ODEYA BIÇÛK,odeya,biçûk

ODEYA BIÇÛK

A+ A-

Laleşa Ûsiv 

Ji wê odeyê re digotin odeya biçûk, lê ew ji her sê odeyên din jî meztir bû. Di çavên min ên zarokane de ji serikî heta seriyê din diçûm nediçûm, nedigehiştim dawiya wê. Bi min ewqas mezin dihat. Maliyên min ew odeya vala bo gelek tiştan bikar dianî. Ango, wekî jokerekî bû; Car dibû odeya feqiyên keç ên gund, ku dihatin ba pîrka min qur’an delimîn. Exleb, zivistanê feqî pir dibûn wê çaxê pîrka min bi tenê tênedigehişt hêngê jinapa min û meta min jî dersa qur’anê didan. Paqijkirina wê odeyê, vêxistina sobeyê aîdî wan keçikan bû. 

Wan di nav xwe de xistibûn rêzê, her carê du kes dibûn berpirsiyarê paqijkirin û birêkûpêkkirina odeyê. 

Ya rastî, bi ken û henekên wan keçikan ez pir kêfxweş dibûm. Gava pîrka min dikete hundirê odeyê dengê wan di cî de dihate birîn wek kes li wir tunebe. Hema pîrka min hê ji odeyê dernediket dîsa dibû tîqetîqa wan.

Cariann jî dibû odeya genim; naylonekî mezin radixistin û genim li ser qûç dikirin. Genimê bo nan, bo savar jihev derdixistin û ew li ser naylonên cûda cûda dihate raxistin. Bo zivistanê  bi qasî tenekek du teneke genimê tîr bo qelînek di teştên elemiyon de dixistin şîr, ku di şîr de baş diperçivî îja bo zuha bibe dîsa di wê odeyê de car din radixistin.

Dema genim dihatin dirûtin etaran zebeş, qire, gindor dianîn gund. Bo dirêj liberxwe bide wan zebeş û gindor dixistin nava genim. Ku min keysa xwe lê bianiya zebeş an gindorekî bi qasî qeweta xwe di pêşa xwe de vedişart bi bayê lezê direvîm cem hevalên xwe, dibû mirçe mirça me, me ew bi kêf dixwar.

 

 Carinan jî odeya biçûk vala dima. Ji bilî du dolabên ku êdî textên wan kevn bûyîn û sandoqeke bi teneke serê wê  neqişandî  pê ve tu tiştekî din lê wê nebû. Wan deman jî ji bo min û apê min î ku salekê ji min meztir bû, dibû odeya listîkê.Bi vî rewşa me maliyan pê kêfxweş dibûn, êdi em nediket nav dest û pêyyên wana serde ji odeyên dinê paqij diman. Hema derd û kula wan paqijî bû. 

Min dikaribû ji sibê heta êvarê di wê odeyê de gor kêfa dilê xwe dema xwe li wir derbas bikira. Pîrka min bi vê yekê baş dizanî bo wê jî palasek raxistibû erdê da em necemidin û du heb jî mînder danîbûn wir. Carinan ez û apê xwe ku ji lîstîkan diwestiyan hema me serê xwe datanî ser  mînderan û diketin xewa şîrîn; pîrka min gava cil didirûtin ku parçeyên zêde li ber diman ew didan min. Bi wan parçeyên rengo rengo min ji bûkika xwe re cil û kiras çê dikirin. Dîsa tayên  ku ji ber fanorî û goran diman pîrka min hema hewaleyî min dikir... 

 

 Pencereya odeya biçûk li hewşa gomê dinêhirî. Gelek caran min di wê pencereyê re temeşeyî pezî dikir. Bizinek me yî beş hebû, hema ku min ew didît bi pencereyê ve hilpaz dibûm. Kêfa min pir dihata ku gava bizin û mî mexel dibûn bi giyayên  devê wan de ku dikaliyan. Wexta ku berx berdidan binê miyan, ew yeko yek direviyan cem makên xwe. Ez şaş dimam çawa wan xwe şaş nedikirin makên xwe nas dikirin. 

 

 Zivistanekê li wê odeya biçûk tevn hate darxistin. Ji serekî odeyê heta seriyê dirêj dibû. Çêkirina tevnê, ji boyaxkirina rîs heta hilçinîna nexşên tevnê bo min seremoniyeke rengîn bû. Bi boyaxkirina rîs re me keçikên ‘bilmez’ jî biskên porê xwe boyax dikir...  Ez di nav wan tayên rengo rengo de winda dibûm; kesk, sor, qiçîk, şirîk, gevez, zer, mor, û şîn…  Li wê odeya piçûk min li ser tevnê lîstika xwe ya herî bextewar dilîst.

  

 Tiştekî taybet hebû ez dikişandim wê odeya biçûk, lê min wê çaxê pê dernedixist tişta ez dibirim wir çi bû!. 

Pîrka min tim got, tu dibê qey navika te binê wê odeyê de çal kirine. Navika min li wê odeyê hatibû çal kirin an an, nizanim, lê baş dizanim ku li wê odeya piçûk li ser tevnekê min listika herî rengîn û xewa herî şîrîn lê dikir.

 

Odeya ku ez ji malzaroka diya xwe veqetiyam û cara yekem çavên min bi diya min ket, disa  awîrên diya mina dawî ku bi min ket, piştê  heft saliya xwe di wêneyek reş spî li ber diwarekê hatibû kişandinde ez rastê dayika xwe hatim heman ode bû.

 

Îro li ser kavilê odeya biçûk li ser kevirekî rûniştî me, ketime nava hizran; xwe bi xwe dibêjim, ku îro ev ode lidar bûya, bi dîwarê wê ve ku wêneyê te yê reş spî hê alîqandî bûya ez ê bi sêwitiya xwe ewqas nehesiyama...?

 

 

 

 

 

 


Gotinên miftehî :