SMITH, Anthony D.; Milli Kimlik (wergêr: Bahadır Sina Şener), İletişim Yayınları, Stenbol, 1994.

 



[8] John S. Guest; Yezidilerin Tarihi Melekê Tawus ve Mishefa Reş’in İzinde (wergêr: İbrahim Bingöl), Weşanên Avestayê, Stenbol, 2001, r. 67.

[9] Anthony D. Smith, h.b., r. 70.

[10] Umit Özkırımlı; Milliyetçilik Kuramları Eleştirel Bir Bakış, Doğu Batı Yayınları, Enqere, 2008, r. 220.