1. Tekst

  2. Gotar

  3. Selîm Biçûk
  4. Pêkhateyên olî û netewî ji hev cuda dibin
Pêkhateyên olî û netewî ji hev cuda dibin,pêkhateyên,olî,û,netewî,ji,hev,cuda,dibin

Pêkhateyên olî û netewî ji hev cuda dibin

Pêkhateyên olî û netewî li Rojhilata Navîn ji hev cuda dibin, bi xwînê ji nû ve sînor tên xêz kirin

A+ A-

Selîm Biçûk

Îro parçekirina Sûrî ji Siwêdayê dest pêkir. Colanî yan jî Şere wek ku jê tê xwestin pêkhateyan bi xwîn û kuştinê dike yek û bi peymanan berê wan dide serxwebûn û cudakirina ji welatekî çêkirî ku navê wî kiribûn Sûrî. Colanî di axaftina xwe ya dawî de dibêje: Pirsgirêka Durziyan bi eşîrên erban re (Bedû) temenê wê 150 sal e, em nikarin vê yekê çareser bikin. Hin pirsgirêk li Sûrî hene nayên çareserkirin.

 

Wezîrê wê yê  derve Alşêbanî peyman bi Israel û Amerîka re imze kir û Siwêda û Başûrê Sûrî radestî wan kir û rê li ber Korîdora mirovî li nava Siwêda û Rojava vekir. Korîdoara David ku ji Israel heta Siwêda û di ser sînorê Urdin û Îraaqê re xwe digihîne Rojavyê Kurdistanê û Kurdistana Başûr dê nêzîk vebe. Ev korîdor ne korîdoreke mirovî ye, ew gava yekem e ji bo perçekirina vî welatê pîç ku navê wî kiribûn Sûrî. Piştî vê yekê herêma beravê û Rojava jî serxwebûna xwe didin zanîn.

 

Hekûmeta Colanî dibe kêra birîna nexşeya sûrî, bi kuştin û qirkirinê kîn û nefretê di nav pêkhateyan de ava dike daku nema bikaribin bi hev re bijîn û ev kîn jî wan pêkhateyan vedigerîne ser koka wan ya resen. Dewletek bi navê Sûrî dê nemîne û her wek Sûrî jî gelek dewletên din jî mîna Libnan, Urdin, Misir, Îrak, Îran, Tirkiya ….