Piştî sed salî ji dewletên dagîrker yên regezperest
- Bi xwîna pêkhateyan sînorên dewletên bixwe tên nîgarkirin
Selîm Biçûk
Di guherîna Rojhilata Navîn de awayê dewletên bixwe tê bikaranîn, di vî awayî de qirkirin, dijminahî û komkirina pêkhateyekê li cihekî dorpêçkirî yan jî guherîna demografî. Di nava pêkhateyan de, dijminahî geş dibe ku nikaribin êdî bi hev re bijîn û hewildana avakirina dewletên di nava dewletekê de dibe. Ji vî awayî re ku gotineke kurdî min nedît û min navê dewleta bixwe lê kir. Dewleta bixwe yanî pêkhatiyeke îsolekiriî, dorpêçayî, dorgirtî û dijminahî di nav wê pêkhateyê û pêkhateya desthilatdar de yan jî pêkhateyên din de hebe. Navê van dewletan bi englîzî Buffer States, bi almanî Pufferstaaten, bi tirkî tampon û bi erebî الدول العازلة (azîla). Ev dewlet di erdnîgariyê de cihê xwe di navbera du hêzên mezin navnetewî de cih digire yan jî bêtir ji du hêzan. Dewletên bixwe bi lihevkirina hêzên navnetewî çêdibin. Ev dewlet hêza wan ya leşkerî kêm e, lê hêzek wê leşkerî taybet heye ji bo li hember hêzên li derdorê şer bike. Çêkirina dewletên bixwe ji bo hemahengiya hêzê, di sedsala 18 an de, derbasî hizrên istiratîjî û diplomasî yên europî bû. Herdem ev awayê dewletan bi gotina perçe bike û kontrol bike dihat naskirin.
Gelek mînakên navnetewî li ser van dewletan hene, lê ez ê awayê van dewletan di vê demê de, li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Kurdistanê bînim ziman û çawa tên bikaranîn û çi hewildanên avakirinê hene:
- Başûrê Kurdistan ku bûye herêmeke federalî li Îrakê tevî ku hîn ne serbixwe ye dibe dewleteke bixwe di navbera gelek hêzên herêmî de wek; Îran ji Rojhilat ve, Tirkiya ji Bakur ve, Sûriya ji Rojava ve û Îraqa federalî ji Başûr ve. Ev herêm roleke hemahengî mezin di nav van hêzên herêmî de dilîze. Her weha xaleke hestiyar di nava kurdên ku li çar dewletên dagîrker de dimînin dilîze.
- Rojavayê Kurdistan: Rojavayê Kurdistanê dikeve rojhilat û bakurê Sûriyê. Hêzên Sûriya Demokrat ku piraniya wan kurd in di bin navê Rêveberiya Xweser ya Demorat de birêve dibin. Amerîka û hevpeymaniyên navnetewî piştgiriya wan dikin. Rojavayê Kurdistanê wek dewleteke bixwe tê dîtin û dikeve navbera hêzên herêmî û navnetewî yên dijber; Tirkiya ji bakur, rêveberiya Sûriyê ji başûr û amerîkî ji rojhilat.
Bi tevahî çi li Sûriyê dibe: Veqetandin, bixwekirin, guherîna demografî û qirikirin. Li berava Sûrî li ser elewiyan qirkirin çêbû, li başûrê Sûriyê li ser durziyan qirkirin çêbû. Niha jî ji herêmê Sûrî yên din elewî bi zorê tên koçberkirin, herweha durzî jî tên koçberkirin û ji herêmên durziyan sunî tên koçberkirin. Ji herêmên kurdan ev koçberî berdewam e. Niha jî amadekariya şerekî mezin li dijî kurdan dikin. Ev dijberî û kîn çiqas diçe di nava pêkhateyan de kûr dibe û ev pêkhate digihîjin cihekî ku nikaribin bi hev re bijîn. Ev jî rê li pêşiya dabeşkirina Sûriyê vedike. Di van şeran de, ev pêkhate bi xwe mîna cîgir û wekîlê hêzên navnetewî û herêmî tên bikaranîn. Ev pêkhateyên ku li dij hev dikevin şer bi xwe sînorên desthilatdariya xwe bi cih dikin û yên têk herin jî her tiştî wenda dikin û hêza piştgiriya wan dike ji lîstikê derdikeve. Hêzên ku dixwazin li Sûriyê bimînin ev in: Iran bi tevahî ji lîstikê derket. Hêzên li meydanê man e Amerîka û Europa û dewletên rojavayî û hin dewletên erebî, Rûsiya, Israyel û Tirkiya. Nakokiya mezin ku maye li navbera Israel û Tirkiya maye. Hêzên din li hev kirine. Israel û hêzên din dixwazin Tirkiyê li lîstikê derxînin da ku Israel bibe rêvebirê pirojeya Rojhilata Navîn ya Nû.
- Li Bakurê Kurdistanê: Di serî de gelê kurd û wekî din pêkhateyên olî û netewî li Tirkiyê dikarin bibin dewletên bixwe. Ji bo ku em bikaribin rewşa Tirkiyê zeletir bikin, divê em bibêjin ku li her dewleta ev nakokî tên bikaranîn şûrê birîna sînorên wê dewletê islama siyasî ye, çi sunî û çi şîî û ev şûr dibe şûrê kîn û nefretê di nav pêkhateyan de. Di vê derbarê de em dikarin ji xwe bibirsin çima hewqas sal AKP li ser desthilatdariya Tirkiyê ye? Bersiv jî hesan e: Ew dibû şûrekî amadekirî ber bi têkçûna Tirkiyê û avakirina dewletên bixwe. Niha jî rewşa Tirkiyê ya aborî, siyasî, tundrewiya olî û diplomasî jî li ber çavan e. Eger em wek kurd li serxwebûna xwe temaşe bikin divê em baş li rewşa cihanê û ya xwe temaşe bikin û ji du rêyan em yekê bigirin: Divê em xwe bi Tirkiyê bigirin yan em xwe bi hêzên navnetewî bigirin? Tirkiya dê perçe bibe, yan divê em xwe wek hemwelatiyê wê bibînin û pê re têk herin yan em xwe wek ku em hene bibînin û xwe hemwelatiyê dewleta xwe bibînin?
- Kurdistana Rojhilat: Hema rewşa li ser Tirkiyê dimeşe li ser Îranê jî dimeşe. Li Îranê desthilatiya dînî şîî desthilatdar e û ew jî şûrekî birîna sînoran e.
Ji bo ku em vê rewşê baş têbigîjin divê em bizanibin ku ev pilan bi tevahî di çarçoveya pirojeyeke giosiyasî û aborî de birêve diçe. Dewletên bixwe ji bo berjewendiyên hêzên navnetewî tên avakirin, ev dewlet dibe serbixwe bin yan jî federalî û konfederalî bin lê di hema wextî de ev piroje dikeve berjewendiya pêkhateyên netewî û olî li vê herêmê. Ev rewş me bêçare dike ku em ne li dijî berjewendiyên navnetewî bin û xwedî têkiliyên baş bin bi wan hêzan re û di serî de xwe dûrî hêzên islamî tundrew bikin û her weha xwe dûrî bermayên sozialîsma tundrew bikin.
