RICA Û HÊVÎ,rica,û,hêvî

RICA Û HÊVÎ

A+ A-

Hesen Harranî

Ez rica û hêvî ji rêveberîyên girêdayî tevgera azadyê û yê ku bi wî re hereket dikin li Ewropayê dikim. Bikevin hereketê û nehêlin bila kesên nezan û kesên xwedî nîyetên xerab bibin sebebê wendakirina vê tevgerê û vî miletî. Ev tevger û ev milet ked û xwêdanek bêhempa, bi ked û xwîna şehîdan, û bi ked û xwêdana Serokatîya vê tevgerê giha vê merheleyê. Di gelek badîreyên zor û dijwar de derbas bû. Ket, rabû lê neqedîya. Lewre li pişta wî ev gel û mîrasa bi hezaran şehîdan hebû.
Îro bi hêz û keda vê tevgerê bi tevlî gelek kêmasî û bê îmkanî be jî,  li qada cîhanê hesab û qîmetekî vê tevgerê heye. Li pişt perdeyan gelek caran hatîye qebûlkirin û pêre hevdîtin hatine çêkirin. Di dawîya van rastîyan de encamekî Rojava û rewşa Îranê ya rojane derketîye holê. Hemî cîhan li ser Îranê dixwazin bi tevgerê re hinek projeyan pêkbînin û dibe ku ev di dema pêşde bibe wesîleya ji derxistna lîsta terorê jî.
A ev rastîne ku van pêşketinan dijminê Kurdan bêhtir dike nava tirs û xofê. Her wiha  wan li hemberî vê tevgerê dixe nava rê û rêbazên terorî û ne mirovî.
Kujerîya duyem ya Parîsê ya dawî bi îhtîmalekî pir xurt e ku bi tifaqa faşîst ya navdewletî  û bi rica û daxwaza dewleta Tirk hatibe kirin. Bawerîya min ev e û dê wihabe.
Ewçax armanca vê kujera terorî çîye?
Ger mirov armanca çalakêyekî famkir wê mirov bizanibe li hemberî wê çawa tev  jî bigere. Lê heke mirov aramanca çalakîya li hemberî xwe, armanc û mebestên wê fam neke ew çax mitleqe tiştê mirov bike jî bi hêsanî vegere hemberî mirov. Lewre di wir de wê daxwaz û metodên dijminê mirov bi nezanbûna mirov bikevin merîyetê û ev jî ji faydeyê pirtir xesarê wê bide tekoşîn û armancên mirov.
Şekl û metodên livbazîyan bi qasî armanc û hedefên livbazîyan girîng e. Her wiha her şekl û metodekî encamekî cuda derdixe holê. Divê mirov vîya baş bizanibe.

QELEBALIXA PIR JI YA HINDIK LÊ  BI QIR Û CIR ÇÊTIR E.
Armanc û teşeyekî çepên Tirkan hebû. Hindik lê bi qir û cir bûn.
Di salên ber bi 2000 î de çepên Tirkan li metropolan çiqas diçû xurt dibû, mezin dibû û dibû xwedî girse.
Dewletê li hemberî vê pêşketina wan wek tedbîrekî tiştek îcat kir û bi destê mirovên xwe yên di nava wan de bi cih kiribû da pêşîya wan. Bi wan  mirovên xwe bi kadroyên jêr da pejirandin û bi destê sempatîzanên wsn jî kir merîyetê di meşên gel de.
Çi bû ew tiştê ku îcat kiribû?
Ew tişt şikandina camê dikanan, dizîya dikan û şaxên Bankayan yên li nava taxan û belawela kirina der û doran bû.
Ev îcad di merîyetê de bidestxistinên mezin derxist holê. Û jibo dewletê tiştekî bi qîmet û bêhempa bû.
Lewre ev îcad bû sedema bidawîbûn û belavbûna çepên Tirkan li metropolan. Lewre piştî ku ev îcat kete merîyetê û şûn de û gelek zerar û xesar danin mal û milkê gel vêca gel bixwe li wan fetilên û ev bû hedefê êrîşên gel bixwe.

BIKARANÎNA VÊ ÎCADÊ LI KURDISTAN Ê
Piştî 2005 an ku tevgera azadî ji xezarên tesfîyekarîya Osman û Botan xwe paqij kir û gelek heval û kadroyên tevgerê ku ji zindanan derket û şûnde, xwe ji nûva bi paradîgmayekî nû ji demê re amade kir û civakê birêxistin kir.  Encamên vê yekê sazkirina KCK ê  û şax û rêxistinên jêrzemînê bû. Ev ji gel re jî hêvî û hêzekî nû bû.
Encamên vê xwe ji nûve sazkirinê serîhildana di 2006 an de bi berteknîşana şehîdkirina 28 gerîlayên HPG ê bû. Di wê serîhildanê de bi sed hezaran Kurdistanî bi rojan li pîya man. Dijmin vê serîhildana gel bi vî awayî ne hêvî kiribû ne jî texmîn kiribû.
Ew serîhildan li pey xwe zincîrên serîhildanên nû anî û ev dewletê kir nava fikaran. Dewletê xwe mecbûr dît ku li hemberî vê yekê metodên qirêj bikarbîne. Ew metod ew metod bû ku di nava çepên Tirkan de bikaranî bû û niha jî li ser tevgera azadîyê diceribandin. Di nava ciwanên Kurd de û bi piranî  di nava ciwanên welatparêz ku dîrek girêdayîyê tevgerê bû kes û şanikên provaqator û xesarkar çêkirin an jî wan birêxistin kirin.
Karê van kesan yekane ew bû ku gel dema serîhildan bikin ew hema demildest têkevin nava sûkan û her wiha geljî li pey xwe bikişînin wan deran camê dikanên gel bişkînin, talan bikin, dizî bikin. Her wiha karekî vana yên din jî ew bû ku hîna gel bi temamî nehatan cem hev, kevir bavêjin polîsan û polîsan bikin nava midexeleyê ku nehêlin gel were cem hev û çalakîyê bê encam bihêlin.
Ev îcada ku me behsê kir dewletê li hemberî çepê Tirkan bi awayekî serkeftî bikaranîbû.
Lê dibê em îtîraf bikin ku dewletê li hemberî Kurdan û tevgera azadîyê jî ev biserkeftî bikaranî. Lewre sedemek ji sedemên ku di şerê bajaran de gel nehat cem hev û alîkarî neda kesên berxwedêr, bawerîya wan şikand  yek jî jê ev îcada dewleta Tirk bû ku li Kurdistanê bikaranîbû û pê gelek encam girtibû.

HEVALÊN RÊVEBER!
EZ BI HEYRANA WE ME POLÎTÎKBIN Û XETERAYAN BIBÎNIN.
Hêvîya min ji Rêveberîyên tevgerê yên Ewropa ev e.  
Hevalino!
Aqilê xwe bixine merîyetê. Ciwanan perwerde bikin, van metodan bi bîra wan bixin û bêjin ev yên dewlet û îstîxbaratan e. Bila hejmara me pir be. Bila dengê me gur û bilind be.
Bila pergal û nîzama çalakîya me qeîm be. Bila disîplîn û tevgera me têkuz be. Hêz di virde ye. Hêz ne di belawelakirina derû dorande ye. Hêz ne di şikandin û xerakirinêdeye. Van tiştan ne metodên me ne vana yên dijminên me ne. Nekin û nehêlin bila kes jî tiştên wiha bike.

DAXWAZA MIN JI CIWANAN RE.
Hevalino rast e, ev bû cara duduyan e her carê sê heval ji canê me, ji cîgera me qut dikin dibin. Ev zor e û zehmete. Ev mirov pir diêşîne. Lê feraset ewe ku di mercên herî zor û zehmet de mirov xwe ji aqil neke.
Gotinekî bav û kalan e. Dibêjin muhîm ew e ku mirov di gavên zor de ji heş û aqil nebe.
Ma mezinên me belesebe ev gotin gotine?
Mezinên vê encamê ji tecrubeyên xwe derxistine. Ger mirov bi aqil tevnegere ew çax hespê mirov hest e. Hest jî hespê bê gem û bê hevsar e. Berê wî  kuve bikî wê wêde here. Ji ber vê yekê, ez dibêjim ez bi heyrana we me keda vî gelî, keda wî Serokî ku hun her roj pê sond dixwin, keda xwîna wan şehîdan nekin qurbana nefreta xwe ya bê kontrol û neyên lîstik û rêbazên dijminê xwe.
Meş, silogan, qêrîn halan mafê we yê rewa yê. Bimeşin, biqêrin,  lê xesarê nedin mal û milkê xelkê. Camê dikanên xelkê neyînin xwarê. Der û doran belawela nekin û kîn û nefreta miletê hun li wan mêvanin li ser xwe çênekin. Ev wê bibe xesara herî mezin tenê ne jibo we, jibo vê tevgerê hemî.
Armanca vê kujerîyê ya herî muhîm ew bû dostanîya ku li ser Rojava di nava miletê Kurd û dewleta Fransayê de çêdibe sabote bikin û qût bikin. Ger hun li welatê wan divê ferqêde nebin û hun xesarê bidin milet û dewleta Fransîyan hunê bibin sedema gihaştina armanca vê cînayetê.
Ger hun di meşan de bi rêkûpêkbûna xwe, bi disiplîn û ahenga xwe û bi hejmara qelebalixa xwe deng bidin cîhanê wê hevalên we zêde bibin, wê milet bixwe tevlî meşên we bibin. Lê eger xesarê bidin miletê hun li wan mêvanin wê sibê ew bixwe bêjin herin ji vir.
Binêrin.
Niha li ser medyaya civakî faşîstên Tirk çi dibêjin jibo van çalakîyên we yên  ne li cih û şaş.
Dibêjin mar vegerîya bi xwedîyê xweve didin.
Nekin.
Van xerabîyên ku dijmin kirîye nava me hun bi destê xwe li gelê xwe, li tevgera xwe nekin.
Sibê hun nikarin di binê webala vîya de rabin.


Gotinên miftehî :