1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. PÊDIVÎYA ME BI R’ASTAXAVTIN, R’ASTNIVÎSÎN Û R’ASTXWEDINÊ HEYE...
PÊDIVÎYA ME BI R’ASTAXAVTIN, R’ASTNIVÎSÎN Û R’ASTXWEDINÊ HEYE...,pêdivîya,me,bi,r,astaxavtin,r,astnivîsîn,û,r,astxwedinê,heye

PÊDIVÎYA ME BI R’ASTAXAVTIN, R’ASTNIVÎSÎN Û R’ASTXWEDINÊ HEYE...

A+ A-

Ezîz ê Cewo 

  ...Piştî  gotarên li ser pirsên  zimanzanîyê û pirsgirêkên r’êzimana k’urdî li bal xwendevanan pirs derketibûn holê, yên ku divê bihatana bersivandin. Pirsên xwendevanan ne yek bûn û ne jî – du. Mirov dikare bibêje, ewan di t’omerîya xwe da hema-hema p’ir’anîya beşên r’êzimana k’urdî yên sîstêmî – bi hemû pirsgirêkên wan va hemêz dikirin.

 Pirs p’ir’ bûn, û hemû jî  pêdivîya xwe bi bersivandina zanistî hebûn.Û di dema xwe da min bersîvên wan pirsan dan û ew bersîv jî di weşanên me yên cuda da gihîştin ber destê xwendevanên me (r’ojnameyên „Kurdistana azad“ û „Pênûsa nû“, malp’er’a PENa kurd a „pen-kurd.org“, yên mezopotamya.gen.tr, www.amidakurd.com û „Xendan“ ). Lê piştî demekê di întêrnêtê da xwendevan gelek pirs didin hev û hewl didin bersîvên wan bibînin (bi t’aybetî jî li ser r’ûp’ela „Rêzimana kurdmancî“ –http://www.facebook.com/ groups/rezimana.kurdmanci/permalink/464540673570781/). Helbet eva jî bi serê xwe tiştekî erênî ye, ku ciwanên me bi pirsên zimanê dê va mijûl dibin, lê piştî van govtûgoyan tiştên bingehîn zêde namînin, ango, ew zanînên ku dertên holê, bi zanistî nabin sîstêm û peyr’a jî kêm kes dikarin sûdê ji wan wergirin (heya xudanên pirs û bersîvan bi xwe jî!). Û, wisa bibû, ku  ez bi xwe jî beşdarî bersvandina hinek pirsan dibûm, min nêr’înên xwe taanîn zimên, lê paşê jî min dît, ku ew pirs û bersîv dibihurin, û di bin da kêm tişt dimîne. Bi nêr’îna min, wê çêtir bibûya, eger mirov ew pirs berevî  cîyekî bikirana, bi sîstêmî p’arî ser beşên cuda bikira û anegorî wê jî bersîvên wan bi zanistî bida. Li, ji ber ku bi bingehîn giranîya  wan pirsên xwendevanên di gotara xwe ya „Careke din li ser pirsên zimanzanîyê, zimên û r’êzimanê“ da hatine bersivandin (http://www.penkurd.org/ indexalt.html), min ew gotara xwe wek bingeh hilda, anegorî pirsên nû hinek sererastkirin di wê da pêkanîn, hinek tişt lê zêdekirin û ew matêrîala bi şêwazekî nû pêşnîyarî xwendevanên hêja dikim. Piştî vê jî wê pirs derên holê, û ew pirs jî divê bên bersivandin. Bersîvên wan jî divê di nava çarç’oveya zanista di derbarê zimên da bên dayîn. Helbet, govtûgoyên di întêrnêtê da wê bidomin, bila di nava xwendevanan da gengeşîyek r’û bide, ew tiştekî pêwîst û bi kêr e. Lê ji bilî vê, bila xwendevan pirsên xwe ji min r’a jî bişînin ([email protected] an [email protected] ), ezê wan berevî ser hev bikin, bi sîstêm bikin û hewl bidim, bi zanistî bersîvên wan bidin û ew bersv jî wê wek gotarek a yekgirtî li ber destê xwendevanan hert’im amade hebe. 

 

                                                                                                      *             *            *

 

Bi r’astî jî pirs p’ir’ in. Lê, eger mirov wan bi sîstêmî k’om bike, ji wana gelek hev dubre dikin, ji bo wê jî heya r’adeyekê min hewl daye, wan pirsan, ên ku nêzîkî yan mîna hev in, bigihînin hev û şêwazekî zanistî bidin wan. 

          Dibe ku, ew bersîvana, yên ku min ji bo pirsên xwendevanan amadekirine, baldarîya hinekan t’êr bikin, lê li bal hinekan jî pirsên nû derxînin holê. Ev jî tiştekî xwezayî û normal e:  di nava gengeşî û goftûgoyan da bingeha zanistê û r’astîya wê hasil dibin û dertên holê. Ango, bi gotineke din, ezê hewl nedin nêr’înên xwe li xwendevanan ferz bikin. Pirs di wê daye, ku em bi hevr’a  bi zanistî sazîya zimanê dê  têbigihîjin û wê bi zanistî  r’avebikin.   

         Ji bo wê jî, berî ku dest bi bersivandina pirsên xwendevanan bikim û wan binirxînim, ezê di sêrî da li ser hinek r’astîyên zanistê û, di nav çarç’oveya wê da wisa jî, li ser zanista di derbarê zimên da r’awestin.

…Jimêjva hatye zanîn, ku yek ji hêmanên hêztirîn, yên ku zanistê pêş va dibin, ew pirênsîp e, ku her tişt (an hema-hema her tişt) dik’eve ber şik û gumanê. Zanist wê demê dimire, dema  qanûn û prênsîpên wê werguhêr’î dogmayan dibin. Lê jîyana zanistê bê r’awestan didome, lewra ku dawîya dawîyê  her dogmayek ji hêla kesên konkrêt va dik’eve  ber şik û gumanê, û bi saya vê prênsîpê zanist li ser p’êyan dimîne.   

         Wisa jî baş tê zanîn, k’a mirovayî r’êyeke çawa dûr û dijwar derbaz bûye, heya ku bi zanistî  hatye piştrastkirin û p’ejirandin: ne ku r’oj li dora cîhanê, lê, berovajî wê, cîhan li  dora r’ojê diger’e.

         Ji wê demê û vir va sedsal buhûrîne. 

         Û îro zanist bi bawer berbi pêşva gav dide. Bi saya destanînên wê îro p’evgirêdana dorger’î (satalîteyî) heye: di navbera çend ç’avkêlkan (bîstik) da mirov dikare bi cîyekî cîhanê yê herî dûr r’a bik’eve nava p’êwendîyan. Ez êdî di derbarê wê dorger’ê da nabêjim, ya ku di k’ûraya erşê asmîn da diger’e. Îro p’evgirêdana întêrnêtî  di navbera mirovan da bûye hêmaneke p’êwendîyên  r’ojane.    

          Di dewrana me ya pêşveçûnên zanistî–teknîkî da li r’ex înformatîkayê, programkirinê û raç’avkirina kompyûtêrî zimanzanî hê jî yek ji şaxên zanistê yên here balk’êş e û ewê hê jî wisa  bimîne…  

          Ji bo çi ez vê gotara xwe bi r’astîyeke weha kevn û xilmetbûyî destpêdikim? Ji ber ku li bal  hinekan  nêr’înek a ne r’ast çêbûye, xwedêgiravî, zimanzanî k’arekî ne balk’êş e, ku mijûlîya bi wê va her t’enê sergêjî û melûlîyê bi xwe r’a tîne. Hinek jî dibêjin, ku di derbarê zimên da êdî ji mêjva her tiş hatye gotin.     

           Her çiqas ev herdu nêr’în jî dûrî r’astîyê ne jî, lê dîsa di bingeha van da heya r’adeyekê, ji hêleke dinê va, hinek r’astî jî heye: bi r’astî jî, mijûlbûna bi r’êzimanê va bi xwe k’arekî ne hêsan e. Û, her çiqas ji bo wê mirov neç’ar dimînin, ku gelek qanûn û binaxeyên têgînan ezber bikin, lê dîsa jî ew hem  di axavtina zarkî, hem jî ya nivîskî da şaşîyan berdidin. Gelek caran mirov tênagihîjin jî, k’a  vê p’eyvê, yan yeke dinê ya konkrêt divê  li k’u û bi k’îjan  şêwazî bê nivîsandin. K’a ew sînor, ê ku beşekî axavtinê ji yekî din cuda dike, li k’ur’a derbaz dibe?   Çima, em bibêjin, di gelek r’êzimanên cîhanê da r’engdêr jî wek navdêran tên tewangdin, an jî bi zayend û jmarê ji hevdu cuda dibin? Yan jî, em bibêjin, li k’u divê mirov cînavên p’êwendî bi k’ar bîne, lê li ku –zêderan?  

            Dibe kû ji ber vê jî, ji bo ku serê xwe bi van pirsan r’a neêşînin, hinek mirov di pirsên r’êzimanê da t’êrefê statûkoparêzîyê digirin?  

            Lê dîsa jî, dem bi dem pirs dertên holê: “Çima her tişt wisa azur’ukirî nîne û zelal naê makkirin? Çima  mirov nikare yekawa di derbarê qanûnên  r’astnivîsandinê, an jî ç’emandina lêkeran da bibêje? Çima ewqas tiştên ji pîvanzagonên giştî der hene? Ev hemû ji encama kêmasîya zanebûnên me tê, yan dîsa jî hinek dijhevîyên berbiç’av hene?” 

             Hinekê bibêjin: “Ji ber ku her tişt diher’ike, her tişt tê guhar’tin!” –Ev jî r’astîyek e, ya ku baş tê zanîn, lê dîsa jî her tişt wisa yekawa nîne. 

              Wisa jî tê zanîn, ku zanista di derbarê zimên da bi sedsalan heye, di derbarê zimanên konkrêt da bi hezaran berhemên zanistî, p’irtûkên dersan, r’êzimanên akadêmî hatine nivîsandin û weşandin, navend û  înstîtûtên zanistî yên zimên lêger’înan pêk tînin, û, dawîya dawîyê, êdî şaxekî zimanzanîyê yê nû (êdî ne ewqasî jî nû!) – zimanzanîya mat’êmatîkî  heye. Lê dîsa jî tiştek heya dawîyê nehatye gotin. 

          Ew çi ye?  

          Dibe  ku ew qanûnên kevnbûyî, yên ku mirovan demekê ji ber xwe derxistibûne, wek kevrê  qesp (sert) guhartinan nap’ejirînin,  ji me r’a dibin asteng û nahêlin, ku em pirsên heyî têbigihîjin? Ma ne, yên ku bi  zimanzanîyê va mijûl bûne, ew jî mîna me mirov bûne. Û ji wana gelek jî  ne ku pispor, lê amator bûne û nikaribûne  wek profêsîonalan her tiştî bibînin û bi zanistî  r’avebikin. Û ji bo wê jî ewana dikaribûn hinek pirsan têberdin, lê di hinekan da jî şaş bibin! Û em jî îro nikarin xwe ji qeyd û bendên wan „zanînan“  r’izgar bikin, ên ku di salên zar’otîyê da bi zorê t’uje serê me krine? 

         Pirs in, ppirs in... pirs!     

Dibêjin, zanist bi qanûnên xwe yên hindur’în, bi t’erzê xwe yê împûlsîv (bi t’eqînan) pêşdik’eve: li ser r’adeyek a pêvajoya pêşvaçûnê gelek matêrîal û encamên cêr’ibandin û lêger’înên zanistî  k’omî ser hev dibin. Ev pêvajoya  heya  demekê jî didome,  û dem pêr’a digihîje, ku li ser bingeha wan matêrîal û cêr’ibandinên berevbûyî şaxê zanistê yê konkrêt derbazî çawanî (qualite) û naver’okeke nû dibe. Û ji ber vê t’eqîn pêk tê, û tiştekî nû – vekirinek a zanistî, dertê holê,  ya ku wê serdemê  di warê zanistê da dibe şoreşekê.    

           Piştî vê, demek dibihure, û careke din pêvajoya bêdengîyê tê, û ew, ya ku li ser bingeha wê vekirina zanistî pêk hatye, li bal mirovan gav bi gav werguhêrî r’astîya dawîyê –qanûna  „xwedayî“ dibe û dibe dogma, ev dogma jî dawîya dawîyê–li ser r’êya pêşveçûnê dibe asteng. Û bi wî awayî careke din ji bo t’eqînên nû bingeh tê danîn. 

          Û, wisa – her carekê...

          Û dem tên –dibihurin, û, bê fitya, t’eqîn pêk tên. Û heya ku r’aman û sewdayê mirov hene, demajo wê xwe li ber hev  biguhêzin. Heya ku mirov li ser heşê xwe be û li tiştên nû biger’e û sewdayê wî berheman bide, ev pêvajo wê her bidome …  

          Wek ku li jorê jî hate gotin, t’u zanist bê pirsgirêk nabe. Berovajî wê, li k’u pirs û pirsgirêk t’unebin, zanist zû bi zû p’eyda nabe. Li k’u pirsgirêk û nakokî hene, li wir jî pêdivîya heş û sewda û zanistê dertê holê. Dema pirsgirêk û nak’okî çêdibin, pêwîstîya zanistê çêdibe.  Bi  gotineke din, heya r’adeyekê, zanist bi xwe hunerê dîtina r’êyên çareserîya pirsgirêkan e.  

           Her weha hate gotin, ku r’êziman bi xwe ne mijûlîyek a hêsan e. Heya ew ziman, ên ku êdî  bi sedsalan e, bi wan xwendin û nivîsandin heye, li ser r’êzimanên wan lêger’înên zanistî pêkanîne, bi wan zimanan dibistan, xwendegeh, zanîngeh hebûne, bi wan wêje, huner, çand û r’ojnamegerî pêşk’etine, dîsa  hem di axavtinê da, hem jî di nivîsandinê da gelek şaşî û çewtî tên berdan. Û ji bo wê jî  her net’ewek bê r’awestan hewl dide, ku zimanê xwe baştir nas bike, qanûnên wî  yên hindur’în fêr bibe û bide fêrkirin. Ji bilî wê, ewan bi demê r’a bingehên şaşî û kêmasîyên zimanê xwe dîtine, ew naskirine û ji holê r’akirine, an jî di r’êzimanên xwe da  werguhêr’î (r’êform) pêk anîne. 

           Û ji ber ku ziman sazîyeke zindî ye û hert’im di nava guhar’tinan da ye, serer’astkirin, guhar’tin û r’êform hert’im r’êberên jîyana wî ne.   

           Lê ya zimanê k’urdî?   

           Min di dema xwe da li ser vê pirsê, li ser t’erefên wê yên cuda r’êze gotar nivîsîne, û hewl daye, di weşanên cuda da bersîva pirsên xwendevanan bidin, lê dîsa jî, wek ku tê xuyan, her çiqas diçe, li bal xwendevanan pirsên nû p’eyda dibin û her carek dibe destpêkeke nû...  

           Lewra jî ezê di nava çarç’oveya bersivandina wan pirsan da hinek nirxandin û nêr’înên xwe jî bi xwedevanên hêja r’a p’arvebikim.

  

 

                                                                                 *            *            *

 

           Weha, Bedrêddîn ê ji Dîlokê, Sedat ê ji Sasonê û Belgîzer a ji Wanê dipirsin:

“… Tiştekî balkêş e: nivîsên te di çapemanîya k’urdî da tên weşandin, di hinek cîyan da ew wan ne wek r’astnivîsandina te diweşînin, lê yên ku wek te diweşînin jî, di bin da dinivîsin, ku ew ya te şaş dibînin. Ev tê çi wateyê? Li vir kîjan rst e? Emê kengê bi rengekî binivîsin?” 

Dema mirov bi zanistî nêzîkî pirsgirêkên heyî dibe, sedemên wan ên obyêktîv têdigihîje, dertê hole, ku: 

– ji ber ku p’erwerdeya bi zimanê k’urdî bi sîstêmî nînbûye, lewra jî îro her k’urdek zimanê biynî û serdestan ji zimanê xwe yê dê baştir dizane (û, ev yek jî bêht’ir tragêdîya mirovî ye, ne ku sûcê wan e!); 

– nexwendîtîya zimanê k’urdî, ya ku bi dîrokî di nava me da bûye “desthilatdar”, hê jî serdest e, û di warê nizanbûna zimanê k’urdî da yên zane û nezan heya r’adeyekê weke hev bûne;  

– heya  naha jî gelê me bi sê alfabêyan dinivîse û dixwîne (ew jî wey li wê nivîsandin 

û xwendinê!); 

– pirsgirêkên alfabêya heyî, ner’ûniştîbûna qanûnên r’astnivîsîn û r’astaxavtinê di r’êzimana  k’urdî da dibin sedem, ku îro di warê zimanê dê da ewqas pirs û pirsgirêk hebin… 

Û ev hemû jî ji hêla xwe va dibin sedem, ku k’urd nikaribibin bi zimanê xwe r’ast û bê şaşî  binivîsin û bixwînin… 

          Ji dema p’êwendîyên min ên yekem ên bi giranîya weşanên me yên li welêt û derveyî welêt r’a û heya îro t’imê jî  li ser pirsa alfabê û r’astnivîsîna k’urdî goftûgo û gengeşî hebûne. Di destpêkê da ez bînteng dibûm, heya min demekê bir’yar jî da, ku, çêtir dibe, nivîsan ji t’u weşanekê r’a jî neşînim. 

Piştî demekê, hinek weşanên me careke din daxwaza  gotaran ji min kirin. Wê demê me gotarên xwe ji wan r’a şandin, lê bi mercekî: “Eger hûnê biweşînin, wek ku heye,  biweşînin, eger – na, çêtir e, neweşînin!”  

          – Ji ber çi?

Hinek gotarên mшт di hinek cîyan da hatine weşandin, û heya, eger em pirsên alfabê û r’astтivîsînê daynin hêlekê jî, di nivîsarên wan da guhar’tinên wisa pêk anîbûn, ku min bi xwe gotarên xwe nasnekirin. 

Belê, dibe ku heya astekê ev yek hinekî girêfterî faktora kesî be jî, lêbelê, pirsgirêkên zimanê me yê nivîskî ji k’ûr û dûr tên. Û îro ev pirsgirêkana di nava me da gav bi gav dibin qanûn, dibin şêwazê nivîsîna k’urdî ya bi giştî. Û ya ku  net’avetîyê dide mirov jî ew e, ku ev yek îro bûye desthilatdar û nêr’îneke dine ya ji wê cuda nayê p’ejirandin. Eger carna tiştek bê weşandin jî, divê bê  nivîsandin, ku ew bi wî şêwazî hatye weşandin, ji ber ku xudanê gotarê bi xwe wisa xwastye, û ew bi  xwe jî wê şaş (?!) dibînin. Balk’êş e, ne? Ew şaş dibîni! Anegorî k’îjan qanûn, an pîvanan, anegorî k’îjan zanistê? Ma ne zaniest li hole ye!?... 

Ma gelo, ev jî bi serê xwe şêweyekî r’edkirina nêr’înên dinê nîne? Wê demê, êdî  çi cudayî di navbera me û r’êjîmên serdestî  welatê me da? Wê demê, êdî azadîya ramanê û gotinê li k’u ma, êdî dadwerî û dêmokrasî li k’u ma? Êdî ez di derbarê zanistê û pisporîyê da nabêjim, ên ku bi van r’êbazan tên r’edkirin… 

Lêbelê, divê bê gotin, ku helwestên ji vê cuda jî hebûne, yên wek: “Li ser daxwaza nivîskar me dest nedaye nivîsê û sererast nekiriye…”    

         Heya r’adeyekê ez evê helwestê têdigihîjim (lê her t’enê – heya astekê!). Ji ber ku di warê r’êzimana k’urdî da em hê negihîştine standartekê, û her yek, çawa dizane, an çawa dixwaze, wisa jî dinivîse. Û ev jî bi giranî ne li ser bingehaa zanistê ye. Ji bo wê jî, eger xwendevanek p’ir’î-hindikî bi qanûnên zimanekî r’a nas be, wê destxweda bipirse:

– Çima?...K’a, r’êzik û  pîvanên r’astnivîsîna zimanê k’urdî? Mirov çawa dikare r’êya bi zanistî standartkirina wan bibîne? 

          Ji bo wê jî, ji bo yek ji yekî/e dinê r’a nebêje ew şaş e, divê li ser bingehên zanista di derbarê zimên da (zimanzanîya giştî) li ser pirsgirêkên zimanê dê bê r’awestandin, di derbarê wan da bi zanistî bê  goftûgokirin. Tiştê ku mirov ji cêr’ibandin û encamên lêger’în û lêk’olînên zanistî yên cîhanê hilde, p’ir’ in. Ji bilî van, di Yekîtîya Sovêtê da ji sala 1921-î û vir va di warê zimanê k’urdî da gavne girîng hatine avîtin: sê alfabê hatine amedekirin û bi wan wêje, huner û çanda dewlemend hatine sêwirandin, di dibistan, xwendegeh û  zanîngehan da p’erwerdeya ziman û wêjeya k’urdî pêk hatye, r’ojname, p’irtûkên zimên û wêjeya k’urdî hatine weşandin, di sîstêma akdêmîya zanistî da di warê ziman û wêjeya k’urdî da lêger’în pêkanîne, r’adîoya Yêrêvanê bi k’urdî weşan kirine... 

          Û, ger em îro van hemûyan daynin hêlekê, li ser r’êalîta zimanê k’urdî ç’avê xwe bigirin û di bin bandor’a zimanên bîyanî da, bi ç’avê bîyanîyan li zimanê xwe binihêr’in, gelo emê  çi serbixin?..  

                 Belê, pirs û pirsgirêkên zimanê k’urdî p’ir’ in, û divê bi bêhna fireh li bersîvên wan ên zanistî biger’in, li ser bingeha wan konsêpteke zanistî û hevbeş derxin holê. Her pirsek jî bersîva xwe heye, û ew bersîvana jî di bingeha zimên da hene, her dimîne, ku mirov bikaribe wana bibîne û  bi zanistî derxe zanebûnê, û ne ku li cîyekî dinê li wan  

biger’e.

                                                         

                   Nûrîye ji Amedê dinivîse: 

         “Evê alfabêyê em ji pîrhevoka erebî  r’izgarkirin, naha jî hûn dibêjin ew ne r’ast e! Çawa dibe?”

Di sêrî da divê bê gotin, xwendevana hêja, ku li vir pirsa r’astî –ner’astîya alfabêya latînî naê govtûgokirin. Pirs di derbarê wê da ye, k’a em wê alfabêyê ji bo zimanê xwe çiqasî r’ast bik’artînin... Hew!

          Eger xwendevana me ya hêja gotara min a „…Dîsa li ser pirsa alfabê“ bi baldarî xwendibûya, wê di wê da  r’astî van gotinan hatibûya: „… alfabêya erebî  piştî êkspansîya ereban li gelê me hatye ferzkirin. Ew hêmanek a erebkirina gelan bûye. Ev alfabê bûye çekekê ji bo bişavtina çandî û tevkujîya sipî. Ji bo wê jî, di dema xwe da Bedirxanê mezin, dema tîpên latînî ji bo k’urdî hilbijartye, xwestye gîyan û mejîyê k’urdan ji  êkspansîya erebkirinê û t’evkujîya sipî r’izgar bike û bip’arêze. Ji bo wê jî mîsîona dîrokî ya Mîr Celadet Bedirxan ji bik’aranîna vê alfabêyê mezintir e (di vê derbarê da xwendevan dikarin wisa jî li vira bixwînin: Ezîzê Cewo:“Hinek nêr’în û r’aman li ser p’ergala  zimanê k’urdî û zimanzanîyê” (http://www.pen-kurd.org/ , 26. 09. 2006) û wisa jî: “…Dîsa li ser pirsa alfabê” (https://amidakurd.net/ku/tekst/dîsa_li_ser_pirsa_alfabê ). Bik’aranîna alfabêya latînî bi serê xwe armancek nîne, ew derfetek e- ji bo armanca mezintirîn. Ji bo wê jî, eger îro ji hêla zanistî va hinek goftûgo li dora vê alfabêyê pêk tên jî, ev tê wê wat’eyê, ku jîyan r’anewestyaye, ku her tişt di nava liv û guhar’tinan da ne, ku jîyan didome...“ 

Û, k’a gelo alfabêya erebî di jîyana gelê k’urd da tê çi wat’eyê, ew jî di van gotaran da heye:   „…Ew ç’eka destê hêzên derva bûye, ji bo dagerkirin û bindestkirina mejî û gîyana me ya net’ewî; û, eger k’urd bixwazin xwe ji bindestîyê r’izgarbikin, divê berê pêşin xwe ji wê t’or’ê  r’izgarbikin, a ku dagerkeran bi vê alfabêyê li dora  r’uh û mejîyê me hûnandine“ (https://amidakurd.net/ku/tekst/dîsa_li_ser_pirsa_alfabê )  

           Bi dîtina min, li vir helwestên me ewqasî jî ji hev cuda nînin. T’enê li vir pirs di wê da ye, k’a divê em alfabêya latînî ji bo zimanê k’urdî çawa r’ast bik’arbînin.  

 

           Pirsên Sedrêdîn ê ji Mêrdînê û Berfîna a ji Holandayê mirov weha dikare t’omar bike: 

            “Ev çend dehsal in, k’urdan bi vê alfabêyê nivîsîne û îro jî dinivîsin, hûn çima dixwazin wê biguhêr’in? Ma ne Bedrixanê nemir li ser wê û ji bo wê ewqas k’ed r’êtye!”  

Belê, hûn r’ast in, xwendevanên hêja, lê di dîroka k’urdan da ne t’enê ev alfabê hebûye. Hê berî serdema Îsa alfabêya k’urdî hebûye. Di sedsala XX da t’enê di Yekîtîya Sovêtî da ji sala 1921 -1948-an sê alfabêyên k’urdî hatine amadekirin (li ser bingeha alfabêyên ermenî, latînî û kîrîlî), û bi wan wêjeyek a dewlemend hatye afrandin (li ser vê mijarê wisa jî binihêre: Eskerê Boyîk:  „Ji dîroka elfebên kurdî li Ermenîstanê“ –www. amidakurd.com/index.php?option=vengcontent&task=view&id=2522&Itemid=69  û wisa jî:  https://www.celadet.com/modules.php?name=News&file=article&sid=236 ).  

         Ya dinê jî, em bizanibin, an nizanibin, bixwazinm an nexwazin, bi obyêktîvî zimanê k’urdî li holê ye, û sazîya dengan a vî zimanî ji 36 fonêman pêk tê, û her fonênek divê di alfabê da tîpa xwe hebe. Ango, di alfabêya heyî da (ew k’ê jî amade kiribe!) pênc tîp kêm in. Û li vir pirsa alfabê, r’êzimana k’urdî û zanistê û pirsa kesayetîya Mîr  Celadet Bedirxan tiştne ji hev cuda ne.    Di dîroka zimanzanîya cîhanê da navbilindên wek Vilhêlm fon Hûmboldt, dê Sosyûr, Yêspêrson, Maks Myûlêr, Mêyê, Hyûbşman, Sêpîr, Şmîdt, Trûbêtskoy, Oratorskî  û yên dinê hebûne û îro jî gelekên wek wan hene, lê t’û kes nabêje, ji ber ku vî, yan wî mirovî ev tiştê han weha gotye, êdî mafê hîç kesî  nîne, ku  tiştekî dinê bibêje… 

          Baş tê zanîn, ku qanûnên zanistê hene, û ew bi wan qanûnan pêşva diçe, û ne ku bi daxweza hinek kesan.  

         Lê ji bo xatirê r’astîyê, divê r’ola her mirovekî r’ast bê qîmetkirin. Û r’ola Mîr Celadet Bedirxan jî di dîroka gelê k’urd da ne ji bo wê mezin û girîng e, ku wî li ser bingeha tîpên  latînî ji bo k’urdî alfabêyak amadekirye. Li ser  vê jî me di gotarên xwe da nivîsye. Weha, yek ji wan: „  Bedirxan, bê guman, mirovekî mezin e! Lê ew ji bo tiştekî dinê mezin e: ji bo lehengîya di warê r’amana net’ewî û welatp’arêzîya k’urdî da. Ew wek r’ewşenbîr û welatp’arêz  mezin e. Li ser vê r’êyê û ji bo vê armancê alfabêyeke wisa ji bo Bedirxanê Mezin hêmaneke pêkanînê bûye. Ew jî, dema ewî alfabê amadekirye, merc û derfet’ên wê demê yên teknîkî hildaye ber ç’avan. Û wê demê jî merc û derfetên teknîkî p’ir’ bi sînor bûne. Ji  bo wê jî li hember hinek tiştan wî ç’avên xwe girtine. Armancek li pêşya wî bûye: çi dbe, bila bibe, bi tîpên latînî weşana k’urdî pêkbîne, û anegorî zanînên xwe yên zimanzanîyê ji bo k’urdî r’êzimanekê amade bike. Û di vî warî da Bedirxan r’ola xwe ya dîrokî lîstye. Gelê k’urd evê yekê baş dizane û qîmetekî mezin dide lawê xwe yê mezin... Û hîç hewce jî nake, ku vî mirovê mezin bi amadekirina wê alfabê û di çarçoveya wê da binirxînin û qîmet bikin!“ (“Hinek nêr’în û r’aman li ser p’ergala zimanê k’urdî û zimanzanîyê”  http://www.pen-kurd.org/indexalt.htmll ; ) 

          Dîrokê her tiştî û her kesî anegorî nirx û hêjayên wan mak bike.  

 Pirsên Gulçîna ji Bazîdê û Met’înê ji Batmanê jî bi vî şêwazî digihîjin hev:  

          “Çi hewce ye, ku mirov wan pênc herfan li alfabêya Bedirxan zêde bike? Ma ne wê xelq bi herfên erebî dinivîsin û dixwînin, û ji ber wê dinya xirab nabe!” 

Xwendevanên hêja, di sêrî da divê bê gotin, ku tîpên erebî ji bo zimanê erebî hatine  amedekirin, bi wan felsefe, çand, huner û wêjeya ereban hatine sêwirandin. Ew bi her t’aybetmendîyên xwe va hem ji bo zimanê k’urdî, hem jî ji bo  r’aman û gîyan k’urdî xerîb in. Di vî warî da jî gotarên mamostayên hêja dr.dr. Zerdeşt Haco ya “Alfebêta Erebî û Zimanê Kurdî” (http://www.pen-kurd.org/ ) û ya Huseîn Habaş a “Li ser elfabeya latînî kurdî”  (di heman cîyî da) hatine weşandin û li holê ne. Û, yek ji prênsîpên sereke, ya ku birêz Zerdeşt Haco di gotara xwe da dide pêş, ew e, ku “… elfebêta latînî ya zimanê kurdî … elfebêteke phonologî ye, ango tîpên wê fonêm in”  (wisa jî li gotara Ezîzê Cewo ya  „...Dîsa li ser pirsa alfabê“ binihêrin (https://amidakurd.net/ku/tekst/dîsa_li_ser_pirsa_ alfabê). 

          Li ser wê pirsê, k’a wê dinya xirab bibe, yan – na, bersîvek heye, ew jî ev e:

          “Eger em dibêjin, ku r’aman, gîyan, çand, huner û wêje ya her net’ewekê cîhanek e, wê demê, belê, cîhanê xirab bibe – cîhana k’urdî!”   

           Naha jî em bên ser wê pirsê, k’a pêwîst e, ku mirov pênc tîpan li alfabêya heyî zêde bike, an –na? Eger em bi zanistî nêzîkî pirsê bibin, wê demê, anegori sazîya xwezayî zimanê k’urdî, ew pênc tîp (ç’, k’, p’, t’, r’) divê di alfabêya k’urdî da hebin. 

            Çima? 

            Ji ber ku  alfabêya her zimanekî ji t’omerîya fonêmên (navawaz) wî pêk tê. Û fonêm jî ew awaz (deng) in, ên ku, dema di p’eyvê da bi awazekî dinê tên guhar’tin, wat’eya wê p’eyvê tê guhar’tin, ango ew dibe p’eyveke din, an jî bêwat’e dibe.

                  Mînak:

ker- k’er, kar- k’ar, ku- k’u, ka- k’a, kew- k’ew;

ker- ker’, ber- ber’, cêr-cêr’, girik- gir’ik, gur- gur’, barîn- bar’în; 

par- p’ar, pê- p’ê, paç’- p’aç’;

ta- t’a, tep- t’ep, tê- t’ê, terk- t’erk; 

çar- ç’ar, çir’ik- ç’ir’ik, çeng- ç’eng, çem- ç’em.

           Wek ku di van mînakan da jî tê xuyan, ew herpênc awaz fonêm in, ango, r’ola wan a wat’eguhêzîyê heye, û, lewra jî, divê ji wana her yek, wek 31 awazên dinê, tîpa xwe hebe. An na, dîskrîmînatsîon li wan fonêman û p’eyvên bi wan sazbûyî dibe –  dîskrîminatsîona zanistî! Û bêyî wan ew alfabê nivîşkan e.

Ji bilî wê, eger em bi wê pirêsîpê nêzîkî pirsê bibin, emê wê demê tîpên Êê, Îî, Ûû  jî pêwîst nebînin û wê demê alfabêya kurdî wê ji 28 tîpan pêk bê. Ji xwe gelek k’urd, dema nameyan di întêrnêtê da dinivîsin, bi wî awayî dinivîsin. Ango ji bo awazên Ê û E, Î û I, Û û U tîpên E, I û U bik’ar tînin. Lê ew name ne, û gelek caran yên ku dinivîsin jî di warê k’urdî da an nexwendî, an jî nîvxwendî ne. Lê em li vir di derbarê xwendiana k’urdî û xwendîtîyê da diaxivîn…

          Di gelek zimanan da bi tîpekê yek-du p’eyv hene, lê dîsa jî di ferhengên wan da beşê wan yek-du peyvan ê cuda heye... (Di vê derbarê da wisa jî di gotara Ezîz ê Cewo ya “Hinek nêr’în û r’aman li ser p’ergala zimanê k’urdî û zimanzanîyê” da binihêrin –  http:// www.pen-kurd.org/indexalt.html ). 

Pirsa van herpênc tîpên kêm ên alfabêya k’urdî bi serê xwe ne armancek e, eger em nivîsek a nenas bidin yekî/ê, yan bi xwe bixwînin, ev cudayîyê destxweda xwe bide xuyan (li pêveka gotara „…Dîsa li ser pirsa alfabê“ binihêr’in!). Ji bilî wê, em t’enê çend mînakan bînin, k’a ji ber kêmasîya van tîpan xudanên nivîsarên bi k’urdî serî li çi r’êbazan didin, ji bo ku nivîsên wan ji hêla xwendevanan va r’ast bên têgihîştin û xwendin:   

„Silav û rezên germ û gurr ji Kurdistanê“  (Ji daxuyanîya Desteya Weşana Agirî)

 

„… Yek „Bayê Qîble“ ye ku ji aliyê başûr ve tê, bayê din jî „Bayê Kur“ yan jî tenê „bakur“ e ku ew ba ji aliyê çiyarêza Qefqasan ve tê. 

Tîpa „r“ ya di peyva  „kur“ de qalind tê bilêvkirin, yanî BAYÊ KURR an jî tenê BAKURR tê gotin, lê kes nabêje „Bayê Kûr“.  (Ji gotara Zeynelabidin Zinar a „Bakur û Bakûr“, li ser malpera Amîda Kurd)

 

          „Her şa’îrek surrek heye 

          Her şahekî durrek heye“ (Ji helbesta Şêrzad Zeynelabidîn a „Her şa’îrek“ , li ser malp’era AmîdaKurd)

 

„Navê gundan: Kemûk, Emerka, Xweşika, Reşika, Kera (ji kerê nayê, ji kerbûnê tê), Hewrê, Mala Maşo, Malê Gewra, Geresor, Şerefka, Gerger, Cimika ne.“  (Jj nameya Mazhar Zûmrût ê Amedî)

 

Mînakên weha – çiqasî dilê we bixwaze! Lê j bo bê têgihîştin, ev jî bes in!

Ev tê çi wat’eyê? Ango, li her cîyekî, li k’u divê ji wan pênc tîpên kêm hebin, li wir pêdivîya şiroveyên weha dertê holê. Hinek wek wan camêrên jorê şiroveyan dikin, lê bi giranî bêyî wan şiroveyan dimînin, û xwendevan û pirsgirêka „Gelo divê ev çawa bê xwendin?“ bi hev r’a r’ûber’û dimînin.

 

          Pirsek jî ji Şamê Bavê Bêrîvanê şandye:

„ Ma ev gotaranan ji bo çi ne, ewqas p’irtûk û gotar hatine û tên nivîszndin, û hemû jî ji hev fehm dikin, êdî ev pirsgirêkên han ji bo çi ne?“  

         

Dostê hêja, ma, eger em li ser wan pirsgirêkan neaxivin, pirsgirêk wê t’unebin?  Ew pirsgirêk hene û divê bên ç’areserkirin (Wek pirsgirêka k’urdî!), eger ne îro, zar’okên me wê hewl bidin wê ç’areser bikin. Pirsa hevfehmkirinê tiştek e, r’ast û bê kêmasî nivîsandin û axavtin – tiştekî dinê. Di nava gelên xwedî ziman û wêjeya pêşk’evtî da jî mirov hene, yên ku dema nivîsandinê şaşîyan têberdidin, an bi şaşî diaxivin, lê li r’ex van di nav wan gelan da, yên ku zimanê xwe yê wêjeyî paqij dizanin, hene: pispor û mamostayên zimên, r’ojnameger, nivîsk’ar û helbestvan, bêjer û artîstên t’êatro û sînemayan. Ango di nava civakên wan da yên ku zimên dizanin û yên ku nizanin, an jî baş nizanin, ji hevdu cudaa dibin. Û  pisporên zimên (û ne ku mirovên amator!) li ser pirsgirêkên r’astnivîsîn, r’astaxavtinê û bingehên r’êzimanê r’adiwestin û lêger’înên xwe diweşînin. Anegorî wan qanûnan bi zimanekî paqiş û bê şaşîyên r’êzimanî p’irtûk, kovar û r’ojnameyan  diweşînin.   

          Lê r’ewşa gelê me cuda ye.  Wek ku min li jorê jî got, di nav me k’urdan da nexwendîtîya zimanê dê bi dîrokî bûye “desthilatdar” û hê jî serdest e. Gelê me heya naha jî bi sê alfabêyan dinivîse û dixwîne. Pirsgirêkên alfabêya heyî, ner’ûniştîbûna qanûnên r’astnivîsîn û r’astaxavtina zimanê k’urdî, dibin sedem, ku mirov nikaribe bi k’urdî r’ast biaxive, binivîse û bixwîne.

          Û ev pirsgirêk, ên ku bi obyêktîvî hene, divê bêne ç’areserkirin, ji bo em – k’urd, wek net’ew, bi zimanê xwe yê dê r’ast û paqij biaxivin, binivîsin û bixwînin.  

          Naha jî em li vir çend mînakên şaşîyan bînin, ên ku di weşanên me ên cuda  da r’astî mirov tên:

 

“Me te li jor jî dîtiye û li jêr jî!” 

“Rewşenbîrên  Başûrî  serkevtina  DTP`ê  pîrozkir”                                      

“.... Ez qurbana wê dayîkê, ku te anye dinyayê!”                                                                         

“Min bihîstye, tu nexweş e...” 

“Dayka minî delal,

Dayka minî helal!...”

“Min te dîtî li ser bîrê

Av dikşandî pê zincîrê!...”

„Ax û ava Kurdistan“

„T’evgera jin“ 

„Tu k’uda diçe?“   

„Helwesta herî r’ast.“      

„Amed xewna min a herî şîrin.“

                                                   

          Min li vir t’enê çend mînak anîn. Lê şaşîyên weha ne deh, ne sed û ne jî hezar in. Dibe ku  di axavtina r’ojane da ew  ji sedhezaran jî derbaz bibin. Îro zimanê weşan û çapemanîya  me di van şaşîyan da xeşivye, û nivşên tên, li ser bingeha wan şaşîyan zimanê dê fêr dibin...

          K’a emê çi dersê ji van hemûyan derxin, ew êdî girêfterî helwesta we û asta lêger’înên zanistî û p’erwerdeya zimanê k’urdî ye, xwendevanên hêja! 

 

           Huseyn Akbal (Stanbol) dixwaze bizanibe:   

           „Balk’êş e, ew tiştê ku tu dibêjî, t’enê tu dibêjî, yan li cîyekî din jî heye?“  

  

Xwendevanê hêja, dibe ku bi şêwazê ku ez dibêjin, li cîyekî dinê nînbe. Ew jî ji wê r’ewşê tê, ya ku îro em gihîştinê. Lê, bawer bikin, di vî warî da em, wek net’ew,  gelekî paş mane. Dibe ku ev ewqsî cûcê me nîne, qiqas – bedbextî û trajêdîya me (zimanê me t’imê bi qedexe û t’unekirinê r’a r’ûber’û bûye, merc û derfet’ên pêşk’etinê nînbûne), lê ev nayê wê wat’eyê, tiştê ku îro em bikin, nîne.  Wek prênsîp, wek pêdivîya bik’aranîna qanûnên zimanzanîyê di r’êzimana k’urdî da, pêwîstîya wê êdî jizûva pêr’a gihîştye. Zimanzanîya giştî heye, r’êzimanên zimanên cuda yên gelên cîhanê hene, û ev hemû di nava ahengîyeke zanistî da tên pêkanîn û meşandin. Dem e, ku em, k’urd jî encamên cêr’ibandina zanista di derbarê zimên da ji bo lêger’înên zimanê k’urdî bingeh bigirin… Dema serdema sovêtî di sazîya Akaadêmîa zanistî û zanîngehan da k’ar û xebateke girîng û hêja di vî warî da hatye meşandin. Divê em van hemûyan ji k’arê xwe yê lêger’înên zanistî û p’erwerdeyî r’a bingeh bigirin, an – na,… niznim çawa bibêjim, dikare wisa derê, ku em piştî cêr’ibandin û pêşveçûnên sedên salan r’a di vî warî  da, „jinûva duçerxê (p’iskêlêt) ji ber xwe derxin“. Li ber ç’avan e, ku pêwîstîya me (wek  net’ew!) bi  r’êzimaneke zanistî (akadêmî) heye. Ji bo vê jî înstîtûtek a zanistî pêwîst e. Lê ji bo ku ev sazîya zanistî bê avakirin, di sêrî da divê k’omek a pisporên zimanzanîyê hebe –yên ku, hîç nebe,  r’êzimaneke zimanekî heya dawîyê bizanibin...   

         Îro di nava me – k’urdan da p’ayva „zimanzan“ wat’eyeke dinê wergirtye –yê/ya ku zimanekî dizane. Lê di r’astîya  xwe da wat’eya vê p’eyvê tiştekî din e. „Zimanzan“ tê wat’eya: yê/ya ku qanûnên zimanzanîyê wek sîstêm dizane (ango, pisporê zimanzanîyê ye) û wan di lêger’înên zanistî yên zimên û r’êzimanê da bik’ar tîne. 

          A, heya di nava me k’urdan da k’omek a pisporên weha û sazîyên me yên lêger’înên zanistî yên di warê zimên da nînbin, k’arê me wê bi astengî û nak’okîyan r’a r’ûberû be... 

 

 K’omek a xwendevanan: Bedran, Îlyas, Xalit, Xelîl û Yilmaz ji Bakûrê K’urdistanê, û ji R’ûssîyayê jî Sîber û K’erem dipirsin: 

„Balk’êş e, r’ewşenbîrên dema sovêtê dîsa hene (Celîlê Celîl, Wezîrê Eşo, Emerîkê Serdar, Tosinê R’eşît û dîsa yên din), wan jî  di dibistanan û xwendegehan da bi k’urdî p’erwerde dîtine, bi k’urdî efirandine, ma ew vê cudayîya di nava alfabêyan da nabînin, çima ew gotina xwe nabêjin?“  

Ev pirs êdî ne ji bo min e, xwendevanên hêja. Ez nikarin li şûna wan camêran bersîva pirsa we bidin. Hûn dikarin wê pirsê ji wan bikin. Lê, dîsa jî, eger ji min tê pirsîn,  ez ji hêla xwe va dikarin bibêjim:  „Wan camêran nivîsîne, û nivîsên wan jî, wek ku hene, hatin weşandin?“ Û lewra jî, dibe ku mirov li vira dikare prênsîpa gotineke gelêrî bîr bîne: „Çûyî bajarekî, bajar – bi   ç’avekî, tu jî – bi ç’avekî!“ An – na, wek ku ez wan r’ewşenbîrên  hêja nas dikim, ew vê cudayîyê baş têdigihîjin. Dibe ku li vir tiştekî dinê jî heye? Ew dizanin, k’a di nava me – k’urdan da nêr’îneke cuda çawa tê pêşbazîkirin. Û ev pirsek a serêşandinê ye, û wek ku di nava gel da tê gotin: „Serê ku neêşe, çi hewceyî benik û niviştan e?...

          Dibe jî…, nizanim!  

          Ji hêla xwe va ez t’enê  tiştekî dikarin dubare bikin. K’î çi dibêje, an nabêje, ewqas ne girîng e. Li holê zimanê k’urdî bi sazîya xwe û qanûnên xwe yên hindur’în va li holê ye,  zimanzanîya giştî heye, cêr’ibandinên lêger’în  û p’erwerdeya zimanên cîhanê hene. Û, ji bilî van, cêr’ibandina lêger’în û p’erwerdeya zimanê k’urdî di Yekîtîya Sovêtê da heye. Berhemên navdarên zimanzanîya k’urdî ya sovêtî hene: yên Qanatê K’urdo, Çerkezê Bek’o, Yûlîya Avalîanî, K’erîm Eyûbî, Îraîda Smîrnova, Zera Ûsib, R’ûslan T’sabolov û gelekên dinê!    

          Hîç pêwîst jî nake, ku mirov  bersîva pirsan li cîyekî dinê biger’e.

          Îro r’ewşa zimanê me ev e...   

          Lê dîsa,  her çi jî hebe, heya zimanê k’urdî hebe, ewê pêşbik’eve, û  demê bi xwe r’a pisporên zimanzanîyê bigihîne, û ew jî dê r’ola xwe di vî  k’arê girîng da bilîzin.

 

Ji Adanayê Ahmed Karataş digazinne:

         „Ma Bedirxan ev alfabê çêkir, ji bo ku tu îro bixwazî wê biguhêrî?“

Her çiqas, wek prênsîp, bersîva pirsa vî xwendevanê hêja êdî li jorê hebû, lê dîsa min dixwast, ew bi r’astedêrî bibersivanda. 

         Eger mirovek di dema xwe da berhemekê biafirîne, û ew berhem wisa jî bê baldarî bimîne, wê demê yan ew bûye dogma, an jî hêjayî bala t’u kesî nebûye. Ev herdu jî dibin sedema mirina wê berhemê... 

          Li vir t’u guman nîne, ku alfabêya latînî, ya ku Mîr Celadet Bedirxan ji bo zimanê k’urdî amade kirye, ji ya erebî zêdetir li sazîya fonologî ya zimanê k’urdî tê. An, wek ku kekê Huseîn  Habaş di gotara xwe da dinivîse, “hema hemî dengên k’urdî pê dertên”. Lê, wek ku min li jorê jî da xuya, di vê alfabêyê da pênc tîp t’êrê nakin. Û ev jî ji hêla xwe va hem di xwendin, hem jî di nivêîsînê da t’evlihevîyên berbiç’av derdixe holê, sazîya ferhenga k’urdî nivîşkan û lewaz dibe, r’eng û awazên zimanê me yên xwezayî dixeyîrin û zimanê me betr’eng dibe.  

Û, ji bilî vê, ma, eger di alfabêya k’urdî da tîpên van pênc fonêman jî, wek ên sî û yekên dinê, hebin, wê gunehk’arî be? Çima?  Eger yekê bikaribe bersîva vê pirsê bide, fermo!

 

           Ji Ankarayê Serfiraz dinivîse:  

           „Bi r’astî, ez bi xwe jî hê ne amade me, gelek tiştên te qebûl bikim, lê di pirsa da, r’a, va da ez jî weke te difikirim, ew divê wek  de, r’e, ve neên nivîsandin. Malbeta me bi xwe ji Wanê ye, naha li Steanbûlê dimînin. Ez ji Serhedê heya Başûr çûme, kêm kes dibêjin:  de, r’e, ve. Yên ku wisa dibêjin jî, ew di bin t’esîra t’irkî da ye (ewana piştî t’irkî zimanê dê fêrbûne), û ji dehehzaran yek-du ne, ew jî di nav t’emamîyê da nak’evin ç’av, hema ez fem nakim, hinek r’ewşenbîrên me çima wana li me zor didin qebûlikirin?“…

Û di dema xwe da me wek bersîv ji bo vê pirsê ev nivîsî bû:

“Serfiraza hêja! Gelek pirsên xwendevanên dinê jî hene, ew jî li ser pirsgirêkên r’astnivîsîn û r’astaxavtina p’eyvên k’urdî û yên bîyanî, beşên axavtinê û yên r’êzimanê ne. Ev pirsana, di nava wan da wisa jî pirsa te,  dê bik’evin bingeha gotarên me yên dinê…

Spas ji bo pirsên te û xwendevanên din ên hêja!”

   Lê wisa bû, dema ev gotar ji nûva ji bo weşandina nû sererast û amade dibû, beşdara rûp’ela “Rêzimana kurdmancî”  Nesrîn Rojkanê ev pirs dabû beşdarên dinê:

  “ji min RE, yan ji min RA, ji wî RE, yan ji wî RA, yan kengê dibe RA kengê dibe RE.. ev cûda bûn li gor herêman diguhere yan li gor zayendeya objeyê/cinavkÊ ye?”

   Û her beşdarekî ji hêla xwe va bersîvek nivîsîbû. Wê demê ez jî beşdar bûm û min nivîs: 

“Li vir du r’astî nikarin hebin, r’astî yek e, ew jî: r’a, va, da ne! Bir’êz Nesrîn r’ast dibêje, di Bakûr da jî wisa dibêjin. Li ser vê pirsê gengeşîyên me berê jî hebûne. Û ew, ku dibêjin di Bakûr da wisa dibêjin, ne r’ast e. K’urdên ku k’urdî bi r’ê ya nivîsa îro fêr bûne, t’enê ew  dinivîsin, û, heya dema xwe jibîr dikin, wisa nabêjin. Ev nexweşîyek e, ya ku divê bê lêk’olînkirin, k’a ji ku hatye…” 

 Û piştî hinek gengeşîyan beşdarek a dinê – Pelda Pelê nivîsî:

 “Li gor heréman diguhire, mamoste...”

 Wê demê min li vira bersivand:  

“R’ast e, wisa ye, li gor herêman. Lê pirs di wê da ye, k’a k’îjan ji bandora der va çê bûye, k’îjan a k’urdî ye. Min li herçar parç’eyên K’urdistanê jî bi t’aybet guhê xwe daye ser gotinan, heya min ji mirovên cuda hêvî kirye, ku hevokên ku ew p’eyv di wan da hene, bilêv bikin, û min guhê xwe nêzîkî wan kirye, guhdarîya xwe tûj kirye... û encam dîsa ew bûye: r’a, da, va. Dubare dibêjim, min bi giranî ji zar’ok, kal û pîran pirsye – yên nexwendî.”

  Û piştî pirsa Jîyan Zerdilê ya: “Ka hun çi eleqeyê bi Tirkî ve dibînin?”

  Min bersivand:  

“Tu p’êwendîya wan bi t’irkî ra nîne, lê gelek caran, dema mirov di zarotîyê da bi zimanê bîyanî p’erwerdeyê dibîne, bandora wî zimanî li ser zimanê dê çêdibe, bi taybetî jî di warê bilêvkirinê (televuz) da: ew pêvajoyeke xwezayî ye, lê divê bi xwezayî otoxwep’arastina zimanê dê jî hebe... Mînak di nav k’urdên Sovêtê da ên ku di bajaran da mezin dibûn, devkirina wan p’ir dûrî ya k’urdî bû, dema zar’okên wan havînê dihatin gund û bi k’urdî diaxivîn zar’okên gund qerfê xwe li wan dikirin, û dem dibihurî bajarîyan hewl didan, k’urdîya xwe bi k’urdî bikin, lê dîsa jî ew bandor heya dawîyê r’anedibû... Ewê yekê di nava r’ewşenbîrên k’urd da jî xwe dida xuyan. Yên ku ji bajaran hatibûn, axavtina wan cuda bû... Lê tu cara wan şêwazê  axavtina xwe li gelê k’urd ferz nedikirin... Îro pêdivîya me bi pisporên zimên ên profêsîonal heye, yan na, bi amatoran emê êş û azaran gelekî bik’işînin. Ji pisporan jî mirov divê hewl bide, fêrbibe...” 

Piştî demekê nêr’înek hate zimên, ku pirsa wan şêwazan bi zayendê va têk’ilîdar e, û Oruç Sural beşdarî goftûgoyê bû û tiştekî weha anî zimên: 

“Ev ne li gor zayendê ye, bi temamî bijartineke devokî ya Celadet e ku gelek pirzaneyên me jî ev ji me re kirine rêgez û em jî naçar mane bidin pey wan. Jê pê ve ne tu tişt e.” (http://www.facebook.com/groups/rezimana.kurdmanci/permalink/ 464540673570781/#!/groups/rezimana.kurdmanci/ ).

Wek ku dertê holê, me bi kollêktîv bersîva pirseke îroyîn a zimanê k’urdî jî dît. Wekî dinê, gengeşî û nirxandinên me dê bidomin…

 

                                                                                       *      *     *

 

…Belê, pirsên xwendevanan li ser warên zimanê k’urdî yên dinê jî hene. Û ew jî t’êra xwe p’ir’ in. Bila  xwendevanên meye hêja biborînin, ku ez li ser hinek pirsan r’anewestyam. Emê nikaribûna bi gotarekê ji nav wan pirsan derk’etana. Ew pirs, ên ku em li ser r’awestyan, jimêjva  tên govtûgokirin. Ew  pirsne prênsîpîal in û demekê berî demekê bersîv dixwastin. 

Lê pirsên xwendevanan ên dine, ên ku li ber destê min hene,  û yên ku wê peyr’a bên, wê ji min r’a bibin bingeh, ku ez lêger’înên xwe di warê zimanê dê da bidomînim. Pirsên xwendevanan hêz û bir’yardarîyê didin min, û ezê hert’im di nava lêger’înên xwe da bi spasdarî  wan bik’ar bînin.  

Bila nêr’îna we ne wek ya heyî be, bila hûn nêr’înên heyî bi zanistî r’ed bikin, bila hûn nêr’îneke dinê pêşniyar bikin! Ya girîng jî hema ev e. 

          Emê bi wan govtûgoyan r’astîya zanistî derxin zanebûnê. 

          Gotin û nêr’înên we bi vî r’engî girîngtir û  giranbihatir dibin.

          Û lêger’înên min di vî warî da dê bidomin!  

                              Adara 2009-an