PEYVA OCAX,peyva,ocax

PEYVA OCAX

A+ A-

Peyva Ûcax, Ocax, Ocak An jî Ew Cax.

 

Ev peyv xwerû Kurdîye. Pêşî divê ez viya bêjim. 

Heya ez karîbim ezê di derbarê hinek peyvan de carcaran  hewlbidim koka wan bideribînim. 

 

Ev peyva Ocak ku îro di Tirkî de tê bikaranîn herkes belkî wek peyvekî Tirkî dizane.  Lê ne wilo ye. 

 

Bala xwe baş bidinê. 

 

Ocak na, Ocax. Ew peyv pêşî di nava komikên bawerîya riya heq de rûdide. 

 

Di sedsalên14.mîn, 15. mîn û 16. mîn de xebat û tekoşîna meshebî û terîqatîyê li erdnîgarîye Kurdistan, Anatoliya û heta erdnîgarîya Trakyayê jî dide berxwe didome. 

 

Di wan serdeman de du hêzên sereke hene. Safewî û Osmanî. 

Tekoşîn, hêza çêkirina bandorkirinê li ser herêman di nava van herdu hêzan de bi aweyekî pir flû di hêla bawerî de tê meşandin. Sedema ku  me got flû ev e. 

Şîayan fikra xwe li gorî herêm û bawerîyan bi teşe kirîye û çûne kuderê xwe wekî wana  dane nîşandan.

Yanî bi kurmancîya vê tevgerê eve. Dema teblîxkarên xwe şandine Kurdistan û Anatolîyayê riya heq înkar nekirine. Eqsîne xwe jî wekî wan û ji wan dane nîşandan. Her çiqasdibînê de karê ji cewhervalakirinê meşandibin jî. 

 Vîya bi piranî jibo qezenckirina alîgirên riya heq kirine. 

Osmanîyan jî heman tişt kirîye. Û heryekî xwestîye ev hejmara gelek qelebalix bi îknakirina bawerîyê bikişînin alîyê xwe. 

 

Jibo vê yekê herdu alîyan jî formên bawerîyê yên xerabûyî- yên deformekirî- avakirine û kirina nava gel. 

 

Wekî herkes dizane tekoşîna mezhebî û olî riya wî ya sereke teblîxe. Jibo teblîxê cîh lazime. Jibo misilmanan camîye, jibo şîayan jî Cem heye. 

Li nava bawermendên riya heq yên Kurdistan û Anatolîyê de jî Ocax çêbûne. 

 

Ocax di destpêka derketina wî de wekî hasilbûna camîyan ji avahîyên bêpergal çêbûne. 

Çawa camî pêşî ji cihê wekî holikan ku bi dar û qirşan çêdikirin  ava bûbû, Ocak jî bi heman awayî çêbûn.

Ew jî jibo hewcedarîyekî bi lez û bez ji dar û qirşan ava bû.  

 

Tîpa O dîsa ji cînava “Ew” ê tê. Cax ji daran re tên gotin. Darên ku bi awayekî nîzamî li cihekî tên daçikandin û serî wan bi şêvên çermî bihevudeve tê girêdan û qirş û kewş biserde tê raxistin re Cax tê gotin. 

Ger mirov bilêvkirina Ocax ê bi awayê farisî telafuz bike dişibe Frensîyê. 

Dema em li gorî fonetîka Fransî Ocaxê bi telafuza Farisî bidin der wê ev deng peyda bibe. 

Ouwgare. Bi awayê Farisî Owcax. Ger îlla em veguhezînin Kurmancî “Ewcax”. 

Di her hal û karî de peyva Ocax ê koka wî cînav û rengdêrekîye. Ew û Cax. 

Binavkirina Ocax ê jî ev e. Cihê şêwr û mişêwrê. Cihê nîqaşkirina pirsgirikan û cîyê çareserîyê. Paşê jî ev cî veguhezîbe cihê çareserî û rêveberîyê jî lê di eslê xwe de navê holikên bi dar û beran yên bi lez û bez hatine çêkirine.

Di vir de him piroblemên civakî hatine nîkajirin û çareserkirin him jî li vir bawerî hatîye teblîxkirin. 

 

Osmanîyan ti carî riya heq qebûlnekirine. Lê sazîyên alîgirên vê bawerîyê jî herçiqas dem dem dabûne girtin jî bi temamî negirtine û  zêde ji holê ranekirine lê teşeyê kar û barê li vir hatine meşandin guherandine wekî ku îrojî tê kirin. 

Mînak Cemevîne. Cemevî hene lê têde riya heq nîne. Wê çaxê jî karekî bi vî rengî dewletê dimeşandin.  

 

HesenHarranî


Gotinên miftehî :