Polîtika piçûkxistinê û tune hesibandinê
Fêrgîn Melîk Aykoç
Ta berê ku netew dewleta Tirk a di bin serokatiya M. Kemal de were damezrandin, di nava împaratoriya Osmanî de hin serbazên di bin bandora pêşketinên li Fransayê ku weke "şoreşa firansî" tê zanîn û li cihanê olan daye de mabûn. Pêşveçûnên neteweyî yên li Ewropayê li gel tirsê, bi rengê hestên afirandina neteweyekê jî, bandor li serbaz û rayedarên Osmaniyan kiribû. Ji wê ketibûn nava lêgerînan; daku bi tevahî têk neçin, di nava hewldanên pêkanîna netewdewletekê de bûn. Cihana têgîhîştina wan bi giranî li ser bingehê afirandina nijadekê bû.
Divê ev neyê ji bîr kirin ku di birêkxistina tevgerên netewî de gelek xeteriyên împaratoiriyake pirnijadî jî hene. Di nava Osmaniyan de bingehê neteweyên cûda hebûn, ji wê pirsa neteweyeke çawa, li ser bingehê kîjan navî û nijadî mijareya gengeşiyê ya bingehîn bû. Wê serdemê xwerû peyva Turan ku di nava netewa Macaran de (ew jî xizmên moxolan e) bi pêş ketibû, xweber weke rêbaayekê weşyabû ser wê tevgera di nava serbazên Osmaniyan de, vê jî mijareya afirandina neteweya tirk derxistibû pêş. Ziya Gökalpê heramzade yê ku ji rîçalê xwe direvî jî, ji bandora macarî di helbesta xwe de navê Turan weke gernasiyekê pêşkêşkiribû. Bes, reng û bingehdanîna netewbûnekê di nava wan de ne zelalbû. Pirsa; çawa bikarin ewqas etnîkan di bin navekê de bigîhînin hev, ew xistibûn nava şaşwaziyan. Di encama gengeşî û lêgerînan de peyva „netewa Tirk“ derxistin pêş. Lê li Anatolyayê hima bigire bingehên wê neteweya Tirk ên xwezayî nebû, yanê her çar xalên dibe bingehê neteweyekî lê tinebû. Pêşketinên di nava Kurd, Rûm, Laz, Ermenî, Ereb û kêmarên din de li pêş wan weke kelem xuya dikirin. Di encama lêgerînan de ketin nava hewldanên afirandina neteweyeke di bin perê „netewperestiyeke fermî!“ de ku Fîlologê Avusturyayî Kivargîç bi teoriya „roj û ziman“ gihîştibû alîkariya wan. Lê rastiya heyî tişteke din bû. Di nava împaratoriyê de gelek gel hebûn. Wê wan ew çibikirana!..
Dîrokzan û Siyasetmedarê îngîlîz Hugh Seton -Watson ji bo neteweyekê di nava împaratoriyeke wekî imparatoriya Osmaniyan pir etnîkî de afirandinê wiha vedibêje:
„...Ji nava împaratorî û dewletên pir etnîkî pêkanîna neteweyeke li ser normên netewbûnê pir dijwar e, di encamê de „netewperestiyeke fermî“ derdikeve pêş, bi wê ve girêdayî, ji bo afirandina wê netewperestiya fermî, politîkaya asîmîlasyoneke tund dadixin qada jiyanê. Ti car ji wan normên demokratîk nayê payîn!...“
Eynî wisa di nava împaratoriya Osmaniyan de ji bo pêkanîna netewperestiyeke fermî bi navê „Jon Tirkan“ têgîhîştineke bi rengê faşîstî bi pêşket.
Piştî vê pêşketinê nekarîn ku bi carê ve berê çekên xwe bidin hemû kêmar û gelan. Ji wê, di destpêkê de rengê îslamê bingeh girtin, têgîhîştina xwe guhezandin dij xiristiyanîyê û weke gava yekemîn bi komkujiya Ermenî û Rûman destpêkirin. Piştî gelên ne misliman hatin şikandin, vê carê jî berê xwe dan etnikiyên bi bawerîyên îslam û xwedan têgîhîştinên gel û normên netewbûnê, yanê berê xwe dan Kurdan.
Ta piştî kongreya Sêvazê ku bi giranî endamên „Teşkîlatê Mahsûsa" yên wekî Topal Osman tevê bûbûn, wek gava yekemîn rasterast berê xwe dan serhildana Koçgîrî. Dû re jî bi vê komkujiyê ve girêdayî rengekî Aparthat (Li Afriqa başûr qanûnên nijadperestiya li dij reşikan) bi pêş xistin. Bi dîtina min û anegorî daneyên heyî; Îngîlîzan ev qanûna Aparthayt a li Afrîqa Başûr bikaranîbûn, rasterast li ser bingehê „şark islahat Planî“ ya Tirkan ku bi pêşniyaza wan yanê Îngîlîzan hatibû derxistin li Afrîqa Başûr daxistin qada jiyanê. Yanê „şark islahat Planî bu bingehê „Apartheitê“ Ji ber ku tevahiya cihanê wê dinasîn, lema min ev peyv bikaranî.
Rêzdar Mehmet Bayrak di 16`ê îlona 2011`an de di bernameyeke televizyona ÎMC de di derbarê belgeyên dewletê ku wî ji nava kevnepirtûk û dosyayên sahafan bi dest xistiye de xwerû di vî derbarî de agahiyên gelek berfireh dide. Paragrafek ji wan agahiyan:
...Min arşîva Hasan Reşît Tankut ji sahaf kirî, di nava arşîva wî de „plana islahkirina Rojhilat (şark islahat Plani) jî hebû...
Dewlet di fermiyetê de her tiştî vedişêre û red dike, lê di bin perdeya veşartî de hemû kirin û planên xwe vekirî dibêje... Hetanî ku ev „plana islahkirina Rojhilat“ a di sala 1925`an de bi dizî hatibû amadekirin, neyê fêmkirin, mijara Kurd û nêrîna dewletê ya li ser mijara Kurd jî nayê fêmkirin...“
Ev şark islahat plani çi ye?
Roja 25`ê îlona 1925`an qanûna „Plana kedîkirina Rojhilat (şark islahat Plani) pêşkêşê meclîsa xwe kirin û bi yek dengî ew qanûn pejirandin. Tê de ev hebûn:
a) Pêşî li pêşeng û rêveberiyên Kurd ên dikarin rêberî bikin girtin.
b) Kes û komên dibe ku li pêş planên me bibin kelem ji cih û warên wan durxistin.
c) Li parêzgehên rojhilatê Firatê bi rêveberiyên awertê yên di bin gerînendeyeke taybet de rêvebirin.
d) Divê pêşî li zimanên ne tirkî were girtin, zimanên din di ti saziyan de neyên bikaranîn. Yanê rasterast qedexekirina zimanan.
e) Ji bo têkbirina hestê Kurdbûnê, Kurdan ji cih û warên wan kirin û di deverên din de bi cihkirinê, ji bo vê jî divê 7 milyon lîra (yê wî zemanî) pere were veqetandin.
f) Divê bajarên Kurdan di bin sê rêveberiyên awerte de were rêvebirin.
g) Êlên Kurdan li heremên cûda ji hev dûr bi cih kirin
h) Ji der komên ne Kurd anîn û di parêzgehên Kurdan de bi cihkirin.
i) Li herêmên Kurdan dibîstanên lêman (yatili) vekirin, bi rêya wê têkiliya zarokan û dê/ bavê qutkirin û anegorî daxwaziya dewletê perwerde kirin.
j) Mecbûriyeta Tirkî bikaranînê li herêmê bi her awayî bi cih kirin
Di 4`ê gulana 1937`an de xwerû ji bo Dêrsimê jî ev biryara „şark islahat plani“ ji nû ve hatin dayîn
Di van salên dawiyê de qaşo hin qeyd û bend sistkirine!!? Lê di zagona xwe ya bingehîn de qedexeya Kurdî bi konetî dane rûniştin. Mînak:
„Xala 42 ya zagona dewleta Tirk: „Bê tirkî ti ziman di saziyên perwerdêyên Tirkiyê de wek zimanê perwerdeyê nayê bikaranîn!“ Di vî xalî de nav neyê dayîn jî, qesta wan Kurdî ye, ji ber ku îngîlîzî fransî, almanî erebî, farsî û hê gelek zimanên din, heta zimanên kêmaran jî di van saziyên dewletê de weke zimanê fermî tê bikaranîn û zimanê dersê ne. Yanê qedexeya li pêş Kurdî wekî Alman dibêjin; „getürkt“ kirî ye.
Ev „Plana kedîkirina rojhilat“ (şark islahat pilanî) hîç ji holê ranekirin, her demê bi kêmasî çend xalên wê bikaranîn û hê îro jî bi rengê cuda jî be, di mazatê de ye. Di serdema komkujiya Dêrsimê de ne tenê bi boneya serhildanê, Kurdên li Dêrsimê derbiderkirine, ji Kurdên Çorimê jî Kurd ji gund û warê xwe hatine sirgunkirin. Mînak: Ji gundê Beşkiz- Sungurlu ku gundekî Kurdan e, min li wir mamostetî kir. Sê malbat sirgûnê Tekîrdag û Balikkesîrê kiribûn.
Di serdema darbeya cunta leşkerî ya 1960`î de 55 malbatên sereke hatin koçberkirin. Her wiha di darbeya 1980`yî de jî, gelek kes hatin sirgûnkirin. Ji 1984`an şûn ve jî, bi sedan gund di rastiyê de anegorî şark islahat Planî hatin valakirin, malbat û kes wekî dîlên şer hatin sirgûnkirin. Bi rengên cuda her komê reşkujan jî li Kurdistanê her li ser kar bûn. Mînak Mijara Muxlalî, Torosên spî, kesên li ser milê wan di koveyeke sipî de wêneyek bi berçavikên reş û nivîsa „Ancak ölüler bîzî görür“ (tenê mirî dikanin me bibînin.) hene. Ev tev de li ser bingehê „şark islahat Pilanî“ meşiyan û hê jî dimeşe. Bi gotineke kurt giyana di nava dewleta Tirk û gelê Tirk de hatiye afirandin ne tenê giyaneke dij Kurd, rasterast giyanek dijminahiya Kurdan e.
Di warê psikolojîk de ji bo Kurd jixwe birevin, Kurd piçûk xistin:
Kemalîstên kujêr ji bo vê armanca xwe daxin qada jiyanê; anegorî armancên xwe yên nijadperestî û kolonyal nav li Kurdan kirin:
General Abdullah Alpdoganê kujêr navê „Tirkên çîya“ yên ku zimanê xwe ji bîrkirî li me Kurdan kir û ev bi salan di piraniya belgeyên dewletê de weke fermanekê hate bikaranîn. Heta qaşo zanyar û nezanên wan jî ev li dij Kurdan bikaranîn.
Tevfik Rüştü Arasê di navbera 1925 – 1938`an de wezîrê karê derve bû, wiha gotibû: „Divê em Kurdan wekî çermsorên Amêrîqayê di komkujiyan re derbazbikin û ji holê rakin.
Kazim Karabekîr jî gotibû, „Ew jî Tirk in, bes zimanê xwe ji bîr kirine, divê em teqez cardin tirkî bi wan bidin fêrkirin.
Wezîrê wan ê qaşo Dadê Mahmut Esat Bozkurt li çavên cihanê nêrîbû û gotibû: „Li Tirkiyê bê Tirkan mafê ti kesî tine, yên ne Tirk tenê dikarin bibin xizmetkar û koleyê Tirkan!“
General û serokkomarê wan C. Gursel gotibû: „Kî ji we re bêje Kurd, tifên rûçikê wan bikin!“
Serokwezîrê yekem û serfermandarê giştî Fevzî Çakmak jî xwerû ji bo Dêrsimê vê daxwazê dike: „...Divê rêvebiriya Dêrsimê rêvebiriyeke kolonyal be, berpirsiyarên rêvebiriyê xwedan erkên mêtîngeriyêke tund bin!“ (wisa jî kirin).
Mustafa Kemal; „Xwezil bi wî kesê ku dibêje ez Tirk im!“
Dema bi zimanê Kurdî dihat nivîsandin, zimanê tirkî li pîyasê tinebû. Lê qaşo serokê meclîsa Tirk Numan Kurtulmuşê di komisyona qaşo çareseriyê de, kurdî qedexekiribû, bê ku şerm bike, dibêje: „Kurdî êdî ne zimanê nayê zanînê ye!“ Çendî li xwe mikurhatin jî be. Wê mêjiyê wan di xwe de diparêze.
Bala xwe bidinê, tev de gotinên nijadperest û dij etîka mirovîn e. Hem jî ev ragihandine tevahiya cihanê. Heta hin polîtîkerên Alman ên di bin bandora wan de jî ji me re digotin; „hûn jî Tirk in!“
Hin qaşo çepgir û komunîstên wan bê navber ev polîtîka dimeşandin û em kurd bi paşverûtî û feodalîzmê ve girê didan. Her hewldanên me wek lîstikên emperyalîstan destnîşan dikirin. Me ew di civînên Alaman de rezîl dikirin jî, dîsa dev ji vê polîtîka xwe bernedidan. Bi min ev mîna geneke dij mirovî di şaneyên mejiyên wan de rûniştiye.
Afirandina qaşo tirkayetiyê
Ne tenê ev gotinên sosret û faşîst, ji bo ku bikarin mejiyên mirovan bi tirkayetiyê ve girêbidin, bi dehan mîtolojiyên li ser derewan jî lihevanîne, Qaşo dîrokzanên wan di pirtûkên xwe de her û her mijareyên bi vî rengî derxistine pêş. Mînak; mijara Doktor Fritsh.(Di nava Almanan de navekî wiha tine, ew Tirk e) Nivîsên qaşo dîrokzan Abdulbakî Gurpinarli, Fuat Köprulu di rastiyê de tev de li hev anîn û bêbingeh in. Heta agahiyên li ser Haci Bektaş jî tenê tiştên xeyalî ne, ne rastî ne.
Nivîskarê Osmanî yê wê serdemê Aşik Paşazade wê mijareya H. Bektaş baş vedike. Di vî derbarî de bê wî jî gelek agahî hene. Bê wê di gelek mijareyên dîrokî de rengê rastiyan anegorî pêdivîyên armancên xwe guherîne. Armanca bingehîn a afirandina agahiyên derew, van kesên mîtolojîk ev e; bi rêya wan derewên dîrokî serê gel bişon û bi rêya wê hesteke qaşo nijadî û netewî biafirînin. Heta derewên wisa li hev anîne ku nayê aqilan. Mînak: Hecî Bektaş bi Xorasanê ve girêdanê, lê ti bingehekê wê tine (yê bawer nake bila li nivîsa Hasan Harmanci ya di Pîrhayê de binêrin) Qaşo têkiliyekî di navbera Hz. Husên, Ahmet yesevî û Heci Bektaş de danîne, lê ji aqilan der e. Di navbera Hz. Husên Û Ahmet Yesevî de herî kêm çarsed sal hene. Di navbera Ehmed Yesevî û Hecî Betaş de herî kêm 250 sal hene. Lê hersê belgeyan didin destê hev! Kes vê pirsê jî nake „Çawa dibe?“ (Ji kerema xwe ji bo agahiyên berfire li berhema min a bi zimanê tirkî „Kürdistanî Înançar“ binêrin.)
Çima mîtolojiyên wisa li ser bingehê derewan afirandine? Ya baş em di vî derbarî de hinek li şiroveyên zanyaran binêrîn:
Dîrokzanê Îngîlîz Antony D. Smith jî radigîhîne ku avakarên netewperestiyeke fermî ji bo afirandina nijatperesitîyê mîtolojiyên bi vî rengî diafirînin:
1. Mîtolojiya afirandina gel û netewî
2. Mîtolojiya cihê Afirandina nijadê
3. Mîtolojiya destpêkê
4. Mîtolojiya koçberiyê
5. Mîtolojiya damezrandinê
6. Mîtolojiyên demên qehremaniyê
7. Mîtolojiya demên têkçûnê
8. Mîtolojiya ji nû ve vejînê
Bala xwe bidin kemalîzmê û afirandina netewa tirk. Mirov dibêje qey birêz Smith li Tirkan nêrîye û ev tespît kirine. Lewra baş tê zanîn ku kemalîstan berê vê tespîta birêz Smith di van waran de mîtolojiyên li ser bingehê derewan afirandine.
Mînak; mîtolojiya Oguz (li gotara min a di Amîda kurd de binêrin), her wiha çîrokên Gorgut (gora gotinê). Hê jî Azerî û Turkmen çîrokên „Gorgut“ dibêjin, lê Tirkên Tirkiyê navê wan kirine „Dede Korkut masallari.“ „hayda!!“ Mijara Turkmenan heman tişt e, lewra destnivîsara Mehmudê Kaşgarî di piyaseyê de tine. Tenê tê gotin ku qopyayeke wê heye. Di wir de jî, ev peyv tê wateya „terk man.“ Heta anegorî wê qopyayê Kaşgarli Mahmud wiha dinivîse: „Dema Îskenderê Mekadonî êriş kir, gişt revîn, tenê 21 kes man ji wan re „terk man gotin. Dûra kesekî din tevê wan bû û bûn 22 kes!“
Ne tenê evana, bi dehan mînakên bi vî rengê sosret henin. Di salên şêstî û heftêyî de, di lisayan de bi navê „cumhuriyet tarîhî“ pirtûkek hebû, herî kêm nîvê mijarê tê de li ser derewan avakiribûn. Mijara şerê çanekaleyê bi serê xwe baloneke teqyayî ye. Ew ne şerê neteweya Tirk, şerê di navbera dewletên îtîlaf û îtîfaq de bû.
Tirkan ev wêrekî ji ku hildan?
Anegorî belgeyên berdest, wan ev wêrekî ji piştgiriya Îngîlîz, Fransiz, Rus û Alamanan xwerû jî ji peymana Lozanê wergirtin. Ji ber ku di Lozanê de tenê gelên xiristiyan Ermenî, Rûm û Suryanî weke kêmarên xwedî maf hatin pejirandin, mafê ziman û kêmarî wergirtine, lê ti mafê Kurdan nehat pejirandin. Ti xalek bi Kurdan re têkildar tê de tine. Bi gotineke kurd û kurmancî di Lozanê de Kurd weke kêmar jî nehatin dîtin û pejirandin. Lozan weke peymaneke dij Kurd e.
Çima wisa bû?
1. Wê serdemê Îran di bin destê Îngîlîzan de bû, li wir serhildanên Kurdan gelek bi hêz bûn, ev li berjewendiyên Îngîlîzan nedihat.
2. Iraq di bin destê Îngîlîzan de bû, li wir serhildana Şêx Mehmut Berzencî Îngiliz tirsandibû!
3. Suriyeya di bindestê fransizan de parçe parçe bû, ji hewldanên Kurdan ên li Suriyê ditirsiyan.
4. Rêveberiya Tirkan bi her awayî bi wan ve girêdayî bû. Di rastiyê de wan dewletên emperyal ew xistibûn nava tevgerê.
5. Ya dîrokî jî; olana serweriya Selahedînê Eyûbî weke tirsekê di dilê xiristiyanan de çîk dida.
6. Ewropiyan bi giranî jî Îngîlîzan bi dehan mîsyonerên xwe şandibûn Kurdistanê, wan mîsyoneran ne tenê agahiyên çandî û dîrokî dicivandin, a giring jî raporên li ser karekter û meylên Kurdan jî ragihandin saziyên erkdar ên dewletên xwe. Pisporên wan jî ev bi kûrahî dinirxandin.
7. Eger çavkaniyên enerjiyê (petrol) biketa bin kontrola Kurdan, ev anegorî cihana wan a wê serdemê li berjewendiyên wan nedihat.
8. Rûsya jî ji ber berjewendî û têkiliyên mezhebî (ortodoksî) di salên 1887-88`an de bi tevê Ermeniyan hetanî nîvê Kurdistanê hatibû, di komkujiyên Kurdan ên wê demê de roleke mezin lîstibûn, her wiha dixwastin dakevin Rojhilata Navîn û xwe bigîhînin çavkaniyên enerjiyê.
9. Komunîstên wan jî bi komunîstên Tirkan re di nava têkiliyê de bûn. Heta di warê diravî de alîkariya wan kiribûn. Qaşo tevgera kemalîst antî emperyalîst didîtin. Tişta herî balkêş; her çendî Azerbeycan ji sedî 80 Kurd bûn jî, wan serkariyeke Azerî avakirin, Kurdistana Sor jî xwerû li ser daxwaziyên kemalîstan ji holê rakirin û ew sirgunê Qazakîstanê kirin.
10. Têkiliya Alman û Tirkan a di serdema Osmaniyan de xurt bû. Wan jî ev erê dikirin. Heta dema Almanyayê qedexe danî ser PKK ê, wezîrê wan ê karê hundir M. Kanter wiha gotibû: „Ew li dijê hevalbendê me yê dîrokî şer dikin, lema me ew qedex kirin!“ Yanê qedexe ne ji ber çalakiyên Kurdan bû, daxwazeke NATO`yê bû.
Bi gotineke kurt ev parçekirin, her mafê Kurdan binpêkirin û Kurdan tune hesibandin, rasterast plan û komployeke navnetewî bû. Bi gotineke din, a hêzê cihanî bû. Vê jî wêrekî da wehşeta Tirkan.
Ji bo vê rastiyê mîneka herî balkêş jî ev e: Li tevahiya cihanê behsa komkujiya Ermeniyan tê kirin, lê herî kêm bi qasê Ermeniyan Kurd jî hatin kuştin, bes kesî ev nedît, a rast nexwestin bibînin û nabînin!... Min ev pirs ji gelek polîtîkerên Alman ên naskiri pirsî: „Hûn çima piştgiriya dagirkeriya Tirk dikin?" Bi aşîkarî gotin. „Her kes li mesleheta xwe dinêre". Lê mixabin hin rayedarên kom û komikên Kurd rasterast bûn gasikên destê serkariya Alman.
Wan polîtîka Asimîlasyon yanê helandinê jî, ji polîtîka Fransizan wergirt. Li Firansayê zimanê fransî ya îro tê axaftin tenê li Parîsê di nava qaşo asîlzadeyan de dihat axaftin. Lê li Firansayê, ji % 70-80 êyî bi devok û zimanên din diaxivîn. Wan bi rêya perwerde û mecbûrîkirina firansiya asîlzadeyan, hemû gelên fransayê helandin. Tirkan jî ev weke mînak girtin. Yanê ne tenê ew dewlet bi destê biyaniyan hate damezrandin, polîtîka asimilasyonê jî ji wan wergirtin.
POLÎTÎKAYA; „TU TUNÎ!“
Dewleta Tirk ne tenê em di komkujiyan re derbaskirine, resmen polîtîka „TU TUNΓ jî bi hemû dezgehên xwe ve daxistin qada jiyanê. Hem jî, ev ne tenê ji jor aliyê dewletê ve, bi destê gundiyên xwe jî, didin meşandin. Hê jî, di hemû sazî û civînan de dema mijara Kurdan vedibe, dibêjin:
„Kurd tûnene, zimanê Kurdî tune, welatê Kurdan tûne, çanda Kurdan tune. Kurd saf in, em dikarin wan bixapînin, dijminên me jî wan dixapînin û derdixin pêşberî me!?“ Di rastiyê de ev ne tenê qedexe û înkara Kurdan e, rasterast heqareta herî kirêt e.
Ne tenê profesor û polîtîkerên wan, heta nezanên wan ên nikarîn navê xwe binivîsînin jî, bi van pirsan di ser Kurdan de dihatin û hê jî tên. Armanca vê kampanyaya dagirkeriyê ev bû û hê jî ev e:
1. Daku Kurd tevahiya enerjiya xwe ji bo hebûna xwe îspatkirinê xerc bike. Ti car nikaribe li ser çareseriya siberoja xwe jî bifikire û têkeve nava tevgerê. Yanê bixwe pêşî li ber kûrbûn û ponijîna rastiya xwe bigire û bi vî awayî, wan têke nava şaşwaziyan.
2. Bi rêya vê di nava Kurdan de gumana xwebaweriyê û psîkolojiya xwepiçûkdîtinê li pêş bixin. Kes û komên ketin nava gumana hebûna xwe, zû têk diçin.
3. Li ser van herdu bingehan Kurdan mecbûrê asîmîlasyonê bikin.
4. Ji bo ku bikarin pêşî li şiyarbûna Kurdan bigirin, di her serdemê de xwendekar û pêşengên Kurdan girtin, hin jî derê sînor kirin.
5. Têkiliyên bi dewletan re jî li ser bingehê nebûna Kurdan danîn.
6. Hemû belgeyên bi Kurdan re têkildar tehrîfkirin. Mînak di piraniya wergeran de navê Kurdan an jê hatine derxistin, an jî hatine tehrîfkirin. Mînakeke balkêş: Navê Kurdan ê di nava belgeyên Macaran de wek „Körtle“ hatiye wergerandin.
7. Hemû ferdên wan (ji ber perwerde û bangaşiya nijadperest a dewletê) dema devê xwe vedikin; mîna pispor bin, an jî ferman ji jor girtibin tiraq dibêjin; „zimanê kurdî tine, yê heyî jî tevheviya farsî erebî û tirkî ye!“ Hayda!!!! Lê rastî tersê wê gotinê ye. Mîna vê gotina kurdî „Keçelo navê min li te, kumê min li serê te!“ Bi gotineke kurt; ew li neynikê dinêrîn behsa xwe û zimanê xwe dikin. Zimanê wan zimanekî melez e.
Min lîsteyeke mînak ku zimanê wan çiqas peyv ji zimanên din wergirtine di malpere „Amidakurd“ de weşandiye, her kes dikare wê lîsteyê bibîne û bixwîne. Ez ê li vir jî weke mînakên piçûk çend tiştên ji bo bingeh û hebûna zimanekî hemanên herî girîng û bingehîn in, bê wan mirov nikane ji zimanekî re ziman bibêje, bidim, da her kes baş bizane ku di rastiyê de „tîrkî tevliheviya farsî, erebî, kurdî û zimanên din“ e. Yanê zimanek çêkirî ye, ne çandî ye. Hima em li navên demê, rojan, mehan û xizimtiyê binêrin ku ji bo hebûna ziman û gelekî ev peyvana hemanên bingehîn in, dema ev peyv di zimanekê de tinebin, ew zimanekî çêkirî û melez e:
a) Di nava zimanê wan de navên xizmtiya mirov û malbatan tine, tev de ji zimanên din standine.
papa /baba = yunanî
anna = Hebreyişi /latini
dayi = Ji kurdî û zaravayên arî, yanê „birayê dayê“
teyze = bi kurdî ye, ji dayêza tê. (li Amîdakurd binêrin)
amca = bi erebî ye „E´m“
hala = bi erebî ye.
baci = anegorî etimologê wan moxoli ye. (lê bi mongolî baci „egc“ e. Kî çizane ji ku girtine.)
kardaş /kardêş = Di belgeyan de wek peyveke çêkirî derdikeve pêş, paşgîna „daş“ paşginek zimanê arî ye.
dede = Ji zimanê aryanî hatiye wergirtin. Lema jî niha; peyvên çêkirî bikartînin; „büyük baba, babababa, anebaba“ dibêjin.
nîne jî ne tirkiye. Ji ber wê niha kirine= büyük anne, Anneanne, babaanne
ebeveyn = erebî ye.
b) Navê rojan di zimanê wan de tine.
bazar peyveke arî/ îranî ye, bi kurdî „yekşemî“
pazartesî (kurdî: duşemî)
sali (erebî ye) = sêşemî,
çarşamba (Kurdî - farisî) = çarşemî,
pêrşembe (kurdî - farisî) = Pêncşemî,
cuma (erebî) = înî
cumartesî =şemî berdewamiya wî ye.
c) Navê mehan jî tine, ya baş ji bîr bikin.
ocak: (ji devokên soxdî girtine „or“ (ar /agir) „Orcax /arcax cihê agir
şubat: Babîlî /suryanî "şubatu"
mart: latînî "martius"
nisan: Suryanî / babîlî "nisannu"
mayıs: yunanî "maia".
haziran: süryanî "hazıran".
temmuz: sümerî / kurdî "tammuz".
ağustos: Ji zimanê Roma "augustus".
eylül: sümerî "elulu" kurdî îlon
ekim: tirkî (paşê hatiye çêkirin)
kasım: Erebî
aralık: bingeh ne zelale, de bila tirkî be. (paşê hatiye çêkirin)
d) Navê demsalan:
mevsîm = Erebî
bahar = Farsî /kurdî
ilk / son bahar çêkirî.
yaz = bingehê wê ne zelal e, (etimologên wan wisa dinivîsin)
kiş = dibe ji peyva Fransî „hevîrê tîr“ girtibin.
e) Di tirkî de peyvên demên rojê jî tinene
zaman = erebî
saat =erebî
şafak =erebî
sabah = erebî
akşam = çêkirî
hafta = arî, kurdî, farsî
gün = ji devokên Anadoliyê „kun we kun“ girtine.
sene = erebî
f) Di tirkîde peyvên rengan vedinivîsîne jî tine.
siyah = Arî farsî
qahverengî= Arî farsî
girî = fransî
kurşunî = Arî, farsî
kirmizi = kirmis erebî
bordo = fransî
turuncu =farsî
pembe =arî , farsî
turkuaz = fransî
mavî =erebî
lacivert = farsî lajwart
menekşe =farsî ; kurdî = binevş
mor = erebî „mur“
kara =arî, farsî
hakî = „erebî“
g) Di tirkî de navê cîgehan jî tine, ji ber ku gelbûna wan jî bi guman e. Mînak:
köy ji peyva farsî „kûy“ (semt, mahale),
„nahîye û kasaba“ ji erebî û
„şehîr“ jî dîsa ji peyva farsî „şahr“ girtine.
Bi gotineke kurt eger di zimanekê de ev peyvên weke peyvên bingehên ziman tên zanîn, tinebin, ew ne ziman e. Lê mêrikan xwediyê erk û kotekê ne, dikarin nebûne xwe li me bar bikin û derewê xwe wek hebûn pêşkêşê cihanê bikin.
Hin rastîyên din
Nivîsên Orhûn (Orchen) ku ji serdema Tüjüe maye, bi Zimanê Soxdî hatiye nivîsandin, yanê ew ne bi tirkî yan jî zimaneke nêzê tirkî tê pejirandinê ye. Soxdî zimanekî arî ye. Yanê nêzî kurdî û farsi ye. di bingehê xwe de hemû îdîa û rikên wan vala ne û derew in.
Anegorî zimanzanê zimanê tirkî Orhan Hançerlîoglu, tu gotineke tirkî ya bi tîpên «C», «F», «H», «I», «J», «L», «M», «N», «P», «R», «Ş», «V», «Z» dest pê nakin. ( Türk Dili Sözlüğü, Remzi Kitabevi…) Her wiha piraniya gotinên ku ev tîpana di nav de hebin jî ne bi tirkî ne. Dîsa ji 29 tîpên di alfabeya tirkî de tên bikaranîn, ji wan 13 hev di bingehê xwe de ne dengên tirkî ne, bîsta em van jê derxin tenê 16 tîp dimînin wan piraniya gotinên zimanê xwe jî erebî, farisî, fransizî, yunanî, rûmî, îngilizî, latînî, rûsî, bulgarî, sirpî, arnawidî, çînî, mogolî, almanî, îtalyanî, îspanyolî, kurdî, pehlewî, ermenî, sanskrîtî, aramî, îbranî, sumerî û ji 30 zimanên din jî gotin girtine.
Em ji hezar û pêncsedî zêdetir peyvên farsî yên di tirkî de bidin aliyekê. Li lîsteya jêr binêrin, hûn bi aşîkarî dibînin ku tirkî ji sedî nodê paşgînên peyv çêkirinê ji zimanê arî = kurdî /farsî girtine. Herî kêm sê qatê wê jî ji erebî, fransî û îngîlîzî wergirtiye. Bi gotineke kurt di cihanê de zimanê herî melez tirkî ye. Mirov hin lêkeran û peyvên du re hatine çêkirin jê derxe tîrkî namîne.
Lê lê, dîsa jî bi hemû dezgeh, xwenda û nexwendayê xwe ve ji me re dibêjin; „zimanê we tine.!?“
Di vî warî de xwerû jî hêza dewletbûnê bikartînin.
Têbinî: Kurdî û Farsî ji heman malbatê ne, anegorî daneyên zanistî Kurdî pir ji farsî kevntir e. Bi awayekî xwezayî gotin, paşgîn û biwêjên me bi rengê cûda bin jî, hev digirin. Wekî zimanê silavan, Latînan û Cermenan ku tişteke xwezayî ye.
Hin çavkanî
Lêkolînên min yên bi salan
Gotarên min yên di amîdakurd e.
Ji amadekariyên semînerên min
Pirtuka bi navê „Kürdistanî Înançlar“ Fêrgîn Melîk Aykoç
Pêlên Zeriya rêziman Fêrgîn Melîk Aykoç
https://www.kurdarastirmalari.com/yazi-detay-nk-r-edilen-hakikat-s-m-rge-kuzey-k-rdistan-26
[6] Mehmet Bayrak-İMC TV-Dîrok Programı 16 Eylül 2011 https://www.youtube.com/watch?v=RcThji1iUD0
https://de.scribd.com/document/522871752/%C5%9Eark-islahat-planI
https://www5.tbmm.gov.tr/tutanaklar/TUTANAK/TBMM/d26/c016/b085/tbmm260160850759.pdf
TBMM B: 85 4 . 5 . 2016 O: 1 759
Jongerden, Joost (28 Mayıs 2007). The Settlement Issue in Turkey and the Kurds: An Analysis of Spatial Policies, Modernity and War. BRILL. ss. 53. ISBN 978-90-474-2011-8.
Ji Videoyên Erkan Tufan = youtube.com/watch?v=2NooyWUdOQw
https://eksiseyler.com/ay-isimlerinin-kokenleri
https://birikimdergisi.com/guncel/906/turkce-sorunu Murat belge.
(https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/649062)
Ferhengên Almanî, tirkî, kurdî.
Ferhemgên etimolojiyê ên heman zimanan.
Sören Stark: Die Alttürkenzeit in Mittel- und Zentralasien ???? Archäologische und historische Studien). Reichert Verlag, Wiesbaden 2008, ISBN 978-3-89500-532-9, S. 69–75
Dieter Maue: Signs and Sound. In: Journal Asiatique. Band 306, Nr. 2, 2018, S. 291–301, doi:10.2143/JA.306.2.3285620; Mehmet Ölmez: The Khüis Tolgoi
-ane
ـانه
Şahane, Divane
[1]
-asa
آسا
Devasa
[2]
-aver
آور
Cengaver
[3]
-baz
باز
Sihirbaz, Cambaz, Kumarbaz, Küfürbaz, Hokkabaz
[4]
-ber
بر
Peygamber, Rehber, Seferber
[5]
-ça
چه
Bahçe, Kepçe, Parça
[6]
-dan
دان
Çaydanlık, Cüzdan
[7]
-dan
دان
Nüktedan
[8]
-dar
دار
Haberdar, Dindar, Minnettar, Tezgâhtar, Bayraktar, Taraftar, Emektar
[9]
-engiz
انگیز
Esrarengiz
[10]
-füruş
فروش
Malumatfüruş
[11]
-gâh
ـگاه
İkametgâh, Tezgâh, Ordugâh, Güzergâh
[12]
-gir
گیر
Beygir, Peşkir
-güzar
گزار
İşgüzar
Têbinî: Hemû etîmologên wan her hewldane, bi derew û lihevanînan jî be, bingehek ji hebûna zimanê tirkî re bibînin, ji bo vê jî, li ser hemû belgeyan lîstine, tehrîf kirine, lihev anîne. Seven Nîşanyan jî bi du awayî li ser peyvên ku kurdî ne, lîstiye.
1. Hewldaye ku etîmologên tirkan erê û texlît bike.
2. Li aliyê din jî, bi hemû dek û dolaban xebitiye ku hin peyv û navên cîgehan bi ermenîkî ve girê bide. Bes dema hûn li rastiyan digerin, li xabata gorbihuşt Xiraça Açaryan binêrin. Lewra Xiraça Açaryan etîmologekî dirust e. Dema kesekî li bingehê peyvekê ka ermenîkî yan jî kurdî ye, geriya, bila li Xraça Açaryan binêrin, lê ti cara xebatek S. Nîşanyan cidî negirin. heta ji etîmologên tirkan xirabtir e.
www.youtube.com
