1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. R’ÊFÊRÊNDÛM PÊK HAT. PAŞÊ?
R’ÊFÊRÊNDÛM PÊK HAT. PAŞÊ?,r,êfêrêndûm,pêk,hat,paşê

R’ÊFÊRÊNDÛM PÊK HAT. PAŞÊ?

Anegorî heşmendî û armanca vê bûyera dîrokî, divê Parlamêntoya herêmê (nûnerîya vîna gel) bicivya, encamên r’êfêrêndûmê fermî bikira û ji navê gel serxwebûn r’agîhanda

A+ A-

 

Ezîz ê Cewo

… Gelê kurd vîn û daxweza xwe ya mirovî-netewî dyar kir – di rêfêrêndûma 25ê rezbera îsal da (2017) dengê xwe da serxwebûna xwe! 

Ewî armanc û daxweza xwe ya dewr û zemanan anî zimên!.. 

Û anegorî heşmendî û armanca vê bûyera dîrokî, divê Parlamêntoya herêmê (nûnerîya vîna gel) bicivya, encamên rêfêrêndûmê fermî bikira û ji navê gel serxwebûn ragîhanda… 

Lê ew pêk nehat, û gel jî, hê di bin bandora kelecana rêfêrêndûmê da çalakîyên şadîmanî pêktîne! Qey bibêjî, ewî êdî jibîr jî kirye, ku rêfêrêndûmeke weha hê sala 2005an pêk hatye, û ji sedî nodê binecîyên Başûrê Kurdistanê dengê xwe dane serxwebûna xwe… 

Evê jî ji hêlekê bihêlin, ya balkêş ew e, ku kesek pirs nake – lê ka serxwebûn? Ka, gelo di van 12 salên bihurî da li ser rêya serxwebûnê ji bilî gotinên di derbarê wê da ji bo serxwebûneke rêal bingehek hat amadekirin: bingeha aborî-siyasî-hevgirtina civakî…, ji bilî vê rêfêrêndûma nû?.. Û lewra jî di nav gel da (û heya li derva jî!) hinek dipirsin, ku, yek e, ji hêla fermîyetê va encamên rêfêrêndûma 2005an hebûn, çima yekser serxwebûna herêmê ranegîhandin?  

Ev jî nekirin, em bibêjin, tiştekî nake, lê pey vê rêfêrêndûma duyem ra çima serxwebûn ranegîhandin? Ma ne gel vîn û daxweza xwe anye zimên, û vîna gel jî ji bo rêvebirîyê fermana here mezin û mafdar e, ya ku divê bê pirs û guman bi cî bê! 

Lê, wek ku berî rêfêrêndûmê kampanîyake propagandayê daihat meşandin (ne ewqas ji bo rêfêrêndûmê!), piştî rêfêrêndûmê jî ew pêla propagandayê diherike…  

Û lewra jî, ji bo ku biryara rêfêrêndûmê, ya ku derveyî Parlamêntoyê hatibû girtin, bê fermîkirin, ew Parlamêntoya ku bi korsanî hatibû felşkirin, aktîf kirin. Û dema biryara pêkanîna rêfêrêndûmê hat erêkirin, dîsa ew danîn hêlekê û di derbarê hebûna wê da jibîr jî kirin. Û li şûna wê, piştî pênc rojan di bajarokê Pîrmamê yê Başûrê Kurdistanê da (ne di paytext Hewlêrê da, ne di Parlamêntoyê da!) Encumena Bilind a Referandûmê bi beşdarîya kek Mesûd û kek Kosret Resûl Elî civîna xwe ya dawîyê li dardixe û bi guhartina navê xwe dawî bi erkê xwe tine: vê care navê wê dikin "Serkirdatiya Siyasiya Kurdistan-Iraq". Gelo, ev "Serkirdatiya Siyasiya Kurdistan-Iraq" tê çi wateyê? Ev tê wat’eya ku hemû sazî û dezgehên fermî yên Herêmê (Parlamênto, Hukumet…) datînin hêlekê û li şûna wan ev "Serkirdatî" dikeve dewrê, an…? 

Û bala xwe bidinê, eger mabest serxwebûn e, ev Îraq çi ye, ku bi navê Kurdistanê va kirine? An – ev jî peyamek e?   

Û, ev "Encûman-Serkirdatiya" nû jî ji hevt xalan spasî û daxwîyanîyên xwe dyar dike û dawîyê dibêje, ku … gelê Kurdistanê bi awayekê berxwedêrane rijd e li ser diyalogê, bi piştgirêdana bi mekanîzma aştiyane û ti gef û fişarek wê (gelê Kurdistanê) ji biryara 25-09-2017 paşve venagerîne…[1]  

Û li vira jî dîsa pirs dertê hole:  

–Lê serxwebûn li ku ma? 

Û, eger anegorî vîn û daxweza gelê Kurdistanê, û ji navê wî serxwebûn bihata ragîhandin, ew tiştên ku tên gotin, wê bi hêsantir nehatana pêkanîn?

An, ev rêfêrêndûm jî, wek ku ji hêla gelek syasetzan û şirovegerên siyasî va dihat payînkirin, ji bo ku bazarîyeke nû bi Bexdayê ra daynin, pêk hatye? 

Û di vê rewşê da hêle û hêwarzeya rêvebir û rayedarên dewletên mêtînger ên derdorên Kurdistanê ye, tirsan li gelê kurd difirînin, ji dûrva kewkîyan davêjin… 

Di vê rewşê da, eger herêm di hundur va yekîtîya xwe nînbe, eger bi tevahîya Kurdistanê ra mil bi mil Yekîtîya Netewî ava neke, gelo dê bikaribe li hember van dewletên çavsor xwe ragire? 

Her bi Yekîtîya Netewî, her bi yekkirina hemû hêzên netewî, gelê Kurdistanê dê bikaribe li hember van êrîşan raweste! Eger – na, eger dîsa weke berê hem pirsgirêkên herêma başûr, hem jî destkevtîyên wê derî goveka Kurdistanê ya giştî binirxînin, ewê bê wê wateyê, ku dîsa hêvîyeke wan li ser hêzên derva heye…  

Lêbelê, bnihêrin, ji hêla rêvebirîya PDKê va daxwîyanî tên dayîn, ên ku nakevin nava goveka heşmendîya rêfêrêndûma serxwebûnê. Mînak, daxwîyanîyên wek: Rêfêrêndûm nayê wateya guhartina sînoran! 

Balkêş e, piştî rêfêrêndûma ji bo serxwebûnê daxwîyanîyeke weha tê çi wateyê? 

Ma ne gel doza serxwebûnê kirye? Jixwe Îraq, Tirkîya û Îran dibêjin, ku sînor divê neyê guhartin!

Heya daxwîyanîyên vî rengî tên dayîn, heman dewletên mêtînger ketine nava liv û tevgerê, ka çawa bikin, ku vîna gelê kurd bifetisînin: êdî dest bi dorpêçan (embargo) kirine, li ser sînorê Başûr amadekarîyên tatbîqatên leşkerî yên hevpar ên wan dewletan tên kirin, Îran ji wî berî sînor va gundên herêmê dide ber gulebaranan, Tirkîyayê eskerê xwe birye ser sînorê herêma Başûr û êdî ji mile Brzan va êrîşê dike… Û gêrîlla vê gavê bersîva wan didin… Rêvebirîya herêmek a başûrê Îraqê 48 sehet dem dayê kurdên herêmê, ku ji wir barbikin, herin Başûrê Kurdistanê… Erdoxan bi biryar li vir û wir daxwîyanîyan dide, ku wê rêvebirîya Başûrê Kurdistanê ceza bike, ku wê wisa bike, ku ew ji kirên xwe poşman bibin! ...   Û heya Zîrveya Welatên Ereban ketye dewrê! 

Û ev hê destpêk e! Ewana hê dixwazin rêaktsîona dewletên rojava bizanibin (bi taybet jî – ya DYA!), li konyûktûrên navnetewî dinihêrin, hîn gavên ciddî dê paşê bên…

Na, na! Li vir mabesta min ne tirsaa şêr e! Her çiqas ji bo gelê me, yê ku hê çavê xwe tam venekirye, hê pişta xwe rast nekirye, îro şer hîç pêwîst nînbû! Hema, eger şer dibe, mirov bizanibe – ka ji bo çi?! 

Ji xwe her tenê ji navê rêfêrêndûmê ewqas har bûne, çêtir ninbû, gelo, serxwebûn bihata ragîhandin? Û bila ewqasî har bûna, heya ji wan dihat! 

Heya naha benda biryara DYA bûn! Û wan jî bi fermî encamên rêfêrêndûmê nepejirandin!

Û kek Mesûd jî, ji bo vê dibêje, ku wana (DYA) divê rêz ji vîna gelê kurd ra bigirta!

Rast e, lêbelê, eger em ji bîyanîyan dixwazin, ku ji vîna gelê kurd ra rêz bigire, di sêrî da divê em bi xwe jêra rêzbigirin!? Di sêrî da divê rêvebirîya herêmê (bixwîne – PDK) ji vîna gelê kurd ra rêz bigirta, û serxwebûn ragîhanda, û bila hîç kesî jî nepejiranda!  

Û, eger rêvebirya herêmê di Parlamêntoya tam û durust da ragîhanda:  

– Ji ber ku vîna gelê me ya ji bo serxwebûnê li hole ye, em serxwebûna wlatê xwe radigihînin! – Wê demê, kê çi jî bigota an bikira, hîç xem nînbû – mirovê bizanibûya, ew hemû ji bo çi ye! Û wê demê mafê me dê hebûya gazinan ji bîyanîyan bikin.

Û li vira tiştê balkêş ew e, ku, qey bibêjî, hîç derdorek jî benda bertekne weha yên li hember rêfêrêndûmê nînbûn…  

Çima?  

Lewra ku hêvîyeke sergirtî li ser pêwendîyên PDKê û AKPê, û yên kek Mesûd û Erdoxan-bey ên pir germ û nêzîk hebû? Ku di navbera wan da bazirganîya nefta Kurdistanê heye? An, bi dîtina wan, li ser bingeha têkilîyên şêxtî-mirîdtîya wan, Erdoxan dê li dijî wê derneyê? 

Dibe ji ber wê jî hinekan hema demekê berî rêfêrêndûmê hevpeyvîna Yûrî Nabîyêv, a bi sernivîsa “Îslamîkirina tevgera kurdî li dijî "îslamîya ner" a Gûlen-Erdoxan”, a ku derdorê pênc sal berê (31. 01. 2013) di ajansa ragîhandinê ya Regnum va hatibû weşandin, ji nûva di medya civakî da belav kirin? Ji bo çi, ji bo ku ji nûvaa balê bikişînin ser pêwendîyê Barzanî-Erdoxan ên germ? Bala xwe bidinê, di hevpeyvînê da çi tê gotin: “...serokê Kurdisatanê Mesûd Barzanî ji  binemala şêxên nexşbendîyan e. Û yek ji mirîdên nexşbenîyan jî Receb Erdoxan e. Dema seredana xwe ya dawîyê li Hewlêrê Erdoxan wisa berbirî Barzanî dibû, wek mirîd berbirî şêx dibe...” [2]  

Lê, her çiqas rewşeke wisa a derûnî li Başûr destilatdar bû, dîsa jî,berî rêfêrêndûmê û roja pêkhatina wê hemû hêzên herçar p’arç’eyên K’urdistanê piştgirîya xwe ji bo wê dyar kirin û lê xwedî derketin!   

 Û ev jî ne ji bo xatirê partîyekê yan hinek kesan bû – ev rûdana hest û têgihîştina netewî bû. Gelê kurd da xuyan, ku ew îro ji her demê bêhtir ji bo Yekîtîya Netewî amade ye!  

 Dema metirsîya êrîşên dewletên dagerker hebû, hem ji bo p’arastina gel, hem ji bo piştgirîya derûnî, ji bo ku dil û wêrekîyê bidin gel, ew bê tirs û xof here ser sindoqan, hêzên HPGê derbazî K’erkûkê bûn. Ji R’ojavayê K’urdistanê r’êvebirîya Xweserîya Dêmokratî daxîyand, ku, eger ji derva êrîşek bê ser Başûr, ewê hêzên xwe derbazî wir bikin û li dijî dagerkeran şer’ bikin! 

Û kurdîtîya rastîn jî ev e!  

Lê bersîva hest û hewlên gelê kurd çawa hatin dayîn?!

Piştî rêfêrêndûmê di Rojava da Kongrêya PYD pêk hat. Û dema dêlêge û mêvanên  wê çûn ser sînor, ku ji Başûr derbazî R’ojava bibin, asayêşa PDKê nahîşt, ku ew derbaz bibin, û nehîştina xwe jî bi sedemên siyasî şirove kir… 

Ma, ev çi siyaset e û siyaseta k’ê ye? 

Pirs dertê holê: “Ma netewyet û yekîtîya netewî jî weha dibe?! 

Eger ji zar’okên ji siyasetê dûr jî bipirsin, wê ji we r’a bibêjin: 

– Li vir t’enê siyaseta T’irkîyayê dikare bibe asteng!

Û ev – piştî rêfêrêndûmê!  

Û piştî vê kek Mesûd ji bo gelê Rojava spasya xwe dyar dike – ji bo ku wî piştgirîya rêfêrêndûmê kirye – wek ji bo bîyanîyekî!... 

Mirov nizane çi bibîje! Ma gelê me yê parçeyên dinê yên welêt ji bo spasîyê hatiene piştgirîya gelê xwe? Ma ne li ku jî tengasî û pirsgirêk hebin, ewan xwe wir ra jî digihîni – bê merc û peyman! Ma yên ku di rojên oxirmên giran da xwe bi Şengalê ra gîhandin (Şengala ku bi frmana kek Mesûd pêşmergeyan xwe jê vekişandin û ji mervxurên DAÎŞê ra hîştin!), şehîd dan û gelê xwe parastin, kî bûn? Ma yên ku Kerkûk, Maxmûr û Hewlêr ji DAÎŞîyan parastin kî bûn?  

Lê ev biraderana jî, radibin û rê li delegeyên Kongrê digirin, û paşê jî dibêjin – spas! – Çi ye, çi dixwazin bibêjin - hûn li mala xwe, em li mala xwe!? Erê?! 

Ev çi ye? Gelo ev ne bingeha kûrkirina parçebûnê ye, yak u dagerkeran li me ferzkirye?

Ma, wisa dibe?

Wê demê, em çi gazinan li mêtîngeran dikin?

Wê demê, gelo bi vê zîhnyetê, bi vê sekna xwe, PDK dê ji bo Yekîtîya Net’ewî nebe asteng? Gelo wê çiqasî karibûye xwe ji pêwendîyê AKPê rizgar kirye? An ji bo wê hewlek heye?

Helbet, pirs hr’êtorîk e û hewceya wê bi bersîvê nine – dîrok goven e!

Nizanim, nizanim, gelo yek heye, ku van pirsan şirove bike û bibersivîne?

An hewce nake – her tişt li ber çavan e?!

Û di vê rewşê da, hê ev rêfêrêndûm nîvhero jî nebûye, nûnerên PDKê radigihînin, ku dê berendamê xwe ji bo serokatîya herêmê di nava hevtêkê da dîyar bikin! 

Û hilbijartin dê pêk bên, her çiqas di vê rewşê da Destûra bingehîn li Herêmê pêwîst  bû. Bi Destûra Bingehîn jî bingeha dewletbûnê tê danîn… Û, anegorî pêşbînîyê pisporên siyasî, vê care jî wê nûnerekî PDK wek serokê herêmê bê hilbijartin. Û dîsa anegorî dîtin û pêşbînîyên siyasî, ewê jî pêwendîyên xwe bi mirîdê mala Barzanîyan – Receb Erdoxan ra bidomînin, dîsa wê bi hev ra nevtê bifiroşin – arzan-nîvbuha – serê mamosta, hunermend, karmendên dewletê û çandê û tevaya gelê Başûr xweş!..

Her çi jî hebe, her çiqas rêvebirîya Başûr guh nade dengê gel, dîsa jî wê baş bûya ku karên xwe yên van salên bihurî li ber çavan ra derbaz bikirana û ji wan ders derxistana. Lê gel jî ew hemû binirxanda û ji wan hesab bipirsya... 

Di dema xwe da di herêmê da çi pêk hatye, ji xwe pêk hatye... Me di dema xwe da wek alîkarî dîtin û çavdêrîyên xwe di gotarên cuda da anîne zimên. Çavdêrîyên ji derva ên bîyanîyan jî hane, gotarên rojnamevanan hene,  helbet, baş dibû, ku ew di dema xwe da bihatana wergerandin û bala rêvebirîya herêmê bikişandana ser wan dîtinan... Lêbelê...  

Naha jî amadekarîyên hilbijartinên nû tên kirin, û ji bo wê jî demeke pirkurt maye. Gel hê di bin bandora kelecana rêfêrndûmê da ye... Gelo wê pêra bigihînin, ku hinekî bi serê sar nêzîkî rewşa Herêmê û pirsgirêkên wê bibin...  

Dema piştî hevp’eyvîna min, a ku min dabû malp’era Kurdistan.today-ê  a bi sernivîsa: “Xweserîya dêmokratîk a Şengalê û r’êfêrêndûma Herêma Otonom a K’urdistanê” [3] û gotara min a “Gelo ewqas dijwar e, ku mirov r’astîyê bibîne, yan..?” [4]  hinek govtûgo û gengeşî di medya civakî da pêk hatin, min dixwest helwestên hinek kesan binirxandana, bi xwe jî sedemên wan helwestan têbigihîjim û wat’edar bikira, ... di medya civakî da gotarek li ber ç’avê min k’et, û min ew bi baldarî xwend… 

Ew gotar a nivîskara rojnameya Komsomolskaya pravda ya Rûsîyayê Darya  Aslamovayê bû, ya bi sernivîsa: Pêwîst e, gelo, Rûsîya pey Sûryayê ra Îraqê jî rizgar bike, ya ku berbi mirinê va diçe? [5]

Xudana gotarê di wan r’ojên ji bo Îraqê ewqas giran da li wî wlatî bûye, r’ojên wê dewletê yên dawîyê li ber ç’avên xwe dîtye, piştr’a dîsa veger’yaye wir, lê êdî ne wê  

Îraqa berê – ya piştî Seddam Huseyn, ya ku berbi mirinê va diçe… R’ojnamegera hêja wisa jî çûye Başûr û R’ojavayê K’urdistanê, hemû bûyerên wir li ber ç’avên xwe dîtine û şopandine… Û li ser bingeha ç’avdîrîyên xwe ew dîtin û r’amanên xwe ji xwendevanan r’a p’arvekirine...

Mirov dikare bibêje, ewê ew herdu p’arç’eyên K’urdistanê di r’ewşa wan a r’astîn da dîtine û bi r’êalîstî wan vedibêje û şirove û r’aveyên xwe tine zimên…

Mirov dixwîne û ji hêlekê va dilê wî baristan dibe, ji hêla dinê va matma dibe! Dertê holê, ewên ku wisa bi dengekî bilind û berz li ser welatp’arêzîyê  û  “serxwebûnxwazîyê” diaxivin, r’astîya welatê xwe weke vê canika bîyanî ya hêja jî nas nekirine, an...? Û, gelo çima? – Pirs dertê holê. – Ma ne ew bi xwe jî, dibe ne carekê û ne dudyan, çûbin Başûrê K’urdistanê, heya li wira mane, p’êwendîyên wan bi r’ayedarên herêmê r’a hebûne... Û wan ev hemû, ya ku r’ojnamegereke bîyanî dîtine, netîtine. Çima? Ji ber ku ji hestyarî û hesreta welêt wana ew tişt nedîtine, yan li vira sedemne dinê hebûne?...  

Û li vira pirs dertê holê – gelo ew, ên ku xwe welatp’arêz dihejmêrin, çima di derbarê vê r’ewşê da welatê xwe (û di nav da, wisa jî, PDKê û r’êvebirên wê!) agahdar nekirane, ji bo van ç’avdêrî û dîtinan r’êvebirîya herêma otonom û r’êxistinên r’ikberên siyasî hişyar nekirine?!.. Berovajî vê, ewan bi ç’avê dijminatîyê li wan gotarên me dinihêr’în û di medya civakî da êrîş danîn, ji ber ku me şaşî û kêmasîyên r’êvebirên Başûr destnîşan kiribûn!..

Her çi jî hebe, ez êdî jinûva wan helwestan nanirxênim, û her beşekî vê gotara balk’êş a Darya Aslamovayê, li şûna “pêşgotinekê ji bo bûyerên pêkhatî”, pêşniyarî bala xwendevanên hêja dikim. Binihêr’in, ew tişt, ên ku îro di herêma Başûr da pêk tên, tiştne nû nînin, ewqasî ewana bi heman şêwazî yên demê bihurî dubare dikin...

Wsa jî r’ayedar û nûnerên partîyên siyasî, yên ku amadek’arîyên xwe dikin, ji bo ku beşdarî hilbijartinên 1-ê mjdaê bibin, dikarin vê wek analîzeke p’ir’alî ya r’ewşa Herêmê  binirxînin, p’ara xwe jî tê da bibînin, û anegorî wê plan û projeyên xwe yên ji bo pêşer’ojê  serer’ast bikin... 

Weha, fermo:  

NIVŞA JI RÊ DERKETÎ

(parçeyek ji gotara Darya  Aslamovayê ya Pêwîst e, gelo, Rûsîya pey Sûryayê ra Îraqê jî rizgar bike, ya ku berbi mirinê va diçe?”) 

...Her r’ojeke pêşemê di navçeya bajarê Hewlêrê ya xrîstêanan a Ankavayê da bi r’astî girseyeke t’evlihev û qelebalix berev dibe (pêşem û înî di Îraqê da r’ojên hêsabûnê ne). Hemû bajar bi erebeyên buha (buhayê her makîneyeke duyem ne kênî dusud hezar dollarî ye) tên r’êstoranên wê derê yên here xweşik û buha, lewra ku t’enê di wan da alkohol û sîgarêt tên firotin. U geşt û şahîya xwenîşandanê destpê dibe. Maseyên swêdî di bin giranîya xurekên tamtîskî da, hindik dimîne, dişkên.  

Pîrekên nipoxî yên cil û libasên bi xişmişkên biriqokî xemilandî wergirtî, şelên (p’arç’e) torta (pasta) çokolatî yên mezin didewsînin devê zar’okên xwe yên hupusî û xemilandî. Dema ez li kodikên (tebsîk) wan ên t’uje goşt dinihêr’im, dil û hinavên min t’evlihev dibin. Mirovê normal nikare ewqasî bixwe! Şev di mêvanxaneya min da mirov ji t’eqer’eqê nikare r’azê – li qatê yekê dîlana dawetê diger’e, lê li qatê pêncan nîşanî ye.  K’urdên Îraqê diravên dawêyê ên nevtê di wan geşt û şahîyan da dêrs dikin. Û ev jî wê demê, dema k’armendên dewletê û mamosta şeş mehên dawîyê mûçeyan nastînin. Gelek ji wana, heya polîs jî, çûne, tak’sîstîyê dikin.  

Li her deran salonên bedewîyê yê cihêr’eng hene, navendên t’êrapîya bi avên madanî – yên bi fotowêneyên bedewên r’ojhilatê, yên ku bi giştî li ser qutîyên r’ehet-loquman hene. Asta bertîlxurîyê (korruption) ji hemû sînoran derbaz dibe (anegorî byûrokratên r’ojhilatê, miftexurên me yên dewletê berxê Xwedê ne!)     

Ç’îr’ok hê salekê berê betal bû, û derket hole, ku herêma otonim her tiştî, heya k’axezên tûalêtê jî, ji T’irkîyayê tîne. Hem jî hemû bazirganîya wan bi tirkan av girêdayî ye, yên ku 12 mîllîard dolar kirine nava aborîya K’urdistana Îraqê. Êdî em di derbarê borîya nevtê da nabêjin, a ku li T’irkîyayê r’a derbaz dibe (û ev jî bi sere xwe ç’avkanîyeke hatinîyan a t’enê ye e ji bo welêt, ya ku serokdewletê T’irkîyayê Erdoxan dikare her demê tirsê li wan difir’îne, ku dê wê ç’avkanîyê bigire).  

Nivşê ciwan ê k’urdên Îrqê di ç’avê min da p’ir’ kêm û bêkêr hatin xuyan, ên ku bi şêwazê jîyana amêrîkî ji r’ê hatine derxistin. Ewana di derdorne wisa de mezin bûne, li k’u hebûna ji nevtê hatî bê çap û pîvan dêrs dikin, û fêr bûne, dema xwe di geşt û şahîyên t’êr û t’uje da bibuhurînin. Ewan bi sehetan di Şopîng-mollan da r’ûdinîn, serî di ser pêlîstokên dembuhêrîyê (gadget) da p’êl, û kofêya bêkêr, a ku fîncaneke wê 6 dollar e, vedixwun. Ewana weke bapîr û dapîr, dê û bavên xwe p’erwerdeya welatp’arêzîyê di  partîzanîya ç’îyayan da nedîtine, ewan di jîyana xwe da t’ucar otomata kalaşnîkov negirtine destê xwe. Dema havîan 2014an têrorîstên DAÎŞê gihîştibûn ber dergehê Hewlêrê, ew zirzop’eyên ziktêr hema ji tirsa ... û r’evîbûn balafir’gehê? Ji bo ku hema bi balafir’a yekem ji Îraqê bifir’in-her’in. Di vê derbarê da nasekî nin ê 25 salî dilê xwe li ber  min vekir, ew xwemukur’ hat, ku dema ewî çelteyê xwe yê cil û pêdivîyan amade dikir, dapîra wî otomata kalaşnîkov ji embarê hildaye û ji nevîyê xwe r’a gotye: “Hûn dikarin bir’evin! Lê ezê heya dawîyê mala xwe bip’arêzim!” Û heya evê jî nevî r’anewestandibû, û ew pey ewqasî r’a dîsa jî di balefir’gehê da r’ûniştibû, heya metirsî derbaz bibû. Lê gênêralên wan digazinîn, ku dema wê havîna bi xof û saw ewana neç’ar mane, fermanê bidin: k’î ji  pêşenîya şêr’ bir’eve, wê bê gulekirin! Û her t’enê evê DAÎŞ da r’awestandin.  

Ciwanên K’urdistana Îraqê yên t’embel û bê vîn û îrade hîç ji wê bingeha  guhar’tinan a nebînayî sûd wernegirtin, a ku k’urdên T’irkîyayê û Sûrîyayê defand û derxist ser p’êla dîrokê. Heya gihîşte wê astê, ku desthilatarên tirsonek ên [K’urdistana] Îraqê bi serokatîya Barzanî di bin bandora Erdoxan da sînor li ber birayên xwe k’urdên Sûrîyayê girtin, û ew jî her r’eyeke t’enê bû ji bo jîyanê. Ji wê jî zêdetir, ewana rê jî nedan parlamênterê  [Kurdistana] Sûrîyayê, ku ji bo hevdîtinan herin Moskovayê. Şerma giran! 

 K’urdistana Sûrîyayê t’am k’ete nava dorpêç’ê. Ji hêla bakûr va sînorê hezar  kîlomêtrê yê di navber wê û T’irkîya dijmin da t’am girtî ye û tê gulebarankiirn. Ji milê r’ojava va r’êxistina têr’orîst a “Cebhat El-Nûsra” êrîşî k’urdên Sûrîyayê dike. Ji milê başûr va DAÎŞ wan tengav dike. Û t’enê li milê r’ojhilatê hêvîyek ji bo wan hebû – bihur’a li ser ç’emê Dicle r’a ya berbi, qaşo, “birayên” wan. Min bi xwe dît, çawa li ser ç’êm r’a bi qeyîkên hizhizî matêrîalên avakirinê, gênêrator, sarinc, çaydang, sovae,  têlêvîzîon dibirin Sûrîyayê (bajarê Kobanîyê hema heya dawîyê ji hêla îslamîstan va hatye wêrankirin). 

Kurdên Sûrîyayê di r’ewşeke t’unebûneke nebînayî da karibûn di R’ojhilata navîn da dêmokrasîya r’astîn ava bikin, ya ku anegorî berjewendîyên hemû hindikayîyên herêmê ye.  

Ewana li dijî têr’orîstan şer’ekî bêhemp’a bi serfirazî dimeşînin. Ewana bi xiyala pêkanîna armancên mezin, qenc û p’ak, ên r’izgarkirina mirovahîyê ji bindestîya kapîtalê dijîn, û di nav wan da îdêalîzm di geşvedaneke r’astîn da ye. Û weha, birayên wan, ên ku ji nevtê xwe ji bîrkirine, ji piştê va derba xencerê gîhandin wan. 

Serokê K’urdistana Îraqî Barzanî, yê ku jimêjvaa bi Erdoxan r’a bûye yek û heya ji bo sîxurîyê û fetisandina çalakîyên ner’azîbûnê di hindur’ê herêmê da pênc hezar eskerên t’irk anye [K’urdistana] Îraqê (û Bexda, R’ûsîya û Net’ewên Yekbûyî ji navê civaka navnet’ewî li dijî wê derdik’evin), gotina kevn a r’ojhilatî jibîrkirye: “Helbet, mirov dikare bi şeyt’ên r’a hev bike, lê divê bizanibe, ku mercên têkilîyan ewê (şeyt’anê) ferz bike!”    

Dema ez dinihêr’im, k’a çawa r’oja şemîyê sibe zû, piştî geşt û şayîyên di r’êstoranên Hewlêrê da ewqas xurekên buha davêjin ser sergoyan, wek çîyan lod dibin, lê hema çil kîlomêtran ji vir wê da pêşmergeyên qereman li pêşenîya şêr’ a dijî têr’orîstên DAÎŞê dip’arêzin û tiştekî wan nîne, ku BIXWIN, hîseke p’ir’ ne p’ak li min digire, û dil û hinavên min  t’evlihev dibin. Eger ez li şûna wan bûma, minê jimêjva dak’uta hindur’ê wî bajarê di nav bêz da pêç’îyayî û anegorî îdêlojîya Lênîn, minê dest bida ser wî malê dizîyê!... 

 

EVÎN Û ŞER

 

Em li bilindcîyekî ç’îyayî ne, yê ku 35 kîlomêtran dûrî K’erkûka ji îslamîstan r’izgarkirî ye. Li xaleke ç’avdêrîyê ya p’ir’ baş biryargeha fermandarîya giştî ya art’êşa pêncan a pêşmergeyan bi cî bûye – di bin fermandarîya general Huseyn Yezdanpan. (Hema Stalîn e! Divya bû ewî di fîlman da bilîsta. Ewqasî mîna wî ye, ku mirov t’irê, simêl ne yê wî ne, pêva danîne). 

– Berê ev cîya di destê art’êşa Îraqê da bû, – general şirove dike. – Dema sala 2014an DAÎŞê êrîş kir, îraqîyan ew bê şer û berxwedan bi destê wan va berdan, hemû çek û cebirxane jî ji îslamîstan r’a hiştin. Peyr’a di encama sê hemleyên şer’ê giran da me ev cîgeha ji dest wan derxist. Ji vira heya bajarê Hûweyca sîh kîlmêtr e. (Wek ku Mûsil p’ayt’exta DAÎŞê ya leşkerî ye di Îraqê da, ev jî ya siyasî ye). Daîşîyan dem bi dem êrîş dikin, ji bo ku r’ewşa p’arastina me bicêr’ibînin.  

Gênêral Yezdanpan û hemû şer’vanên wî – k’urdên Îranê ne, yên ku hînî r’ewşên here giran bûne. Ji bo alîk’arîya birayên xwe yên Îraqî hatine. Îro di p’arastinê da jin sekinîne – bi t’ivdîr û hişyar, bi biryar, bedew. Yekê ji wana – yeke çapik û bedew – dota xwe ya huvdehsalî anîbû pêşenîya şêr’. Keç’eke dêmgulover û dilp’ak, û ew bi serbilindî otomatê davêje mile xwe. 

– Ma dilê te ji bo keç’a te naêşe? – Ez jê dipirsim, – Lê, eger, Xwedê neke, tiştek pê bibe?

Dayîk bi serbilindî û bi gef û gur’ bersîvê dide:

– Ma, keç’a min ji yên dinê çi çêtir e, yên ku ji bo xaka me cangorî dibin û li dijî barbarian ditêk’oşin? Ma, gelo ji bo welêt jiyana wê ji şervaneke/î dinê buhatir e?

Xalo û Zora malbeteke ciwan in (ji bo pêşmergeyan tiştekî p’ir’ kêmp’eyda ye, ku mêr û jin mil bi mil şer’ bikin). Xalo xortekî bedew û devbik’en e, ew mayînk’olekî (sapper) pispor e. Di hesabê wî da heyşt tonna maînên bêbandorkirî hene, yên ku DAÎŞÊ hiştibûn. Sê meh berê ji wî r’a li hev nehat. Dema bêmaînkirinê maîn diteqe û destê wî jêdike, lê ewî bir’yar daye – di nav r’êzên art’êşê da bimîne. Ew bi destê xweyî qut bi hezkirin dest li mile jinê r’a dibe.  

– Şeş sal berê di nav Partîya Azadîya K’urdistanê da me hev nas kir, û bir’yar da, bi hev r’a her’ne şêr’, – Zora dobêje. – Ez çi hîs dikim, dema dijimin dik’eve? Bextewarîyeke bê sînor! Gelo jib o her şervanekî ne xelat e, dema ew dijminên gelê xwe, nemerivan dikuje? Dizanin, ez çima ji mirinê natirsim? Lewra ku mirin bidawîbûna jiyanê ya xwezayî ye. Ma ne, mirov dikare di malê da bimire, an li kolanê bik’eve bin mak’îneyê. Hîç kesek nizane, k’a ewê k’engê pêk bê. Çêtir e, ku mirov di şêr’ da bemire – bi serbilindî û hêja! Eger ez bik’evim dorpêç’a dijimin, a min êdî berika dawîyê ji bo min amade ye! 

– Em li jinê wek endama xwedî mafên wekhev a civakê dinihêr’in û beşdarbûna wan a di nav jîyana şoreşî-şervanîyê da slav dikin, – general Yezdanpan dibêje, – Lê evîn? Ma ne, li vira şer’ e. Lê r’omanên evîndarîyê dîstsîplînê û vînê lewaz dikin. Erê, hiek şervan dizewicin. Me bi îdêolojî ew hemû t’am r’anewestandye. Em dizanin, ku hinek heval ji hev hez dikin û bi r’êzdarî li evîna wan dinihêr’in. Lê naha ya here sereke –p’arastina welêt e ji têr’orîstan. Lê jin di nava r’êzên me da divê p’ir’ bibin, lewra ku hema bi serê xwe beşdarbûna wan a di şêr’ da – ew têk’oşîna exlaqî û siyasî ye li dijî helwesta DAÎŞê ya li hember jinê. Ewana jinê nefret dikin û bi her awayî wan weke kole biç’ûk dêxin.                

Ji hemûyan r’a dyar e, k’a divê dijî k’ê şer’ bikin. Heya neheqîyek a bi navê DAÎŞ heye, ya ku ji sunnîyan pêk tê, û ew neheqî li dijî k’urdan û şiîyan, wek li hember “k’afiran”, tê meşandin, şûrê mirinê dê hert’im daliqyayî be. A, JI BO ÇI divê bitêk’oşin? Li ber pêşmergeyan pirsên neç’areserbûyî wisa r’adibin, wek ku li ber şiîyên Îraqê. Lewra jî divê bi hev r’a Mûsilê hildin, wê kelaya DAÎŞê. Lê hîç kes lez nak’eve. Bi xwîneke kêm hildana wê dikare pêk bê, hemma, paşê wê çawa bikaribin wê p’arvebikin?   

– Mûsil bajarekî k’urdan ê dîrokî ye, lê hukumeta Îraqê salên dirêj siayaseta  bêkurdkirin û bierebkirina xakên me yên dîrokî pêk anye, – general Yezdanpan dibêje. – Û naha di encama wê siyasetê da nîvê niştecîyên Mûsilê ereb in. Lê em k’urd ne nat’sîonalîst in, ne şovînîst in. Eger mûsil bê r’izgarkirin, desthilatdarî di dest me da be, emê siyaseteke mirovî ya bi xweşbînî û tehmûl bimeşînin. 

Mirov dikare bibîne, k’a ew planana “xweşbînîyeke” çawa di nav şiî û sunnîyan da hişyar dike (di nav wan da, yên ku beşdarî sûcên DAÎŞê nebûne, lê li ser wan xakan dijîn, ên ku îslamîstan zevtkirine). Ewan t’evahîya bajêr “ê xwe” dihejmêrin û naxwazin desthilatê p’arvebikin. Mînak, di Şengalê da, ya ku van demên dawîyê ji hêla k’urdan va hatye r’izgarkirin, anarxîya û tevlihevî desthilatdar e: hîç kesek naxwaze, di bajarê ji hêla têrorîstan va talankirî da li hember r’ikberên êtnîkî ji bo pirsên siyasî û matêrîalî berpirsîyarîyê hilde ser xwe.    

Di r’astîya xwe da, Îraq êdî ji zûva nine. Li vira heya tovên destpêkî yên dewletê jî nînin, û tevahîya welêt seranser bûye têatroya çalakîyên leşkerî. Û heya otonomîya k’urdî ya K’urdistana Îraqê jî, ya ku ji derva va gulvedayî tê xuyan, ew jî di nva qeyraneke sosyalî û siyasî da ye. 

 

FIRAVÎNA GÊNÊRAL A MELÛL  

 

Di welatên Rojhilatê da, eger sivre hate danîn, mirov nikare, neçe dora wê rûnenî. Art’êşa leheng a pêşmergeyan, a ku li dijî DAÎŞê şer’ dike, çi dixwe? Nîsk, pîvaz û birinc danîn ser sivra general. Goşt nine. Min bêyê hemdî xwe şaşîyek pêk anî, dema li şûna hûreşekir du çirên şekirê r’afînad avîte nav çayê. Me nizanibû, ku r’afênad li vira tiştekî wek temtîskan e, şîrnayî ye. Şîrinayîyên dinê li pêşenîya şêr’ nînin. Ji bo xatirê mêvana xwe general sêyfa (sindoqa hesinî) xwe vedikie û ji wir qut’îyeke xurmeyan derdixe. Ez livekê jê hiltînim, yên dine didin xuyan, ku wê werşaderê (lûks) nabînin. Qutîyê caeke dinê di sêyfê da vedişêrin. Hêrseke bêdeng min difetisîne. Sîh kîlomêtran dûrî vir ên dewlemend ên t’êre nip’oxî di r’êstoranên Hewlêrê da zikê xwe t’uje dikin, lê li pêşenîyê şer’van t’êr naxwin. Êdî ez di wê derbarê da nabêjim, ku pêşmerge bi mehan mûçeyan nastînin û gelek caran neç’ar dimînin, bi xwe cil û berikan bik’irin.    

Di otonomîyê da t’evlîhevîyeke t’am desthilatdar e. 

 

– Li vira ji hev cuda û bêdeng du p’ayt’ext hene – Hewlêr û Slêmanî, du art’êş, du polîs, du hêzên ewlek’arîyê, – siyasetenederê vê herêmê Sûlêyman Osamnov dibêje, – Di  Hewlêrê da PDK desthilatdar e di bin serokaetîya serokê herêmê Mesûd Barzanî da, lê di Silêmanîyê da – YNK, bi serokatîya T’elebanî. Bi giştî di K’urdistanê da du r’êyên siyasî hene. Ya yekem a Barzanî ye, yê ku dixwaze di nava sînorên tê zanîn da dewleteke k’urdan  ava bike. R’êya duyem a Ocalan e, ya serokê PKKê, yê ku dehsalan zêdetir e, di zîndana T’irkîyayê da ye. Armanca Ocalan û PKK fêdêratsîona otonomîyên dêmokratîk e di Sîrîyayê, Îraqê û Îranê da. Bi dîtina Ocalan, net’ew-dewletên naha yên ûnîtar di warê sîstêma r’êvebirîyê da têk çûne. Dêmokrasî divê wek sîwanekê ne ku t’enê gelekî, lê hemû gel û bawerîyan hilde bin sîya xwe. Di T’irkîyayê û Sûrîyayê da destbi bahara k’urdan bûye (lê ne di Îraqê da!). Berovajî bahara ereban ev ne bahareke r’adîkalî-îslamî ye. Ev bahareke sotsîlî ya hemdemî ye, û dyarnîşa wê ya girîng jî Fêdêralîzma K’urdistana Sûrîyayê ye, ya ku hatye r’agîhandin. Em, k’urd, daxweza sîstêma r’êvebirîya federal a wek a R’ûsîyayê dikin.  

 

DÊMOKRASÎ – BI ŞÊWAZÊ ROJHILATÊ 

 

Min di K’urdistana Sûrîyayê da mirovên îdêalîst dîtin. Ez li ç’îyayên [K’urdistana] T’irkîyayê bi partîzanan heyr û hijmek’ar mam. Û ez di k’arê avakirina teşedarîyeke (formatsîon) azad a ne kapîtalîst da ji wan r’a bi dil û cana serfirazîyê dixwazim. Ji bo lehengîya wan a bêhemp’a em distrên!  

Lêbelê, avakirina dêmokrasîyê di R’ojhilata Navîn da, di wê civaka t’evlihev a p’ir’ayînî eşîrî da bi min ûtopîa (xewn) tê xuyan...  

… Mînak, dijayetîya t’undûtûj a du partîyên k’urdan PDK û YNKê hert’im ez matma dikirim, heya ku siyasetzanên cî ji min r’a şirovenekirin, ku ew têk’oşîna di navbera du hêztrîn klanên malbetî yên Barzanîyan û T’elebanîyan da ye, ya ku êdî bi sedsalan didome! Mirov li vir di derbarê çi dêmokrasîyê da dikare biaxive?!   

Di K’urdistana Îraqê da ev meha heyştan e, ku parlamênto k’ar nake, û heya nahêlin, ku serokê parlamêntoyê bê Hewlêrê. Di Bexdayê da li dijî bertîlxurîyê êdî du meh e, 200 hezar şiî di gireva k’arbetalîyê da ne… Heya hemû bi têk’oşîna ji bo desthilatdarîya herêmî va mijûl in, DAÎŞ dikare bêhnekê wergire û t’avîyên xwe (mewzî) xurt bike…

Di vê navberê da k’urdên Îraqê bi lez û bez amadek’arîya r’êfêrêndûma serxwebûnê dikin. Wek ku serokê Şêwra ewlek’arîya net’ewî ya K’urdistana Îraqê Mesrûr Barzanî daxwîyand, “Îraqî bi xwe têkçûneke têgînî ye”, lê welatîyên wê, “ew mirov in, ên ku tiştên ku wan bigihînin hev p’ir’ kêm in”, ew neç’ar in “dihatûyeke ne dîyar p’arve bikin”.  “Dem pêr’a gihîştye, xwemukur bên, ku ew ezmûna pêk nehat. Îraq bi xwe dewletek e, ya ku pêk nehatye... Lewra jî herêma k’urdî ya Îraqê ji bo sazkirina dewleteke serbixwe r’êfêrêndûmê pêk tîne, ji bo ku “cihêbûna” ji Bexdayê fermî bike”. 

 

RÛSÎYA DIVÊ ÇI BIKE?

 

Îraq hildiweşe, û hîç tiştek nikare wê bip’arêze. Bê guman, divê bi şiîyan û Bexdayê r’a têk’ilîyan daynin û, ya sereke, bi r’êberekî berbiç’av ê xwedî hêvîyên pêşer’ojê –  ayatollahê mezin Muxtada Es-Sedir, ê r’êberê “Artêşa Mehdî” ya navdar. Ew ji maleke dewlemend a qedirbilind e. Bavê wî jî, apê wî jî ayatollahêne mezin bûne, – herdu jî bi hovane hatine kuştin (mix di serê bavê wî da nikandibûn). Hema Es-Sedir bû, yê ku sala 2004an serokatî ji têk’oşîneke t’und û tûj li dijî art’êşa dagerker a amêrîkî pêk anî û... di wê da serket! Amêrîkîyan wisa jî nikaribûn wî bikujin. Ew neç’ar man, her’in hevdîtinaan û gavan paşva bavêjin... Es-Sedir t’or’ên xwe yên navendên xêrdarîyê hene, yên ku mizgeftan, zanîngehan û nexweşxaaneyan xwedî dikin.  

– Es-Sedir kesek e, yê ku naha pêvajoyan di Îraqê da r’êvedibe,– siyasetvanê cî Remezan Osmanov dibêje. – Ya wî, gel piştgirîyê dide wî, ewî bi serfirazî li dijî amêrîkyan şer kirye û hema ewî di Bexdayê da r’aperîna nîsanê li dijî bertîlxurîyê t’evger kirye. Bi hejmartina amêrîkîyan bi xwe, di deh salên dawîyê di Îraqê da 300 mîllîard dollar hatiye dizîn. Ya Es-Sedir, hîç kes li ser serê wî r’a nîne, ew kesekî serbixwe ye.

Vê demê ji bo r’ûsan, tiştê ku ew li ser wan bi sunnîyên Îraqê r’a biaxivin, nîne, t’evahîya beşê sunnîyan ê Îraqê di destê DAÎŞê da ye. Ya k’urdan, dewleta wan a xweser heye, li ku berjewendîyên R’ûsîyayê yên aborî,  sermaydanînê (investments) hene, lê bandora siyasî nîne.   

K’urdistana Îraqê, heya ku Barzanî r’êvebirîyê lê dike, ne t’enê sindoqeke bi xîzê dagirtî ye[6]  ji bo amêrîkîyan. Ew berî her tiştî qada  lîstikan e ji bo T’irkîyayê. Erdoxan bi alîk’arîya borîya neftê û baregehê xwe yên eskerî hişkem dest kirye qirika otonomîyê.  

– Prêzîdênt Barzanî p’arç’eyekî biç’ûk yê siyaseta Erdoxan e. – Yek ji damezirînêrê  Partîya nîştîmanp’erwer a Kurdistanê (mabest YNK e? – E. C.) Adil Mûrad dibêje. – Barzanî bi Erdoxan va sînor li R’ojava û wan birayên me girtin, ên ku di T’irkîyayê da tên kuştin. T’irkan heya ji bo k’urdên Îraqê sîstêma vîzaya demî danîn. Bi duayên Barzanî  leşkerên t’irkan li ser xaka me ne û agahêyan didin balafir’ên leşkerî yên t’unekir, ên ku çîyaên Qendîlê bomberdûman dikin, û li  wir jî partîzanên me k’urdan hene. Ev xiyanet e! Erdoxan herşev di xewna xwe da împêratorîya osmanîyan dibîne. Min qesra wî ya ji hezar ç’avîyan dît: dema vekirina wê ewî wek sultanek wergirtibû. Lê Barzanî pêleystokek e di destê wî da, ew kopya Erdoxan a biç’ûkkirî ye. Heya Barzanî li ser desthilatê be, pêşer’oja K’urdistana Îraqê nîne.  

Bi gotinekê, eger dema r’êvebirîya Barzanî alîk’arîyê bidin K’urdistana Îraqê – ewê bê wê wat’eyê, ku bik’evin xizmeta T’irkîyayê.  

– Rûsîya nikare pêleystokan t’ehmûl bike, ew wisa jî naxwaze peymanê bi wan r’a girêbide, yên ku pêleystokan didin lîstin, – siyasetzan R’amazan Osmanov dibêje. – Eger hûn dixwazin DAÎŞê t’une bikin, kesên bi hêz yên wek Es-Sedir li we pêwîst in. Bi alîk’arîya wî weyê bikaribûya di Îraqê da li dijî DAÎŞê t’evgereke leşkerî destpêbikira û ew hov di dela wî da t’une bikin. Ma ne, r’ûs hema wisa nehatine Sûrîyayê, ne ji bo xatirê berjewendîyên Esed, lê ji bo xatirê berjewendîyên xwe. Nabe, mirov ji bo xatirê hatinekê, ji bo demekê bê R’ojhilata Navîn. Şaşîyên xwe yên berê dubare nekin, dema pey hilweşîna Yekîtîya Sovêtê r’ûsan bandora xwe di welatên misulman da winda kirin. Li vira her ewê serdikevin, ên ku bên û bimînin.  (Wergera ji r’ûsî ya min e – E. C.)

______________________

[1] https://krd. sputniknews.com/kurdistan/20171001 6697694-Daxuyani-kurdistan-iraq-/

[2] Юрий Набиев, «Исламизация курдского движения против "мягкого ислама" Гюлена-Эрдогана» – https://topwar.ru /23626-islamizaciya-kurdskogo-dvizheniya-protiv-myagkogo-islama-gyulena-erdogana-intervyu-yuriya-nabieva.html 

[3] http://www.amidakurd.net/ku/tekst/XESER%C3%8EYA_D%C3%8AMO KRAT%C3%8E _YA_%C5%9EENGAL%C3%8A_%C3%9B_R%C3%8AF%C3% 8AR%C3% 8AND%C3%9BMA_HER%C3%8AMA_OTONOM_A_KURDISTAN %C3%8A

 [4] http://www. amidakurd.net/ku/tekst/GELO_EWQAS_DIJWAR_E_KU_MIROV_R_AST %C3%8EY%C3%8A_T%C3%8ABIGIH%C3%8EJE_YAN

 [5] Дарья Асламова, «Надо ли России спасать вслед за Сирией гибнущий Ирак?», «Комсомольская Правда», 23. 05. 2016 – https://www.stav.kp.ru/daily/26532.7/3548596/   

 [6] sindoqa bi xîzê dagirtî, yan jî – xîzdang: di hewşên xanîyên bajaran ên pirqatî da ew ji bo lîstina zar’okan a bi ewle tên amadekirin ...

 

R’ezber-cotmeh, s. 2017.

Pyatîgorsk/R’ûsya

 


Gotinên miftehî :