Rastiya li Bakûrê Kurdistanê
Fêrgîn Melîk Aykoç
Di têgîhîştina daxuyanî û siloganên tên avêtin de, tevlihevî û ji hêla naverokên xwe ve ji hemû rastiyan dûrbûn serdest e, li gel wê rengê ne li gor serdemê jî wergirtine. Mixabin ku realîteya heyî, bi naveke din rastiya berçav û ûtopya bi rengê serî germkirinan tên tevlihevkirin. Derdorên bi têgîhîştinên vala û ûtopîk bi halan û gernasiya vala baskan li badikin, mîna erkeke dizî wergirtibin vê re her tiştî bi awayê qestî têklihev dikin. Divê bi kurtî jî be, ev mijara tevlihevkirî, rastiya welatê me û tiştên xeyalî piçek were vekirin. Bi hêviya di vî warî de bibe gaveke piçûk, em bi hin mînakan vê mijara pêdiviya me pê heye vekin. Dibe ku sûdekê bide.
Berê şiroveyeke têgînên vê rastiyê li ber çavan radixînîn:
Realîte > realis (latînî) rastiya ber çav
Utopya (grêkî) = ou (tine) + topos = cih, erd
Ütopya= tiştê xewjînî, xeyalî, ji rastiyê dûr
Em di serdemeke gelek cuda de dijîn, ti rastiyeke pencî sal berê di reşwa îro de derbas nabe. 50 sal berê mirovan dikanî bi şerê bejahî û çekdarî serkeftin bi dest bixista, lê teknîka îro pêşketî ew bi giranî vala derxistiye. Welatên xwedanê teknolojiya pêşketê, li welatê xwe rûdinin, bi teknîka ber destê xwe welatekî bi hezaran km. ji xwe dûr tar û mar dikin. Heta serok dewletên bi her awayî tên parastin jî dikarin birevînin, mînak mijara Madûro ya li Amêrîqa Latînî. Roja îro şerê bejahiyê tenê paqijkirina paşmayiyan e. Realîta yan jî rastiya vê serdema me ev e. Bes hê gelek mejiyên girtî yên vê realîteyê tênagihîjin û di nava xewnên utopyayê de avjenî dikin di nava me de hene. Divê realîte û utopya neyê têklihevkirin, daku em bikarin li ser bingehên rastiyan bimeşin. Li welatê me hin derdoran herî zêde ev herdu têgîn belovajî kirine, her wiha kesên genim û xisarê ji hev dernaxin, li ser medya civakî dibin qehreman û êrişê her hêzên berevanî û yekitiyên li ser bingehê realîteya hamdem ji bo siberojê hewl didin, dikin. Belê, van derdorên mejî gemar bi qurşdanên keleşîrên ser sergoyan medya civakî jî lewitandine.
Mixabin ku li gel trolleran vê têklihevkirin û rastiyan tênegîhîştinê mirov anîne pindeke wisa, li hemberê wan gotin û çêr jî bê wate dimîne. Her cûre medya jî, ji xeta wan derxistine, li cihên ku realîta me yanê rastiya me ya berçavî gengeşekirinê, êdî gulmistên çêran di nava gotinan de weke girêza dev dipeke hawîrdor. Nahêlin ku mirov hin rastiyan jî ragîhîne bala giştî. Di çapameniya Tirk de çendî car hat ragihandin ku 200 000 troll li ser medya civakî dikarin. Dema mirov troll û ajanên zimmi jî li wan zêde bike, ev hêjmar diçe digihîje 300 / 400 000 î. Yanê karê me gelek dijwar e.
Kurdistan ev sed sal e, di navbera çar netewdewletên ku li ser bingehê plana Sykes – Pickot hatine damezrandin parçekirî ye. Li ser vê xaka gelên qedîm ti bingehekî çandî-dîrokî, nijadî - exlaqî ya van netewdewletan tinebûn. Ji ber vê rastiyê her netew dewletî piştî qaşo damezrandina xwe ji netewdewletbûna xwe re di warê dîrokî, çandî û ananeyên sîyasî de hin bingehên ji hemû rastiyan dûr afirandine û hemû başî ji xwe re kirine mal. Xwerû jî, her hewldane ku bi kotekê me di nava vê awa afirandina netewbûna xwe de bihelînin. Li gel wê Farisan bi mejiyê îslama şîî, hersê dewletên din jî bi têgîhîştina îslama sunî bi gotineke kurt bi giyana peymana Qesr-î Şîrîn her di ser me Kurdan de hatine û hewldane ku me ji me bidizin. Giştan em tene weke alav û parçeyeke netewa xwe û têgîhîştina xwe hesibandine, bi wê mabestê her xwestine me di nava mija neteweyên xwe de bihelînin û ji rûyê cihanê rakin. Talûkeya herî mezin jî ger bi aşîkarî ger veşartî li ser xaka me gelek kom û komikên bi navê Kurd û kurdayetî dane avakirin jî, daxistine vê qada medya serîşuştinê.
Ji ber vê rastiya li pêşberî me ku em vê re rû bi rû ne, dagirkeran di warê çanda siyasî, aborî, perwerde, dekbazî û têgîhîştinan de jî, em gelek ji hev dûr xistine. Di têgîhîştina siyasî de, yek nêzîkê çanda siyasî ya Farsiyan, yek ya Ereban, yek jî nêzîkê ya Tirkan ne, herî kêm rengê têgîhîştina wan bi awayê cûda jî be, li me xuya dike. Ma tenê ew? Na, na, heta alfabeyên cûda jî bi kotekê danîn ber me ku em nikaribin hev bixwînin û têbigihîjin.
Sînorên dewletan yên li ser sînga Kurdistanê bûnin kemînên kuştinê. Bi hezaran kes di van sînoran de hatin kuştin. Hima ew bûyara 33 Gule, bi navekî din mijar generalî Tirk Muglalî ya 1943 yan de li Qelqeliyê (Özalp) pêkhatibû, û 33 ê can di wê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, baş tê zanîn. Helbestvan Ahmet Arîfê bi helbesta xwe ya „33 Gulle“ ev wehşeta ragihand tevahiya cihanê.
Li hember van rastiyan, ji bo ku em bikarin li ser çand, anane û têgîhîştina qedîm bigîhîjin hev, pêdivî bi gelek kar û xebat, her wiha pirojeyên kêrhatî hebû û hê jî heye. Ji bo vê hewldanên mezin hene, gelek gav jî bi rêya tekoşînê hatine avêtin, lê ji ber rastiya rewşa me dagirkeran jî, bi baskên xwe yên di nava me de her seriyan sor dikin.
Bîsta em bi êşûzar û koteka bişaftinan gihîştin salên heyştê û nodî, gelê me gelek rengên gelbûn û netewbûnê xwe wendakiribû, êdî xwe bişaftin bûbû huner û serbilindî. Xwerû li Bakur dema zarok bi tirkî diaxivî dê û bav pê şa dibûn. Ji me re tenê ew giyana kurdayetî ya di nava sitran, helbest, çîrok û berhemên helbestvan û wêjewanên me yên dîroka qedîm de herwiha stranên dengbêjên me yên Kilasîk yên mîna Şakiro, Husêno, Husênê farê, destanên mîna Mem û zînê, Dewrêşê Evdî weke ronahî û hêviyekê mabû. Mirov dikare bi zelalî bêje ku wê giyanê em li pêgirt û nehîşt em têkbiçin. Her wiha hêjayê gotinê ye ku mirov bêje; radyoya Erîvan û Bexdayê her wiha têkiliyên bi Rojava re jî roleke erênî lîst. Lewra piraniya kesayetiyên bi hişmendiya netewî xwe li wir girtibûn. Weke Mîr Celadet Bedirxan, Cîgerxwîn, Osman Sebrî, Nûrî Dêrsimî. Belê van rastiyan di lixwevegerîna me de rolên erênî lîstin. Li gel wan têkiliyên li ser sînoran yên bi dizî û kuştinan dagirtî jî, di rastiyê de ji bo têkiliyên nava parçeyan xwedan roleke pozîtîf e. Van têkiliyan nehîştin ku em weke gel bi tevahî ji hev biqetin û bibin parçeyeke nedeweyên bi koteka dagirkerên hov.
Dema ez di salên heştêyî de hatim Almanyayê, min cara yekem li vir Kurdên parçeyên din û rengên wan ên netewî nasîn. Min ta wê çaxê bi hêsanî ev parçebûna giyanî û têgîhîştinên cûda yên weke kelem di navbera me de hîs kiribû. Ew siya dagirkeran ya li ser me bi zelalî xuyadikir. Di gelek waran de mîna ku em biyaniyên hev bin, nêzîkê hev dibûn. Ji ber van rastiyên heyî ji durişmên redîkal bêtir, pedivî bi gelek hewldan, vîzyon û projeyan taybet heye. Di vî warî de rola herî pozîtîv bi xêr û gunehên xwe ve ya tevgera PKKê ye. Bi rêya kar û xebatên tevgera PKKê bi kêmasî û serkeftinê wê re têkiliyeke netewbûnê di navbera Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur de rengveda. Gelek kesayetiyên têgîhîştî jî vê bi zelalî tînin ziman. Lûtkeya vê rastiyê jî vebûn Tv. Ya bi navê „Med Tv.“ bû. Dema TV ya dîrokî MED Tv. vebû, rondikên çavên gorbihuşta dilzêrîn Merziye Rezazî bû hêviya lihevkelijîne netewî. Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakur bi rêya wê Tv. yê li hev germ bûn. Mixabin ku pêvajoya wek netew lihevgermbûna me gelek dereng destpêkir û wisa biêşbû. Dagirkeran jî her hewl dan ku pêşî li vê pêşketina bi rêya TV. ya li ser zatelîtê bigirin. Şerê lîsansê û şerê zatelîtan baş tê zanîn. Car hebû tevahiya şevê bi wî şerî derbas dibû. Xwerû jî dagirkerên Tirk dîn û har bûbûn. Kesên van rastiyan nebînin fêlxirab in. Hew!. Ji ber vê rewşa me jî tekoşîna netewa me ya ji bo azadî û serxwebûnê sazûmana cihanê jî ser û bindike. Şerê îro li Rojhilata navîn jî hetanî radeyekê bi mijara neteweya me re têkildar e. Di her nûçeyên cihanê de nav û dengê Kurdan olan dide.
Mijara Kurdên li Rojavayê Tirkiyê
Birîna herî mezin, hê baş nehatiye vekirin û têgîhîştin jî ev e. Li gel gelek kêşeyên serêşê, rastiya herî girîng jî li navend û rojavayê Anatolya hebûna Kurdan, her wiha mijara bişaftin û li ser keviya têkçûnê bûyîna civakên Kurd yên Bakur e. Em berê hebûna Kurdên li rojava û navenda Anatolyayê û pirsgirekên wan, bidin aliyekê, Em ji bo paş têgîhîştinê vegerin pirsgirekên din. Bişaftin di nava parçeyan de herî zêde li Bakurê Kurdisatnê bi serketiye. Lewra li Anatolyayê ti bingeheke netewa Tirk nebû, li gel wê jî dagirkerên Tirk bi giranî ji devşîrmeyên cûda xwerû ji Balkanan pêk tê, li ser fermana îngîlîzan (yê vîze da Mustafa Kemal bi tevê hin leşkeran ve şand Samsûnê û di her pêvajoya avakirina netewa tirk de endezyarî kir rasterast fermandarên Îngîlîz bûn.) Wan bi tevê paşmayiyên Osmaniyan bi kotekê bingehê neteweyeke çekirî danîne, Ev netewdewlet ji roja damezrandina xwe ve bi tirsa têkçûnê bi awayekî xwînîn nêzîkê her mijareyên civakî û kêmaran bûne. Ji ber ku piraniya bingehê diravî ya netewbûna Kurdan hebû, ev wek tirsekê li ser dilê wan rûniştibû. Ji wê jî bi komkujiyan nêzîkê Kurdan bûn.
Ev afirandina neteweyeke çêkirî li aliyekê, divê em di vir de vê mijareyê jî vekin: Ege û hin deverên Marmarayê, ne tenê bi girani cih û warê gelê Rûm bûn. Gelek Kurd jî li wan herêman hebûn. Kurd di serdema Selçûkî û Osmaniyan de jî, ji ber egerên cûda koçberên navenda Anatolyayê bûne. Heta gelek mîrîtîyên li rojavayê Tirkiyê (Ege, Marmara...) piştî belavbûna Selçûkiyan pêkhatine jî, rasterast mîrîtiyên Kurdan e. Ev di berhema bi navê „Şîkar“ tê zanîn de bi awayekî gelek vekirî tê nivîsandin. Mînak Germiyanlu (Dewleta Tirk ev li zimanê xwe anîne û kirine „ogullari“), Saruhanlu, Menteşelu, Karamanlu Mîrîtîyên Kurd bûn. Heta gernasê destana navdar „Koroglu“ jî belovajî kirine, navê wî di bingehê xwe de Kurdoglu ye (li xabata Mehmet Bayrak binêrin). Min di salên şêstî de li navçeyên Manîsayê gelek kesên eslê wan ji wan serdeman mane jî, nasîn, wê çaxê hê li kurdayetiya xwe xwedî derdiketin. Hê îro jî ji Denizliyê bigire hetanî diçe digîhîje Sînop û Samsûnê gundê Kurdan hene, rastî were pirsîn hinên wan bi qasê Kurdên bakurê Kurdistanê asîmîle nebûne, di gundê xwe de bi kurmancî diaxivin.
Li Rojhilatê Kurdistanê Kurd li welatê xwe li bajar û gundê xwe mane, jî welatê xwe derneketine. Di nava navçe û bajarên Farisan de ne ewqas zêde ne. Bajarên mezin yên Kurdên Rojhilat wek Sine, Kîrmanşan, Mahabat, Îlam û û li Rojhilatê Kurdistanê ne. Yanê Kurd koçber nebûne neketine nav bajarên Farisan, bajarên Farisan ne bajarên Kurdan yên mezin in. Li Başûrê Kurdistanê jî Kurd li bajarê xwe mane, neketine nava navçe û bajarên Ereban. Bajarên Mezin yên başûr: Hewlêr, Silemanîya, Kerkûk, Zaxo û û ne. Ji wê li van beşê Kurdistanê rêya çareseriyan jî zelal e, ne ewqas têklihev e. Bişaftin ne ewqas zêde û serkeftî ye, ji wê hestê netewbûn û gelbûnê jî hê hetanî radeyekê xurt e.
Li Bakurê Kurdistanê bi tevahî rewşeke din heye. Heta mînaka wê li cihanê tine. Yekê ku rastiya Bakur li ber çavan negire, ew ji hemû rastiyan dûr dimîne, yan jî fêlxirab e. Îro piraniya Kurdên bakur ne li Bakurê Kurdistanê di nava bajarên Tirkan de dijîn, Kurdistan valabûye. Bajarên Kurdan yên herî mezin ne li Bakurê Kurdistanê li rojavayê Tirkiyê ne. Mînak: bajarê Kurdan yên herî mezin ev in: 1 – Îstanbûl, 2 – Îzmîr, 3- Çala kûr (Mersîn Adana). Hîna yê çaran 4 – Amed e. Heta rastî were pirsîn nifûsa Kurdan ya li Enqerê ji ya Amedê zêdetir e. Em Antalya, Bursaya ku tim êrişê Kurdan dikin jî bidin aliyekê, carê herin Aydinê, mîna ku hûn li Kurdistanê bin. Rastiya heyî ev e.Tiştên îdeolojîk û îddîa /rik tiştên din e, rastîya heyî tiştek din e. Mixabin ku bi zanistî ne zanistî, gelek caran jî, qaşo bi xwebaqiliya kêmaqilî ev rastiyên heyî tên têklihevkirin û serûbinkirinê. Xwerû jî yên ti hêzek û hewldaneke wan ê ji bo Kurd û Kurdistanê tine, karê wan li ser medyayê dijberiya xeta berxwedanê û serdest kirine, bi zanistî van hemû rastiyan belovajî dikin. Yanê ew çiqas bi zimanê qehremanî û redîkal biaxivin jî, rasterast di xizmeta daxwaziyên dagirkeran de ne, lema jî li her derê serbest digerin.
Kurdên li bajarên Tirkan dijîn, bi piranî heyîyên xwe yên li Kurdistanê firotine, mirov bi zelalî dikare bêje; hima bigire ti têkilyeke wan li bakurê Kurdistanê nemane, piraniya wan bi xizmên xwe ve ji welêt qetyane, di malên wan de tenê bi tirkî tê axaftin, bûk û zavayên wan ya Tirk in yan jî koçberên Balkana ne. Dema bav behsa Kurdistanê dikin, zarokên wan bi wan dikenin û „Baba birak be bû hîkayelerî (Bavo van çîrokan li cih bihêle lo...) dibêjin. Mijara cerdewan, xortên bûnin çoyên hêzên taybet wê çi be? Rastî ev e. Dema rewşa heyî ev be, divê çareserî çi be? Pêdivî bi kîjan projeyan heye? Ji wê profesor û qehremanên li ser medya civakî bidin aliyekê, heta nexwînin, tifê wan bikin, biqewitînin.
Weke encam îro pirs ev e: Divê pirojeyên tevgerên Kurd ji bo vê rewşa şêniyên li rojavayê Tirkiyê bicihbûne çi be? Em çawa bikarin têkiliyeke realîst di navbera wan û Kurdistanê de daynin, daku li gel zirar nedîtinê nebin çoyên destê dagirkeran? Ev kêşeya têklihev bê rijandina xwîna mîlyonan dê çawa were çareserkirin? Em bêjin; „ji piran pir ji hindikan hindik û prodê birayê min prodê!“ Ango di nava hev de hev kuştin, xwîn rijandin, yan proje û lihevkirinên pêşî li rijandina xwînê bigire hebe!.. Divê ji vê rastiya Kurdên li rojavayê Tirkiyê bi cihbûne re rêyeke çareseriyê ku dibe nav „demoqratîk be“ yan jî tişteke din be, were vekirin? Vê gavê vegera wan ne di warê abûrî ne jî di warê çandî û siyasî de destdayî ye.
Em serpîjên li ser medya civakî li cih bihêlin, em ji Kom û komikên piçûk yan jî têkçûyîyên bê vîzyon tiştek naxwazin û jixwe ew ji ber têgîhîştinên xwe yên teng nikarin vê rastiyê bibînin, xuyaye ku pêdiviya wan ji bo egoya xwe têrkirinê tenê bi siloganên redîkal ên xapandinê hene!. Dema kesayetiyekî ramanwer û rêber, yan jî tevgerekê niştiman û gelperwerên bi azmûna salan xwediyên vîzyana kêrhatî ji bo rêyeke çareseriyê dîtinê, her wiha ji bo pêşî li xwîn rijandinê girtine, di gava yekem de gotina mîna kilîtekê rêvekirinê mînak: „Kurd bê Tirk Tirk bê Kurdan nabin!“ dibêje. Mejiyê wan ser û bin dibe, tirsa ku nikaribin mirovan bixapînin li wan digere, bi awayê serxilikên bê hêz, bê çareserî, mîna serxoşên li kolanên Qasimpaşayê „Heyyyt lannn!...“ dibêjin û hezar û yek qulpî pêve dikin. Ma ji we wetrê haya kesî ji van rastiyan û bîrtêkçûyîna we tine?
Ma mirov dikane bê stratejî, plan û projeyên kêrhatî kêşeyeke wisa têklihev û bi jiyana milyonan ve têkildar bi sloganan çareser bike? Bêguman ji bo stratejî, plan û projeyan jî pêdivî bi hêz, azmûn û têgîhîştinên kemilî heye. Bi kakoşiya Elezîzê û serserîtiya Qasimpaşayê, awayê pêxwasên Amedê pirsgirêk çareser nabin.
Mirov bi zelalî dikane bibêje; Tevgera Azadî ya xwedanê azmûnê salan û vîzyona çareseriyê zêde guh nade wan. Bi taybetî jî azmûna Rojava ya bi rêberiya tevgera Azadî dek û dolabên roviyê Amêrîqayê yên wek Tom Barack vala derxist û neket kemîna wan, bi anor û serbilindî tevgeriya, vê jî dîmenziyoneke din li pêş me vekir. Hem rêya platformên navnetewî vekir û hem jî hêzeke wekî Amêrîqa cardin anî ber lingê me. Belê kêşeyên netewî ne bi gotinên qelev, tenê dikare bi vîzyan, stratejî plan û projeyên kêrhatî were çareserkirin. Ev jî hêz û azmûn dixwaze.
Ji ber kêşeya welatê me ya bi sedan salane, birîn li ser birînê rûniştiye, carna mirov ji neçariyan li hember tênegîhîştyan hêrs dibe. Ji ber rewşa heyî ev hêrsbûna li dij serpîjan li aliyekê, Divê ev mijara bakurê Kurdistanê ya bi tirkan re ewqas li hev geryaye, çawa were çareserkirin. Bêguman ji bo hin kêşeyan li cihanê hin mînak hene. Piştî jihev qetînê bi awayekî xwînîn jî daketibe qada jiyanê projeyên vegerê hatine danîn û pêşkêşkirin. Mînak Yunan û Tirkiye. Mijara Yugoslavya, li hin welatên Ewropayê, her wiha li Asyayê. Lê divê tevgera Kurd ji niha ve ji bo van rastiyan xwedanê amadekariyan be!...
