Piralîtî – Awirek li ser hişmendiya piralîtîyê
Mahabad Felat
Em di serdemeka global de dijîn. Cîhan êdî bi toran, bi înternetê û bi hişê çêkirî bi hev ve hatiye girêdan. Li gor vê rastiyê, êdî zelaltir xuya dibe ku diyalektîka kevn a li ser têkoşîna di navbera du aliyên dijber de hatiye avakirin, pir caran pir teng dimîne û nikare bibe bersiv. Lewre jiyan bixwe ne bi tenê ji du aliyên dijber tê pê, lê ji pir aliyan tê pê. Ji ber vê yekê, peyva piralîtî (”pir” û ”alî”) dikare bibe mifteyek, bibe zimanek ji bo têgihîştina vê rastiyê.
Ji Dualîtîyê ber bi Piralîtîyê
Dualîtî: Du alî li dijî hev radiwestin. Nakokî û diyalog di nav dijberiyeka basît de çêdibin.
Diyalektîk: Du alî ber bi ciyên cuda ve tên kişandin û li ser bingeha tengezariyên xwe sentezek diafirînin.
Piralîtî: Li vir, ne tenê du alî, lê gelek alî, an jî hemû alî li hev dicivin û li vir, cîhan dibe tora dengan, dibe tora alî û komên bi hev ve girêdayî û ne di sentezek temambûyî de, lê di nav tevgereka domdar de ber bi hevsengiyê ve diçin.
Hevsengî wekî Dînamîkên Zindî
Hemû jiyan, ji kozmosê bigire heta dilê me, li ser hevsengiyekê ava bûye. Lê hevsengî ne westar ango sabît e; ew govendek e, tevgerek e. Çawa ku qonaxeka dawî ji pêlên zeryayê re tunebe, hevsengî jî qonaxa dawî nîne. Herwiha nehevsengî jî ne dijminê piralîtîyê ye lê ew motora wê ye. Hevsengî armanc e, nehevsengî rêya gihîştina armancê ye. Cudahiya navbera piralîtîyê û ramana ahengeka bêdeng, ev e: li vir hevsengî di nav tevgereka domdar de dijî.
Sê Rûyên Piralîtîyê
Piralîtî dikare bi sê awayan were teyisandin:
Wekî rêbaz: rêyek ji bo dîtin û têgihîştina ahenga navbera gelek alî û dengan.
Wekî hişmendî: hişmendiyek ku ji duduyan zêdetir dikarin lê pêk werin û destnîşan bikin ku rastî ne tenê li ser dijberan şîn dibe.
Wekî bîrûbawerî: nêrîna li ser hebûnê ku her tişt di nav tevna cihêrengiyê de bi hev re tê honandin.
Ji bo girîngiya mijarê piralîtî dikare wekî rêbazek, rêyek were dîtin, hilbijartin û rê li ber hişmendî û ontolojiyê veke.
Meydana şer û tevna jiyana hevpar
Piralîtî ne nexşeyeka aramiyê ye û ne kaos e. Ew hem qada şer e û hem jî tevna jiyana hevpar e. Têkoşîn, enerjî, tevger û teqeziyê bi xwe re tîne. Tevn, tevayiyê zindî dihêle. Kesên nexwazin beşdarî civakê bibin û li dijî têkiliyane jî, dibin beşek ji piralîtîyê, ji ber ku nehevsengiya ew diafirînin, formên nû yên hevsengiyê ferz dike. Ji ber vê yekê piralîtî ne li ser niyeta baş an xerab, lê li ser rastiya teqez a jiyanê şîn dibe.
Bizirên felsefî û pratîkî
Wekî felsefe: Piralîtî rêya navbera du dijwariyan pêşkêş dike; relatîvîzm ku her tişt di heman radeyê de rast e û monîzm; ku ji bo wê bi tenê yek rastiyek heye. Di piralîtiyê de metafîzîka hevsengiyê heye; ji bo başiya hemû aliyan, pêwîstiya cûdahiyan.
Wekî siyaset: Piralîtî pergalên ku ne tenê du aliyan lê reng û dengên cuda dikarin di nav xwe de bihewînin nîşan dide.
Wekî teknolojî û AI: Dema em makîne û algorîtmayan ava dikin, piralîtî dikare rêberiya me bike. Divê biryar ne tenê li ser yek xetekê werin başkirin, lê di heman demê de li ser bingeha gelek armanc û nirxan werin honandin.
Piralîtî di Pratîkê de
Konfederalîzma Demokratîk û Rojava:
Li Rojava, jiyanek li ser felsefeya konfederalîzma demokratîk û modernîteya demokratîk tê avakirin û pêre jî piralîtî teşe digire.
Mînak:
Konsey û kooperatîf: Konseyên gundan, konseyên bajaran û kooperatîf. Li van konseyan aliyên cûda di biryarên hevbeş de li hev kom dibin.
Hevsengiya dînamîk: Nakokiyên navbera komên etnîkî, olî û siyasî ji hev re nabin asteng lê bi hev re dibin motora pêşkeftina civakî.
Tevîneka jiyana hevbeş: hêz û berpirsiyarî têne parvekirin, da ku cûdahî ji hev neqetin lê bi hev re werin honandin.
Nimûneyên zindî:
- Konseyên jinan û komîteyên wekheviya zayendî ku şêwazên kevin dişkînin û hevsengiyên nû diafirînin.
- Kooperatîfên aborî ku lê deng li hev kom dibin û biryar bi hev re têne girtin.
- Hêzên ewlehiyê yên hevbeş û pergalên qanûnî ku komên cûda bi hev re beşdar dibin.
- Li vir em piralîtîyê di nav çalakiyê de dibînin; piralîbûneka dînamîk ku cûdahiyan şolî nake, lê li ser rastiya hebûna wan civakek ava dike.
Piralîtî zimanê vegotina zelal û çîptazî ya jiyanê ye. Torek e ku ji gelek benên cuda hatiye honan. Dîyalektîk qala hevdîtina du aliyan a di sentezekê de dike, lê piralîtî qala hevdîtin û hevsengiya gelek aliyan dike ku di govendeka pirreng de bi aheng in. Hevsengî, nehevsengî, têkoşîn, jiyana hevbeş - ev hemî pêk ve, di nav tevahiyek zindî de hatine honan. Û di vê torê de em ne tenê teoriyek, lê di heman demê de rêyek pratîkî jî dibînin, wekî li Rojava: cîhanek ku pirrengî ne pirsgirêkek e ku were çareser kirin, lê bingeha pêşkeftin û azadiyê ye.
