1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Qeşmer û Xiyanetkar
Qeşmer û Xiyanetkar,qeşmer,û,xiyanetkar

Qeşmer û Xiyanetkar

Alegoriyek ji bo Serdema Me

A+ A-

Mahabad Felat
Qeşmer bê rû ye. Di Kurdî de, peyva "bêrû" ji bo kesên bêşerm jî tê bikaranîn, lê di her du wateyan de jî, peyva "bêrû" li wan baş tê. Lewre bêşerm in, ku ev taybetmendiyeka sereke ya qeşmeriyê ye, û hezarrû ne, ku ev jî wan bêrû dike û ev jî taybetmendiyeka wan a din a sereke ye. Taybetmendiya wan a sêyemîn a bingehîn jî, manîpulekirin e. Bi manîpulekirina tiştan, mirovan, bûyeran, kiryaran, gotinan, helwestan ûrastiyan, bi rêya gendelî û xapandinê, ew nakokî, şer, berhevdan, tevlihevî û kaosê diafirînin, bi vî rengî keyên xwe, ango xwediyên xwe şa dikin. Xwediyê wan, ango keyê wan çendî şa bibe, ewçendî jî qeşmerê xwe bi xelat dike. Loma ku her çend qeşmerek di her sê taybetmendiyên bingehîn ên qeşmeriyê de jêhatî û serkeftî be, wê ew çendî jî xwediyê xwe, ango keyê xwe şa û dilxweş bike û xwe li ser vê yekê dijîne qeşmer, debara xwe bi vê dike. Lê şarezayî û serkeftina qeşmer a di qeşmeriyê de, ne tenê garantiya debara wî ye lê di heman demê de garantiya jiyana wî ye jî. Lewre keyê ku qeşmerê xwe bixelat dike, dikare bi hêsanî wî bavêje ber celadan jî û ew vê rastiyê ji her kesî çêtir dizane, ji ber vê yekê ew di qeşmeriyê de ango di karê xwe de sînoran nas nake.
Rûpoşa qeşmerên îroj, ne pozekî sorî glover û porekî gijolî ye. Ew "rewşenbîr", "pispor", "nivîskar", "welatparêz", "siyasetmedar" û heta "aştîxwaz" in. Ew îdia dikin ku ew li ser navê gelê bindest diaxivin û serxwebûnê dixwazin, lê bi kiryar, helwest û gotinên xwe bi tenê dilê desthilatdaran xweş dikin. Berê tîrê wan ê bêbextiyê bi tenê li berxwedêr û dilsozan e.
Ew bêrû ne û dilsoziya wan li gor hevsengiya desthilatdariyê teşe digire. Rojekê qala berxwedanê, dikin, roja din qala diyalogê dikin, lê qala çi jî bikin, li dijî kiryarên berxwedêran û li gor berjeqendî û daxwazên dagirkeran vê dikin. Bêşerm in, lewre zimanê wan li gor berjewendiyên wan digere, ne li gor rastiyan. Û ew manîpulator in, bi têgeh, exlaq, bîr û boçûna gel dilîzin.
Ji bo di nav gel de ji bo xwe baweriyekê biafirînin, caran zilmê şermezar dikin, lê heya sînorê ku ewlehiya wan neke nav metirsiyekê. Li hember rastiya têkoşînê bêbext in, dema pêwîst dike, bêdeng in. Wêrekiyê wekî "terorîzm" û xiyanetê wekî "jîrî" bi nav dikin. Ew ne qeşmerên li sîrkê, bi pozên sor, porên gijolî ne, lê bi çakêt û qirewat in û metirsîdar in. Ne qeşmerên li ber deriyê qey û padîşahan in lê li ser klavyeyan û li ber deriyê mît û dagirkeran in.
Em divê vana nas bikin. Divê em bizanin ku xayînên herî metirsîdar ên roja me ne yên bi kincên leşkerî ne, lê caran li ber mîkrofonan. Ev ne ji wan qeşmeran in ku mirovan didine kenandin, lê manîpulatorên rastiya gel û têkoşîna gel in. Têkoşîna me, dîroka me, mafê hêrsa me ya li dijî dagirkeriyê bi me didine jibîrkirin. Û heya em têkoşîna rastî û "mêzîna" li ser dika şanoyê ji hev neqetînin, wê ew qeşmer li ser wê dikê, li gor dilê xwe bi me û hest û awira me ya li jiyanê bilîzin. Çendî rûmetek, bigirin, çendî kiryar, helwest û gotinên wan ji xwe re cî bibînin, wê ewçendî jî bi cil û bergên nû, bi rûpoşên nû, li ser wê dika ji aliyê dagirkeran ve hatiye amadekirin, derkevine pêşberî me.
Loma jî, êdî dem hatiye ku em bi navên wan ên rastîn bang li wan bikin: Ne wekî entellektuel û rewşenbîr, siyasetmedar û welatparêz, lê bi rastiya wan û navên wan ên rastî, bang li wan bikin: QEŞMER; BÊRÛ; BÊŞERM; MANÎPULATOR Û DERGEVANÊN LI BER DERIYÊ DAGIRKERAN!

Gotinên miftehî :