N E W R O Z,n,e,w,r,o,z

N E W R O Z

A+ A-

Mahabad Felat

Jiyana gelan li ser çi rastiyên tevgerên xwezayî û cografîk teşe girtibe, çîrokên wî gelî jî li gor wê afirîne. Loma ku ew çîrok di nav xwe de kodên civakê dihewînin.

Çîrokên li ser van rastiyên gel afirîne, grîng in. Lewre kodên wê civakê di wan çîrokan de veşarî ne. Lê çîrokên ku ji derveyê van rastiyan û civakê, li wê civakê hatine anîn jî hene. Caran ev çîrok ji aliyê wê civakê ve nayêne pejirandin, lê li gel vê jî di nav herikîna demê de pir pêkan e bibine parçeyeke wî gelî. Piştî demekê ew gel bi xwe jî êdî bawer dike ku ew çîrok, çîroka wî ye. Dema mirov bide ber van rastiyan û li gor wan binirxîne, baştir dikare bê dîtin ku çîrokên ji derveyê wî gelî li wan hatine anîn, dikarin kodên wî gelî, wê civakê jî biguherin ku ji xwe armanca lêanîna çîrokan li gelekî din jî ev bixwe ye.

Tişta di mijara çîroka ango mîtolojiya Newrozê û Kawa de hatiye serê me jî ev bi xwe ye. Lewre çîroka Firdewsî ya Newrozê, çîrokekî manîpulatîf e û bi zanebûn, ji bo manîpulekirina civaka kurd hatiye afirandin û serobinkirin. Êşa mezin di vê mijarê de ew e ku em hîn jî ji vê çîrokê bawer dikin, li gor vê çîrokê xwe û Newrozên xwe pêk tînin, sembolên xwe diafirînin û helwesta xwe diyar dikin.

Newroz, bi sedema bindestiya civaka kurd di nav demê de ji pêşwazîkirin û pîrozkirina bihar, germahî û ronahiyê bêtir, reng, teşe û armanceke berxwedaniyê jî girtiye. Di vir de şaşiyek nîne, dijberî wê başiyek heye, lewre li gor pêşkeftinên civakê, reng û armancên kevneşopiyên wan jî dikarin di nav xweza xwe de biguherin. Lê şaşî ew e ku ev guherîn li ser bingeha manîpulasyona çîroka  Firdewsî bi pêş ketiye û hîn jî ew reng  û sembol in di pîrozbahiyên me de derdikevine pêş.

Ji yekem hewldanên têgihiştina tevgerên xwezayî ve hin çand, bawerî û kevneşopî jî afirîn. Newroz, kevneşopiya herî grîng a vê rastiyê ye ku li ser bingeha rastiya Newrozê, gelek kevneşopî û baweriyên din jî afirîn. Lomaye ku her çendî dîroka Newrozê bi B.Z. 612an, ango damezirandina Împaratoriya Medan ve bê destpêkirin jî, ev bi temamî nabe bersiva rastiya Newrozê. Lewra Newroz pir beriya damezirandina Împaratoriya Medan, heta pir beriya çand û baweriya mîtrayî jî, ji aliyê gelê kurd ve hatiye pîrozkirin.

Îroj li Swêdê Newroz bi pîrozbahiyeke mezin, li qada herî mezin a Stockholmê bi organîzekirina kesekî faris ve tê pîrozkirin û ji bo vê pîrozbahiyê gazî kurdan jî nekirine. Di daxuyaniya televizyona swêdê svt de tê gotin ku ev pîrozbahiya farisan(!) a pêşwaziya bihar, germahî û ronahiyê ye û ji aliyê gelên din ve jî tê pîrozkirin.
Bi saya Firdewsî me bi çîrokekê ve girê dan û bi xwe jî li ser rastiya qedîm a kevneşopiya gelê kurd rûniştin. Ya kambax ku em ji vê çîrokê dilxweş in û me xwe pê ve girê daye û faris jî li rastiya me ya em li ser şîn bûne û me pê teşe girtiye xwedî derdikevin û bi cîhanê jî didine pejirandin.

Divê em kirasên li me kirine ji ser xwe biçirînin, ne ku di her Newrozî de bi dilxweşî li xwe bikin û pê şa bibin. Ango ne kesekî bi navê Kawa hebuye, ne împaratorekî Asûriyan bi navê Dehaq hebuye û ne jî Newroz bi vê çîrokê dest pê kiriye.

Bi gotineka din; Newroz, bihar, germahî û ronahî ye, sembola afirandina jiyanê ye û ne ji çîrokekê afiriye, lê gelek çîrok, ol, felsefe, kevneşopî ji rastiya herî kevin a xwezayî ya bi navê NEWROZê afirîne û kodên civakî yên gelê kurd di van de veşarî ne. Yên di pîrozbahiyan de divê derkevine pêş, li gel çanda berxwedana gelê kurd, ev kod in jî.

Newroz li gelê kurd ê berxwedêr û afirînerê şaristaniya mirovahiyê û li mirovahiya pêşverû pîroz be!

2019-03-20

 


Gotinên miftehî :