Peyvên Koçber,peyvên,koçber

Peyvên Koçber

A+ A-

Cano ŞAKIR

Vê êvarê!

Di rêwîtiya pirtûkan de û di xatirxwestina peyvan de ez dibim koçberê şopa leylana kenê te,
Di derengiya êvarên bendemanê de û di rawestana rondikên westiyayî de ez dibim penaberê herdu komarên xezalên çavên te,
Di nav bendên kovana agirê peyvan de û di nav rûpelên bagerên êvaran de ez dibim şopdarê leylana bendemanê,
Di hicreya peyvan de û di koşeya pirtûkan de helbesta êvarê bi tîpên nav te dixemilînim û bedew dikim,


Vê êvarê!
Awirvedanên bêrîkirinên mirî û berbiskên peyvê yên zindî di koçberiya helbestan de derbasî dilê helbestnameya kenê te dibin,
Şemala zergirêdanê bi koçberiya peyvan re dibe rêwiyê rêya winda û keskê peyvê dibe nişteciyê pirtûkên êvaran,
Tavsorka Bihara peyvê wek çavşînkekê û tîrêjên hinarkên pirtûkan xwe li kesera kolanên bajarê teyî kevnar dipêçin,


Vê êvarê!
Ez bergehên zergirêdana hestan û pencereyên bendemana xeyalan di koçberiya peyvên vê êvarê de ez dîsa dikim navnîşana bêrîkirina xwe,
Li pey rêwîtiya peyvên koçber ken û girî di çavên vê êvarê de şer dikin û xwe ber bi bêdengiya bajaran ve radikêşin,
Di nava xêzên belavbûyî de kêliyên dawiya êvaran dibin rawestgehên bendemanên bê dawî,


Vê êvarê!
Nameyên tijî gazin û peyamên tijî bêrîkirin xwe di nava koçberiya peyvan de bi cî dikin,
Gulên ji nalîna peyvan û guldankên ji rawestgehên êvaran xwe di keservedanên bêrîkirinê de dikin navnîşan,
Keviyên bêrîkirinan xwe di êvarên xewnan de dikin sîbera peyvên koçber û di ferhengên bendemanan de dibin peravên xewnên bê navnîşan,
Di nav zerê leylana êvarên bêdeng de pêlên keskesora peyvê di xezalên çavên te de radikeve,


Vê êvarê!
Li ser baskên pirtûkên êvaran peyvên tijî bêhna leylanê bi ser sînga helbesta min de dirijin,
Li ser rêçên bêrîkirinê peyvên rêwî di ferhengên êvaran de dibin penaber û derbasî destanên xeyalên te dibin,
Li ser eniya peyvê tîpên navê te wek tîpên leylana xwedê vê êvarê diçiruse,
Û......
Li ser keviya kelehên êvarê peyvên koçber yên westiyayî li ser laşê vê helbestê bi ser bendemana êvara min de de dihele,
Û.....
Bi ser tiliyên min de dadiwerive.

04.03.2019.


Gotinên miftehî :