
RIM A DONZDEH MOVIK
Hasan Harranî
Kesên ku nizanin movik çîye ez Tirkîya wê, Înglîzî Frensîya wê ji we re bêjim û derbas bibim. Movik di zimanê Tirkî de “boğum”, di Frensî de “nœud”, Inglizi de “node” dibêjin.
Çîye Rim a donzdeh movik?
Di artêşa Osmanîyande yekîneyên Sipahî hebû.
Gelo çend kes destpêka van yekîneyên Siwarîyan ên bi navê Sîpahî dizane. Yên dîroka Tirkan hindik be xwendibe ev yekîneyên Sipahî dizane. Lê herkes destpêka vana nizane. Jixwe Tirk jî di derbarê çêbûna van yekîneyên Sipahî û danîna navê peyva Sipahî de li her derê agahî nadin. Lewre ev jî têkelî Kurd û zimanê Kurdî ye.
Çima navê wan Sîpahî ye?
Di artêşa Osmanîyan de Kurd her tim wek Siwarîyan hebû. Ji berê de di şeran de Kurd wekî Siwarîyan cih digirt di nava artêşên Osmanîyan de. Lewre Kurd di şerê siwarîyê de serkeftî bû. Kurd miletekî bi qam û hêza xwe gir û xurtbûn. Şerê ser pişta hespan bi giranî bi amûrên şer yên giran dihate kirin. Ji vîya re cuseyek gir û bi qewet lazim bû. Ev jî di nava Kurdan de hebû. Her wia taybetîyek din jî Kurd di warê perwerde û bikaranîna hespan de ji gelek miletên din pêşketîtir bûn. Van taybetmendîyan Kurdan di warê şerê siwarîyê de derdixist pêş.
Şerê ser pişta hespan bi giranî bi amûrên şer ên giran dihat kirin. Rim û Gurz ji vana du mînakin. Çeka şer a Rim û Gurz herdu peyatî baş nayê bikaranîn. Lewre divê cihê te bilind be.
Kurd di bikaranîna Rimê de gelek serkeftî bû. Kurdan ji van pêlewanên wiha re Sipehî digotin. Wateya peyva sipehî yê herî baş, yê herî zane û zîrek e. Her wiha tê wateya birka brûskê jî. Yanê di wateya lezbûnêdeye jî.
Ev nav di artêşa Osmanîyan de dibe navê yekîneyên Siwarîyê. Lewre van yekîneyên Siwarîyan jî bi piranî ji Kurdan pêk dihat.
Niha em werin ser Rima donzdeh movik.
Min vê peyvê li ku û ji kî bihîst?
Pêşî dixwazim hinek qala serpêhatîya bihîstina vê peyvê bikim.
Ez heft-heşt salîbûm. Dayîk û bavê min birayê min û xwenga min li pey berê paleyîyê bûn. Ez jî di dema paleyîyê de sivikê ser destê wan bûm. Tişte lazimba min dişandin . Her wiha ez avkêşê wan bûm. Her tim anîna ava teze a sar li milê min bû.
Carinan ez jî li pey berê paleyîyê nêzîkê wan disekinîyam. Wê demê dengê bavê min bi awayekî misêwa û nizim bilind dibû. Bi piranî bavê min klama Emerê Gozê û Seyîdxanê Kerr digot. Lê carinan hinek klamên din jî digot. Navê wan klaman hîç nayê bîra min. Lê klamek hebû têde digot " rima donzdeh movik di nava herdu milê wî kafirî de daçikandîye". Ev di bîra min de maye. Lewre ev rêzik di gelek cîyê klamê de derbas dibû.
Lê tişta ku heta niha min jibîr nekirîye û tim min daye fikirandin ev Rima donzdeh movik bû.
Çend sal berê jî ez li ser vê yekê rawestîyam lê min ti şopekî nedît. Ji ber ku min nedît min dest ji ber lêkolînkirina vê mijarê kişand.
Lê du sê roj berê dîsa ev mijar hate bîra min û min gelek da hizirandin. Dîsa min dest bi gerînê kir û min ew rima dozdeh movik dît. Loma jî min îro dest bi nivîsa vê mijarê kir.
Movik bi awayekî dîyarde di dara şalbûtê de heye. Di zimanê literatora zanyarî de ji vê darê re Banboo dibêjin. Dara bambooyê darekî xwargire. Darek elastîkîye. Bi hêsanî nayê şikandin û gelek saxlem e. Ger bi awayekî hostetî du dar di hundirê hevdude derbas bikin şikandina vê darê ne bi hêsanîye . Movikên di vê darê de li gorî pêvajoya mezinbûna darê diguhere. Dar heye ger di cihê xweş de mezin bûbe û zû mezin bûbe dûrbûna nabeyna du movikan digihêje heya 30 cm. Lê yên di pêvajoya normal de mezin bûne di naveyna 20-25 cm deye. Ev jî tekabûlê 250 û 300 cm î dike. Jixwe dirêjîya Riman jî yên taybet ne têde yên normal di nabeyna 200-250 cm î dene.
Fêda mavikan di bikaranînê de jî geleke. Pêşî li dehsandin û ji destşimitandinê digere. Ger hemîyê dûva Rim ê dûz be şimitandina wê ji destê şervan bêtir pêkan e. Lê movik valahîya nava kefa destê mirov dadigire û ev jî pêşî li şemitandina rimê digire.
Dûva Rimê yên ku Şalbût nebûye jî van movikan bi awayekî teknîkî dane dûvê rimê.
Ji vê cureya Rimê re gotine Rima donzdeh movik.
Yanê daxwaza min ji ciwanên me yên nû ên lêkolînvan ev e. We çi ji bav û kalên xwe bihîstibe miheqeq rastîyek wî heye. Bikevin pey û rastîya wê, çîroka wê derêxin rûyê rojê.