1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Raga (Şahrî Rey) û guhertina domografiyê
Raga (Şahrî Rey) û guhertina domografiyê,raga,şahrî,rey,û,guhertina,domografiyê

Raga (Şahrî Rey) û guhertina domografiyê

Gelo we dizanî ku Tehrana paytextê Îranê welatê Kurdan bû? Lingê Persan, bi rêwîtî jî li wir nediket. Navê wir RAGA /REGA bû. Niha Fars jê re „Şahrî Rey“ dibêjin.

A+ A-

Em Kurd yan jî, em zarokên Medan ne tenê hatine kuştin, talankirin, derbiderkirin, her wisa bîra me ya dîrokî û zanistî jî hatiye valakirin. Ji wê em piraniya nirxên ji me hatine dizîn, veşartin, talankirin wek malê dizan, dagirkeran, hêr û hovan dizanin. Em îro mijareke gelek taybet vekin. Mijara bajarê Raga, yan jî herêma ku îro wek Tehran tê zanîn û bûye dilê Farisan.

Raga (Şahrî Rey) bi qasî 15 km li başûrê Tehranê ye. Ji bajarên herî kevn û dîrokî yek e. Tehran hetanî salê 1800 jî baş nedihat zanîn. Tehran cihê zevî, ziyan û bostanê bajarê Raga bû. Navê herêm û bajarê Ragayê di avestayê, nivîsên Asurî, Grêkî û nivîsen Mixî yên Bestûnê de derbas dibe. Li gor Avestayê û daneyên dîrokî Zerdeştê Roştî li bajarê Raga di malbateke Magan de tê cihanê. Ji ber vê egerê jî bajarê Raga ji bo Zerdeştiyan hê jî cîhê herî pîroz e.

Her wiha daneyên berdest raberî me dike ku împaratoriya Med jî di rêveberiya serwerê yekem Diyakoyê ji êla Magan ve li bajarê Raga tê damezrandin. Ev bajar demeke dirêj wek paytexta Medan dimîne. Piştî piraniya Medyaya îro tê zanîn, dikeve bin serweriya Medan, cara yekem di dema Keyaxaresê I. ê bavê Fara Ortî de serweriya Med Paytextê xwe ji bajarê Raga radikin û dibin Ekbatanayê (Hamedanê) û li wir Qesra Rojê Ava dikin.

Hetanî Dara Yawuş Darios I. tê ser kar jî ew war û wirdê di navbera çemê Qerac a li Rojavayê bajarê Raga û çemê Cadşûrd ê li Rojhilatê Ragayê navend û dilê gelê Med bû. Medya qedîm ev der e. Ji gola Aralê (Horasana jor) bigire, Hetanî dihat digîhîşt Hewlêr û başûrê Kafkasyayê tev de cih û warê êl û êlatên Medya bû. Xwerû herêma Raga yan jî Tehrana îro bingehê serweriya Med bû. Wê demê kesen Pers nedikanîn bi mîvanî jî bihatana vê herêmê. Ziman zimanê Med, nirx û anane Med bû, giyan giyana Med bû. Lê niha?

Dema Kuroşê Mezin serweriya Med ruxand û ev der dagir kir jî, Raga wek cih û warê Medan ma, Persî hê li vir bi cih nebûbûn. Pers cara yekem di dema Darios I. de bi hêzeke pir mezin êrişê vî cih û warê Medan dike, li gor daneyan bi dehhezaran mediyan di komkujiyê re derbas dikin. Beşeke mediyan neçar ji vê herême ber bi Rojava koçber dibin. Êla Belûciyên li devera Qizwanê bûn jî derbiderê dora delta çemê Îndus dikin. Darios di “Katîbê Wate” (nivîsên mixî yên li ser zinarên çiyayê Bestûnê) li ser komkujiya vê herêmê wiha daye nivîsandin:

“Min bi artêşa xwe êrişê devera Ragaya xaka Medyayê kir. Min serê 47 rêberên Medan jêkir û bi dîwarê Kelahê ve darve kir ku ew cardin li hemberê me serî hilnedin. Bi hezaran serhildêr kuşt, bi hezaran dîl girt, yên man jî revîn!“

Belê ji gotinên Darios I. jî tê fêmkirin ku çi kareset di ser gelê Medya yên li herêma Raga de anîne, bi çi awayî ev herêm valakirine û piştê valakirinê hin êlên Persan, hin êlên bi persan ve girêdayî anîne li vir bi cîh kirine. Bi vê hovitiyê demografiya vê herêmê bi tevahî diguherînin. Îro li vê herêmê 20 milyan mirov dijîn, ji %80 yê wan xwe Faris dizanin. Li gel wê êdî ev dever bûye dil û bingehên Farisan. Yanê bê van agahiyên dîrokî me yê ti car nezanîba ku ev dever tev de Medî bûn e, lê bi guhertina demografyayê dîrok jî lewitandine.

Pers kî ne?

Li gor hin daneyan ew jî ji gelê Arî ne. Piraniya lêkolîneran vê teoriyê dipejirînin û ji zimanê wan re jî Îraniya Başûr dibêjin, lê em dizanin zimanê wan û Darî (Afganî) yek e. Li gel vê hin angaştên din jî hene. Tê îdiakirin ku êla Persan ji başûrê Rûsyayê derketine hatine, ew silav in. Navê wan ê rast “Perusî” ne. Demeke dirêj di nava Dariyan (Afganan) de mane, zimanê Darî wergirtine, pişt re jî hatine li eyaleta Fars (Şîraz /Pasar Gedeh  /Persepolîs) bi cîh bûne. Wê demê bi tevahî bi qasê êleke Medan bûne. Dibe ji vê be, di nava serleşkerên Persan de navên wek “Perus, Purus, Parmûs” gelek in. Ji ber vê egerê ez hinek li pey navê “Pers” ketim. Navê wan di Avestayê de “Parsa /Parsava”, di zimanê Asûran de “Parşûva”, li ba Urartuyan “Perusuva /parşuva” derbas dibe. Lê ev jî tê zanîn ku li bakurê Kafkasyayê beşeke Persan heye, jê re “Tete” dibêjin. Li ser vê êla “Tete” jî du angaşt hene; yek, ezbedekê Persan di dema êrişên Medan de barkirine û bi şûn ve çûne welatên bav û kalên xwe. Angaşta dudyan jî ev e; dema Pers /Perusî ji wir hatine, ew ezbet li wir maye.

Ev angaşta ku ew ji başûrê Rûsyayê hatine çendî rast e, nizanim. Lê tişteke gelek zelal heye, Rus û Pers her dem dost bûne, ti carî êrişê hev nekirine. Heta di dema têkiliyê Farisan û DYA baş jî bû de, dostaniya wan dost bû. Dibe bêbextiya Rûsya ya li hemberê Kurdan xwerû jî di mijara Komara Mahabatê de ji vê têkiliya wan a genetîk jî hatibe.

Em cardin vegerin Mijara xwe. Em dûr nerin. Li gor daneyan di dema şerê cihanê yê yekem de. Şêniyên Musilê ji %74 Kurd bûne, lê niha ji %80 Ereb in. Dema em Erzurim, Erzîncan, Meletye, Elezîzê dinêrîn di salên bîst û sîyî de herî kêm nîvê şêniyên wan Kurd in. Lê dagirkerên Tirk li aliyekî koçberên Balkanan anîn li wir bi cih kirin, li aliyê din bi rêya bişaftine bi tevahî guherîn. Niha jî bi demografya Efrînê dilîzin. Em çendî dîroka xwe binasin, em ê xwe binasin û hovitiya dagirkeran binasin.

YENI ÖZGÛR POLITIKA