”Piçûkan mezin neke, mezinan Piçûk neke”
Mahabad Felat
Pêşiyên me dibêjin ”Piçûkan mezin neke, mezinan piçûk neke”
Ev wek hevokeka hêsan, gotineka ji rêzê xuya bike jî, lê xwedî giraniyeka mezin e û ev di kîjan serdemê de hatibe gotin jî, wekî neynikek e ku roja me pêş me dike.
Ne tenê li ser tiştan lê ev gotin bi taybet ji bo kesan, ji bo mirovan hatiye gotin. Ka em bi çi çavî li hevûdu dinêrin, hevûdu çawa dibînin, nirx didin û dipejirînin.
Di serdema me de, em her roj dibînin, dibihîzin ka yên piçûk çawa tên mezinkirin. Fenomenek ku bi rêya medyaya civakî nav ji xwe berdaye, qehweya xwe ya sibehê jî dike fîlm û bi mîlyonan kes wekî ku ev ronîdariyek, ronîbûnek be lê temaşe dike û li pey diçe. An kesek di weşaneka zindî de digirî û di şevekê de dibe sembola gotin û helwesta rast. Serokek populîst di xwepêşandanekê de dirûşmeyan diqîre û bi girseya gel dide bawer kirin ku bersivên hêsan dikarin pirsgirêkên dijwar çareser bikin. Ev hemî wisa têne mezinkirin ku, piştî demeka kin tê asteka ku divê tu carî ne li wir be û nikaribe were wê astê. Êdî rewş tê wê astê ku, ji armanca xwe ya destpêkê jî pir bi dûr dikeve.
Lê di heman demê de, hema hema nayê dîtin, mirovên barê vê jiyanê radigirin û bi pêş dixin jî hene. Mînak; mamosteyek ku zarokan ji bo pêşerojê digihêjîne, teşe dide wan zarokan. Pêşeroj bi wan zarokan, bi wê teşedanê tê honan, lê ev ne tê dîtin û ne ew mamoste ji aliyê girseya gel ve tê nasîn, lewre karê xwe bêdeng dike, erka xwe bi nefspiçûkî pêk tîne. Herwiha zanyarê ku bi salan hewl daye nexweşiyan fam bike, lê dengê wî di nav dengê fenomenên medyaya civakî de an bi kotekî tê bihîstin, an jî difetise. Dîsa hemşîreyeka ku nîvê şevê li nexweşxaneyekê bi destê lerzok ê nexweşekî giran an li ber mirinê digire, tu carî di galayekê de ji bo wê çepik nayêne lêdan. Ew in di bin barên mezin de lê di vê çanda çelexwarî ya ji aliyê pergala hov ve hatiye avakirin de, ev nirx û ev bar tên piçûkkirin, loma ku veşarî dimînin, ne têne dîtin û ne jî bihîstin.
Dema em dihêlin yên piçûk werin mezinkirin û yên mezin werin piçûkkirin, em winda dibin, winda dikin. Lewra yên saw û îluzyonan diafirînin em bi xwe ne, yên li ber ronahiyên sexte kor dibin em in û loma ku yên bala xwe ji bar û erk û rastiyên jiyanê didine alî jî em in.
Loma ku ev gotin ji rêzikên exlaqî bêtir, hişyariyek e û wiha dibêje: bi ronahiya ku kor dike nexapin. Wêrek bin û yên sekan bibînin û bêdengiyê bibihîzin. Lewra pirê caran hêza rastîn di bin siya wan de veşarî ye.
Dibe ku em divê ji xwe bipirsin, ka çima em ji bo kesek ku trendek daye destpêkirin li çepikan didin, lê ne ji bo mamosteyek ku bi sedan zarok dike mirovên ramanwer û bi kedeka mezin pêşerojê dihone? Çima em sloganên siyasetmedarên ku cîhanê besît dikin belav dikin, lê gotinên zanyarên ji bo têgihîştina tevlîheviyên vê jiyanê bi dehan salên xwe dane, nabihîzin jî? Çima em dibine heyranên kesên xwe bi erzanî û nezanî derdixine pêş, wan texlîd dikin, dixwazin bibine mîna wan, lê kesên rahiştine barên vê jiyanê û me jî pêre radigirin ji bîr dikin?
”Piçûkan mezin neke, mezinan Piçûk neke” Ev gotin, vê rastiyê nîşan dide û me jî hişyar dike ku nirxa rastîn her gav naqîre, lê pistepist dike. Her wiha bi me dide zanîn ku rastî, zanyarî û jêhatîbûn, her tim li ronahiyekê nagere ku xwe bide bin û bê dîtin, lê li gel vê jî ew divê di navendê de bin.
Ger em hîn bibin tiştan bi zelalî bibînin, pişta xwe bidine tiştên têne werimandin û berê xwe bidine rastiyan û yên ku bi rastî mezin in bibînin, wê demê em ê bikaribin bi destpêkeka nû li çanda xwe ya bi rûmet vegerin û çandên hemdem û pak, li ser bingeha rûmeta mirovahiyê ava bikin, ji zarokên xwe re jîyan û cîhaneka pak û paqij bihêlin, ne jîyaneka li ser xeyalên derew û îluzyonan.
