1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Peyva „dayî“ bi kurdî ye
Peyva „dayî“  bi kurdî ye,peyva,dayî,bi,kurdî,ye

Peyva „dayî“ bi kurdî ye

Pirs: Ma peyva „dayî“ bi tirkî ye?

A+ A-

Fêrgîn Melîk Aykoç

a)Anegorî belgeyên berdest ev peyv ne peyveke tirkî ye. Di ti belgeyekê de jî tine, heta bingehê kîteyên wê jî di zimanê tirkî de tine. Ji devokek kurdî derbasê tirkî bûye. Yan jî Kurdekî ji wan re ev peyv çêkiriye. Têkiliya vê peyvê rasterast bi peyva „ da / dan/ dayîk“ re heye. Yanê kesê ji aliyê dayike ve xizmê mirovan e. „Dayî  /dayîkî“

Peyva „anne /Ana“ jî, ne tirkî ye, di bingehê zimanê Arî de heye. Mînak; xwedawend „Anahîta“ Lê em dîsa jî li zimanên tirkî û yên Îndoarî binêrin.

Di zimanên koma tirkî de peyva dayîkê. Moxolî „eej“, kirgizî „ene“, özbekî „ona“ Kazaxî; „ana“

Ev form di zimanên arî de jî heye. Hîndî „Ma /Maana, ûrdu; Mana, fasrrsî „Madar“

Di zimanên din de: Grekiya kevn; „anna“ Latînî „Mater“, rûsî „mama“

 

Peyva „Amca“ jî dû re çêkirine, berê ji bandora erebî „emî“ digotin. Lê bi cumhuriyetê re ji peyva organê jina çêkirin; yanê kesê „am + ca“ (gilikê ve) xizmê mirovan yê nêz e. Lema hîç naxwazim vê peyvê bibîhîsim. Ma bêbavan dikanîn peyva birayê dayîkê (dayî) ji  „ene+ce“ yan „onaca“ yan jî ji peyva moxolî „eejce“ çêbikirana.

 

Gelo çima „anayi, anadaş, enayî, onayî“ negotine, „dayî“ gotine? peyva „dayîk“ û lêkera „da“ di koma tîrkî de tine, ev peyva „dayî“ ji ku derket, kê çêkir? Ziya Gökalp? Kurdên bûne azerî? Kê?

 

b) Hin etîmologên tirkan vê peyva „dayî“ bi çîrokên Dede Korkut (gor gut) ve girê didin. Ji ber ku çîrokên „Gor gut“ Korkut“ bi tevahî çîrokên di nava Kurdan de ne, min di derbara çîrokên „Gor gût“ de gotareke lêkolînî di malpera „enstituyakurdî.com“ (Instûtuta Kurdî“ ji bo Lêkolîn û zanist) de weşandibû: De werin, em li paragrafeke wê binêrin:

„..Têkiliya peyva „Gor-gud“ bi peyva „Korkut“ re tine, tenê şibandin heye. Mijara şibandinê jî azîneke xapandina serkarên Tirkan e. Dibe ku „Gor-gud“ ji peyva „gor gotinê“ hatibe. Wek li „gor gotinên kalo /Dede! Li gor gotinan“ Ji ber ku di hin devokên kurmanciya Azerî de li cihê forma lêkerê „got“ bilêvkirina „gud“, heta di devoka Behdînan de jî cih bi cih bi vê formê tê bikaranîn, ev form di hin devokên din de jî heye. Bila şaş neyê fêmkirin, rika min ne ew e ku ew çîrok bi kurdî ne (pêdiviya kurdî bi wan çîrokan tine), bes tenê hewl didim ku navê wê zelal bikim, da em lîstikên bêbav ê ku bi alîkariya Almanan bi cihanê dane pejirandin, bibînin, lema min ev mijar vekir. Ev pirtûka çîrokan ya li Azerbeycanê hatiye dîtin, niha li Muzeya Dresdenê /Almanyayê ye. (min lê nêrî) Hin çîrokên din, tê bawerkirin ku ew jî ji qelemê hemen nivîskarî derketiye, niha li Vatîkanê ye. Ew jî wek beşa dudyan ya çîrokên Dede Gor-gud tên zanîn.... Ev li Azarbeycanê bi aliyê yekê nenas, yanê anonîm ve di sala 1585 an de bi tîpên aramîya alfabeya farisî hatiye nivîsandin. Di rûpela pêşin ya pirtukê de roja mirina Osman Paşa yê ku Azerîstan dagirkiriye, bi salnameya hîcrî „993“ hatiye nivîsandin, bi mîladî dibe 1585. Mirov bi hêsanî fêm dike ku kesê ev çîrok nivîsandiye û ew mejû nivîsandiye, heman kes e. Her wiha nivîsandina wê mejûyî û nivîsandina çîrokan di heman demê de ye. Kaxizên wê jî wê serdemê destnîşan dike. Zimanê wê ji % 40 bi peyvên Arî /Îranî, ji % 30 erebî dagirtiye. Yê mayî jî ji Tirkîya Azerî û zimanên din pêk tê.... “

Dîroka vê jî bi zanistî şaş dinivîsînin ku ji xwe re têkin mal. Wiha dinivîsinin „1400 yılından önce“ yanê 200 sal bi paş ve dibin ku qaşo bibe tirkî. Qotik û kulareş têkeve mala derewçînan.

Ji bo virên wan fêmkirinê wek têbiniyek: Malpera „DergîPark“ wan a lêkolînî jî Korkut; wiha şirove dike: „... 8. Wateya Korkut çi ye: Ji ber ku herdu gotin hevwate ne û di cîhê hev de hatine bikaranîn, „Korkut“ gur e. Bendê kevanê yê herî pêt ji rîşên gur yan jî Korkut tê çêkirin, korkut ew e....“

Yanê Korkut gur e, gur Korkut e, Korkut kalikê Tirkan e û bûye Dede Korkut.

 

c) Hin etîmologên Tirk jî vê dibin bi peyva Uygurî /taxorî (taxorî arî ne, ne tirkin, ji nav eşîra kurd dê Taxorî yên li Kafkasyayê dijî çûne wir.) „aga /agay“ ve girê didin, nizanim, di warê dengnasiyê de çi têkiliya „dayî“ û „aga“ bi hev re heye? Eh dema derewê etîmologên Tirkan be, dibe. Lê ev peyv ne bi uygurî ye. Em li bingehê peyva „axa“ û di zimanan de li hebûna wê dinêrin: Kurdî „axa“, Ermenî „axa“, Hîndî „aka“, pencapî „aka“, ûrdûkî „aga“, Erebî (ji zimanê arî derbazê erebî bûye) „agha“ her wiha bi Farsî jî „aga“ ye.

Di zimanên tûrkî de; Kirgizî; „байке /bayke“, Özbekî; „amakî“ ûygurî; „ Aga /agay“ Moxoli „авга ах /avga akh

Bi gotineke kurt di ti zimanên wek zimanê koma tirkî tê binavkirin de peyva “dayî” tine.

 

Bingehê peyva dayî; ji “dayîk,” lêkera “dan”  “da” yê tê. Ev di latînî de “dare” ye. Peyva “datîv” yanê forma tewandî jî ji vê bingehê ye. Hîndî; “dena,” Farsî “dadan,”  rûsî “davat” bi gotineke kurt û kurmancî kîteya “da” Arî û kurdî ye. “Dayî” tê wateya, aliyê dayîkê.

 

Pirs peyva xal ji ku tê?

Peyva “xalo” di erebî û hin zimanên samî de jî heye, lê ereb ji vê peyvê re “tesrîf” dibêjin. Ev jî tê wê wateyî ku ev peyv ne peyveke erebî ye. Lê bawer nakim ku kurdî jî be. Min ev pey di ferhenga akadî û sumerî de jî nedît. Em nizanin ka di xorîkî û mîtanî de hebuye yan tinebûye.

 

Pirs gelo ev peyv ji kengê ve di tirkî de tê bikaranîn?

Di vî warî de agahiyên têr tine. Lê em dizanin di dema Îtahat Terqî de xwerû jî Ziya Gökalp gelek peyv çêkirine kirine zimanê tirkî. Li aliyê din di nava Azeriyan de heye.

Weke encam anegorî daneyên berdest û wateya peyvê mirov dikane bêje ev peyv sedîsed peyveke kurdî ye. Eger em bixwazin dikanin bikarbînin.


http://www.institutakurdi.com/kur/columnist/fergin/rastiya-dede-korkut-yane-ciroken-gor-gud
http://aksozluk.org/aga

https://dergipark.org.tr/en/download/article-file/1202159

https://www.google.de/search?q=deutsch+mongolisch&rlz=1C2AVFC_enDE862DE862&ei=z0sKYoa_BpCVkwWljoDQCg&oq=deutsch+mon&gs_lcp=Cgdnd3

 


Gotinên miftehî :