REWŞA DAWÎ,rewşa,dawî

REWŞA DAWÎ

A+ A-

 

 Îbrahîm Osman

Pir kesên pêwendîdar ji pêvajoyê bi şik û gumanin. Mereq dikin. Divê mereq bikin. Dipirsin, bê rewşa li Başûr a nûha çi ye?

Aloziya di navbera PKK û PDK ê de rûdaye giyaştiye kîjan astê?

Kurd wê dîsa hev bikujin?

Çareserî çiye?

 

 

1 Hevpeymana Bexda û PDK ê.

 

Hinek alî dixwazin vê hevpeymanê wek hevpeymana di navbera Hewlêr û Bexda yê de destnîşan bikin. Lê rastî ne eve. Ji ber ku PDK ê, partî û rêxistinên Başûr tev Bypasskirine(Xesandine/ bêbandor hîştine) û bi tena serê xwe ev hevpeyman bi Bexdayê re îmze kir. Ray û vîna hêzên Başûr, bi qasi misqalekî jî  di vê hevpeymanê de nîne. Loma eger em bibêjin, hevpeymana PDK û Bexda ne şaşe. Rastî ev e.

 

2 Sedem û armanca êrîşên dewleta Tirkê dagirker li ser xaka Başûrê welêt. Hinek radibin hebûna hêzên PKK li herêmê wekî sedema vê yekê nîşan didin. Ev nêrîn jî ji rastiyê dûr e. Emê li dirêjaya vê nivîsê rastiya vê mijarê, rûyê dewleta dagirker û şirîkên wê hîn bi zelalî li ber çavan raxînin.

 

 

3 Nakokî û xwe lihevrakêşandina di navbera PKK û PDK ê de. Hinek vêna, wek şerê “Birakujiyê” “Xwekujiyê” yan jî wekî ”Şerê navxweyî” bi nav dikin. Ka em binêrin bê rastiya vê mijarê çi ye û em çawa hatin vê qonaxê?

 

 

Li qadê fotografek-dîmenek, li pêşya çavê me heye. Her yek ji me ji aliyê xwe ve, di pencereya xwe re, wekî dixwazi li vî dîmenî dinêrin. Loma jî nêrînên bi nakok xwe didin der.

Lewre, hingî ji her alî ve ragihandin Başûr ketî bin kontrola merem kirêtan û hatiye lewitandin, şop tev têkil hev nûne.  Şerkî çapemeniyê yê taybet di meryetê de ye ji bo reşkirina Tevgêra Azadiyê. Ji ber ku mij û ewrê manîplasiyon, dezenfarmasyonê girtiye ser dîmenê li pêş me, rastî û xwarî, heq û neheq, dilsozî û bêbextî bi her awirî hêsan ji hev nayê bijartin.

 

PÎLANGERIYAKE QIRÊJ Û EŞKERE LI DIJÎ GELÊ KURD HEYE

 

Mîmar û pêşengê vê plansaziya gemar, bêguman dewleta Turkê Turanî ye. Deleta Tirk demeke dûr û dirêj li ser plansaziya ji kok de qirkirina kurdan xebitî. Ji bo vê ji pêwendiyên navxweyî û yên derve wekî torekê avkirin. Di mijara qirkirina miletê kurd de, piştgiriya navxweyî ji sedî sed bi dest xistiye. Partî û miletê tirk tev amadene ji bo qirkirina Kurdan. Ji derve ve jî piştgiriyeke gitîng bi destê xwe ve aniye. Loma bi çavsorî û hovîtî mîna qidûsiyan êrîş dike.

 

Polîtîka dewleta Turk zelale. Ew dixwaze hêza kurd ya li qadê çalak û aktîfe, ya xwedî hest û ramanên netewi ye, kurdperwrên dildoz ên gotin û kirinên wan hev digrin, bi giştî qir biki û ji holê rabike. Ango potansiyela serhildêr, azadîxwaz û xwedan vîn hişk û zûha bike. Plan ev e.

 

Bêguman hêza ku ev potansiyel li dora xwe civandiye û têdikoşe PKK ye. Helbet armanca vê plangeriyê wek gava destpêkê wê tasviyekirina PKK ê be. Eger ev safîkir û bi ser ket, êdî dor tê yên din. Kîjan şaneya bîna kurdîtiyê jê were, zindî be, wê qetranê berde ser û bifetisîne.

 

Hêjayî goginê ye, ku dewleta tirk ji bo bi serxistina vê planê jî piştgirî û raya dagirkerên me, ya Trump, Rûsya û Înglizan standiye. Yên mayin jî wê xwe li bêdengiyê deynin. Di nav kurdan de jî PDK û ên nêzîkî wê jî kirine şirîkê vê planê.

 

Ev plan, plana şikandin û qirkirina vîna gelê Kurd ya netewi ye. Eger Turkiye di vê plangeriyê de bi ser bikeve û bigihîje armanca xwe, wê bi hêsayi ji pirsgirêka kurd ya ji bo wan serbiêş demeke dirêk vehêse, xilas bibe û hilmeke rihet bikşîne pişka xwe. Lê li aliyê din, dewleta Turk baş dizane, ku ew hin hêzên kurd neke şirîkê plana xwe, ewê nikaribe vê planê wek ku dixwazi bi ser bixîne. Ji bo vê, li Bakur cerdevan û yên wekî wan, li Başûr jî PDK kişandî nava vê dek û dolanê û ew şirîkatiya vê plana qirêj û gemar dike.

 

Wekî berdêla vê şirîkatiyê, dewleta Turk mîna 1992 wê statûyekê bide PDK û wê wan nas bike. Ji bo ku li darî çavê dinyayê bibêje;”Evana berpiryarê miletê Kurd in. Tû kêşe di navbera me û Kurdan de nîne. Kurd birayê me ne, kêşeya me bi “terora PKK e” re ye.”

Pişt re jî wê bizîvire, wek ku çi anî serê Bişarê Çeto, wê li stûyê wan siyar bibe. Û PDK wê nikaribe bibêje viq jî. Ji xwe Başûr di hêla aborî de bûye perçeyekî Tirkiyê. Salane 8-12 milyar Dolar bazriganî tê kirin. Çawa di dema referandûma qaşo serxwebûnê de Erdoğan mûslix li ser wan girt û ew teslim girtin, me tevan dît.

 

Plan, dek û dolab û lîstik li dare. Lê hilbijartina serokkomariya Amerîka û çûyina Trump ew hinekî xistine nava şik û gumanan.

 

Eger PDK di şirikatiya qirêj ya bi dewleta Tirk re pîkoliyan bike, ji xeta îxanetê venegere, destkevtiyên gelê kurd wê tev badilhewa biçin. PKK wenda bike, wê kurd wenda bikin. Li gel ku gelê kurd li her çar beşên welêt giyaştiye qorîdorê qonaxeke girîn ji bo azdaiyê û prestîjek giranbiha bi dest xistiye, webal û gunehê ve wê mîna toqekî îxanetê heta heta di stûyê PDK ê de be.

 

17.11.2020


Gotinên miftehî :