1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Hemed Elî Qoserî
  4. NEXWEŞIYA STRESÊ YA PIŞTÎ TRAWMAYÊ (NSPT)* - 4
NEXWEŞIYA STRESÊ YA PIŞTÎ TRAWMAYÊ (NSPT)* - 4,nexweşiya,stresê,ya,piştî,trawmayê,nspt,4

NEXWEŞIYA STRESÊ YA PIŞTÎ TRAWMAYÊ (NSPT)* - 4

A+ A-

 

 

                      ENCAM

 

Li gorî hin pisporên trawmayê encam:

 

Lêborîn, ji bo kesên ku bi destê mirovan hatine zedeyîkirin şîna xwe û birîna xwe bi tendirustî derman bikin û di bîr û bîrewariya xwe de bi êrîşkar re mijûl nebin gaveke zor û girîng e. Lewre, yên bexşandinê dixwazin tên bexşandin, ji ber vê jî merca yekem ew e ku yên êrîşkar (kiryar) gunehkariya xwe li pêş hemû şahidan qebûl bike û li xwe mikur bê. 'Lixwemikurhatin' (confess) ji bo kesên trawmatîze bûye gaveke herî girîng e. Ji ber ku derxistina rastî û rasteqîniya nebaşiyên trawmayê bi serê xwe jî gelek şik û gumanan ji holê radike. Ew rastiya ku hatiye înkarkirin bi zimanê kiryar derdikeve holê û bi vî awayî stembar (mexdûr) taqat dike ku rewşa xwe bi tendirustî binirxîne û ji bêçaretiya xwe re çareyekê amade bike. Merca duyem ew e ku êrîşkar lêborîna xwe ji stembar bixwaze. Lêborînxwestin tê wateya ku stemkar ji ber wan tevgerên xwe şerm û fedî kiriye û poşman bûye. Bi vî awayî stembar êş û jana xwe bi dilrehetî dikare bi her kesî bi de pejirandin. Ev jî hêz û qeweta bixwebawerbûnê çêdike. Merca sêyem divê kiryar ji bo bexşandinê hewldana madî û manewî bide destpêkirin. Li du zedeya civakî, ji bo ku têkiliya êrîşkar û stembar bigêhêje radeya bexşandinê divê kiryarê bûyerê ji hemî piştgiriyên leşkerî û saziyên dewletê bêpar bê hiştin. Ev yek dermankirin û bexşandinê zeximtir dike û bi vî şiklî derûniya stembar digihêje tendirustiya xwe ya xwezayî.

 

Bexşandin, divê ji pêvajoya cezakirina kiryar cuda bê nirxandin. Ji ber ku bexşandin biryareke takekesî ye û li gorî nêrîn stembarên bûyerê tê guhertin. Divê cezakirina êrîşkar ne li gorî biryarên mexdûr be û pêvajoya cezakirinê li derveyî van biryaran berdewam bike. Bexşandina ji hêla stembarê trawmayê divê bêyî redkirina fikr, hest û tevgera wî ya neyînî be û êşa trawmayê ji bîr û hişmendiya wî bê avêtin. Wê demê stembar ji trawmayê bi serfirazî azad dibe. Kesên ku dû bexşandinê jî de di bin bandora êrîşkar de mabin, bi bexşandinê temenê êş û kula xwe dirêj dikin. Belê ku bi tendirustî jê rizgar bûbin, trawmaya ku dawiya wê tune bû bi dawî dibe. Bi vî awayî ew xeyalên ku di bin bandora trawmayê de nedihatin kontrolkirin, li şûn û warên xwe vedigerin û li pêşerojê cihê xwe ava dikin. Stembar êdî dikare bi derûniyeke azad ji çîrokên hevpar çîroka xwe jî binivîse û nasnameya xwe ji hiş û ramanên ku hatibûn dagirkirin azad bike û pêşeroja derûniya xwe ji nebaşiyên êrişkar paqij bike.

 

                      Belê wek ku me li jor jî behs kir ku di van hemû rê û rêbazên dermankirin û bexşandinê de rastî û rasteqînî tune be; bexşandin wek spartineke ku xwe ji kiryarên trawmayê biparêze çêdibe. Bi vî awayî trawma hebûna xwe di bîr û hişmendiya stembar de didomîne. Ger ev pêvajo bi vî awayî berdewam bike, demek şûn de stembarê trawmayê ji bo ji birînên xwe xelas bibe, ji bo ji bêçaretiya ku tê de avjeniyê dike xwe rizgar bike û ji bo ku bikaribe hêza êrîşkar ji xwe dûr bixe hemû kiryarên êrişkar li ser xwe dipejirîne. Lewre bi çavên serê xwe şahidiya gelek zilm û zordariyan kir, dît ku bê êrişkarê wî/ê çawa mirovên mîna wî/ê dieciqîne, dipelixîne û wan bêsedem dikuje. Ev tirs û sawa êrîşkar hebûna; 'ego' (ezî) û 'self'ê (xwe) tarûmar dike. Ji ber vê yekê stembar dixwaze 'ego' bike 'em' û xwe têxe ewlehiyê û cihê xwe pihêt (tehkîm) bike. Ango 'ezitî' û 'xwe'yê dixe bin fermana êrişkarê xwe. Di zena xwe de bi vî awayî wê ji rewşa xirab û nebaş (mexdûr, qurban) xilas bibe û têkeve rewşa serdestan û bibe 'kirde'. Belê ev rê her çiqas rêyeke kurt jî tê xuyakirin, di bingeha xwe de xirab û xeternak e. Lewre bi hêza êrîşkarê xwe (ew hêza ku bi deyn standiye) dixwaze ji 'bireserbûn'ê rizgar bibe û bibe 'kirde'. Piştî ku bi hêza êrişkarê xwe ji bo demekê bû kirde, îcar xwe li ser hineke din an jî li ser 'EZÎ’ bi kar tîne. Li gorî xwe an jî di zena xwe de bi vê tevgera xwe wê bikaribe trawmayê xwe kontrol bike. Belê lêgerîna bi vî şikl û şemalî ji derdê wî/ê re nabe tu derman. Berevajî wê birîn û êşa trawmayê dûdirêjtir dike.

                     

                      Mirovên zedeyî bûne, ji bo ku tevlîhevî û şaşîtiya ku trawma di cîhana wan ya derûnî de çêkiriye xelas bibin; li cihekî biewle û li stargehekê digerin. Mirovên ku cîhana wan ya derûnî li bin guhê hev ketiye û serobinî bûye ji bo ku hebekî bitebitin û bikaribin van bûyerê ku hatine serê wan fêm bikin û encamekê jê derxînin, dixwazin ku li cihekî biewle û li cem mirovên ku trawmaya wan dîsa bi wan nede jiyîn bimînin. Ev fenûfutên êrîşkaran in. Ji ber vê êrîşkar dibin du beş: 'ferîşte' û 'pelîd'. Trawma, stembaran jî di hundirê xwe de dike du beş. Beşek ji wan didin pey tolhilanîna xwe û beşek ji wan jî direvin, bêdeng dibin, xwe dispêrin êrîşkarên xwe, bi vî awayî dixwazin ev tişt zû bi dawî bibin…

 

                      Ger mirov li ser dermankirina trawmayê şahidên ku bikaribin kul û derdê wan fêm bikin û jiyana wan ya bi trawmayê re derbas bûye bê filan û bêvan raxin ber çavan û encameke biwate jê derbixin, da ku bi tendirustî ji bandora trawmayê û êrîşkar rizgar bibin.

 

                      Stembar çîrokên xwe vedibêjin û li tevgera temaşevanan mêze dikin, ka bê çiqasî hatine fêmkirin. Û bi dubarekirina çîrokên xwe hebûn û başbûna xwe (self) di çavên yên din de dibînin û bi vî şiklî bi birîna xwe re li hevdu tên û serdestiya xwe dixin destên xwe.

 

Belê ji qala Apê Osman Sebrî ve: 'ji bo mirovekî çak, şahidê çak jî divê.'

 

Li gorî derûnkolîneran (psychoanalysts) encam:

 

Derûnkolîner dibêjin; hebûna 'ego' (ezî), hiş-mendî (conscious) û 'xwe'yê (self) bi hebûna yên din ve girêdayiye. Mirov hebûna 'xwe an jî ego' bi rêya danûstandina derve ferq dike û li xwe hay tê. Bi vî awayî kesayet û hişmendî tê avakirin. Ger ev danûstandin bi 'yê-din' re çênebe 'ego' û 'xwe' bi tendirustî dernakeve holê û kesayet û hişmendî çênabe. Tenê wê mîna ajalekî ku ji bo mîdeya xwe dagire tevbigere û bijî. Ego bi rastî nabe 'EGO' her dem wê 'yê-din' teqlîd bike. Lewre, derûnkolîner di şîrovekirina 'EGO' de wisa dibêjin: Pitik hebûna xwe, pêşî di pêsîrên dêya xwe de dibînin, paşê hêdî hêdî tevgerên dê yên ku ji hêla pitik tên dîtin û pitik li hebûna xwe û wan tevgerên dêya xwe hay dibe. Lê van tevgeran ji hevdû ferq nake. Ji ber vê di demên pêşî de 'ego' dê ye û dê jî 'ego' ye. Her ku mezin dibe û geş dibe hay ji bertekên derve jî dibe. Bi van tiştên ku ji derveyî xwe dibîne, di nav van tiştên ku ji derveyî xwe dibîne hebûneke xwe ya bipergal û berdewam ava dike. Ango hebûna egoyê (ezî) girêdayî 'yê-din' e. Lewre, mirov avakirina xwe û nûkirina xwe bi saya danûstandina derve çêdike û ava dike. Ku 'yê-din' an derve tune be 'ezitî' jî tune dibe. Ji ber vê xwestek û daxwazên di zaroktiya mirov de tu carî nayên jibîrkirin û her wextî bi hesreta cih û warê lê çêbûye dimîne. Tama yekem li wir ferq kiriye û keseyeta xwe deyndarê wî cih û warî ye. Ji ber vê zarokatî girîng e, destpêk girîng e, dê girîng e, ziman girîng e. Lewre zarokatî hevîrtirşê jiyana hemû mirovan e.

 

Pitik hebûna xwe carinan di lorîna dêya xwe, carinan di dengê dêya xwe û carinan jî di nerînekê de, di hingavtinekê de di rahiştinekê de, di kenekî de xwebûn û hebûna xwe dibîne û ferq dike. Li xwe hay dibe û 'XWE' yê çêdike, ava dike û xwe ferq dike. Hin dahûrînerên derûnkolîner jî dibêjin; di xwezayiya mirovan de 'ego' tune ye. Bi saya tevgera derveyî 'xwe an ji yê-din' fêr dibe û hay ji xwe û kesayeta xwe dibe. Bi vî awayî hêdî hêdî xwe ava dike. Dûvre 'xwe' ji hebûnê re dibe parzûn û tevger û lebata 'yê-din' di vê parzûnê re derbas dibe. Bi vî awayî jî hebana kesayetiya xwe ava dike. Ji ber vê yekê derûnkolîner dermankirin û derbaskirina NSPTê bi pergala berevaniya mirovan re girêdidin. Ew jî girêdayî wê parzûna ku bi salan hatiye hûnandin e.

 

Çîroka mîrê Romayê Frederickê II. (ev çîrok teoriyên derûnkolîneran piştrast dike):

 

Di nav mîrên Romayê de Frederickê II. bi fikr û ramanên xwe yên ecêb û sosret tê naskirin. Di sedsala 13an de ji bo ku fikr û ramanên xwe û meraqên xwe yên ecêb û sosret biceribîne gelek azmûnên dijwar bi kar anine. Ji van meraqan yek jê jî li ser pitikên nûçêbûyî ye.

 

Frederickê II. dibêje:

 

"Ger pitikên nû çêbûne di nava civakê de cih negirin û têkiliya wan bi tu awayî bi mirovan re çênebe û bi wan re neaxifin; dê ne bi zimanê dayîkê dê bi 'zimanê yezdanî' biaxivin". Ji bo vê fikr û ramana xwe, gelek pitikên nûçêbûyî ji dayîkên wan veqetanin û li cihekî ku ji bilî xwarin, vexwarin û serşuştinê bi tu şiklî têkiliya wan bi mirovan re çênabe hiştin. Bi vî awayî têkiliya zarokan ji danûstandina derve hat qutkirin. Têkiliya tu pitikan bi tu awayî bi civatê çênebû û demek şûn de bi tevahî bêyî ku bi zimanê yezdanî biaxifin mirin. Belê her çiqasî Mîrê Romayê Frederickê II. ezmûneke bêwicdan û bêînsaf bi kar anîbe jî, zanyaran pir tişt ji vê bûyera sosret derxistine. Vê mesele îspat kir ku mirov bi tena cil û bergan û bi zikê têr nikarin bijî. Divê li tenişta van tiştan danûstandin bi mirovan re hebe an jî bi awayekî xwezayî mirov li cem dayîka xwe û li warê hatiye dinê jiyana xwe berdewam bikin.

Bi hebûna 'yê-din' re derûnî-civakî-fizîkiya 'ego' bi tendirustî dijî. Lewre, Komela Tendirustiya Cîhanê (WHO) dibêje; başî û tendirustiya derûniya mirovan girêdayî mêzînan an jî ahenga derûnî-civakî-fizîkî ye.

 

Weke ku derûnkolîner dibêjin; mirov hebûna xwe an jî 'ego'ya (ezî) xwe bi saya 'yê-din' ferq dike. 'Yê-din', ji 'ego' re nan û av e. 'Yê-din' tune be kesayetî bi tendirustî çênabe an jî tune dibe.

 

Çavdêrekî pitikan li ser vê testê şîroveyeke wisa dike: ''Pitik mirin. Lewre, pitik ji rûyekî biken û ji hembêzekî jidil û ji gotinên xweş dûr man, ji ber van sedeman nejiyan''. Bi rastî, di gelek nexweşiyên derûnî de bingeha sedemên nexweşiyan kêmasiya danûstandina mirovan e. Mirov dikare nexweşiyên neurozê (anksiyete, xemgînî, hospîtalîzm, sewesî, perîşî, depresyon û hwd) bi vî awayî bi nav bike. Derûnnas sedemên gelek nexweşiyên derûnî di jiyana zarokatiyê dibînin. Belê di xwezaya mirovan de zimanekî wan yê pîroz an jî 'ego' tune ye.

 

Mirov dixwazin berhemên ku derdixin holê ku ji hêla 'êdîn' ve bê ferq kirin. Bi vî awayî bi xwe ewle dibin û dikarin bi xwe bawer bikin û xwe baş hîs bikin.

 

Derûnkolîner dibêjin; mirovên ku ji hêla derûnî ve zedeyî bûne, bi axaftina bûyerê, bi fêmkirina 'yê-din' û bi nasîna kul û derdan; dê qehra dilê wan hebekî aram bibe û wê derûniya wan ya bi êş û jan aş bibe û birîna wan dê qalik bigire.

 

                      Encam:

 

                      Ev bûyerên trawmatîk ku hatine serê mirovan, jiyana wan ya xwezayî dide rawestandin û di mêjiyê wan de weke tiştekî bêçare tên tomarkirin. Avaniya mêjî dihedimîne û danûstandinê mîna kompûtereke ku hatibe bloqekirin dixe bin xetereyê. Gelek caran em ji derdora xwe dibîhîsin ku filan kes kûrê/qîza filan kes piştî filan bûyerê behetî ma û nema peyîvî an tevgera wî/ê hat guhertin. Bûyerên ku di jiyana mirovan de velîstinê çêdikin û bi xwe re tirs û sawê tînin di mêjî de hormoneke bi navê ACTH (adrenocorticotropic hormone) dide xebitandin û ev jî di gurçikê de hormona kortîzonê derdixe holê. Ku ev hormon zêde derbikeve holê, di mêjî de hîperkotîkolîzm pêk tê. Bi vî avayî kîjan lebat têkevin bin bandora hormonê xeta têkiliya (network) wî/ê xerab dikin: Wek bêaxaftin, hişwindakirin, behetîmayîn û hwd.

 

Carinan ev lebata ku hatiye sekinandin, bi dîtina hin tiştên ku bi trawmayê re winda bûne bi şûn de vedigere. Ew tiştê ku dîtiye dişibe trawmaya wî/ê û ev jî networka lebatê dide xebitandin û tiştên hatiye jibîrkirin dîsa tên bibîranîn.

 

Zede, qedr û qimetê mirovan, ewlehî û baweriya wan, fêmkirin û têgihiştina wan, başî û qenciya wan, heval û dostaniya wan, fikr û ramanên wan û hestên wan yên mirovanî serobino dike. Mirovê ku cih û warê wî/ê xerab bûye û işkence kişandiye pir zor e ku were ser derba xwe ya berê. Tew ku ev pergala trawmayê ji hêla serdestan ve bê parastin û çavkaniya wê jî ew bi xwe bin; fêmkirin û têgihiştina jiyanê yekcarî negengaz dibe.

 

ÇAVKANÎ

1. Gerald C.Davison û John M.Neale Abnormal Psychology.

2. Kaptanoðlu C. Travma, Toplumsal Yas ve Baðýşlama, Birikim Dergisi, Aralýk 2009, sayý 248

3.Ozturk M. Orhan Ruhsaðlýðý ve Bozukluklarý, Enqere 2001

4.www.ptsd.va.gov

5.Kaptaoðlu Cem 'Bir Metafor Olarak 12 Eylül' (Türküye Psi·ki·yatri· Derneði·Bülteni|Cilt 13, Sayý 2, 2010| 29)

6. Boraine de. Hakikat ve Uzlaşma Komisyonu, Ýstanbul, Aram

Yayýncýlýk, 2005.

7. Schacter DL. Belleðin Ýzinde, Ýstanbul, Yapý Kredi yayýnlarý, 2008

8.http://www.helpguide.org/mental/post_traumatic_stress_disorder_symptoms_treatment.htm

9.Saladin's English - Kurdish Dictionary: Ferhenga Ýngilizi - Kurdi ya Selahedin, Salah Saadallah

10.Zana Farqînî: Enstîtuta Kurdî ya Stenbolê: Ferhenga Kurdî-Tirkî û Zana Farqînî: Ýstanbul Kürt Enstitüsü: Türkçe-Kürtçe Sözlük

11.Charles G. Morris, Professor EmeritusUnderstanding Psychology, University of Michigan

Dr. Albert A. Maisto, University of North Carolina at Charlotte

12. American Psychiatric Association. (2000). Diagnostic and statistical manual of mental disorders (4th ed. text rev.). Washington, DC:

13.http://www.ptsd.va.gov/PTSD/professional/assessment/deployment/index.asp

14. Oxford Textbook of Psychopathology

Nivîskar: Paul H. Blaney, Robert F. Krueger, Theodore

15.Treating the Trauma of Rape: Cognitive-Behavioral Therapy for PTSD, Nivîskar: Edna B. Foa, Barbara Olasov Rothbaum

16.http://www.trauma-pages.com/copesug.htm

17. https://www.disasterassistance.gov/

18.http://www.ncbi.nlm.nih.gov/pubmed/3683502

19.Treating the Trauma of Rape: Cognitive-Behavioral Therapy for PTSD, Nivîskar: Edna B. Foa, Barbara Olasov Rothbaum

20. Stress and Trauma, Nivîskar: Patricia A. Resick

21.http://www.ncbi.nlm.nih.gov/pubmed/8944395

22.Oxford Textbook of Psychopathology Nivîskar: Paul H. Blaney, Robert F. Krueger, Theodore Millon

23.www.ucl.ac.uk/.../PTSD%20Foa%20and%20Rothbaum.pdf

24.http://www.recoveryonpurpose.com/upload/Trauma%20Processing%20and%20the%20Development%20of%20PTSD.pdf

25.http://www.ncbi.nlm.nih.gov/books/NBK56506/

26.Trauma and Memory: Clinical and Legal Controversies, Nivîskar: Paul S. Appelbaum, Lisa A. Uyehara, Mark R. Elin

* Ev nivîs cara yekem di hejmara yekem ya Kovara Derûnasiyê ’’Psychology Kurdî’’ de hatiye weşandin.