1. Tekst

  2. Gotar

  3. Selîm Biçûk
  4. Peymana Siwêda gavek ber bi konfederalîyê ve ye
Peymana Siwêda gavek ber bi konfederalîyê ve ye,peymana,siwêda,gavek,ber,bi,konfederalîyê,ve,ye

Peymana Siwêda gavek ber bi konfederalîyê ve ye

A+ A-

 

Selîm Biçûk

Li Parîsa paytexta Firansayê civîna di navbera desthilata demî ya Sûrî bi serokatiya wezîrê derve Alşêbanî û berpirsên Israelî de bi çavdêriya Amerîka ku 4 demjimêran kişand, peymanek hat imzekirin. Ev peyman ji 7 xalan pêk tê. Ez ê bendên peymanê li vir rêz bikin û hewil bidin wateya wan ya zagonî û pergala dewleta Sûrî ya nû di van şiroveyan zelal bikim.

Xalên peymanê:

1. Dosya Siwêda dikeve destê Amerîka û ew divê vê peymanê bîne cih.

2. Hemî hêzên êlên ereban û hêzên dewletê xwe vedikişînin piştî gundên durziyan.

3. Hêzên durziyan dê hemî gundan paqij bikin da ku ji hêzên êlan û dewletê vala bikin.

4. Encumanên xwecihî ji xelkên Siwêda tên avakirin ji bo xizmetguzariyê.

5. Avakirina komek belgekirina sûc û tawanan û pêşkêşkirina wan belgeyan bo Amerîka.

6. Bêçekkirina bajarên Qunêtra û Dera û avakirina hêzên asayîşê ji xelkên wan lê divê çekên giran bi wan re nebin.

7. Çênabe ti sazî û dezgehên hekûmetê li Siwêda hebin lê divê rê li pêşiya saziyên Yekîtiya Neteweyan vebe.

Peyman di nava Durziyan û hekûmeta Şamê de çêbû, li ser navê durziyan Israel dan û sitandin dikir.

Di benda yekê de ku dosiya radestî Amerîka bû yekser destê Tirkiyê ji vê pirsgirêkê hat kişandin û ev jî sedema çêkirina civînê li Parîsê bû.

Di vê bendê de divê Amerîka peymanê bîne cih, lê leşker jê re divin.

Leşkerên amerîkî dê HSD ê bi xwe be, yanî Amerîka û HSD ê dê vê peymanê ji xala 1 heta 7 bînin cih. Bi rêya HSD ê û Amerîka dewleteke nenavendî li Sûrî tê avakirin.

Pergala nenavendî ji xweseriyê heta konfederaliyê di nava xwe de kom dike. Nenavendiyeke bi şert û mercên berfireh dikare wek konfederalî bê bikaranîn.

Li gor hin agahiyan hin mercên din jî ku di peymanê de nehatine ziman li ser danûstandin çêbûye mîna reng û awayên pasportan divê ji yên Sûrî cuda bin, hemî kunsulatên dewletan li Siwêda hebin da ku bêçare nebin herin Şamê, sînorên wan vekirî bin bê ku dewlet li wir hebe da têkiliyên aborî bi cihên din re vekin wekî din hebûna HSD ê li wir dibe sedema vekirina korîdorekî li ser sînorên Urdin, Îraq û heta Rojava û ji wir heta bi Başûr.

Ev tiştên niha me rêz kirin danîna bingeha dewleteke konfedralî ye.

Nêzîk dê Rojava jî bi hema xal û bendan peymanek nû imze bike û herweha Elewî jî bi wî awayî. Herêma suniyan wek xuya dike dê bibe du herêm, ji niha ve hekûmeta Şamê, şamê bi xwe wek herêma şamê bi nav dike, ev tê wateya ku herêmek din ya suniyan çêdibe û Sûrî dibe 5 konfederalî.

Hekûmeta şamê ji nû ve tê avakirin û artêşa wê jî ji nû ve tê avakirin.