1. Tekst

  2. Gotar

  3. Xerzî Xerzan
  4. Rastîya Cejna Netewî ya Gelê Kurd; Newrozê
Rastîya Cejna Netewî ya Gelê Kurd; Newrozê,rastîya,cejna,netewî,ya,gelê,kurd,newrozê

Rastîya Cejna Netewî ya Gelê Kurd; Newrozê

A+ A-

Kawa, Kava an jî Kavî, di dema desthilatdarîya Medan (kurdan) de, pênaseya padşahên Medî bû. 

 

Avestaya Pîroz de bi dehan car navê padşahên Medî bi pênaseya "Kava-Kavî" hatîye nivîsandin. Kava an Kavî, bernavê padşahên Medî bû.

 

Navê Keyaxser (Key Xusro) ê padşahê Medî, di Avestaya Pîroz de, wek Kavî Vîştaspa hatîye tomarîkirin. Û gelek car.... An ku Keyê Pirhesp....

 

Peyva Kava-Kavî di zimanê kurdî de li gel demajoyê, bûye Key û îro jî tê bikaranîn. Keyaxser an ku Kavî Vîştaspa û her wiha kurê wî, keyê Medî yê dawîyê Aştîyago (li ba Firdewsî yê ecem: Azhî Dehhaq) alîkar, heval û hogirê herî nêz ê Zerdeşt ê Kal in, Avestayê de wisa hatîye tomarîkirin. 

 

Lê nijadperestê Ecem Firdewsî, ji ber ku hesûd û çavnebar bûye, rabûye Keyaxser ê Gewre (bavê Aştîyago) kirîye hêsinkarekî û kurê wî jî kirîye Dehhaq ê Zalim ê şahê Asûran... An ku dîrok serobino kirìye û biserketina mezin a Medan, kirîye malê Persan. 

 

Pirs ev e, gelo Asûran kî têk bir û kî azadî anî nav gelên Arî ?. Pirs ev e û bersiv jî anegorî daneyên zanistî xuya ye. Med anîn û Keyaxser ê Medî jî wê serdemê Keyê wan bû. An ku Kawa yê hêsinkar, Kavî-Kava Vîştaspa ye, Keyaxser ê Gewre ye û Keyaxser bixwe Kawa-Kavî-Key e..... Qral e, Padşah e, Leheng e... Ne hesinkarekî ji rê ye, pêşeng û fermandarê gelê xwe ye.

 

Ferîdûn ê Firdewsî kî ye, kes nizane, di ti çavkanîya kevnar de navê wî nîn e (ji bilî Şehnameyê...!!) û heger şahê Persan e, pirs ev e; Wê demê şerê li gel Asûran, ma Pers desthilatdar bûn? Ma wê demê, navê wan jî hebû. Ma keyê wan hebû, ma ne bindestê Medan bûn, ma kesê Asûran têk bir Keyaxser e an yekî dinê ye?. Heredot jî tê de, hemû dîrokzan ma nabêjin, kesê ku Nînova zevt kir û azadî anî Medya û Babilê, Keyaxser e.... Heger wusa ye, nexwe Kawa, Keyaxser bixwe ye... Pirs û pirs û pirs... Bersiv wiha ye;

 

Newroz efsane û dîroka gelê kurd e û ji hêla wan ve li hemû mirovahîyê hatîye diyarîkirin... Bi min, dîroka têkbirina Asûran a jî hêla Medan ve (sala 612-an a berê zayînê) pênase û rave dike. Kawa, Keyê Medan Kavî Vîştasp e, Keyaxser e û Firdewsî derewker û nijadperestekî nebînayî ye. 

 

Berê 2632 sal, bav û kalên netewekê, bi pêşîvanîya Kavî Vîştasp (Kawa - Keyaxser) hemû gelên rojhilatê nêz û navîn ji destê pergala koledarîyê rizgar kir û li gel agirên gur û geş, ew roja rizgarîyê ya pîroz, diyarî hemû gelên cîhanê kir... 

 

Û îro nevîyên wan Medan, ew zarokên agir û rojê, dîsa bo vê doza pîroz tê dikoşin û li hemberî koledarî û xerabîyê, her nimînendetîya azadî û qencîyê dikin û tim evîndarîya xwe ya azadîyê didomînin. .. 

 

Rastîya sincî ev e....

 

Newroza hemû mirovahiyê pîroz be, pîroz e.... 

Bi hêvîya bi xwe re anîna jiyaneke azad û birûmet...

Newroz pîroz be... Li hemû Kawayên hemdem.... 

Li hemû kurdên birûmet pîroz be, pîroz e....

 

(Wêne: Guldexwînên Çiyayên Xerzan - li herêma Sasûnê)